🏠 Destpêk
Vir rêkirin
کوردیی ناوەڕاست (# 242,045)
Kurmancî - Kurdîy Serû (# 56,303)
English (# 2,427)
کرمانجی - کوردیی سەروو (# 5,104)
هەورامی (# 61,739)
لەکی (# 18)
Kurdîy Nawerast - Latînî (# 1,155)
عربي (# 10,360)
فارسی (# 2,503)
Türkçe (# 1,033)
עברית (# 10)
Ελληνική (# 13)
Française (# 230)
Deutsch (# 390)
Nederlands (# 126)
Svenska (# 57)
Español (# 26)
Italiano (# 38)
Pусский (# 767)
Fins (# 11)
Norsk (# 13)
日本人 (# 18)
中国的 (# 11)
Հայերեն (# 10)
Peywendî
Em kîne
FacebookKurdipedia on Facebook
TwitterKurdipedia on Twitter
Dark modeDark Mode
Zêde
Kurdipedia
🔎 کوردیی ناوەڕاست Menu
🏠|📧|Em kîne|Pirtûkxane|📅
🔀 Tiştêk rasthatî!
❓ Alîkarî
📏 Mercên Bikaranînê
🔎 Lêgerîna pêşketî
➕ Vir rêkirin
🔧 Enstruman
🏁 Ziman
🔑 Hesabê min
✚ Babetê nû
👫 Şêxo Fîlîk
Şêxo Fîlîk
sexo_filik_fotoNivîskar û wergêr.
Di sala 1982’yan de li Semsûrê ji dayîk bûye. Beşa mamosteyîya seretayî qedandîye. Nivîs û wergerine wî di hin kovar û rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de hat
👫 Şêxo Fîlîk
👫 Şener Ozmen
Nivîskar, wergêr, hunermendê hunera hevçax û rexnegirê hunerê.
Di sala 1971’ê de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1998’an de Beşa Perwerdehîya Nîgarkêşîyê ya Fakûlteya Perwerdehîyê ya Zankoya
👫 Şener Ozmen
👫 Şehmuz Kurt
Şehmuz Kurt
Helbestkar, wergêr, lêkolîner û edîtor.

Şehmuz Kurt di sala 1987’an de li Colemêrgê ji dayîk bûye. Di sala 1993’yan de, piştî ku gundê wan hate sotin, di gel malbata xwe koçî Wanê kir.
👫 Şehmuz Kurt
👫 Îsmaîl Dîndar
Çîroknûs, wergêr û redaktor.

Di sala 1965’an de li gundê Qertmînê yê Midyada Mêrdînê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di navbera salên 1975 û 1981’ê de li Erxenê Dibistana Amadey
👫 Îsmaîl Dîndar
👫 Serdar Ay
Xwendekarê doktorayê û wergêr.

Di sala 1986’an de li gundê Girberaz ê Hezexa Şirnexê ji dayîk bûye. Serdar Ay Beşa Dîrokê ya Zankoya Stembolê kuta kir û mastera xwe li EHESS-Parisê qedand û ev sala
👫 Serdar Ay
👫 Samî Hêzilî
Nivîskar û wergêr.
Di sala 1975’an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayîk bû. Samî Hêzil di sala 1999’an de Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zankoya Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000’
👫 Samî Hêzilî
👫 Selîm Temo
Helbestkar, wergêr û akademîsyen.

