Zêdetir
Navên kurdî
Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Faylên peywendîdar 125,500
Ziman
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 316,291
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,503
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,692
 عربي - Arabic 43,830
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,570
 فارسی - Farsi 15,707
 English - English 8,514
 Türkçe - Turkish 3,819
 Deutsch - German 2,029
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Pol, Kom
 Kurmancî Li Kurdistanê hatine berhemdan 1
Hilanîna pelan
|
Herî zêde bi destê Osmaniyan ferman li êzidiyan hatine rakirin-2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
=KTML_Bold=Herî zêde bi destê Osmaniyan ferman li êzidiyan hatine rakirin-2=KTML_End=
Di dîrokê de civata kurdên êzidî, ji ber ola êzidiyatiyê, bi destê Ereb Selçûqî, Oxoz, Mongol, Tatar, Osmanî, Tirk, Brîtanîyan û herî dawî jî çeteyên DAIŞ`ê ferman hatin rakirin.
Di serdema ola Îslamê de, bi taybet di dema xîlafeta Omer Bin El-Xetab de (634-644), êrişên li dijî kurdên êzidî dest pê kirin. Li gorî ku êzidî dibêjin, êrişên yekemîn di sala 640’ê de bi destê Qasim Bin Ebas El-Yemenî û Abdullah Omer, pêk hatin.
Bi destpêka serdama Omewiyan re jî, êrişên li dijî êzidiyan berdewam kirin û piştî wan Abasiyan heman êriş pêk anîn. Li gorî çavkaniyên êzidiyan, di navbera 640-979`an Z. de 12 fermanên leşkerî û êriş li dijî wan pêk hatine.
Piştî vê qonaxê, sala 1029`an Oxozên Tirkan li hemberî civata êzidî êrişên kirin, ku piştî lawazbûna dewleta Abasiyan wan dewleta Selçûqî ava kir. Selçûqiyan bi navê îslamê serweriya herêmê kirin û gelek komkujî pêk anîn.
Sala 1075`an piştî ku fermandarê Selçûqî Silêman Bin Qetlemş xwe wekî sultan ragihand, Selçûqiyan împeratoriya Romê “Selçûqiyên Rom” ava kirin. Ji ber ku kurdên êzidî li ser destê wan di gelek keraset û komkujiyan re derbas bûn, peyva “Romî” li cem civaka êzidî wekî îşareta nebaşiyê tê bikaranîn.
Salên 1259, 1368, 1394 û 1400`î Teteran li dijî kurdên êzidî fermanan pêk anîn.
Lêkolînerê êzidî Xidir Domelî wiha dibêje: “Li vî welatî dîrokê rehim li êzidiyan nekir. Li dijî vê olê gelek keraset pîk hatin. Hemû hêzên ku dihatin herêmê, li ser hesabê êzidiyan mezin û bi hêz dibûn.”
=KTML_Bold=‘FETWEYÊN OSMANIYAN QETILKIRINA ÊZIDIYAN HELAL KIR’=KTML_End=
Ji ber fetweyên olî ku qetilkirin û talankirina milkên êzidiyan helal dikir, komkujî li dijî êzidiyan pêk hatin. Ji wan fetweya Ehmed Bin Henbel ya di sedsala 9`an de û fetweyên Ebî El-Leys El-Semerqendî, Ebû Siûd El-Îmadî û Abdullah El-Rebtkî bûn.
Lê fetweya ku herî zêde ji ber wê komkujî û ferman li dijî êzidiyan pêk hatine, fetweyên Ebû Siûd El-Îmadî bû ku bi navê “Zanyarê Rom, Muftiyê texta Osmanî” dihat binavkirin, ku li gundekî Qostantîniyê ji dayik bû û di serdema Silêman El-Qanûnî û Silîm El-Sanî de li dewleta Osmanî fetwe didan.
Êzidî dibêjin ku El-Îmadî di fetweyên xwe de qetilkirina êzidiyan û tecawizkirina jin û zarokên wan helal kiriye û ew bi “ji gawirên esîl gawirtir in” bi nav dikir. Ev yek bi behaneya ku ji Îmam Elî Bin Ebî Talib û zarokên wî El-Hesen û El-Huseyîn hez nakin, pêk dihat.
=KTML_Bold=‘OSMANIYAN 101 KOMKUJÎ û FERMAN LI DIJÎ ÊZIDIYAN PÊK ANÎN’=KTML_End=
Li gorî lêkolîner Dawûd Mûrad Xetarî, ji dema fetweyên Ebû Siûd El-Îmadî yên sala 1560`î û heta beriya hilweşîna dewleta Osmanî bi 5 salan anku sala 1918`an, Osmaniyan 101 ferman li dijî êzidiyan pêk anîn ku hinek ji wan komkujiyan artêşa Osmanî bi xwe pêk anî, hinek jî bi rêya derxistina fermanan pêk hatin.
Xetarî dibêje piştî ku li gelek belge û lêvegerên girêdayî fermanên li dijî êzidiyan pêk hatine geriya, karîbû gelek belgeyên “Osmanî, Rûsî, Fransî, Farisî, Îngilîzî, Erebî, Suryanî û Kurdî” bi dest bixe.
Xetarî wiha didomîne: “Li gorî belgeyên heta dawiya şerê cîhanê yê yekemîn min bi dest xistine, 161 ferman li dijî gelê êzidî pêk hatine, her wiha 37 caran koçberkirina bi darê zorê û kuştina mîr û êlan pêk hatiye û ji bo teşwîqkirina qetilkirina êzidiyan 15 fetweyên fermî hatine dayîn.”
Ji hemleyên ku waliyên Osmanî yên Bexdayê bi rê ve birine; hemleya Hesen Paşa (1715 Z), hemleya Ehmed Paşa (1733) û hemleya Silêman Paşa (1752) hene.
