کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
فەرهەنگ نامەیا کوردیپێدیا 🆕
هەڤپشکێن مە
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  598,813
وێنە
  126,342
پەرتوک PDF
  22,348
فایلێن پەیوەندیدار
  132,362
ڤیدیۆ
  2,205
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,995
جهـ 
876
پارت و رێکخراو 
67
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
55
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
687
کارێن هونەری 
89
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
916
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,397
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
916
شەهیدان 
3,162
کۆمکوژی 
7,677
بەلگەنامە 
81
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
167
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   هەمی 
283,032
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Huda Rizq: Projeya Osmaniya Nû li welatên Ereban bi binket
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، دیروکا دوهـــی و ئیڕۆ ژبو نەڤیێن سوباهی ئەرشیڤ دکەن!
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Huda Rizq: Projeya Osmaniya Nû li welatên Ereban bi binket
Reportaj Summay

Lêkolînera beşa zanista civakî û siyasî di karûbarên Tirkî û Kurdî de Dr. Huda Rizq got: “Projeya Osmaniya Nû ya bi serkêşiya Erdogan a bi desteka Îxwan El-Muslimîn, li welatên ereban bi binket. #Osmanî# di dema niha de nikare xwe ji nû ve ava bike. Ji ber zeman û dewlet hatin guhertin û cihê îdeolojiya wê di sersala 21‘an de nîne.”
Lêkolînera beşa zanista civakî û siyasî di karûbarên Tirkî û Kurdî de Dr. Huda Rizq ji ajansa me re axivî. Huda di hevdîtinê de destwerdanên dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de û projeya Osmanî ya bi serkêşiya Receb Tayyîp Erdogan a vejandina serdema Osmanî nirxand. Huda diyar kir ku Erdogan destwerdana Sûriyê kir û destek da çekdarên ku piraniya wan di lîsta terorê ya cîhanî de ne û niha li Idlibê ne. Huda got: “Erdogan ditirse ku gelê Kurd hikmetekî xweser li Sûriyê ava bike ku bandorê li Tirkiyê jî bike.”
Hevpeyvîn wiha ye:
-Osmaniyan 400 salan welatên Ereban bi rêve birin, gelo çawa herêm bi rêve birin û çi bi gelê Ereb re kir?
Em nikarin serdema desthildariya Osmanî bi serdemeke tarî bi nav bikin, wekî ku dîroknas îdea dikin. Lê mirov dikare bêje li ser asta siyasî, hindek dewletan, kesayetên siyasî û dîrokî yên cîhana erebî hewl dan di serdema Osmanî de serxwebûna xwe ragihînin. Lê hewldanên wan têk çûn û bi binketin. Ji ber ku Împeretoriya Osmanî desthilatdariya xwe li tevahiya saziyên îdarî yên dewletên Ereban ferz kiribû. Çi li Misrê, Sûriyê, Lubnanê yan jî piraniya dewletên Ereb ên din.
Bêguman hindek tevgeran li dewletên Kendavê û dewletên din li dijî Osmaniyan serî hildan. Lê hemû têk çûn ji ber ku dewleta Osmanî ji aliyê leşkerî ve bi hêz bû û mirîdên wê hebûn. Herêm ji bo berjewendiya Îmapartoriya Osmanî kontrol dikirin.
Lê mirov dikare bêje Împaratoriya Osmanî bi pêşketina têknolojiya dewletên rojavayî bi şoreşa pîşeyî re û li gel paşketina wê ji aliyê têknolojî, leşkerî û bazirganî ve bi binket. Yanî mirov dikare behsa sala 1908`an bike, dema partiya Îtîhad û El-Tereqî (yekitî û pêşketin) herêm hikum dikirin. Wê demê leşker desthilatdarî bi dest xistin û dest bi hemleyek asîmlekirinê ya berfireh li gel hemleya darvekirinê ji her kesê ku banga netewbûnê dike kirin. Sêdare hatin danîn. Ji ber wê mirov dikare vê serdemê bi serdema tarî bi nav bike û vê serdemê zirar gihand dewletên Ereb û alîgirên wê.
