Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Ji bo folklora Kurdî 30 salên neşikandî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji bo folklora Kurdî 30 salên neşikandî
Ji bo folklora Kurdî 30 salên neşikandî
ABDURRAHMAN GOK / MA/AMED

Pirtûka Çand û Folklora Kurdî ya Ehmed Tekîn, ji Weşanxaneya Aryen derket. Ehmed Tekîn, di encama xebata 30 salan û lêkolîna bi hezaran materyalan de pirtûka xwe amade kir û hêviya wî ew e ku ev berhem ji bo parastina folklora Kurdî bibe deriyek.
Weşanxaneya Aryen ku heta niha gelek berhemên zindaniyan çap kirine, niha jî pirtûka bi navê Çand û Folklora Kurdî ya Ehmed Tekîn ê zindanî derxist. Pirtûka Ehmed Tekîn, di şert û mercên dijwar û kêmderfetiyên zindanê de encama daneheveke teorîk û pratîk a salan e.
Çanda Kurdî bi têkoşîna azadî û berxwedanê watedar dibe. Yek ji wan berxwedêrê ku di nava têkoşîna azadiyê de hem li derve hem jî li zindanê vê watedar dike Ehmed Tekîn e û bi vê berhemê balê dikêşe vê rastiyê.

Ehmed Tekîn derbarê pêvajoya nivîsandina pirtûkê de dibêje: Min bi hêza xwe xwest ku ez derbarê çand, folklor, huner û dîroka Kurd û Kurdistanê de agahiyekê bidim. Lê 28-30 salî min li ser vê çandê kêkolîn-lêgerîn kir, min bi qasî 2500 pirtûk, hewqas jî kovar û her roj jî rojname bi taybet quncikên çand, rûpelên dîrokê xwendin. Belgeyên bi Kurdî, belgeyên ku min dixwestin, min pirr kêm bi dest xistin. Lê her çiqasî min nedît jî, lêgerîna van pirsan li min zêde bû hêrs û min daxwaza dîtina bersiva van pirsan kir û min xwe mecbûrî lêgerînê dît.

‘Dewlemend û xweser e’

Li girtîgehên Tirkiyeyê heta sala 2001-2002'yan, girtiyan dikaribû teyb û kasetan peyda bikin. Ehmed Tekîn jî ji berhemên ku di wê demê de dane hev, sûd wergirtiye û piştî 30 salan di vê pirtûke de cih daye wan. Zekî Kayar ku ew jî bi dehsalan e zindanî ye û gelek berhem hilberandine, di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje: “Guman tune ye ku ji ber mercên xwezayî, civakî û erdnîgarî folklora her gelî bi qasî ya hev ne dewlemend e. Her wiha bi qasî hev ne resen in û ne otantîk in jî. Ji ber ku di nav gelên Mezopotamyayê de, gelê Kurd jî, gelekî pir qedîm e, bi xwezayî folklora Kurdan jî pir dewlemend e, kevn e û xweser e. Lê wek gelek nirxên me yên din ên madî-manewî, ev nirxa me ya hêja[1] û wek zêr bi nirx jî hêj baş nehatiye lêkolînkirin. Helbet hinek xebat çêbûne, lê li gorî dewlemendî, kûrahî û berfirehiya zargotina Kurdî pirr hindik in.
Hevalê Ehmed Tekîn jî bi salan e milê xwe daye ber vî karê hêja û xebateke berhemdar dike ji bo mayindekirin û parastina folklora Kurdî…”
Di pirtûkê de, di bin serenavê têgehên çandnasiyê, dîroka inyat û nefretê, bandora Îslamê li ser çandê, zimanê çandînas, civak û çanda xweparastinê, ol û amûrên muzîkê, dîwanxane, motîfên helbesta Kurdî, hunerê dengbêjiyê û gelek serenavên din de folklora Kurdî bi gelek hêlan tê [1]nîqaşkirin.

Ehmed Tekîn kî ye?
Ehmed Tekîn, sala 1959’an li gundê Nîvila yê ser bi navçeya Dihêya Sêrtê, ji dayik bûye. Di 1965’an de malbata wî koçî Tetwanê kiriye. Piştî ku dibistana seretayî qedandiye, çûye Mêrsînê û li wir di hin karan de xebitiye. Di 1975’an de bi şoreşgeran re têkiliyê dideyne. Gelek caran tê binçavkirin û bi mehan di bin lêpirsînê de dimîne. Di 2003’yan de ji zindanê derdikeve lê di 2004’an de dîsa tê girtin. Cezayê muebbetê lê dibirrin. Li zindanê xebatên xwe yên li ser çand, wêje, ziman, folklor û dîroka Kurdistanê didomîne. Zewicî ye û bavê pênc zarokan e. Niha li Zindana Bandirmayê ye.

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,168 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | Yeni Özgür Politika
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-05-2022 (3 Sal)
Bajêr: Sêrt
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 26-05-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Seryas Ehmed ) ve li ser 26-05-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Seryas Ehmed ) ve li ser 26-05-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,168 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.179 KB 26-05-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 4.094 çirke!