کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
فەرهەنگ نامەیا کوردیپێدیا 🆕
هەڤپشکێن مە
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  599,033
وێنە
  126,378
پەرتوک PDF
  22,356
فایلێن پەیوەندیدار
  132,473
ڤیدیۆ
  2,205
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,013
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,609
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,098
عربي - Arabic 
46,389
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,783
فارسی - Farsi 
17,415
English - English 
8,610
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
366
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,999
جهـ 
876
پارت و رێکخراو 
67
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
55
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
687
کارێن هونەری 
91
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
916
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,397
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
916
شەهیدان 
3,163
کۆمکوژی 
7,701
بەلگەنامە 
81
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
167
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
2,594
PDF 
35,183
MP4 
4,313
IMG 
241,165
∑   هەمی 
283,255
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Dagirkeriyê 21 milyon dar birîne û 9 hezar kes revandine’
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زانیاری یێن کوردیپێدیا ل هەمی دەم و جهێکیە و بو هەمی دەم و جهانە!
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dagirkeriyê 21 milyon dar birîne û 9 hezar kes revandine’
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk û komên çete ji destpêkirina dagirkirina #Efrînê# ve heta niha 21 milyon dar birîne û 9 hezar welatiyên resen bin çav kirine. Herwiha Şêxo dest nîşan kir ku dagirkerî nahêle welatî berhemên xwe rakin û budceyên mezin li ser wan ferz dike.
Nakokiyên di navbera komên çete de, binpêkirinan dide encamdan
Tevlîheviya ku dewlteta Tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de, pê re jî pevçûna di navbera komên çeteyan her û her di rojevê de ye, piraniya caran bi zanebûn tên kirin. Gelek komên çete li piştperdeya van pevçûnan disekinin, ji ber ku hin ji wan koman serwer dibînin ku eger êrişên bejayî yên Tirkiyê çêbibin wê ew bêbandor bimînin. Encam jî ew e ku pilanên dewleta Tirk a dagirker di piratîkiyetê de pêk tên, pê re jî binpêkirin û sûncên şer ên dijmirovî rûdidin. Şer û pevçûna domdar di navbera Cebhet Elnusra û çeteyan de ye , bi taybet koma Ehrar Elşam. Cebhet Elnusra jî hêzeke mezin û bingehîn e ji bo dagirkeriya Tirk. Şer û pevçûna di navbera komên çete û Elnusra de çêdibe, bi pilangêriya Tiriyê û mîta wê ye. Eger komeke ji komên çete, ne li gorî ferman û pilanên dagirkeriyê tevgbigerin, wê Elnusra weke amûreke zextê li hemberî komên din were bikaranîn. Li hêleke din jî bi sedema dizî û wêrankirina mal û milkên welatiyên resen ên herêmên dagirkirî, şer di navbera çeteyan de çêdibe.
Human Raghts Watch kiriyarên dagirkeriyê bi belge kirin
Berî çend mehan Saziya Navnetewî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) raporek têkildarî binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî dike, belav kir. Raporeke berfireh bi 75 rûpelên belgekirî girêdayî rewşên weke revandin, binçavkirina bêsedem, îşkencekirin û tundiya cinsî, bû. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku ev binpêkirinên dijmirovî ji hêla komên çete mîna Cêş Elwetenî ve hatine kirin. Cêş Elwetenî jî bi destên dewleta Tirk a dagirker di 2018’an de hatiye damezirandin. Rêxistina Watch tekez kir ku ev kom bi serweriya Mîta Tirk rasterast komkujiyan pêk tîne. Heman rêxistinê bi belgeyan dest nîşan kir ku binpêkirin di derheqê welatiyên resen û milkên wan de hatin kirin. Di heman demê de rewşên talankirin û wêrankirina berfireh ji mal û milkên gelên herêmên dagirkirî re çêbûn.
Derbarê kiryarên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji rojnameya me re axivî.
