Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,164
Wêne
  123,634
Pirtûk PDF
  22,057
Faylên peywendîdar
  125,231
Video
  2,185
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
32
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,817
Kurtelêkolîn 
6,788
Şehîdan 
4,525
Enfalkirî 
4,800
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   Hemû bi hev re 
272,746
Lêgerîna naverokê
Di Şexsîyeta Şehîdên Helepçe û Enfalan da, Em Hemî Şehîdên Kurdistanê Bi Rêz û Hurmet Bîrtînin, Rejîmên Kujer û Dakirkerên Kurdistanê Bi Tundî Şermezar Dikin
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di Şexsîyeta Şehîdên Helepçe û Enfalan da, Em Hemî Şehîdên Kurdistanê Bi Rêz û Hurmet Bîrtînin, Rejî
Belgename

Di Şexsîyeta Şehîdên Helepçe û Enfalan da, Em Hemî Şehîdên Kurdistanê Bi Rêz û Hurmet Bîrtînin, Rejî
Belgename

Di Şexsîyeta Şehîdên Helepçe û Enfalan da, Em Hemî Şehîdên Kurdistanê Bi Rêz û Hurmet Bîrtînin, Rejîmên Kujer û Dakirkerên Kurdistanê Bi Tundî Şermezar Dikin.
Em Helebçe Ji Bîr Nakin
Berî 30 salan û li 16ê Adara 1988 an de, hêzên rejîma dagîrker ya Îraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrdar qetluamek mezin li ser xelkê sivîl yê Helepçe pêkanîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin.
Bombabaran kirina Helepçe, yek bu ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagîrker a Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û kurdistanê bû.
Her ji destpêkê de, dema rejîma Beas desthilat li Îraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kirin. Di sêrî de wekû gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexwîyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Îraqê û bi hovane qetluam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.
Lê ewa li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vêve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya Gelê Kurd.
Di sedsala derbazbûyî da gelek qetluamên mezin li ser gelê me pêkhatin. Mixabin heya niha jî temamî qetluamên li ser kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.
Bila herkes bizane ku tehlîkeyên qetluam û komkujîyan li ser Kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzidî qetluam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Du sal pêş niha qetluamek mezin li Cizîra Bohta pêkhat. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din yên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetluaman jî tîne. Eve 56 rojin bi hemî hêz û quweta xwe êrîşî Efrînê dike û qetlîamên nû pêktîne. Bi berxwedaneke bê hempa ya hêzên YPG-YPJê, heta niha dewleta Tirk negihiştîye amanca xwe. Lê divê em bizanin, di 30yemîn salvegera qetlîama Helebce de, niha heman tişt di rojevêde ye.
Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Sîyasî bi hevre îttîfaq bikin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Efrînê derkevin.
Ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jîyanê, dermankirina birînên hemî deverên qetluam, enfal û tewanên din têda hatî kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqîye. Yêk ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jîyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzarîya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divêt ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremonîyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divêt herdem li bîr be.
Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengîya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê û niha jî berxwedana bê hempa ya Efrînê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kirîye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz derîyên berfrehtir vedike.
Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagîrkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.
Em carek din di şexsîyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.
Konseya Rêvebir ya KNK
#16-03-2018#, Bruksel
Ev babet 5,682 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-03-2018 (7 Sal)
Bajêr: Helebçe
Şêweya belgeyê: Çap kirin
Welat- Herêm: Derwe
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( نالیا ئیبراهیم ) li: 31-03-2018 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 01-04-2018 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 01-04-2018 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet 5,682 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!