Di 27’ê Nîsana 1972’yan de li gundê Mêrînayê yê Êlihê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gund, a navîn li Êlihê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojîyê ya Z
👫 Selîm Temo
👫 Selamî Esen
Helbestkar û wergêr.
Di 6’ê Reşemîya 1992’yan de li Sêrtê ji dayîk bû. Di sala 2014’an de ji Zankoya Sêrtê Peymangeha Perwerdehîyê derçû. Perwerdehîya xwe ya masterê li Zankoya Artukluyê Beşa Makezan
👫 Selamî Esen
📖 Fîlmê 1915 SEYFO derket pêşberî temaşevanan
Piştî xebat û karê bê westan li Tora Evdînê, aliyê Anadolê û Europayê kişandina filmê 1915 SEYFO bi dawî hat. Fîlm, yekşema derbasbûyî li Swêdê, bajarê Sodertaljê, salona Estradê derket pêşberî temaşe
📖 Fîlmê 1915 SEYFO derket pêşberî temaşevanan
📖 ‘Tazî’ ji Aryenê derçû
Weşanxaneya Aryen bi navê “Tazî” romaneke nû çap kir. Nivîskarê romanê Roger Sozdar e û romana wî ji 148 rûpelan pêk tê.

Weşanxaneya Aryen romana “Tazî” ya Roger Sozdar wiha dide nasîn: “Ez erdkol
📖 ‘Tazî’ ji Aryenê derçû
👫 Samî Fetah
Samî Fetah, sala 1989’an ji dayîk bû, ji kesên xwedî pêdiviyên taybet e, bawernameya lîsansê di Wêjeya Kurdî de standiye, û bawernameya Peymangeha Wergerê (Ingilîzî – Kurdî) ji Zanîngeha Rojava wergir
👫 Samî Fetah
👫 Esat Şanli
Wergêr

Di sala 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bû. Şanli Zanîngeha Anadoluyê Beşa Karsaziyê di sala 2012’an de qedand. Ji bo demekê di kovarên Zarema û Wêje û Rexne de redaktoriya Za
👫 Esat Şanli
👫 Edîb Polat
Romannûs, helbestkar û wergêr.

