Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,634
Wêne
  124,528
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,725
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
FÊRÎKE ÛSIV
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger1
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish2
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
FÊRÎKE ÛSIV
FÊRÎKE ÛSIV
FÊRÎKE ÛSIV helbestvan û wergêrê mezin ji Kurdên Ermenistanê bû. Di çiriya paşîn a 1934an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê di malbateke Êzîdî de ji dayik bû.
$Binemala wî$
Pêşiyên Fêrîkê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn, tevî kurdên êzidî yên din û ermenîyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de malbata wî gelek kes mirine. Malbata wî ji êla sîpkan, bereka wutiyan bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, din ava çiyayên kurdan ên li aliyê Ermenistanê derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tabietbêjekî yekta.
$Xwendina û destpêka nivînsandina xwe$
Fêrik di gundê Pampê ku paşê navê wî wekî Sîpan hatiye guhestin de dibistana xwe ya seretayî xelas dike. Pey wê re, piştî ku çar sala dibîstana navînî diqedîne di sala 1955 an de, Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Dirok û Fîlolojiyê de dike. Di heman sala ku Rojnameya Rêya Teze dest bi weşana xwe a duvdirêj dike da, Fêrik vê rojnameya navdar re helbest û bendê xwe dişîne û ew di rojnameyê de têne weşandin. Ew di sala 1960î de Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan kuta dike.
$Xebat di Radyoya Êrîvanê de$
Fêrik piştî ku enstîtuyê xelas dike, di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku Fêrik di jiyana xwe ya xebatê da rastgobû û tu carî qelbî û derewî nedipejiran, ew tûşî êrişan hat, rojekê ji ber vê yekê tîne hemû helbestên xwe yên çapbûyî û neçapbûyî li ber derê mala xwe dişewitîne û wiha dibêje; ‘‘Ji kê re dinivîsim’’. Fêrik pey durketina xebata xwe ya li Radyoya Êrîvanê hinekî ber xwe dikeve.
$Xelatwergirtin bo wergera helbestê$
Bi hanedana xezûrê xwe zimannas û zargotinnasê gewre Heciyê Cindî, di sala 1963an de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û wergera xwe ya bo kurmancî xelata sêyemîniyê werdigre.
$Berhemên wî$
Pîrtûka wî ya pêşîn bî navê Çavkanî dî sala 1961î de tê çapkirin. Paşê sala 1964an de pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê çap dibe. Di sala 1967an de, berhevoka helbestkar a sisiyan bî ser navê Lîrîka çap dibe. Sê sal piştî ku ew li gundê xwe de dest bi mamostetiyê bike ango dî sala 1971an de dastana wî, Xewna Mîrmih, lî Moskovayê, dî nava pirtûka Hîkayet Der Heqê Bar Mûraz de, bî rûsî hatiye weşandin. Di sala 1974an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973yan de hatiye weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977an de çap bû. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin.
Hinek helbestê Fêrîkê Ûsiv ji aliyê hunermendên kurd ve hatine bestekirin û weşandin. Wekî mînak helbesta wî ya bi navê Gozel ji aliyê Nizamettin Ariç û Erdewan Zaxoyî ve hatiye strandin., her wiha helbesta (dil ji min bir )ji aliyê Nizamettin Ariç ve hatiye strandin.
$Wergerên Fêrîk$
Fêrîk di navbera 1963 û de jî, Asedîk Îsahakyan, Lermontov, û Shakespeare behrem wergerandîn kurdî. Dîsa wî heta salên dawiya jiyana xwe her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yasenîn û Hovannes Tûmanyan behrem wergerandin kurdî.
$Weşandina hemû berhemên Fêrîk$
Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2011an de Weşanxaneya Lîsê di bin edîtoriya helbestvan û wergêr Kawa Nemir de hemû berhemên wî ji nû ve çap kirin. Li gor Kawa Nemir Fêrîk -li gel Şikoyê Hesen- baştirîn helbestkarê kurd e di qonaxa Yekîtiya Sovyetan de û herwiha yek ji baştirîn helbestkaran e, di dîroka me de, di nava hemû helbestkarên me de. Kawa Nemir derbareyê Fêrîk de wiha dibêje;
“ Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye. ”
Li pey şopa Pûşkîn û Koça Dawî
Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl dikirin: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987an de derdikeve gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris digere.
Di payîza 1996an de, Fêrîkê Ûsiv diçe dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku wê demê li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye ew çax. Digel pêdagiriya malbatê, diçe. Di 28ê nîsana 1997an de, vedigere Yêrêvanê, mala xwe a ku bi xwe çêkiribû. Lê nexweşiyê lê giran dikir, Fêrîk di 1ê gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3yê gulana 1997an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Hayastanê ango Ermenistanê, li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe kiras guhest û tevî karwanê nemirên kurd bû.
Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hat spartin.
$Berhem:$
Çevkanî, Yêrêvan, 1961
Gula Elegezê, Yêr., 1964
Lîrîka, Yêr. 1967
Ûsivê Nevya, destan,Yêr., 1973
Narê, Yêr., 1977
Hisretdevter, Yêr., berevoka Bhara teze da hij 3, 1984
Dinya delal, Yêr., berevoka Bahar da, hij, 6, 1987
Hîveron, Stockholm, 1993
Hisret, Yêr., 2004, paşe Erbîl, 2005
Destan, Yêr., 2005, paşê Êrbî1, 2006
Ber ava gurr, bi zimanê ermenkî, Yêr., 2004
Bera ber derya, berevoka wergera, Yêr. 2006
Kerdîga kilama, dupa helbestên çapnekirî, Yêr., 2007
Berevoka berhema, cilda 1, Yêr., 2008
Berevoka berhema, cilda 2-a, Yêr., 2008
Berevoka berhema, cilda 3-a, Yêr., 2009
Pampa min, berhemên bona zarokan, Yêr., 2009
[1]
Ev babet 2,140 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | ku.wikipedia.org
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî
Rojbûn: 30-11-1934
Dîroka Mirinê: 03-05-1997 (63 Sal)
Asta perwerdehiyê: Zanko (Bekelorya)
Cihê jidayikbûnê: Yerevan
Cihê mirinê: Yerevan
Cihê niştecihbûnê: Derveyî welat
Cureya Xwendinê: Zanyarî - Perwerde
Cureya Xwendinê: Edebiyata Kurdî
Cureya Xwendinê: Zimanê biyanî
Cureyên Kes: Wergêr
Cureyên Kes: Nivîskar
Cureyên Kes: Zimanwan
Cureyên Kes: Nivîskar
Hîna dijî?: Na
Netewe: Kurd
Welatê jidayikbûnê: Ermenistan
Welatê mirinê: Ermenistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Rusî
Ziman - Şêwezar: Ermen
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 27-05-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 27-05-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 25-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,140 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.130 KB 27-05-2022 Burhan SönmezB.S.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!