-Gelo asta şibandinê di navbera desthilatdariya Osmanî û Erdogan, yê ku hewl dide bi rêya ol xwe weke xelîfe li ser herêmê ferz bike de, çi ne?
Tirkiye ji ber berjewendiyên xwe hewl dide destwerdana Lîbyayê bike. Her wiha dixwaze li Afrîqayê jî cihekî ji hegemoniya herêmî de li ser deryay Sor bigire.
Windakirina projeya Îxwan Muslimîn li Misirê wek şikestinek mezin ji projeya Tirkiyê re tê hesibandin. Ji bo Sûriyê jî opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye desteka wê dike tu serkeftinek bi dest nexist. Lê belê Tirkiyê bê cudahî desteka opozîsyonê kir û ji bo hilweşandina rejîma Sûriyê ew perwerde kirin.
Ev hêzên islamî yên çekdar û komên din ku Tirkiyê desteka wan kir, ketin lîsteya terorê. Lê beşek mezin ji wan hîna li Idlibê şer dikin.
-Tirkiye hewl dide bi awayekî bêtir derbasî herêma Erebî bibe, bi taybet Sûriyê, Lîbya û Sûdanê. Gelo armancên Tirkiyê di vî warî de çi ne?
Di hewldana xwe de ji bo diyarkirina kûrahiya stratejîk wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu ji hizira ku Tirkiyê hêvî dike rolek herêmî bilîze dest bi siyastên xwe yên derve kir. Li ser bingeha hezkirina herêmên ku berê beşek ji Împeretoriya Osmanî bûn ji rojhilatê Deryaya Spî, bakur Afrîqyayê û herêmên di navbera her du çeman de. Ji bo wê dînamîktiya xwe ya civakî û aborî bi kar anî û ji nû ve dest bi avakirina têkîliyên ku berê li ser bingehên dîrokî hatibûn avakirin, kir. Ev têkîlî di serdema bîstan de ji ber hişmendiya Ataturk a ku li ser zanistê û neteweperestiya Tirk ava bûye sîl bûn anjî winda bûn. Ji ber wê Dawûdoglu tekez kir ku tu nakokî di navbera rêgezên ola islamê, demokratîk û nûjenê de tune ye.
Erdogan bi vê mijarê bawer bû û texmîn kir ku bi destpêkirina serhildanan li Tunisê piştre Misirê dikare li her du deveran sponseriya Îxwan Muslimîn bike. Guhertin pêwîst e û ev guhert dê guhertinek hundirîn be lê bi sponseriya Tirkiyê be. Tirkiye dikare bi rêya desteka Îxwan Muslimînan vegere herêmê û bi vê yekê dibe ku bibe nimune. Li ser heman nimuneyê Tirkiyê destwerdana Sûriyê kir û Bihara Ereban bi kar anî. Da ku têkîliyên xwe yên navdewletî xurt bike û ji DYE û Yekîtiya Ewrupayê re tekez bike ku rolek di aramiya herêmî de dilîze.
Xuya dike ku Receb Tayyîp Erdogan bi vê rolê bawer dikir û ew rol bi kar anî heta ku kongreya opozîsyona Lîbyayê li Stenbolê hemêz kir. Ev opozîsyon ji serokê demkî yê Lîbyayê pêk dihat. Di destpêka bûyerên Lîbyayê de Erdogan destwerdana NATO`yê şermezar kir. Lê piştre helwesta xwe guhert û bû piştgirê operasyona Lîbyayê. Wê demê Dawûdoglu çû Lîbyayê û bi rêveberiya opozîsyonê re li Bangazî civiya. Dawûdoglu diyar kir ku divê rejîma Lîbyayê were guhertin û Îxwan Muslimîn li şûna Mumer El-Qezafî welêt bi rêve bibe. Destpêka hewldanê ji Lîbyayê bû da ku projeya xwe ya Îxwanî derbasî Misir û Sûriyê bike û heta destwerdanî Tunisê bike. Erdogan hesiband ku bi rêya Îxwan Muslimîn dikare herêmê kontrol bike.
