Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,949
Wêne 104,268
Pirtûk PDF 18,883
Faylên peywendîdar 94,726
Video 1,232
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Qazî Mihemed
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Pol, Kom: Şehîdan | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qazî Mihemed

Qazî Mihemed
RTE JIYANA PÊŞAWA QAZÎ MIHEMED Û MALABATA WÎ Û KOMARA MIHABAD…
MISLIM Ş. HESEN
.
Dema ku behsa Qazî Mihemed tê kirin, bajarê xweş yê Kurdistanê Mehabad û Komara Kurdistanê ya Mahebadê tê bîra mirov. Dema ku behsa Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî tê kirin, Qazî Mihemed tê bîra her kurdekî û biyaniyekî.
Mirov dikare bêje ku gelek federasyonên êlêyên Kurd û mîrîtiyên Kurdan, ji gelek dewletên ku di sedsala 21an de jî jiyana xwe didomînin,bihêztir û xurtir bûn û xwediyên fonksiyoneke mezin ya civakî bûn..
Her wiha Qazî Mihemed jî, ji malbeteke wisa xurt hatibû dinyayê û têgihîştibû.
Malbata Qazî Mihemed, malbateke herî navdar ya herêma Mukiryanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin. Qazî Mihemed wek endamekî rêzdar yê vê malbatê li gel merivên xwe di damezirandina Komara Kurdistanê de li rêzên pêşiyê cih girtin.
Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî kurê Qasimê
Qazî ye. Diya wî Gewhertac Xanim ji Saqizê bû û ji êla Fethullah Begî bû. Bavê wî qadî bû. Malbata Qazî Mihemed ji 400 salî zêdetir e ku li bajarê Mehabadê (Sablaxê) dijîn û di nav civatê de xwediyê giraniyeke civakî û çandî ne. Ji malbata Qazî Mihemed re ne bes kurdan, di hemen demê de desthilatdar û berpirsên Hikûmetên împaratoriya Farisî û Şah Riza jî hurmet û rêz digirtin.
Bavê Pêşewayê Kurd Qazî Elî, di sala 1930 an de, li Mehabadê rêxistineke Kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilya vê bizavê û bavê Pêşewa, bi şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî re ya li Tebrîzê hebûye. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çûye ber dilovaniya Xweda.
Qazî Elî, xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebdulqasim Qazî bûye, ji aliyê xelkê ve bi navê Sedrî Qazî dihat naskirin. Sedrî Qazî ji aliyê gel ve wek parlamenter hatiye hilbijartin û nifûzeka wî ya xurt hebûye. Piştî bidawî bûna parlamenteriya wî, bi pêşniyara Pêşewayê Kurd Qazî Mihemed ji bona ku li Tehranê kar û xebatên siyasî bimeşinê, li wir niştecî dibe.
Qazî Mihemed jî, di 11 gulanê sala 1900î de, di nav vê malbata navdar û xwediya hejmûna civakî û siyasî de, tê dinyayê. Qazî Mihemed di zaroketiya xwe de, li dibistan û medreseyeke olî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiyê. Wek tê zanîn di wê demê de li Îranê ciyê perwerdeyê, medrese bûn.
Qazî Mihemed, berî ku li şûna bavê xwe bibe dadwer, di dezgeha weqfan de xebat kiriye. Lê bitaybetî piştî ku Qazî Mihemed bû dadwer, qedir û qîmeta wî di nav gel de pirtir bûye.
Ew him ji zanistiya kevin û him jî ji zanistiya nû ya nûjen agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya zanistî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelekî xurt nîşan dide. Wî ji bilî zimanê Kurdî, Erebî, Farisî, Fransizî, Ingilîzî û hinekî kêm Rûsî jî dizanîbûye.
