Çemê Nisêbînê an Cexcex (bi tirkî, Cacak an Çağ-Çağ) navê xwe ji gotina Çemê Ciq Ciq girtiye. Çemê Cexcex ji yekbûna ava spî ya ji Serê Avê derdikeve û ji Ava reş a li Kanîka Fila derdikevê pêk tê. Çemê Cexcex ji Nisêbînê ber bi başûr ve diherike. Nêzîkê Hesîçê bi çemê Xabûrê re dibe yek û diherikê çemê Firatê. Dirêjahiya çemê Cexcex heta Nisêbînê 21.700 m ye.[1]