Di sala 1964’an de (bi fermî 1962’yan) li gundekî Amedê ji dayîk bûye, dibistana amadeyî û zanko li heman bajarî kuta kirîye. Demekê mamostetîya bîyolojîyê kirîye, ji
👫 Edîb Polat
📕 Mirovên hejar
Navê pirtûkê: Mirovên hejar
Navê nivîskar: Victor Hugo
Navê wergêr: Yakup Karademir
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2001
Edîtorê Mîla
📕 Mirovên hejar
📕 Tartuffe, sofiyê sextekar
Navê pirtûkê: Tartuffe, sofiyê sextekar
Navê nivîskar: Molière
Navê wergêr: Yakup Karademir
Wergera ji ziman: fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Gün
Sala çapê: 2002
[1]
So
📕 Tartuffe, sofiyê sextekar
📕 Çikûs
Navê pirtûkê: Çikûs
Navê nivîskar: Molière
Navê wergêr: Yakup Karademir
Wergera ji ziman: fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Aram
Sala çapê: 2003
[1]
Selefxwer Harpagon çi
📕 Çikûs
📕 Dergûșa nasnameyê
Navê pirtûkê: Dergûșa nasnameyê
Navê nivîskar: 1. Azad J. Erdem, 2. Haydar Diljen, 3. Mahmûd Lewendî. 4. Remzî Kerîm
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Skolverket
Sala çapê: 2002
[
📕 Dergûșa nasnameyê
👫 Mahmûd Lewendî
Mahmûd Lewendî, nivîskar û wergêrekî kurd e.
Lewendî di 1954an de li hêla Amedê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê tem
👫 Mahmûd Lewendî
📕 Hisret
Navê pirtûkê: Hisret
Navê nivîskar: Fêrîkê Ûsiv
Cihê çapkirina pirtûkê: Yêrêvan
Navê çapxaneyê: Hesabê nivîskarê
Sala çapê: 2004
[1]
Bira xwezil Kurdistana min şen bibûya,
Milete min aza, xwend
📕 Hisret
📕 Kerdîga kilama
Navê pirtûkê: Kerdîga kilama
Navê nivîskar: Fêrîkê Ûsiv
Cihê çapkirina pirtûkê: Yêrêvan
Navê çapxaneyê: Asoxîk
Sala çapê: 2007
[1]
Me mal-miletî nekir şîn-girî
Şîna şehîdiya te Merdemêrî
Me li
📕 Kerdîga kilama
👫 Dilewer Zeraq
Nivîskar û wergêr.
Di sala 1965’an de li Farqînê ji dayîka xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Farqînê bire serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zankoya Dîcleyê Fakulteya
👫 Dilewer Zeraq
👫 Dawid Yeşilmen
Edîtor, wergêr û lêkolîner.
Sala 1984’an, li Kerborana Mêrdînê ji dayîk bûye. Li Zankoya Kocaeliyê Beşa Mamosteyîya Polê xwendîye û li Dêrik, Çinar û Sûrê bi qasî heşt salan mamosteyî kirîye. Di hema
👫 Dawid Yeşilmen
👫 Ciwanmerd Kulek
-Romannûs, çîroknûs û wergêr.
Di 1984’an de li gundeki bi ser Stewrê, qezayeke Mêrdînê ve, ji dayîk bûye. Malbata wî di 1990’î de hat li Bismilê, qezayeke Amedê, bi cî bû û wî jî pê re li vir dest bi
👫 Ciwanmerd Kulek
👫 Barken Bereh
Helbestkar û nivîskar.
Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi Kurdî ye li ba
👫 Barken Bereh
📕 Xadim
Navê pirtûkê: Xadim
Navê nivîskar: Selahattin Bulut
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2008
[1]
- Jêhat serê xwe bera ber xwe da.
- Hela destê xwe berde...
- Jê
📕 Xadim
📌 کوردیپێدیا، پێویستی بە ئەرشیڤوانانە لە باکوور، رۆژهەڵات و رۆژاوای وڵات. تکایە سی ڤی-یەکانتان بۆ کوردیپێدیا بنێرن.
📌 Kurdîpediya bi arşîvvanan re hewceye ji bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ve. Ji kerema xwe CV ya xwe ji Kurdîpediya re bişînin.
📌 Kurdipedia hiring archivists from North, East and West Kurdistan. Please send your CV to Kurdipedia.
💎 Cihên arkeolojîk
Girê Mozan
💎 Cihên arkeolojîk
Sûrên Amedê
👫 Kesayetî
Kendal Cûdî
💎 Cihên arkeolojîk
Şkefta Qîzikan
👫 Kesayetî
Mehmet Saît Uçlu – Ferat Pîr
👫 Mehmed Emîn Bozarslan | Pol, Kom: Kesayetî | Zimanê babetî: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû
⠪ Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
👍
⭐ Nirxandina Gotarê
⭐⭐⭐⭐⭐ Nayab
⭐⭐⭐⭐ Gelek başe
⭐⭐⭐ Navîn
⭐⭐ Xirap nîne
⭐ Xirap
☰ Zêde
⭐ Li Koleksîyana min zêde bike
💬 Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!

✍️ Dîroka babetê
🏷️ Metadata
RSS

📷 Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
🔎 Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
🏁 Wergêran
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
✍️✍️ Vê babetê baştir bike
| 👁️‍🗨️