Qazî Mihemed, bi kesên zane û pispor re xwediyê pêwendiyeke xurt bûye. Bi kesên welatparêz û serokên êlan re di nav danûstandineke gelekî balkêş û xurt de bûye. Piştî mirina bavê wî, ew bûye dadwerê bajarê Mehabadê. Qazî Mihemed ji bona ku ji karê çandî, zanistî, agahiya xelkê hez kiriye, berî salên 1941an, du salan jî berpirsatiya îdareya çandî ya bajarê Mehabadê kiriye, di vê qadê de xebateke gelekî baş kiriye. Li Mehabadê yekem car dibistana keçan bi hewildana wî hatiye avakirin.
Ji bona vê jî dema ku ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê destûr amade kiriye, di wê destûrê de, mafên jinan cihekî gelekî giring girtiye. Dîsa ji bo vê yekê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê, girîngiyeke mezin dide pêşketina ziman, tor û şanoya Kurdî.
Qazî Mihemed, di wê qonaxê de wek rewşenbîrekî hevdem û demokrat bi xwendevan, rewşenbîr û mamosteyan re jî xwediyê pêwendiyeke kûr û xurt bûye.
JIYANA WÎ YA CIVAKÎ Û SIYASÎ…
Qazî Mihemed, di çarekirina pirsgirêkên civakî û êlî de, roleke berçav dilîst. Gelek pirs û karên rojane yên xelkê, di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çarekirin.
Qazî Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyanewe ya Kurdistanê, lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendiyeke gelekî xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye.
Berpirsên Komeleyê, pêwendiya wî û Komeleyê kêm dîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bitaybetî hewil dane ku Qazî Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.
Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagîrkirin, desteyên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatin serdana Qazî Mihemed, Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê gotûbêj dikirin.
Di destpêkê de daxwaza berpirsên Yekîtiya Sovyetê ew bû, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û girûpek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirs di navbera wan de gelekî bi tundî tê gotûbêjkirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî ev nerîna Sovyetê erêkiriba, wê demê Komara Kurdistanê jî, diva bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cuda.
Qazî Mihemed û hevalên wî, ji bo vê, bi şexsiyet biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokê yekem yê Komara Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê siyaseta Rojhilata Navîn.
Tê gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelekî bi ferheng, dilpaqij, evîndarê wêje û hûnerê bû. Wî bi dilpaqijiya xwe, bawerî bi desthilatdariya hov a Îranê anî û dîl kete destê wan, pişt re jî ew û serokên din yên Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin.
Dîsa ji bo ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hunerhez û wêjeevîndar bû, ji bo amadekirina destûreke gelekî demokrat û nûjen pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bo ku ziman, huner û çanda Kurdî pêş bikeve, ji pirojeyên gelekî mezin re pêşengî kir û di wê qadê de serketinên gelekî mezin jî bi desthilatiya Hikûmeta Komarê pêk anî.
Qazî Mihemed, biratî û hevgirtina Kurdan, weke sedema herî mezin ya serketinê didît. Ji ber vê jî di gotar û nivîsên xwe de (ku nivîs û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin belavkirin) li ser pirsa yekîtî û biratiya Kurdan radiwestiya, ev yek jî wek mercekî bingehîn ji serketin û ragirtina Komarê re nîşan dida.
Ji bo wê jî, wasiyetnameya wî ya dîrokî di nav netewa Kurd de cihekî gelekî giring girtiye.
Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji Kurdan re dibêje ku:
“Ji hevdu re dijminatiyê nekin, hevdu biparêzin û ji hevdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heya ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemul dike, piştre divê hûn bizanin ku ti bawerî bi we nayine û dilê wî bi we naşewite. Netewa Kurd jî, wek her miletekî ye û wek netewên din ti kêmanî têde tine ye. Heya netewa Kurd ji aliyê egîdî, xîretî ve ji gelek netewên azad jî pêştir e. Netewa Kurd jî wek netewên din yên ji bin dagîrkeriyê xelas bûne. Divê hûn jî wek netewên din ji bin dagîrkeriyê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemula hev bikin… Dijminên Kurdan ji kîjan rengî û kîjan netewê dibin bila bibin, ew her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi xapandin û derewan we, bi destê we bide kuştin…”
Ew di wesiyetnama xwe de li gel van şîretan gelek şîretên din jî tîne ser zimên û di encamê de dibêje ku:
“Divê heya ku em ji dagîrkeriyê xelas û azad bibin, divê xebat û têkoşîna me bidome. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, ax, namûs û mulk.”