Her wiha hemleya Nadir Şah Farisî ya di navbera salên 1732 û 1743`an de. Piştre hemleyên mîrên Mûsilê yên Celîliyên, hemleya li ser îmareta Şêxan, hemleyên li dijî êzidiyên li çiyayê Şengalê û heta bigihêje hemleyên paşeyên Osmanî.
Ji hemleyên paşeyên Osmaniyan; hemleya Elî Paşa (1802), hemleya Silêman Paşa El-Sexîr (1809), hemleya Ênice Beyreqdar (1835), hemleya Reşîd Paşa (1836), hemleya Hafiz Paşa (1837), hemleya Mihemed Şerîf Paşa di navbera salên 1884 û 1845`an de, hemleya Mihemed Paşa Girîdlîoglu di navbera salên 1845 û 1846`an de, hemleya Teyar Paşa di navbera salên 1846 û 1847`an de, hemleya Eyûb Beg (1891), hemleya Ferîq Omer Wehbî Paşa (1892) û hemleya Bekir Paşa (1894).
Di sedsala 20`an de, civaka êzidî li ser destê Itîhad û Tereqî û hemwextî komkujiyên li dijî Ermen, Suryan û Aşûriyan (1915) rastî koçberkirin û komkujiyan hat. Hemleya Osmaniyan a herî dawî li dijî gelê êzidî pêk anîne sala 1918`an bi destê Îbrahîm Paşa bû.
Êzidî gotina “ferman” wekî têgeha hemleyên qirkirina komî yên li dijî wan pêk hatine, bi kar tînin. Ferman gotineke Osmanî ye û tê wateya “biryarê” û îşaretê bi biryarên ku sultanên Osmanî ji bo qirkina êzidiyan dane, dike.
$‘ÊZIDÎ Û KOMKUJIYÊN BRÎTANYA Û IRAQÊ’$
Di sedsala 20`an de jî kurdên êzidî dîsa rastî êrişan hat. Li gorî lêkolîner Mûrad Xetarî, ji nav belgeyên ku wî bi dest xistine, belgeyek heye piştrast dike ku di sala 1925`an de hêzên Brîtanya yên li Iraqê li dijî êzidiyan operasyon pêk anîne.
Ji ber ku belgeyên nivîskî yên êzidiyan tune ne, hejmara wendahiyên gelê êzidî di vê operasyonê de bi temamî nayê zanîn.
Di sala 1935`an de, lîwa Hisên Fewzî Paşa operasyonek li dijî Şengalê pêk anî. Gelê Şengalê, herêmên bakurê Iraqê û herêmên nîvê Firatê li dijî biryara xizmeta leşkertiyê li Iraqê serî hildan, lê belê raperînên wan bi awayekî hov hatin bidawîkirin.
Wê demê Hisên Fewzî gelek peywirên leşkerî bi dest xistin û piştre bû rêveberê herêma Mûsilê û fermana êrişa li dijî Şengalê da.
Li gorî çavkaniyên Iraqê, fermandarê artêşê Bekir Sidqî zêdetirî 200 êzidî qetil kir û li seranserê herêmê qanûneke leşkerî ferz kir.
Piştî îmzekirina peymana “Cezair” di navbera Iraq û Îranê di 6`ê Adara 1975`an de ku li gorî wê şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî piştgiriya Mela Mistefa Barzanî li Iraqê rawestand, hêzên Iraqê li dijî kurdên li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê hemleyên qirkirinê dest pê kir. Para êzidiyan jî ji wan hemleyan hebû, ku zêdetirî 150 gundên Şengalê hatin rûxandin û şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.
=KTML_Bold=ÊZIDÎ Û SEDSALA 21`AN=KTML_End=
Ji 2003`an ve dema ku Amerîkayê dest li Iraqê werda, li herêmên cuda yên Iraqê û bi taybetî li herêmên Şîa û êzidiyan teqîn pêk hatin. Tevî ku Amerîka û hêzên ewlekariyê yên Iraqê gelek hemle li dijî baregeha El-Cîhda a Iraqê û piştre li dewleta Îslamî pêk anîn jî, lê belê nijkarîn rewşa ewlehiyê kontrol bikin. Ji dema destwerdana Amerîkî li Iraqê ve, li Iraqê bi awayekî domdar teqîn û bûyerên kuştinê pêk hatin ku para êzidiyan jî tê de hebû.
Di 14`ê Tebaxa 2007`an de, navçeya Til Izêr a qezaya Şengalê bi sehrîcên sotemeniyê û 3 kamyonên bi madeyên teqemeniyê û bombeyan bar kirî, êrişên li ser hev pêk hatin û di encamê de malên navçeyê hatin rûxandin.
Li gorî Heyva Sor a Iraqî, ji ber êrişan 796 kes hatin kuştin û hezar û 562 kes birîndar bûn. Wê demê ev êriş wekî êrişa herî hov li Iraqê ku piştî hatin hêzên Amerîkayê pêk hatiye û ji aliyê hejamra kuştiyan ve piştî êrişên 11`ê Îlonê wekî duyemîn mezintirîn êrişên li cîhanê pêk hatine, hate pejrandin.
Beriya van êrişan, li herêmên Sunî yên Iraqê û bi taybetî li Mûsilê û Başûrê Kurdistanê belavok hatibûn belavkirin ku tê de êzidî wekî “gawir” hatibûn binavkirin û li ser esasê “dijberên îslamê ne” banga kuştina wan haitbû kirin.