Mehmed Emîn Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan (Amed, 1935-), mele û nivîskarekî kurd e. Li Ewropayê dijî. Bavê Hamît Bozarslan e.
Bozarslan, di sala 1935an de, li qeza Diyarbekirê (Amed) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye. Dura li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. gelekan bernavê ‘Muftî’ yan ‘Muftiyê Komunîst’ lê dikir.
Çawa ku ‘telebe’ bi mana ‘şoreşger’ dihête karanîn, ‘qomunîst’ jî di nav Kurda de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafê Kurda û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a Kurda de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas qomunîst î. Meleyên Kurda yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin. Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên Kurda, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin. Ew jî bingeha welatparêziya xwe û her weha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê ‘Şeyhlîk ve Aðalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyemîn a Bozarslan jî, li ser pirsa Kurdî ye. Di sala 1966a de, pirtûka Bozarslan bi navê ‘Doðu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, her weha di vê pirtûka xwe de cara yekemîn eşkere dike. Her du pirtûkên ewil ya Bozarslan, bi Tirkî nin û her weha li ser pirsên gel û herêmê nin.
Yekem alfabeya kurdî li Tirkiyeyê
Pirtûka ewil a Bozarslan ya bi Kurdî, ‘Alfabe’ ye. ‘Alfabe’, di sala 1968an de li Stenbolê hat çapkirin. Ev pirtûkê ha, her weha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên Latînî li Komara Tirkiye hatiye çapkirin. Ji bilî ‘Alfabe’yê, Bozarslan, ‘Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî wergêrandibû Tirkî û ev pirtûkê ha jî, di sala 1968an de ligel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê li nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve, tafilê hatin berhevkirin. Bozarslan jî hat girtin. Ew, bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdî ya xweser” dihat tawanbarkirin. Dozgerê Amedê, ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’a ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiye” binav kir. Doza ‘Alfabe’yê heta sala 1974an berdewam kir. Di sala 1974an de, ji ber lêborîna giştî (amnesty) doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsan re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vê biryara dadgehê ya Komara Tirkiyê, li tevayî cîhanê, ev cara ewil bû ku elîfbayekî dihate qedexekirin.

Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêd jî, li Tirkiyê bû egerekî nijadperestiyê: Piştî sala 1979an ku Bozarslan derket derveyî welêt, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyemîn ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980an de, li Swêd çêbû. Rojnama ‘Milliyet’, ev yek wekî nûçeyekî sansasyonel, li serrûpela xwe çap kir. Yê nizanibû, dê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”.

Bozarslan wek siyasetvan
Piştî ewqas eziyet û îşkence û zîndaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket dervayî welat. Nefîkirin çiqas zor be jî, lê meriv dikare bêje ku, baş bû Bozarslan derket dervayî welat. Bê guman ew li Tirkiyê bimana, nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê Kurdî bike. Bozarslan, eger li Tirkiyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zîndanê derbas bikira. Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doðu Kültür Ocaklarý) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanîn ku DDKO, ewil komela legal e ku piştî têkçûna Serhildana Seyît Riza li Komara Tirkiye di sala 1969a de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine em zanin ku, di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxana, nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TÝP (Türkiye Ýşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxana de bi taybetî li cîhekî nîne. Lê tesîra Bozarslan, di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDP dihesîbînîn de, heye.
Piştî ku leşkerên Komarê di sala 1971a de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zîndana Diyarbekirê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974a sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de çi pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji zîndanan derketin û dest pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên Kurda nema, lê di nav tu rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin, cîh negirt.
Ev yekê han bi raya min di vî warî de balkêş e: Bozarslan, bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, tu rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Her weha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn.
Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, tu kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. Ýro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku, pirtukên ku Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye, ji weşanxanê heta ji pirtûkxaneyê hinek rêxistinan dewlemendtir e.

Xebata rastnivîsiya kurdî
Bozarslan, piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî lý ser rastnivîsandina (imla) peyvên Kurdî û her weha etîmolojiya ziman e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, li Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî li rojnama panzdeh roji, li Dema Nû de didome. Qasî ku ez zanim, li ser vê yekê heta niha li nav Kurdên Tirkiyê tu xebatekî bi vî rengî nehatiye çêkirin.

