Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,349
Wêne
  124,663
Pirtûk PDF
  22,129
Faylên peywendîdar
  127,096
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,767
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,948
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,783
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,831
فارسی - Farsi 
16,037
English - English 
8,541
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,598
Cih 
1,187
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,577
Enfalkirî 
5,166
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,520
PDF 
34,786
MP4 
4,049
IMG 
235,572
∑   Hemû bi hev re 
275,927
Lêgerîna naverokê
Ahmedê Mîrazî
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ahmedê Mîrazî
Ahmedê Mîrazî
Ahmedê Mîrazî (1899- 1961)
Ahmedê Şewêş Mirazî (Mirazov) Kurdên Serhedê ye. Sala 1899a li gundê Tûtekê, navça Gihadînê, herema Bazîdê hatiyê dinyayê. Kitêba xwe de derbarê Bazîdê de wek Sincaq qal dike: “Tûtek gundek bû li welatê Romê, nehiya wê Diyadin bû, sincaq ji Bazid bû. Ew gundê me bû.” Derbarê xweza gundê xwe jî wiha behs dike: “Baharê li gunde, havinê li zozana, qûtinêd şivan û berxvana bû, usa ji dihat dengê bilûrêd bilûrvana. Li bindarûka dihat dengê stranêd qiz, bûk û xorta, ew dengêd zize zelale delal. Di riya da qûçmikêd siyara dihatin, derbaz dibûn, ji nav wan siyara dihat qirinêd dengê dengbêja mina sewta qulingên, ku baharê refêd wan ji beriyêd germ dihatin, yan ji mina sewta refêd qulingane ku payizdê ber bi beriya vedgeriyan.” Di wî gundî di nava eşîreke kurda yê qedîm da mezin dibe. Ew çax wî gundî de şêst, heftê mal hebûye. Di gundê Tutekê hem kurden misliman û hem jî kurdên êzdî hebûn. Ola xwe de cûda bûn lê di nav tekilîyên baş dijîyan. Kurdên êzdî jî, kurdên misliman jî rind dizanibûn erf, edet, eyd-erefat, rabûn-rûniştandina hevdû. Bîranînên xwe da derhaqa her du ola da a wiha dinivîse: “Ji berê da şêxa, mela, hakima em ji hev qetandibûn, ayîna din da em başqe kiribûn, ser wê yekê jî firqî û cudatiya me tenê di ayîna dînda hebû…..usa jî şîn û şaya da em tevbûn, xulese, forma me yek bû, zaravê me yek bû, edetê me yek bû, dixwezim bêjim, ku ayîna dîn nîbûya, em tiştekî mayîn ji hev nedihatin kivşê, çimkî em kurap û kurêd bavê hev bûn.”
Wan salan, di welatê Romê de hikumetê guhdarîya xwendina kurdan nedikir. Mêla Axa û Begên gund û navçan jî ser xwendinê tunebû. Di pirtûka Ahmedê Mirazî de derbaz dibe ku wê heremê di nav: “50-60 heb axa û began de tene Memed Begê Emer Axa xwendin û nivîsarê dizanibûye”. Gundên biçûk da jî dibistan tunebû. Tenê di bajara de dibistan hebûn. Di gundê Tûtekê da, xencî melayê gund, kesê ku bikaribe namê bixûne gund da tunebû. Bavê Ahmedê Mirazî rojekê namekî hildide tîne ku bide xwendinê, ew roj mela jî gund nebûye. Ser wê sebebê qedera jiyana Ahmedê Mîrazî bi binî de tê guhirandinê. Bav Şewêş Efendî difikire ku xwendin nebe kare wan ya jîyanê gelek zehmet dibe. Kurê xweyî mezin Têmûr re dibêje: “Lawo, lê heta kengê em wa nexwendî, nezan, wa di tarîyê de bimînin. Çi merivê nexwendî çi mirîşka kor, her du jî yek in. Were em Ahmed bidine ber xwendinê”. Piştî fikra hev hildidin, malbat bîryarê dide ku Ahmedê Mîrazî bişînin xwendinê, cem melayê gund. Armanca wan ew e ku bila Ahmet bixwûne mirazê wî nivîşkan nemîne.