-Erdogan hewl dide doza Filistînê bi kar bîne û xwe wek parêzvanê cîhana Erebî û islamî nîşan bide. Ruxmî lihevkirinên wî bi Israîlê re. Gelo çawa Erdogan doza filistînî bi kar tîne û çi jê qezenc dike? Gelo dijminahiyek rastîn di navbera Tirkiyê û Israîlê de heye an ne?
Bêguman doza Filistînê ji serokkomarê Tirkiyê Erdogan re bû armanc, ji ber ku yek ji hîmên sereke yê herêmê ye. Erdogan girîngî da rola xwe û rola di Filistînê de weke sîwanek sunî sereke ji hêzên islamî re û got ew lîwayê hevsengiyê radike û ev veguhertin di siyasetê de bi kar anî. Tevî ku di dostaniyek stratejîk de bi Israîlê re bû. Lê xwe wek muxalifek sereke ji siyaseta Israîlê re li hemberî Xezayê ji dawiya 2008`an ve diyar kir. Piştî ku îtîraf bi tevgera Hemas û mafê wê di deshilatdarî û danûstandinan de kir.
Erdogan bi hindek tevgeran rabû. Bi rêya wan xwest ji filistîniyên Ereb re bêje ku ew ji dewletên Ereb bêtir desteka doza Filistînê dike. Tirkiye yan jî AKP dibîne ku ew destekkarê herî mezin ê doza Filistînê ye. Bi vê yekê em dizanin ku desteka doza Filistînê dihêle Erdogan veguhere lîderekî li pêşiya hindek dewletên Ereban. Nabe ku em ji bîr bikin ku hindek dewletên Ereb dev ji vê rolê berdan. Lewra Erdogan xwe weke alternetîvê islamî li şûna wan dewletan ên ku banga mafê Filistînê dikin, dihesbîne. Hemû dizanin ku doza Filistînê di cîhana Ereb de girîng e. Lewra dema lîderek musliman bang li mafê Filistînê dike texmîn dike ku ew dikare dewletên ku alîkariya filistîniyan nakin yan jî herî rast ên ku dixwazin têkîliyan bi Israîlê re ava bikin, tewanbar bike.
Tirkiyê di Bihara Ereban de weke ku dibêje divê roleke wê ya herêmî hebe û divê dewletên din bi rola wê îtîraf bikin. Ji ber ku dewletek bi hêz e, xuya bû. Helbet dema Erdogan çû NY`î û got divê zêdetirî 5 dewlet ji dewletên meclisê musilman bin. Erdogan xwest bibêje Tirkiye dewletek bi hêz û herêmî ye. Dikare rolek mezin di herêma erebî de bilîze. Bi taybet ew bawer dike ku dewletên Ereb zaîf in û pergalên wê ne demokratîk in. Lewra tevlî tevahiya şerên li herêmê rû dane bû. Lê projeya wî ya mezin li Misir, Sûriyê û Lîbyayê bi binket. Her wiha li Sûdanê jî piştî hilweşîna rejîma El-Beşîr, meclisa leşkerî û hêzên azadiyê yên ku dixwazin rejîmê biguhêrin hene. Ji ber wê îro em dibînin ku Erdogan tenê li Sûdanê helwesta tameşevan û mudexeleker nîşan dide. Mudexeleker tê wateya ku ew dixwaze rola xwe di mudexeleya Sûdanê de biparêze. Lê helbet nikare bi awayekî eşkere mudexele bike. Ji ber ku rûdanên li Sûdanê rû didin derketin e. Eger nakokî hebe dê nakokiyek Erebî Erebî be li ser aliyê ku destê xwe di pergala nû de dirêj bike.