=KTML_Bold=‘DAIŞ Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ’=KTML_End=
Çeteyên DAIŞ`ê bi hovîtî û serjêkirinê dihatin naskirin. Di destpêka her êrişekê de bombe bi kar tanîn. DAIŞ`ê di demeke nêz de karîbûn tirsê belav bike, ji lewra hêzên herêmî û cîhanê DAIŞ ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê û Iraqê bi kar anî.
Rojnameya “Ozgur Gundem” a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weşanê dike, ji çavkaniyên xwe yên taybet agahiyên girêdayî lidarxistina civînekê li paytexta Urdun Emanê di 1`ê Hezîrana 2014`an de bi dest xist, ku di civînê de nûnerên Amerîka, Israîl, Erebistana Siûdî, Tirkiyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amade bûn û plana êrişên birêxistinkirî yên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê piştî wê demê, kirin. Armanca wan ew e ku li gorî berjewendiyên xwe derfeta destwerdana li Sûriyê û Iraqê peyda bikin.
Piştî 7 salan ji teqînên li Til Izêr, çeteyên DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa 2014`an de êrişî qezaya Şengalê kirin. Beriya vê êrişê di navbera raydarên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Tirkiyê de civînek pêk hatibû û li gorî wê hêzên Pêşmerge yên girêdayî PDK`ê ji Şengalê vekişîn û sivîlên herêmê bi hovîtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin.
Li gorî daneyan, çeteyên DAIŞ`ê zêdetirî 3 hezar êzidî kuştin, zêdetirî 5 hezar êzidî revandin û li dijî hezar û 500 jin tundî hate meşandin, zêdetirî hezar jin û jinên ciwan li sûkên Sûriyê û Iraqê hatin firotin û zêdetirî 350 hezar êzidî ji warê xwe bûn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan bi “sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê” pejirand.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 3,517 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Kategorîya Naverokê: Dîrok Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-05-2023 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Emîr Siracedîn ) ve li ser 16-05-2023 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 12-12-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 3,517 car hatiye dîtin
QR Code
|
‘120 hezar Êzidiyan ji Iraq û Herêma Kurdistanê koç kiriye’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
=KTML_Bold=‘120 hezar Êzidiyan ji Iraq û Herêma Kurdistanê koç kiriye’=KTML_End=
Hewlêr (Rûdaw) – Beriya ku DAIŞ êrişî Şingalê bike li wê derê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, piştî êrişa DAIŞê nêzîkî 120 hezar Kurdên Êzidî çûne derveyî welêt.
Herwiha Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand ku 135 hezar Kurdên Êzidî li kampan dijîn.
Li gorî amarên ku di destê Rûdawê ketine heta niha li Şingalê 83 “gorên bikom” û gelek “gorên yekkesî” yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.
3ê Tebaxa 2014 an 3548 jin, 2869 mêr bi tevahî 6417 Kurên Êzidî hatin revandin.
Ji wê rojê ve 1208 jin, 339 mêr û 2023 zarok bi tevahî 3570 kes hatine rizgarkirin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, di şerê DAIŞ'ê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî canê xwe ji dest daye.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 3,218 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-08-2023 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-08-2023 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 3,218 car hatiye dîtin
QR Code
|
Beşdarbûna Êzidiyan di revolucyae Rûsyayê ya 1917
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
=KTML_Bold=Beşdarbûna Êzidiyan di revolucyae Rûsyayê ya 1917=KTML_End=
Di sala 1917an de #Êzîdî# bûn du grûp – hin ji wan aligirê damezrandina desthilata Sovyetê bûn, hinek jî di bin serokatiya rehmetiya eşîran (Axa, Beg) û oldaran de nexwestin ku desthilata Sovyetê were avakirin, vê yekê wekî gefekê li ser awayê jiyana kevneşopî ya Êzdiyan dibînin Wekî din, rayedarên Daşnak ên li Ermenîstanê beriya niha ev betal kiribû.
Helwesta hikûmeta tsarîst a ji sala 1869an û vegerandina mafan axa û begên li ser gelê Êzid . Ji hin Êzidiyan re payeyên payebilind hatin dayîn û di dîrokê de yekemcar Serokê Êzidiyên Transkaûkasyayê Ûsûb-beg Teymûrovî weke endamê parlamenta Ermenîstanê hat hilbijartin.
Tevî helwestên cuda yên li hemberî Bolşevîk li ser vê axê di navbera Êzidiyan de pevçûn çênebûn û dijberên damezrandina desthilata Sovyetê ji bo rûbirûbûna çekdarî ya bi. Bolşevîkan re tedbîrên taybet negirtin û vê yekê jî hişt ku ajîtasyona xwe ya paşîn li gundên Êzîdiyan bi awayekî azad bi rê ve bibin ku armanca wan rûxandina desthilata Daşnak . Bi vî rengî Yekîtiya Gundîyan ku ji aliyê Bolşevîkên alexandropol û navçeya Kavtarliyê ve hatiye çêkirin , di sala 1919 ' an de bi xebatên xwe yên çalak ên li gundên Êzidiyan tê naskirin . Revkoma navçeya Kavtarli yê di nav Êzîdiyên gundên Kondexsaz, B. Cemûşlû û yên din de ku di bin serweriya Daşnakiyan de bûn dest bi xebatên xwe kir. Encama vê xebatê bêalîbûna Êzidiyan bû, ku di nava xebatên sazî û rêxistinên Daşnakiyan de cih negirtin û ji aliyê yekîneyên Artêşa Sor a XI ve bi coş hatin silavkirin.
1917-1920 A. Ş. Şamilov li Bakurê Qafqasyayê-şervanekî Mûxavanê Sor û Partîzanê Sor, piştre di nav refên Artêşa Sor de şer kir. Di Gulana 1918 'an de tevlî partiya Bolşevîk dibe. Têkoşînek çalak a li dijî Daşnaks ji hêla tîmek ecelê ve di bin serokatiya Teymurov Şamil de hate rêve kirin. Di nava Artêşa Sor de ji otorîteyeke mezin kêfxweş bû û li eniya Zengezûrê jî şer kir.