Ew çax di nav cimaeta êzdîyan de xwendin-nivîsar gune dihate dîtin. Yek jî mele jî ola xwe da êzdî nebû, misilman bû. Lê Şewêş Efendî dixwaze kurê xwe bide xwandinê. Ji bo wan astengîyan ew bîryar bi rastî jî gaveke pêşketî bû. Zarokatîya xwe de bi hewldana bav û birayê xwe Ahmedê Mirazî dest bi xwendinê dike. Ahmedê Mîrazî ji bo xwendinê diçe li cem mele yê gund. Du sal paşê tê dereca herî baş ya xwendinê. Xwendin û nivîsandina wî du sala da pêş dikeve. Mela şagirtê xweyî aqil, zîrek hez dike û temiyê dide Şewêşê bavê wî, ku kurê wî bide dibistana Dîadînê. Di dibistana Dîadînê de cem alimên mezin fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Dema xwendina xwe de pê dihese ku Serhad warê dengbêj, helbestvan- şaîr û zanayên wek Ehmedê Xanî, Mele Mehmûd Bazîdî û Evdalê Zeynikê gelekên din bûye. Pêvajoya xwandina xwe de zimanê tirkî jî hîn dibe. Êdî derbazî dibistana Ruşdiye dibe. Dibistana Ruşdiyê de gundan pênc heval ji bona xwendinê digihêjin hevdû. Tev 13 -14 salî bûne. Rojekê Ahmedê Mirazî dema diçe li mala xwe, Sehîd Axa gazî wî dike. Jê re dibêje ku divê tu nameyekê binivîsî. Ew jî baş dinivîse. Paşê Sehîd Axa bavê wî Şewêş Efendî re razîbûna xwe tîne ziman. Bavê wî jî gelek gelek şad dibe.
Hin bûyer li ser Ahmet Mirazî zêdetir tesir dihêle. Dema xwendina xwe de rojekê di gundê Kizildizê ku girêdayî Bazîdê ye rastî destnivîsa Ehmedê Xanî tê. Destnivîsarên Ehmedê Xanî li ser wî gelek bandor dihêle. Saya xwendevanên dibistanê, dîbîne ku civata kurd li Bazîdê alîyê edebî-çandî de xebatên bi nivîskarê Mem û Zinê Ehmedê Xanî, gelek pêş ketîye. Tekilîya wî her dem Bazîdê re çê dibe. Pir caran ji bo serdanê diçe li ser mexbera Ehmedê Xanî. Gelek caran jî bi hevalê xwe bi navê Halit Celalzade re diçe serdana mexbera Ehmedê Xanî. Gava Ahmedê Mirazî diçe serdana mexbera Xanî rastê destnivîsa Mela Mahmudî Beyazidi tê. Wekî tê zanîn Mela Mahmudî Beyazidi gelek destnivîsên dewra xwe ji bo biparêze, daye Aleksandr Jaba. Jaba ew çax konsolosê Rusa ya Erzoromê ye. Ev pêvajo Ahmedê Mîrazî, ji agahîyan hayîdar dibe, xwe dinase, rewşa civatê pir baş fêm dike û dibine ku gel destê dewletê hatîye çi halî. Êdî mirov dizane ku xwenaskirina netewîyê gelek pêş dikeve.