Berhem:
Şeyhlik ve Ağalık (çapa 1, 1964 Stenbol);
Doğu’nun Sorunları (çapa 1, 1966 Stenbol);
Alfabe (çapa 1, 1968 Stenbol, çapa 2, 3 û 4 Swêd);
Anarşistler (çapa 1, 1977 Stenbol);
Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol);
Meyro (çîrok, çapa 1, 2 û 3, Swêd; çapa 4, Weşanên Deng, Stenbol);
Mîr Zoro, (meselokên lawiran, çapa 1, 1981 Swêd; çapa 2, weşanên Deng, Stenbol);
Gurê Bilûrvan (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
Kêz Xatûn (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
İçerdekiler ve Dýşardakiler (çapa 1, 1974 Stenbol; çapa 2, 1983 Swêd);
Serketina Mişkan (meselokên lawiran, çapa 1, 1984 Swêd);
Pepûk (meselokên lawiran, çapa 1, 1985 Swêd);
Melayê Meşhûr (pêkenokên Kurdî, çapa 1, 1986 Swêd);
Şerefa Ristem Keya (kurteçîrok, çapa 1, 1992 Swêd);
Kemal Paşa Weledê Kê Ye? (meselokên siyasî, çapa 1, 1993 Swêd);
Gulî Xatûn (çîrokên gelî, çapa 1, 1997 Swêd);
Kurê Mîrê Masiyan (çîrokên gelî, çapa 1, 1998 Swêd);
Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî: Kovara Kurdî-Tîrkî (wergêr jî tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan. çapa 1, 1998 Swêd);
Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd);
Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd);
Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd);
Masiyên Bejî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1987 Swêd);
Ji Dînan Dîntir (pêkenokên gelî, çapa 1, 1988 Swêd);
Ilmê Tûrik (pêkenokên gelî, çapa 1, 1989 Swêd);
Bûka Gulsûn (pêkenokên gelî, çapa 1, 1990 Swêd);
Mela Kulî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1991 Swêd);
Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 2 (wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1968 Stenbol; çapa 2, 1995 Swêd; çapa 3, Weşanxana Deng, 1997 Stenbol);
Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Bi berhevkirin û wergêrandina Tirkî ya M. Emîn Bozarslan, çapa l, Weşanên Çira, 1978 Stenbol);
Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergêr ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, Weşanxana Deng, 2001 Stenbol);
Mervani Kürtleri Tarihi / Ibn-ül Ezrak (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1975 Stenbol; çapa 2 Weşanên Komkar, 1987 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1991 Stenbol);
Mahabad Kürd Cumhuriyeti / William Aegleton (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1976 Stenbol; çapa 2, Weşanên Komkar, 1988 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1992 Stenbol).

Berhem:
ALFABE (1980), MESELOKÊN LAWIRAN (1981)
MEYRO: çîrok (1981)
MÎR ZORO (1981)
GURÊ BILÛRVAN (1982)
KÊZ XATÛN (1982)
SERKETINA MIŞKAN (1984)
PEPÛK (1985)
MELAYÊ MEŞHÛR (1986)
ŞEREFA RESTEM RISTEM KEYA: pirtûka kurteçîrokan (1992)
Kemal Pasa weledê kê ye? meselokên sîyasî. (1993)
MALARIA (1994), ÇÎROKÊN GELÎ 1 : Gulî xatûn (1997)
ÇÎROKÊN GELÎ 2 : Kurê mîrê masiyan (1998)
JÎN: kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919 / wergêr ji * tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan
Pêkenokên gelî. 1 : Masiyên bejî (1987)
PÊKENOKÊN GELÎ 2 (1988)
PÊKENOKÊN GELÎ 3 : Ilmê tûrik (1989)
PÊKENOKÊN GELÎ 4 : Bûka Gulsûn (1990)
PÊKENOKÊN GELÎ : Mela Kulî (1991)
KURDISTAN: rojnama Kurdî ya pêsîn (1898-1902) wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan (1991)
MEM Û ZÎN/ Ehmedê Xanî ; wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan.(1995).
[1]