Loma jî, tevî ku Artêşa Sor êzdiyên ku ji bo avakirina hêza Sovyetê şer kirin jî di nav de, lê piraniya nifûsê ji axa, beg û ayinên xwe re dilsoz .Bi çavdêrîkirina serkeftinên Artêşa Sor, esaleta eşîreta êzdîyan bê guman bû ku Bolşevîkan wê hêza xwe li seranser Împaratorîya .Di destpêkê de Bolşevîkan ew weke kedxwarên karkerên Êzidî dîtin û astengiya bingehîn a li pêşiya entegrasyona nifûsa Êzidiyan li nava civaka Soviyetê.
Lê belê tevî Bolşevîkan helwesta nedostane ya li hember rehmetiyê, dîsa jî neçar man ku di destpêkê de pê re hevkariyê bikin , Wekî ku fêm kirin ku di nava civakê de xwedî bandoreke mezin e. Vê yekê hişt ku hikûmeta nû rê li ber kûrbûna nakokîya netewî ya li vê herêmê veke
û ji bo li hevkirina Êzidiyan bi hikûmeta Sovyetê re ku . Di dawiyê de li vir li Transcaucasia hate damezrandin 1921.
Nivîskar-R. V. Rzgoyan
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 1,265 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-08-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-08-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-08-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 1,265 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 51 KB |
| |
23-08-2024 | Aras HisoA.H. |
|
Bsk kevneşopiyeke olî ya Êzidiyane
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
=KTML_Bold=Bsk kevneşopiyeke olî ya Êzidiyane=KTML_End=
#Êzîdî# mirovekî sedsalî ne ku xwedî oleke sedsalî ne, bi awayekî xwezayî gelek adetên me hene, hem olî hem jî çandî. Wek hûn dizanin gelek kevneşopiyên êzdiyên olî an jî pir caran nayên jibîr kirin, ji ber vê yekê “Cultural Center of the Caucasus Yezidis” , îro di vê nivîsê de dixwaze behsa adeteke olî – Bsk-brin bike.
Di her malbateke êzîdî de dema ku lawikek ji dayik dibe wê demê li gorî ola Şerfedîn heta ku ayîna Bsk-brin neyê kirin porê wî nayê birîn. Li gorî ola me ev yek tenê ji bo kuran derbasdare, ji ber ku porê keçan pîroze û dest lê nayê dayîn. Gelek kes dê nota sekszimê di vê yekê de bibînin, lê ji ber sedemên olî (dogma) ev ne wisa ye.
Ez dixwazim merasîma Bsk-brinê bi xwe hinekî pênase bikim.
Şeh (nûnerekî oldar) zarokê dixe hembêza xwe, duaya Dua Bsk dike û ji serê wî gurzek por jê dike. Her malbatek cûreyê xwe yê Şehê (Şehe bske) bi tundî belav kiriye, ku Ferzê wê ye, guhertina cureya Şehê qedexe ye. Piştî evê dêrendeya han jî, divê Şeh wek nîşana pîrozbayîyê, divê dîyarîya evî zarokî, cil û bergan an zêran bide. Bsk, wekî di nav Xiristiyanan da, cureyeke analojîya bin avbûnê ye. Şehe bskeh karê bereketa malbatê pêk tîne.
Bsk-brin di ola Şerfedîn de yek ji rîtmên herî bêhempa ye , niha gelek malbat vê ayîna kevneşopî pêk naynin , sedemên vê yekê cuda ne , nezantî , bêxirati.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 1,042 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-08-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-08-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-08-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 1,042 car hatiye dîtin
QR Code
|
Di qirkirina gelê Kurd û Êzidiyan de hevkarên sûc ê dewleta Tirk
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Di qirkirina gelê Kurd û Êzidiyan de hevkarên sûc ê dewleta Tirk
Zekî Bedran
Dewleta Tirk qirkirinê li ser Kurdan dide meşandin. Di vî alî de pêwîste tevahî êrişên li parçeyên Kurdistanê û guherîna demografîk weke parçeyek ji vê qirkirinê bê nirxandin. Herkesê ku polîtîkaya qirkirinê û kiryarên sed salî negire pêşçav û nenirxîne, tê wateya mêtîngeriya Tirk nas nekiriye. Ji wextê ku makezagona 1924’an hat pejirandin, ji bo avakirina stratejiya yek gel, yek ziman, yek dewletê kiryarên li Kurdistanê pêk hatine, berdewamkirina polîtîkayên pijaftinê ne.
Dema bi vê perspektîfa dîrokî lê binêrin, dê bê dîtin ku kiryarên dewleta Tirk ên li Şengal, Rojava, Qada Parastina Medyayê, Rojhilat tevahî ji bo serkeftina qirkirinê ye. Li ser vê bingehê kiryarên dewleta Tirk ji sala 2018’an ve ji dagirkirina Efrînê destpêkirin û bi dagirkirina Serêkaniyê didomin, li ser bingehê bêkurdkirina herêmê tê meşandin. Erdogan îlan kir ku ji Efrînê bigre heta Dêrikê tevahî herêma Rojava bi kûrahiya 30 km dagir bike. Ev herêm weke korîdora Kurdan pênase kirin. Herêmên Kurdan ji xwe di nava vê kûrahiya 30 km de dimîne. Li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî di astek bilind de şêniya Kurd paqij kirin. Li cihê wan Kurdan çeteyên çekdar û malbatên wan lê bi cih kirin. Piraniya van Ereb û Îxwanî, bermayên DAIŞ’ê û El- Nûsrayê ne.
