Ehmedê Goyî (nasname ahmet avcı) di sala 1970ê de li navçeya Qilabana Şirnexê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê heletê dixwîne dibistana navîn li Qilabanê dest pê dike piştî du salan, di sala 1981ê de bi malbatî koçî mersinê dikin.
MEDIM EZ
Bidengim pir bi aheng
Ne wendame ne bê deng
Xwedî dîrok û rûmet
Bi Al’a gewr bi sê reng
Medim ez hêz û quwet
Xwedanê dad û mûrwet
Di neqşînim newayan
Bi şox û şeng û dawet
Binêrin tev Cihanê
Bi şehrê Nuh û wanê
Bi şûnwarên Med’anin
Ci yê jîn û jiyanê[1]