Ti guman tine ye ku ev wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed ji bo vê qonaxê jî giringiya xwe diyar dike. Ev jî dûrbîniyeke istratijîk diyar dike.
Qazî Mihemed her çiqas baş jî dizanî ku dijminên neteweya Kurd şaş in û rastbûna wan zehmet e jî, ji bo jiyaneke hevpar û wekhev bi wan re hewil dida, dixwast ku di navbera netewa Kurd û Faris û gelên din yên Îranê de, peymaneke nû, destûreke demokrat pêk bê, gelên Îranê bi hev re di nav sîstemeke demokrat de wekhev bijîn.
Hezar mixabin desthilatdarên Îranê ji vê helwestê sûd wernegirtin.
Li gel vê yekê ev jî derdixe holê ku derdê Qazî Mihemed û gelê Kurdistanê ne ew e ku bi Îranê re şer bikin û bi her awayî ji Îranê veqetin. Lê hezar mixabin Îranê û desthilatdarên wê, ne wê demê û ne jî di vê qonaxê de ev rastî fihm nekirine. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi zulim û zordarî hat herifandin û serokên wê jî hatin bidarvekirin, berpirs ên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dîsa jî heya salên dawî diruşma “Ji Îranê re demokratî û ji Kurdistanê re otonomî” parastin. Berî cend salan biryar dan ku Îran bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe herêmeke federal.
Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê Dema ku jiyana Qazî Mihemed bê behskirin, divê mirov ji avakirina Komeleyê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî behs bike.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, netewa Kurd xwe radestî dîktatoran nekir. Ji bo ku mafên xwe yên netewî werbigre di sala 1921an de, li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê destpê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta Îranê Simko Axa dîl kir û li Şinoyê hate bidarvekirin.
Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhilatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê destpê kir û heya sala 1940î domand.
Di sala 1941an de, Îngilîz û Amerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagîr kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma Kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî Komeleya Hîwa ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bo vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de, bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşinyaran de, ew berpirsên Komeleya Hîwa, Komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îlegal ava bû.
Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bo ku Komeleyê bersiva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hat stendin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê bê hilbijartin.
PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû.wek tê ragihandin ku PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên netewa Kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin.
Di navbera pirograma Komeleyê û PDKa Îranê de ferq tune bû. Lê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.
Avabûna Komara Kurdistanê…
Di jiyana Qazî Mihemed de avabûna Komara Kurdistanê a Mehabadê bûyerek gelek bingehî ye. Lewra ew dameznerê yekem yê Komarê û di heman dem de li Kurdistanê Serokkomarê yekemîn e.
Li Îranê di dawiya sala 1945an de netewa Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragihand. Di dema ragihandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wisa got:
“Kurdistan xwedî cihekî stiratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê Kurd têde yek netew e bêyî ku di nav de neteweke din hebe û netewa Kurd ji hev qut bike, netewa Kurd di Kurdistanê de, xwedî malikiyeta xwe ya millî ye. Serbihurî û dîroka wî ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û adet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cur bicur û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê miletan wan de peyda bike.
Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî ragihand. Piştre Komîteya giştî ya partiyê civiya, Qazî Mihemed wek serokomar hilbijart. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de Hikûmet ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:
“1- Serokwezîr: Hacî Baba Şêx
2- Wezîrê Berevaniyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî
3- Wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî
4- Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî
5- Wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî
6- Wezîrê Perwerdeyiyê: Menaf Kerîmî
7- Wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî
8- Wezîrê Bazirganiyê: Hecî Mistefa Dawûdî
9- Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî
10-Wezîrê Çandinî: Mehmûd Welîzade
11-Wezîrê Avedanî: Îsmaîl Îlxanîzade
12-Wezîrê Tendurustî: Seyîd Muhamed Eyubiyan
13-Wezîrê Şêwirmendî: Ebdurrehman Îlxanîzade
14-Wezîrê Dadwerî: Mele Huseyn Mecdî
Hikûmeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin, pejirand û sirûda Ey Reqîb.