Niha jî hertim propogandayê dike û dibêje ku dê Sûriyan li herêmên ewle bi cih bike. Ew herêmên jêre dibêje herêmên ewle jî weke me diyar kirî ev herêmên dagirkirî ne. Yanî kesên ne ji gelê vê herêmê tînin û li ser cih û erdê gelê herêmê bi cih dikin. Eger sibe dewleta Tirk xwe ji herêmê bide paş jî, mercan ava dike ku careke din Kurd venegerin cihê xwe. Bi kurtahî li dijî Kurdan paqijiya nîjadî, guherîna şêniyê pêk tînin. Bi vî awayî hewl didin di bin navê şandina penaberan û li cihê ewle bi cih kirinê de, sûcê li dijî mirovahiyê serpoş dikin.
Sûcên şer ên Tirkiyê li herêmên weke Efrînê kirine, kiryarên weke paqijkirina nîjadî ketine raporên NY û saziyên navnetewî. Ev vê jî diyar bikin, di van raporan de astek pir kêm a van sûcan hatine ziman. Di demek rastî evqas li ber çavin, di rojên derbasbûyî de berdevkê wezîrê karê derve yê DYE yê anî ziman ku dewleta Tirk li van herêman paqijiya nîjadî nake û weke ku kiryarên vegerandina penaberan tiştek pir bêguneh e nîşan da. Ev daxuyanî û nêzîkatiyek pir xeternak e. Tirkiyê heta niha ev di qada navnetewî de nedabû pejirandin. Rayedarên DYE yê hewl didin vê paqijiya nîjadî rûpoş bikin û rastiyan ji rê derbixin. Bi vê kiryara xwe dibin hevkarên vî sûcî. Tu wateyek din a vê tune ye. DYE li herêmê ye. Ji herkesî zêdetir dizane çi li herêmê çêdibe. Ev daxuyanî rewşa wan a ku niha bi Tirkiyê re ketinê nîşan dide.
Tevahî cîhanê êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê temaşe kir. PDK û Iraqê bi awayek fermî parastina Şengalê girtibûn ser xwe. Lê PDK’ê yek gule berneda, şer nekir û ji Şengalê vekişî. Êzîdî hiştin nava lepên DAIŞ’ê de. Bi hezaran jin hatin revandin, weke xenîmetê li bazaran firotin. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Li gel ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bû, heta niha PDK’ê di derbarê mijarê de tu daxuyanî neda. Lêborîn ji Êzîdî û gelê Kurd nexwest. Di derbarê vekişînê de lêpirsînek venekir. Niha jî pesnê xwe didin ku çawa DAIŞ’ê ji Şengalê derxistine û lehengiyên xwe tînin ziman. PDK jî baş fêr bûye ku çawa dîrokê û rastiyan berovajî bike. Van berovajîkirinan bes nabînin. Hêzên gerîlla yên Êzîdî ji qirkirinek mezintir xilas kirin û ew parastin weke hêzek biyanî û dagirker pênase dikin. Kampanyayan dimeşînin ku artêşa Iraqê êrişî Şengalê bike, hêzên gerîlla ji wir derxe û dîsa radestî PDK’ê bike. Ji bo vê lihevkirinên veşartî çêdikin.
Dewleta Tirk dijminiyek ku hovîtiya DAIŞ’ê derbas dike li dijî Kurdan dimeşîne. Di vê mijarê de zextê li PDK’ê û rêveberiya Iraqê jî dikin. Heman demê de hertim Şengalê tê armancgirtin, tê bombabarankirin. Ji Efrînê heta Şengalê nêçîrvaniya Kurdan dikin. Ev qetilkirin û sûcên mirovahiyê di bin navê “Têkoşîna li dijî terorê” de tên kirin. Lê ya rast ew e ku dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi hovîtiya DAIŞ’ê re nayê beranberkirin jî. Em Şengalê bidin aliyekî. Dewleta Tirk li Efrînê çi bi serê Êzîdiyan anî. DAIŞ’ê Efrîn dagir nekir. Artêşa Tirk dagir kir. Niha Êzîdiyên li Efrînê li ku ne? Çi bi serê wan hat? Gelo yên ku vê lêpirsîn dikin û dişopînin hene? Dewleta Tirk û çeteyên di fermana wî de Êzîdiyên li Efrînê ji axa wan derxistin. Hinek kesên mane jî neçar dikin ku ol biguherin. Goristan jî di nav de hertiştê girêdayî wan hewl didin ji holê rakin.
Dema Efrîn hat dagirkirin DYE yê tiştek nekir, temaşe kir. Wisa tê fêmkirin ku ew ax bi tevahî ji kiryarên dewleta Tirk re hiştine. DYE yê jî ji derxistina Kurdan a ji herêmê û radestkirina dewleta Tirk re gotiye erê.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 622 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 622 car hatiye dîtin
QR Code
|
Dorpêkirina herêmên Kurdan û Êzidiyan ên li Helebê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, nîgeraniyê zêde dike
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
=KTML_Bold=Dorpêkirina herêmên Kurdan û Êzidiyan ên li Helebê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, nîgeraniyê zêde dike=KTML_End=
Dorpêkirina berdewam a hêzên hikûmeta Sûriyê li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehbayê yên Helebê ku kêmîneyên Kurd û #Êzidî# lê dijîn, bûye cihê nîgeraniyeke cidî ya navdewletî. Vê dorpêçê bûye sedema gelek zehmetiyan ji bo xelkê sivîl, di nav de kêmbûna xwarin û avê, kêmbûna gihandina pêdiviyên bijîşkî, û zêdebûna metirsiya qurbaniyan ji ber şerê berdewam.