🗄 Çavkaniyên
[1] 📡 Mallper | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû | ku.wikipedia.org
🖇 Gotarên Girêdayî: 26
👫 Kesayetî
1.👁️Mehmet Emin Bozarslan
📕 Pertûkxane
1.👁️A “Revolutionary” Kurdish Mullah from Turkey: Mehmed Emin Bozarslan and His Intellectual Evolution
2.👁️Alfabê
3.👁️Çirokên gelî. 1 : Gulî xatûn
4.👁️Çirokên gelî. 2 : Kurê mîrê masîyan
5.👁️Gurê bilûrvan
6.👁️JÎN - Cild 1 (KOVARA KURDÎ-TİRKÎ / KÜRDÇE-TÜRKÇE DERGİ 1918-1919)
7.👁️JÎN - Cild 2 (KOVARA KURDÎ-TİRKÎ / KÜRDÇE-TÜRKÇE DERGİ 1918-1919)
8.👁️JÎN - Cild 3 (KOVARA KURDÎ-TİRKÎ / KÜRDÇE-TÜRKÇE DERGİ 1918-1919)
9.👁️JÎN - Cild 4 (KOVARA KURDÎ-TİRKÎ / KÜRDÇE-TÜRKÇE DERGİ 1918-1919)
10.👁️Jîn - Cild 5 (kovara Kurdî-ti̇rkî / Kürdçe-türkçe Dergi̇ 1918-1919)
11.👁️Kemal Paşa weledê kê ye? : meselokên sîyasî
12.👁️Kêz Xatûn
13.👁️Kurdistan. Rojnama Kurdî Ya Pêşîn. (1898-1902)
14.👁️Melayê Meşûr
15.👁️Meselokên lawiran
16.👁️Meyro
17.👁️Mîr zoro
18.👁️Pêkenokên gelî. vol. 1 : Masîyên bejî
19.👁️Pêkenokên gelî. vol. 2 : Ji dînan dîntir
20.👁️Pêkenokên gelî. vol. 3 : Ilmê tûrik
21.👁️Pêkenokên gelî. vol. 4 : Bûka Gulsûn
22.👁️Pêkenokên gelî. vol. 5 : Mela Kulî
23.👁️Pepûk
24.👁️Serefa ristem keya : pirtûka kurteçîrokan
25.👁️Serketina miskan
📂[ Zêde...]

⁉️ Taybetmendiyên babetî
🏷️ Pol, Kom: 👫 Kesayetî
🏳️ Zimanê babetî: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû
🏙 Bajêr: 🔘 Amed
👫 Cûreyên Kes: ✍ Nivîskar
👥 Netewe: ☀️ Kurd
⚤ Zayendî: 👨 Nêr
🌐 Ziman - Şêwezar: 🏳️ Kurmancî Bakûr

⁉️ Technical Metadata
✨ Kalîteya babete: 90% ✔️
90%
✖️
 30%-39%
Xirap👎
✖️
 40%-49%
Xirap
✖️
 50%-59%
Xirap nîne
✔️
 60%-69%
Navîn
✔️
 70%-79%
Gelek başe
✔️
 80%-89%
Gelek başe👍
✔️
 90%-99%
Nayab👏
90%
✔️
Ev babete ji layê: (Hawrê Baxewan) li: Sep 17 2014 10:18AM hatiye tumarkirin
✍️ Ev gotar vê dawiyê ji hêla (Raper Usman Uzêrî) ve li ser Jun 17 2022 6:41PM hate nûve kirin
☁️ Nav û nîşanên babetî
🔗
🔗
⚠️ Ev babete bi 📏 Standardî kurdîpêdiya hêşita ne druste û pêdivî bi darrşitineka babetî û zimanî heye!
👁 Ev babete 16,145 car hatiye dîtin

📚 Pelên pêvekirî - Version
Cûre Version 💾📖🕒📅 👫 Navê afirîner
📷 Pela Wêneyî 1.0.118 KB Sep 17 2014 10:18AMSystem Administrator
📊 jimare
   Babet 384,432
  
Wêne 69,792
  
Pirtûk PDF 14,180
  
Faylên peywendîdar 58,113
  
📼 Video 276
  
🗄 Çavkaniyên 19,478
  
⁉️ Taybetmendiyên babetî 1,227,531
  
Gotarên Girêdayî 647,322

📚 Pirtûkxane
  📖 Dergûșa nasnameyê
  📖 К,ОСEКЕ DЕRЕWIN
  📖 БАРАВОК
  📖 Ordîya Mêşên Hunguv
  📖 Zêde...