Receb Tayyîp Erdogan hîna li van herêmên Ereb li ber xwe dide û destê xwe danî ser herêmên Efrîn, Cerablus û hindek herêmên Sûriyê yên din. Li wan herêman xebatên ji nû ve hindek rêyan çêdike, avahiyan ava dike. Hegemoniya xwe li van herêman belav dike û li Cerablusê dîroka Tirkiyê dixwîne. Lewra mirov dikare bêje ew hêviya xwe ji Sûriyê qut nekiriye û îdia dike ku şerê YPG`ê bike û ditirse ku Kurd xweseriya xwe bi dest bixin. Di dawiyê de dibîne ku eger Kurd xweseriya xwe bi dest bixin dê bandorê li Tirkiyê bike. Em bûyerên ku di sala 2015`an de di navbera Partiya Gelan a Demokratîk û AKP û piştvanên Partiya Karkerên Kurdistanê de rû dane dizanin. Erdogan ew bi parçebûnê tewanbar kirin. Lewra Tirkiyê îro li Sûriyê ye û hîna Erdogan desteka hindek tevgerên çekdarî li Idlibê li gorî lihevkirinên wî bi Rûsyayê re, dike.
Nabe ku em nîqaşa Erdogan di konferansa Davos a sala 2009`an de ya girêdayî şerê li ser Xezayê û êrîşkirina Israîlê ser keştiyên şikandina dorpêçê yên Tirk di 31`ê Gulana 2010`an de ji bîr bikin. Di wan êrîşan de hemwelatiyên Tirk li ser keştiya Mermera hatin kuştin. Li ser wê Erdogan bi awayekî dubarekirî dest bi rexnekirina siyaseta Israîlê li dijî Xezayê û kiryarên wê bi terora dewletê wesifandin. Ruxmî ku têkîliya Tirkiyê bi Israîlê re baş in û têkîliyên wê yên bazirganî qut nebûn.
-Gelo çi ji gelê Ereb tê xwestin da ku li hember xeteriya Osmaniya nû bisekine?
Tirkiye hîna li gorî rêgeza Osmanî ye û ez dibînim ku ev proje bi binket. Ev bikeftin bi têkçûna Îxwan Muslimîn li Misirê û şoreşa Hezîrana 2013`an de destpê kir, çêbû. Her wiha li Sûriyê jî Îxwan bi serneketin. Lê Lîbyaya hîna desteka Îxwanan dike, lê nakokî hîna berdewam e. Helbet El-Beşîr bi binket ê ku Tirkiyê hewl da bi rêya wî dest deyne ser giravekî xwe li wir û bargehek leşkerî li ser ava bike. Em nizanin dê têkîlî niha bi desthilatdariya ku meclisa leşkeri, tevgera azadî û guhertinê bi rêve dibin çawa be. Gelo dê Tirkiyê bi têkîliyên xwe yên mîna ku bi El-Beşîr re bûn, bidomîne yan na?
Em dikarin bêjin ku rewşa Tirkiyê ya hundirîn êdî nahêle Receb Tayyîp Erdogan carek din bi macerayan mîna ku li welatên Ereban kirine, bike. Ji ber ku li van dewletan bi binket, piştî ku siyaseta wî bi cîhana erebî û herêma Rojhilata Navîn re bê pirsgirêkên bûn.
Îro li Tirkiyê sûkên girtî û welatên li ser hatiye girtin hene. Ew jî nikare mîna berê vegere, tenê eger dest ji van projeyan berdan û venegerî hundirê Tirkiyê. Lewra ez dibêjim projeya Osmaniya Nû bi awayekî şerpeze bi binket. Êdî derfet tuneye ku were bibîrxistin. Tenê mirov dikare bêje hewldanek ji hêla Tirkiyê ve hebû ku bi rêya AKP`ê bi projeya xîlafeta Osmanî veger herêmê. Ev proje çawa berê bi binket nikare xwe di vê pêvajoya heyî de jî dubare bike. Ji ber ku dem û dewlet hatine guhertin cihê edeolojiya wê di sersala 21‘an de nîne.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 649 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
بابەتێن پەیوەستکری: 14
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 28-07-2019 (7 سال)
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: سووریا
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: رامیاری
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: لێکۆڵینەوە
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
خودانێ ڤی بابەتی مافا وەشانێ بابەتی دانە کوردیپێدیا، سوپاس!
کوالیتیا ڤی بابەتی: 98%
98%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆئـ.ح.) ل: 14-04-2025 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلاس.ک.) ل : 18-04-2025 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلاس.ک.)ڤە: 18-04-2025 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 649 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
زێدە

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 1.344 چرکە!