Hevserokê Şaredariya Gel a Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed Emîn, dorpêçkirin weke dorpêçeke siyasî bi nav kir ku ji planên hikûmeta Sûriyê bi xwe derbas dibe. Wî her wiha tirsa wê yekê anî ziman ku şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyên bingehîn di van civakan de dê bêtir xirabtir bibin ger dorpêç berdewam bike.
Deverên dorpêçkirî malên beşeke girîng ji xelkê xizan in, di nav de zêdetirî 200,000 Kurd û 6,000 penaberên Êzidî yên ji Efrînê derbider bûne. Rewşa wan rastî şermezarkirineke berfereh ji aliyê NY û rêxistinên navdewletî yên din ve hat, ku daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kirin ku dorpêçê rake û rê bide ku alîkariyên mirovî bigihêjin.
Dorpêkirina Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehbayê nîşan dide ku aloziyeke mezin di navbera hikûmeta Sûriyê û hêzên kurdî de ye, ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve di sala 2011an de, daxwaza xweseriyê li herêmê dikin. Hikûmeta Sûriyê komên kurdî wek terorîst bi nav kir û soz da ku dê çalakiyên wan bişkîne.
Civaka navneteweyî li hemberî dorpêçê bi yekcarî nerazîbûn nîşan da. Dewletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî û Neteweyên Yekbûyî piştgirî da bangên ji bo rawestandina dorpêçê û gihandina bê astengî ya alîkariyên mirovî. Mixabin, hikûmeta Sûriyê hîna guh nedaye van bangan, ku çarenûsa van civakên dorpêçkirî û niştecihên wan di hevsengiyê de hiştiye.
Dorpêkirina Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehbayê qeyraneke mirovî ye ku pêwîstî bi baldariyek lezgîn heye. Divê civaka navdewletî bi hev re fişareke zêdetir li ser hikûmeta Sûriyê bike ji bo bidawîkirina vê dorpêçkirinê û hêsankirina gihandina alîkariyên jiyanê ji bo kesên ku hewcedar in.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 605 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-09-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-09-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-09-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 605 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 71 KB |
| |
01-09-2024 | Aras HisoA.H. |
|
Encûmena Êzidiyan piştgirî da şandeya Kurdî û rexne li nebûna endamekî Êzidî girt
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Encûmena Êzidiyan piştgirî da şandeya Kurdî û rexne li nebûna endamekî #Êzidî# girt
Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya tam ji bo şandeya hevbeş a Kurdî ya ku ji bo danûstandinan diçe Şamê ragihand. Encûmenê ev pêngav weke dîrokî bi nav kir û nirxekî bilind da hewldanan, lê di heman demê de rexne li nebûna nûnerekî Êzidî di nav şandeyê de girt û daxwaz kir ku ev kêmasî di qonaxên bê de were sererastkirin.Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand, ew ji baweriya bi doza xwe û vîna gelê Kurd li Sûriyeyê, piştgirî û palpiştiya xwe ya tam ji bo şandeya danûstandinkar a Kurdî radigihînin.Encûmenê diyar kir ku ew ruha berpirsiyarî û wêrekiya ku Tevgera Kurdî bi hemû aliyên xwe ve nîşan daye bi nirx dibînin, bi taybetî ji ber ku doza pêkhateya Êzidî weke beşekî cudanekirî yê gelê Kurd di nav bername û dîtina xwe ya siyasî de pejirandiye. Li gorî daxuyaniyê, vê yekê di van şert û mercên çarenûsî de rewaîtiyeke zêde daye doza Êzidiyan.Bang û RexneEncûmenê bang li hemû hêz, alî, rêxistin û kesayetiyên niştimanî û demokratîk ên Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl kir ku li pişt vê şandeyê bisekinin, ji ber ku ew derfeteke dîrokî ye ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyên ku di nava nîv sedsalê de di bin desthilatdariya malbata Esed de hatine piştguhkirin, û di serî de jî Êzidiyên Sûriyeyê.Di heman demê de, encûmenê bi awayekî rexneyî bal kişand ser nebûna endamekî Êzidî û got: Divê em tekez bikin ku dûrxistina her kesayetiyekî ji pêkhateya Êzidî ji endamtiya vê şandeyê, kêmasiyek e di berçavgirtina taybetmendiyên wan ên neteweyî û dînî de. Diviyabû ew bibin pêkhateyeke bingehîn ku di ti qonax û di ti rêyeke diyalogê an nûnertiyeke giştî ya Kurdî de neyê paşguhkirin.Hêvî û Amadebûna ji bo AlîkariyêLigel vê rexneyê, Encûmena Êzidiyan hêviya xwe anî ziman ku ev kêmasî di qonaxên pêş de bi misogerkirina beşdariyeke bibandor a kesayetiyên ji pêkhateya Êzidî di nav komîteyên pispor de were çareserkirin.Daxuyaniyê tekez kir: Tevî vê yekê, em bawer in ku hemû endamên şandeyê, bê cudahî, cihê rêz û pêbaweriyê ne ku doza Êzidiyên Sûriyeyê bi ruheke biratî û berpirsiyarî rabikin, nemaze ku wan benda naskirina destûrî ya ola Êzidî di kongreya yekrêzî û gotara Kurdî ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, pejirandibû.Di dawiyê de, Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê amadebûna xwe ya tam ji bo alîkariyê ragihand û got: Em amade ne ku hemû derfetên xwe yên yasayî û zanistî bixin xizmeta vê şandeyê û hemû belge û dosyayên pêwendîdar bi çarenûs û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û bi taybetî yên pêkhateya Kurdên Êzidî pêşkêş bikin.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 273 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 29-06-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 30-06-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 30-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 273 car hatiye dîtin
QR Code
|
Hedman Esaf bi cilekî kevnar cil û bergekî mîrata Êzidiyan diparêze
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
=KTML_Bold=Hedman Esaf bi cilekî kevnar cil û bergekî mîrata Êzidiyan diparêze=KTML_End=
Hemdan Esaf, li herêma Zorava ya li bakurê Çiyayê Şengalê dijî. Xort çêkerê cil û bergên kevin e û bi vî awayî cil û bergên mîrata #êzdiyatiyê# diparêze û bi cil û bergên kevnar ên ku ji serdema bav û kalên xwe vedigere.