Ew çax di gund de ne televizyon, ne rojname, ne kitêb hebû. Gundîya bi cimaeta xwe va
oda da rûdiniştin, behsa karên xwe yê rojane dikirin. Gelekan jî behsa karên xwe ya aborî dikirin. Piştî wan gilî gotinan guhdarîkirina hikîyat, çîrok û dengbêja dibû. Hemû gundan da dengbêj û çîrokbêj hebûn. Di gundê Mîrazî de jî hikyatbêj Hemzoyê Elebilkê, dengbêjên van jî Bekirê Nebî bû. Dema guhdarîkirina kilaman da her diçe zêdetir aşiqê kilama dibe, dengbêjîyê dibe. Dema guhdarîya Dengbêj Bekir dike kilama jî ezber dike. Kilama wî ewil guhdarî kirîye ev bû:
Derdê min evdalê xudê pir girane,
Ew girane qasî çiyane,
Xudê xirab bike welatê Romê
Ciyê talan, turan, xerc û xeracanê,
Îdarenga min û keleş kawa min tê da nabe,
Ezê dikim deste kawa xwe bigirim, berê xwe
Bidime welatê Ûris ciyê rehmêye,
Ew jî xudê avakirî deraze ji me wêdane,
Hay lê dinê, hay lê dinê,
Mûradî xopan wê jorda tê fûre-fûre,
Qeraxî tenike, orte kûre
Welatê Romê ciyê talan, tûrana, xerc û xeracanê,
Îdarenga min û keleş kawa min tê da nabe,
Ezê dikim deste kawa xwe bigirim, berê xwe
Bidime welatê Ûris ciyê rehmê xêr û berê,
Ew jî xudê avakirî gelek ji me dûre,
Hay lê dînê, hay lê dînê.
Em dikarin bibêjin ku em derheqa Evdalê Zeynikê agahîyên pêşîn ji Ahmedê Mirazî distînin. Ahmedê Mîrazî wek kitêba xwe de nivîsîye agahîyan Mete xwe Emê digire. Sultanê Romê neçar dimîne û Surmelî Memed Paşa alîkarîyê dixwaze. Ev jî jê re derdikeve sefera Xozanê. Ew çax Evdalê Zeynikê pêre derdikeve seferê. Ahmedê Mîrazî bi dor berfirehî çûna Surmelî Mehmet Paşa ya Xozanê, nexweşiya samê û Evdalê Zeynikê dike. Evdalê Zeynikê dengbêje Surmelî Memet Paşa bû. Dema rê de vedigerin Mehmet Paşa wefat dike. Di Topraxqalê ew tê bihîstin, Çerkez def û zurnê dixin. Li ser wê bûyerê gelek tiştên nexêr diqewime. Evdalê Zeynikê li ser Xozanê çend kilama dibêje, yek kilam jî ev e:
“…..van nexweşa nale-nale,
Li welatê xeriba ne ci ye, ne nivîn e, ne berpal e,
Derde van nexweşa tasek ava zozanêd Silîbanî sar e.
Çûme Xozanê, serê sûka
Rojê tebatiya me tüne ji dest germê,
Şeve xewa me nayê ji dest waqe-waqa van wawika,
Kulê tu bikevî mala xweyîyê vê Xozanê,
Çawa ji hev qetandiye deste gelek zava û bûka
Wey Xozanê, wey Xozanê,
De bira xudê xirab bike ava te zozanê,
Ezê çavê xwe li nava sîyara digerînim
Ez nizanim Qeymezê êzdî-siyarê qule,
Feqî Elî siyarê Gewro kanê.
Wey dunyayê, wey dunyayê,
Qeda bê hersê rojêd felekê
Dûma te dunyayê,
Feleka xayina, bi Surmeli Memed Paşa,
Feqî Elî sîyarê Gewro,
Qeymezê êzdî sîyarê qule ra nayê. [1]
Ev babet 2,598 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Türkçe | kurdarastirmalari.com
Faylên peywendîdar: 1
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî
Cureyên Kes: Helbestvan
Hîna dijî?: Na
Netewe: Kurd
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Turkî
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Hawrê Baxewan ) li: 16-09-2014 hatiye tomarkirin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 22-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,598 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1179 KB 22-10-2022 Burhan SönmezB.S.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!