📅 Kronolojiya bûyeran
  🗓️ 24-06-2022
  🗓️ 23-06-2022
  🗓️ 22-06-2022
  🗓️ 21-06-2022
  🗓️ 20-06-2022
  🗓️ 19-06-2022
  🗓️ 18-06-2022


💳 Komeka Darayî
👫 Hevkarên Kurdîpêdiya
💬 Nêrîna Te
⭐ Berhevokên bikarhêner
📌 Rast
Girê Mozan
Girê Mozan, cihê bajarê Urkeş ya huriyan, şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk yî girîng e ko dikeve Rojavaya Kurdistanê, li Sûriyê.
Cih
Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de berdewam dike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyar dike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boşiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayi
Girê Mozan
Sûrên Amedê
Werin em bi hev re cihên herî xweşik di nav erdnîgariya kurdistanê de nas bikin. Werin em bi hev re li deşt û newalên kurdistanê yeko yeko bigerin û nas bikin ka çiqasî ev ax bi xêr û bereketa xwe zengîn e. û werin em li nav cihên xwe yên dîrok bigerin, li qulik û qewêlên xwe yên bi salan ji bîr kirî bi hev re nas bikin. Werin em paytexa dilan nas bikin.
Ey paytexa vê xaka pîroz te çiqas êş, jan û keser di hemêza xwe ya melesî de ji bîr kir. Dîrok di nava dilê te de veşartî ye, tu çiqas melûl
Sûrên Amedê
Kendal Cûdî
Nav û paşnav : Kendal Cûdî
Dîroka Jidayikbûnê : 01.01.1995
Cihê Jidayikbûnê : Gundê Xirabî Zer/Rojava/Kobanê
Navnîşan: Rojavayê Kurdistanê/ Qamişlo
Gmail:kendal77cudi@gmail.com

Perwerde
2015- 2016 Astên fêrbûnê yên kurmancî, (asta yekem, duyem û sêyem)
2012- 2013 Bekeloriya Zanyarî bi erebî
2021 Asta yekem ya soranî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, online
Ziman
• Zimanê dayikê : Kurdî /Kurmancî
• Zaravayê soranî : A1
• Zimanê erebî: C2

Xebat
2013-2014 Xebatkarê Radyoya Dengê K
Kendal Cûdî
Şkefta Qîzikan
Berhemên dîrokî bi sebreke mezin yek bi yeke bi kedeke hevpar hatine hûnandin. Hinek ji wan jî di pêvajoya sedsalan de ji ber bûyerên xwezayî derketine holê. Bi hezarên şkesftên veşartî ew bi çîrokên xwe yên berî hezarên salan têne nasîn. Ew yek ji stargehên herî kevin a li ser rûyê erdê ye û bi hebûna xwe pêşeroja vê axê ronî dike. Nav li vê çîroka qedîm hatiye kirin ku jê re dibêjin Şkefta Qîzikan.
Şkefta Qîzikan li ser pişta Miştenûr, li aliyê gundê Helincê dikeve. Berê li wan deran gelek d
Şkefta Qîzikan
Mehmet Saît Uçlu – Ferat Pîr
Mehmet Saît Uçlu – Ferat Pîr (1956 - 2021), Nivîskar, helbestvan dîrokzan û şoreşger Mehmet Saît Uçlu, di sala 1956’an de li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ji dayik bû. 45 salan bê navber ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Ji gundê Mişmişî yê Hîlwanê bû. Dibistana seretayî û navîn li Mişmişî û Hilwanê xwend. Li Dîlokê Lîseya Bazirganiyê xwend. Di sala 1977’an de Zangoya Îktîsatê ya Zanîngeha Ege xwend. Dema di pola 4’an de dixwend, berê xwe da çiyê. Di 1981’an de li navçeya Sîwegerê di şer de birîndar
Mehmet Saît Uçlu – Ferat Pîr


Kurdipedia.org (2008 - 2022) version: 14.06
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| Rûpelê Katî Nifşê: 1.297 çirke!
009647701579153 | 009647503268282
| 0031654710293


Kurdipedia Project is an initiative of
(Bakhawan Software 1998 - 2022)