Hemdan dibêje: “Di sala 2014an de em reviyan Kurdistanê û piştî vegera me ya Şingalê di sala 2016an de, min tiştên ku ji alavên karkirina darên kevin mayî kom kirin. Gelek alav û perçeyên makîneyê hatin hildan û min ew bi destên xwe çêkirin, ji ber ku ev amûr ne têne firotin. Van amûran ji aliyê bav û kalên me ve hatine çêkirin û cil û bergên xwe yên folklorî li ser wan çêkirine. Ciwanê êzdî her tiştê pêwîst berhev kir, careke din rabirdûya malbata xwe û mîrateya gelê xwe yê Êzidî zindî kir.
Hemdan anî ziman ku ew bi alîkariya malbata xwe hemû cil û bergên kevneşopî yên Êzdiyan yên weke “Şalk Yak Ta” û “Şalke Dou Ta” çêdikin û cil û bergên olî yên pîroz ên oldarên êzdî yên wek “Hrikik û Serca Bab” li xwe dikin. Weke ku tevnvan bi xwe jî dibêje, wî ji Bavê Çavîs re jî cil dirûtiye.
Mixabin ev pîşeya ku mirov dikare weke mîrateya çandî û dîrokî ya gelê Êzidî bihesibîne, ji ber alavên nûjen û bê eleqedariya dewletê ya bi vî warî re, ber bi tunebûnê ve diçe.
Wek Hemdan bi xwe jî dibêje, piştî jenosîda êzdiyan di sala 2014an de, daxwazeke mezin ji bo cilên kevneşopî yên Êzdiyan heye, xort ji Ewropa û Amerîkayê gelek daxwaza van cil û bergan distîne, herwiha di cejn û cejnên olî de daxwaza van cilan zêde dibe.
Werzişka ciwan hêvî dike ku cil û bergên neteweyî yên êzdiyan bibe moda û ne tenê di cejnên rêûresmê de, di dawet û şahiyan de jî li xwe bikin.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 690 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-08-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-08-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-08-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 690 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 81 KB |
| |
28-08-2024 | Aras HisoA.H. |
|
Jenosîda Êzidiyan: Fermana 74an
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Êzidiyên li #Şingal#ê, berê xwe didan ber tavê û rîtuelên baweriya xwe bi vî awayî pêk dianîn lê di 3ê Tebaxa 2014an de roj li wan bû tarî û di vê êşa tarî ya kûr de li benda mizginiya dîtina wendayên xwe ne ku vegerin ROJA xwe.
Di ser komkujiya Şingalê re 8 sal derbas bûn, tevî evqas zeman û salan êşa wê ya li ser #Kurdên Êzidî# hêj derbas nebûye. Di mezintirîn komkujiya sedsala 21an de jin, zarok, pîr û kal tê da bi hezaran Êzidî hatin kuştin. Destdirêjî li jin û zarokên Êzidî hatin kirin. Di salên dawîn de li deverên cuda, gelek gorên bi kom ên Êzidiyan hatin dîtin. Çarenivîsa gelek Êzidiyan jî ku ji hêla DAIŞê ve hatin dîlgirtin, nayê zanîn ka sax in yan mirî ne? Ji ber evqas êşên mezin û 74 caran fermanên li wan hatine rakirin, Êzidiyan xwe wiha didin pênasekirin: “Em, şaxa şikestî ya dara mirovahiyê ne.”
Bi Hezaran Êzidî Didin Ber Guleyan
DAIŞ, (bi navê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê jî tê zanîn) bi armanca belavkirina fîkra Cîhadîst/Îslamîst di 8ê Hezîrana sala 2014an de dikeve bajarê Mûsilê ya ser bi parêzgaha Neynowa ya Iraqê. Piştî vê rûdanê, navçeya Şingalê ya ser bi Mûsilê ku giştiyê niştecîhên wê Kurdên Êzidî ne, dikeve bin metirsiya êrîşa DAIŞê. Civaka Êzidî ku xwediyê bîr û baweriyeke cuda ne, ji ber ferzkirina fîkra cîhadîst a DAIŞê, zêdetir metirsîdar dibin. Ji ber metirsiya êrîşa DAIŞê, li Şingalê nêzîkî 400 hezar Êzidî, warê xwe diterikînin û dest bi koçê dikin. Bi sedan Êzidî jî ji bo ku nekevin destê DAIŞê dema ber bi çiyayan ve bi rê dikevin ji ber birçîtî, nexweşî û tîbûnê jiyana xwe ji dest didin.