Pirojeyên ku Hatin Pêkanîn…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temenê xwe yê kurt de, karekî gelekî hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeke teng de gavên giring avêt.
Zimanê Kurdî, bû zimanê perwerdeyê.
Ji bo Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.
Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.
Li Şinoyê, Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.
Meleyan êdî li mizgeftan bi Kurdî weiz didan.
Wek peymaneke civakî destûrek amade bû: Destûra Komara Kurdistanê, li gorî demokratiyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û pirensîpên Ewropayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civakeke muhafezakar, edetî, îslamî gelekî giring bû. Di destûrê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîkayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.
Di Komara Kurdistanê de ji bo ku hunera Kurd, şanoya Kurd, muzîka Kurd pêş bikeve xebatên giring hatibûn kirin.
Pêşewa Qazî Mihemed û Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temenê Komara Kurdistanê dirêj jî nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bo parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû lihev kirin. Yekîtiya Sovyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya ji bo Komara Kurdistanê û Azerbeycanê jî qut kir.
Hikûmeta merkezî ya Îranê êrîşî Komara Kurdistanê kir. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, Kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû destpê kir.
Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de, şikest xwar û mecbûr bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bixwe jî behs dike, li Rojhilatê Kurdistanê dikevin bin xizmeta netewa Kurd de.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de roleke giring lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, ti caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.
Mele Mistefa Barzanî ji bo ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re gotûbêj bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêk tîne. Dixwaze ku bizane Pêşewayê Kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bo ku zêde xwîn nerije, miletê min zirarê nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zirar nebîne û Îranê terk bike.
Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd werdigire, piştî meşeke dirêj û şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wan…
Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de, ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, netewa Kurd ji komkujiyên dewleta Îranê xelas nekir.
Lê Qazî Mihemed Xandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.
Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin dadgehkirin. Wan jî di dadgehê de netewa Kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.
Qazî Mihemed, mafê netewa Kurd, rewabûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, al û sirûda Kurdistanê gelek eşkere parast.
Parastina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê Kurd parastineke û helwesteke dîrokî bû.
Qazî Mihemed di dadgehê de gelekî eşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kir û got: “Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagîr kiriye. Tevahiya van serpêhatî û bûyeran ji encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû Kurdan wek xayin dibînin, bila ji Kurdan vegerin, kar û barên xwe bixwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bixwe destûr binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokratiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û ti hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêparbûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî biyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bo ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim nasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bixwe jî Kurdistanî bû. Beşbûna Kurdistanê û rewşa Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê dîtin.
[1]Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçira li cihê ku komara Mihabad hat ragihadin hatin bidarvekirin.
Ev babet 950 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.yekiti.org/
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka Şehadetê: 31-03-1947
Cih (Şehîdbûn): Mehabad
Cihê jidayikbûnê: Mehabad
Cureyên Kes: Bidarvekirin
Cureyên Kes: Siyasetmedar
Netewe: Kurd
Welat - Herêm (Şehîd): Rojhelatê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Rojhelatê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdî ,Başûr - Soranî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-05-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 30-05-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 30-05-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet 950 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.17 KB 28-05-2022 Aras HisoA.H.
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
AYNUR ARAS
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik ...
Jiyaname
Zîlan Tîgrîs
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
Xecê Şen
Jiyaname
Mîran Janbar
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
Pirtûkxane
Ji şerê malazgirê û heta şe...

Rast
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
29-06-2023
Evîn Teyfûr
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
26-02-2024
Burhan Sönmez
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
26-03-2024
Aras Hiso
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,949
Wêne 104,268
Pirtûk PDF 18,883
Faylên peywendîdar 94,726
Video 1,232
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
AYNUR ARAS
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik ...
Jiyaname
Zîlan Tîgrîs
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
Xecê Şen
Jiyaname
Mîran Janbar
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
Pirtûkxane
Ji şerê malazgirê û heta şe...

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!