Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah #Ocalan#, Hunergeha Welat strana “Serok” ji nû ve saz dike ku ji aliyê Koma Agirî ve li Helebê sala 1991`an hatiye derxistin.
Ji bo balê bikişînê ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Hunergeha Welat strana “Serok” careke din derdixe û dê klîbekê jî jê re were çêkirin.
Hunermend Delîl Mîrsaz li ser mijarê got: “Strana Serok straneke kevn e ku Koma Agirî ya Helebê sala 1991`an çêkiriye. Di dîroka têkoşîna me de ev strana yekemîn e ku li ser rêber Ocalan hatiye çêkirin. Em jî hewl didin vê stranê careke din belav bikin.”
Der barê stranê de Mîrsaz got: “Gotinên vê stranê ji aliyê nivîskar Dilsoz ve hatine nivîsandin. Em hewl didin rengê stranê nû bikin.”
Delîl Mîrsaz diyar kir ku stran dê ji aliyê 12 hunermendan ve were gotin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke mirov bixwaze tiştekî pênase bike û rastiya wê derxe, divê vegere bingeh, sazûmaniya wê ya destpêkê. Heke em venegerin dîrokê, em nikarin bigihîjin zanînê.”
Têkildarî peyama wan ji vî karî, Delîl Mîrsaz got: “Hêzên hegemonîk hewl didin rêber Ocalan di aliyê bedenî de tecrîd bikin. Bi rêya stranên wiha, em dixwazin balê bikişîn ser ku ew nikarin rêberê me ji me dûr bixin. Wî ji me re fikrê xwe pêşkêş kir û rê nîşanî me da.”[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 4,399 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!