4 Gundên Êzidî Bi Soza Kirîvên Xwe Dixapin
Êzidiyên li van 4 gundên di jêr da hatiye nivîsîn dimînin jî bi soza kirîvên! xwe dixapin û koçî cîhekê nakin. Lê mixabin komkujiyên herî mezin li van gundan pêk tên. Şêx Ahmed Caso yê Êzidî ku gundên Koço, Xatimi, Şehwani, Azimi û Gundê Til Kesaba Kevn girêdayî wî ne, beriya DAIŞ bikeve Şingalê li gel Ebu Hamza yê berpirsekî DAIŞê (Erebekî Mûsilî ye) ku beriya bibe endamê rêxistinê dostekî wî yê berê ye diaxive. Ebu Hamza, ji Şêx re soz dide ku “Ti Êzidî dê nekujin, milk û canê wan dê biparêzin.” Li ser vê soza dostê berê (kirîv!) Şêx Ahmed xeber dişîne van 4 gundan da ku kes koçî cîhekî neke. Lê piştî ku çekdarên DAIŞê bi ser gundan da diavêjin, bang li gundiyan dikin ku çi tiştên bi qîmet (zêr, têlefon, kompîtir, pere) di destê wan de hebin, bînin bidin wan û ser de Misilmantiyê jî qebûl bikin. Lê gundiyên Êzidî ev daxwaz qebûl nakin.
Çekdarên DAIŞî, Şêx Ehmed jî tê da, mêr û jinên pîr li deverekê dûrî gund didin ber guleyan û hemûyan dikujin. Cinazeyên wan, kom bi kom diveşêrin.
Di Sedsala 21an De Mirovan Difroşin
Bi hezaran jin û zarok jî bi otobêsan ber bi Telafer û bajarên cuda ve tên şandin. Gelek jin û zarokên Êzidî, bi destê DAIŞê ve li bazarên Raqqa, Telafer, Felûce, Mûsilê tên firotin! Bazirganiya xulaman an go firotina mirovan di sedsala 15an de dest pê kiribû, di sedsala 19an de bi dawî bibû. Lê belê di sala 2014an de ji hêla DAIŞê ve careke din ev rûreşiya mirovahiyê tê kirin.
Hejmara Êzidiyên ji hêla DAIŞê ve hatine dîlgirtin, derûdora 7 hezar kes tên destnîşankirin. Nîvê wan yan bi navbeynkariya saziyên navdewletî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên xelaskirin yan jî bi derfeta xwe ji destê DAIŞê direvin. Piraniya wan jin û zarok, çarenivîsa bi qasî 3 hezar Êzidî hêj nayê zanîn. Ji xeynî kuştina mirovan DAIŞiyên hov êrîşî cîh û mekanên olî jî dikin. Herî kêm 65 mabed, îbadetxane tên talankirin û xerakirin.
Êzidiyên li Şingalê, berê xwe didan tavê û rîtuelên baweriya xwe bi vî awayî pêk dianîn lê di 3ê Tebaxa 2014an de roj li wan bû tarî û di vê êşa tarî ya kûr de li benda mizginiya dîtina wendayên xwe ne ku vegerin ROJA xwe.
74 Caran Fermana Êzidiyan Hat Rakirin
Komkujiya li ser Kurdên Êzidî cara ewil di sala 906an de bi fermana Parêzgarê Mûsilê Hamadanî pêk tê. Wê çaxê hezar malbatên Êzidî, ji ber ku Misilmantiyê qebûl nakin tên qetilkirin. Ev trajediya yekem a li ser Êzidiyan heta 2014an 74 caran dubare bû. Loma komkujiya dawî ya DAIŞê li Şingalê pêk anî, ji hêla Êzidiyan ve wek Fermana 74an tê binavkirin.
Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û 10 welatên cîhanê yên wek Amerîka, Belçîka, Kanada, Hollanda û Almanya tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan, wek jenosîd nas kirine. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wek “Roja Jenosîda Êzidiyan” pejirand. Li Tirkiyeyê Parlamenterê HDP yê Êzidî Feleknas Uca, bi mebesta komkujiya li Şingalê ya ji hêla DAIŞê ve hate kirin wek ‘Jenosîd’ were naskirin, projeyasayekê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir lê heta niha ev daxwaz nehatiye pejirandin.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 2,432 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 12-10-2022 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 12-10-2022 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 2,432 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 86 KB |
| |
12-10-2022 | Evîn TeyfûrE.T. |
|
Kompleksa perestgeha Êzidiyan li Ermenîstanê-projecta çanda neteweyî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
=KTML_Bold=Kompleksa perestgeha Êzidiyan li Ermenîstanê-projecta çanda neteweyî ye=KTML_End=
Perestgeha #Êzidiyan# Tausî Melek û Heft Melek ku di sala 2019 'an de bi însiyatîfa xêrnenas Mîrza Sloyan li gundê Aknaliçê hat vekirin, perestgeha herî mezin a Êzidiyan a cîhanê ye. Ev perestgeh, li gel perestgeha Kuba Sltan Ezdî ya li Gurcistanê, sembola vejîna Êzîdiyatiyê ya li qada piştî Sovyetê ye. Her sal perestgeh ji aliyê bi hezaran Êzidiyên ji welatên cuda ve tê ziyaretkirin. Kompleksa perestgehê ya li Aknalichê hem ji bo Êzidiyan bûye navendeke manewî hem jî ya çandî û perwerdeyê.
Bi demî li kompleksa perestgehê tûrên dibistanan tên kirin û mamoste bi xwendekarên xwe yên Êzidî re tên vê derê. Ziyareta mezarê dike ku ew zarokan bi kevneşopî û dîroka xwe nas bikin, ku hezkirina ji dîn re ava bikin. Xwendekar her wiha gora welatparêzê mezin ê Êzidî Mîrza Sloyan ziyaret kirin, ji bo bîranîna wî rêz girtin.
Wekî din, kompleksa perestgehê ji aliyê Ermenî û nûnerên gelên din ve tê ziyaretkirin, ku ji bo wan mezar û abîdeyên li nava kuçeyê ji bo wan amancên çanda neteweyî ya Êzidiyan.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 468 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-09-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-09-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 01-09-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 468 car hatiye dîtin
QR Code
|
|