‘Nakokiyên di navbera komên çete de ji ber pereyan e’
Şêxo da zanîn ku şerê di navbera komên çete de çêdibe ji ber budceyên ku her komek li ser welatiyan feriz dike ye û wiha axivî: “Nakokiyên di navbera komên çete de, ne ji ber sedemên îdiyolojîk û mezhebî ne, lê belê ji ber dabeşkirina budceyan e. Ji ber budceyên ku li ser darên zeytûn, guvaştgeh, kargeh û deriyên sînorî dikevin, şer di navbera wan de rûdide. Di encama van şeran de jî şêniyên resen rastî astengiyên jiyan dibin. Jiyan li wan herêman dibe mîna sîstema daristanê, kesê hêzdar ê bêhêz dixwe û hemû kiriyar jî di bin serweriya dagirkariya Tirk de pêk tên. Binpêkirin di çarçoveya mêtengariya madî yan jî koçkirina bi darê zorê de pêk tên. Ji ber vê yekê em dibînin ku piştî binçavkirina kesekî/ê ew ji malbata wî an wê, li hemberî biryara berdanê jî pereyên gelek dixwazin. Tewana binçavkirinê jî hertim amade ye, ew jî ku bi Rêveberiya Xweser an jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) re têkildariyê dike.”
‘Dagirkeriyê 21 milyon birîne û 9 hezar kes revandine’
Ibrahîm diyar kir ku dagirkeriya Tirk û komên çete heta niha 9 hezar kes bin çav kirine herwiha 21 milyon dar birîne û wiha got: “Birîna daran û xerakirina daristanan jî yek ji rêbazên binkirinan e, di encamê de 21 milyon darên ku li ser 39 hezar hektaran hatine çandin, hatin birîn. Armanca dewleta Tirk ji birîna daran jî ew e ku kampên mêtingeriyê ava bike. Hejmara kampên mêtingeriyê di dema heyî de 45 in, da ku pêla koçberkirina kesên ku hîna li ser axa xwe mane zêde bibe, hîna jî kiryarên birîna daran û avakirina kampên mêtingeriyê berdewam in. Li nik vê yekê jî ji destpêka dagirkeriyê ji sala 2018’an li ser Efrînê heta niha zêdetirî 9 hezar rewşên revandin û desteserkirinê çêbûne. Ji wan hezar jin û bi sedan zarok hene ku gelek ji wan bi berdêla bi hezaran dolaran hatine berdan. Li gorî yasaya Romayê ya sala 1998’an û madeyên 6-7-8, ev hemû binpêkirin jî dikevin çarçoveya tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer.”
‘Dagirkerî û komên çete nahêlin welatî berhemên xwe rakin’
Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo dest nîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin ku welatiyên resen berhemên xwe rakin û wiha domand: “Kesên li wir bi cih bûne û komên çete dest bi diziya berhemên welatiyan kirine. Herî zêde komên weke Elhemzat û Emşat şêniyên resen ên ku dikevin bin serweriya wan de ne, li hev kom kirin ji bo ku budceyan li ser wan ferz bikin. Lewma jî li ser her dareke deverên çiyayî 8 dolar hat destnîşankirin û ji bo her dareke deverên deştî 30 dolar hat ferzkirin. Cêş Elwetenî bi hemû cureyên dijmirovî binpêkirinan di derheqê welatiyên resen de pêk tîne, di serî de gelê kurd li Efrînê. Herî dawî ji van binpêkirinan, ew bû ku komên çete pereyan li ser jêkirina berhemên zeytûnan distînin û ev yek jî ji 15’ê Cotmehê dest pê kir. Komên çete dest bi daneheva budceyan ji welatiyan kir berî ku berhemên xwe rakirin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,693 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 26-01-2025
بابەتێن پەیوەستکری: 55
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 06-11-2024 (2 سال)
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: رۆژئاوای کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: رامیاری
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: لێکۆڵینەوە
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
خودانێ ڤی بابەتی مافا وەشانێ بابەتی دانە کوردیپێدیا، سوپاس!
کوالیتیا ڤی بابەتی: 98%
98%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆئـ.ح.) ل: 26-01-2025 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلاس.ک.) ل : 28-01-2025 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلاس.ک.)ڤە: 28-01-2025 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,693 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
زێدە

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.719 چرکە!