کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  582,467
وێنە
  123,323
پەرتوک PDF
  22,038
فایلێن پەیوەندیدار
  124,592
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,136
جهـ 
828
پارت و رێکخراو 
58
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
40
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
627
کارێن هونەری 
16
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
21
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
913
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,385
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
863
شەهیدان 
2,621
کۆمکوژی 
6,962
بەلگەنامە 
73
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
162
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   رێژە 
271,882
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Hevpeyvîna bi rewșenbîr, nivîskar û mamosta Pîr Xidir Silêman ra
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
خانمێن کوردیپێدیا، ئێش و ئازار و سەرکەتنێن ژنێن کورد ل داتابەیسا نەتەویی، سەردەمیانە ئەرشیڤ دکەن..
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kemal Tolan û mamosta Pîr Xidir Silêman
Kemal Tolan û mamosta Pîr Xidir Silêman
Kemal Tolan- berhevkar û xemxwarê Êzdîtiyê
(hevpeyvîn heta niha li tu cîyan ne hatiye weșandin)
Belê ev hevpeyvîna ku min li ser nasîna kesayetî, bîranîn, nȇrîn, pirsgirêk û parastina Êzdîtiyê, di 24.01.2010 de li „Mala Êzdiyan Oldenburg“ê bi rewșenbîr, nivîskar, mamoste û pîrekî me Êzdiyan yê gelekî hȇja Xidir Silêman ra tomarkirî, heta niha bi dîmen û deng pê ve di ti berhem/medyayekê de ne hatiye weșandin.
Birêz mamoste Pîr Xidir tû dikarî ji me ra bibêjî, ka nav û paşnavên we çine?
-Ser çavan mamoste Kemal, tû jî karekî pîroz li ser warê Êzdînasînîyê dikî.
Ez Xidirê Pîr Silêman sala 1952 yê li Êsifnê ya li ser qeza Şêxan ji dayîk bûme.
Pîrê min, gava yek ji te bipirse, dîn û tarîqata te çiye tû yê çi bersivê bidiyê?
-Ez bi serfirazî bibêjim, weke min ji bav û kalan xwandiye, ez Êzdî me û ji çîna pîrê Cerwan im. Pîr Cerwan pîrê Şîx Adî bû.
Mamoste zimanê we yê dayîkê çiye?
-Zimanê me, zimanê dînê me ye û em bi zimanê kurdiya zaravayê kurmancî dipeyîvin.
Pîrê min, tû bawerdikî ku zimanê kurmancî yê Êzdîtiyê ye?
-Belê, kurmancîya jorîn diyalektê Kurdî yê herî mezine. Tevaya Qewl, beyt, diha û drozên me bi vî zaraviyê kurmancî ne.
Pîrê min, miliyeta te çî ye?
-Eşkere ye em Kurd in, kurmanc in.
Navê cîh, war yanî welatê we çî ye?
-Em ji qeza Şêxan ya nêzîkî Lalişê, ku li başûrê Kurdistanê û dibêjinê Kurdistana Iraqê ne.
Pîrê min tû dikarî mînakeke acsiya ku, ji ber berxwedanên we yê Êzdînasînê û lêkolînên li ser Êzdiyatiyê hatiye serê we ji me ra bibêjin?
-Bi rastî gelek tengasî hatine serê min, bes ez hergav ji xwe ra dibêjim, bav kalê me ev dîna û zimanê şêrîn bi xwîna serê xwe ji bo me parastine. Tiştê ku ez gelekî pê tengavbûm, wextê min xwast qewl, diha û beytên Êzdiyan dokument bikim û binivîsinim, dîndar û sûmbilêt me astengî ji bo min çêdikirin, digotine min, na gunehe û min pirtûka xwe di sala 1979 de li Bexdayê çapkir, ez gelekî pê acisbûm.
Wextê me centerê Laliş li Duhokê damezirand, dîsa gelek Êzdî, dîndar û sûmbilêt me pê acisdibûn. Lê niha ev zentra karê xwe yê rewşenbîrî, dînî dimeşîne û ez pê serfirazim.
Mamoste li gor dîtina te, merivê çawa bikaribe ji van gelek pirsgirêkên me Êzdiyan yên ku niha hene ra xwedî derkeve?
-Ev babetekî dirêje. Eşkereye Êzdî ji ber cora ji herêmên cûda cûda yên Êzdîxanê û Kurdistanê derketine. Ev ê hatine li hêra Ewrûpa, tabetmendiyên pirsgirêkên wan hene. Ez bi xwe weke Pîr Xidir dibînim, eger em ji wan bîr, bawerî, urf û adatên ku bav û bapîrên me bi xwîna serê xwe û li ser singa parstine ra xwedî dernekevin, mixabin wê hinda bibin. Lewma divê em rewşenbîr jî li her welatê em lê xwe biguncînin. Ji bo ku nifşê me yê nû, li Êzdiyatiyê bi şanazî, zanistî li ziman û kulturê xwe xwedî derkevin, em ne bi şêweyekî kilasîk û hişk bin.
Pîrê hêja, li gorî dîtina te Êzdîxan welateke, mileteke anjî navê ciyekî erdnîgariyê ye?
-Êzdîxan peyveke bi Kurdî ye dêrîndere. Êzdî weke xelq, xan jî weke cîh e. Ev zarava ji kevnde hatiye bikarînan, ji bo ew ciyê ku Êzdî lê akincîbûn. Welatê Êzdiyan perçeyek ji yê Kurdistanê ye.
Ji bo çi heta niha jî di beyta Şerfedîn de tê gotin,
„Cewabê bidine Kurdistanê,
bila qayînkin îmanê,
Şerfedîn Mîre li dîwanê„
Di vê sebeqê de jî xwanêdibe ku, Êzdîxan perçeyeke ji Kurdistanê.
Birêz Pîr Xidir, tû dikarî ji kerema xwe cardinê ji me ra cûdetiya di navbêna peyva Êzdîxan û Kurdistanê de çiye zelal bikî?
-Min got, Êzdîxan û Kurdistan dû peyvên Kurdî ne, berî salan.
Êzdîxan yanî ew ciyê ku Êzdî lê akincîn e. Welatê Êzdiyan
Kurdistan, Kurd milete û stan cî, war û welat e. Yanî Welatê Kurda. Êzdî pişkeke resenin ji miletê Kurd. Êzîdxan jî perçeyeke ji welatê Kurdistanê.
Ev jî di beyta Şerfedîn de hatiye gotin,
„Cewabê bidine Kurdistanê,
bila qayînkin îmanê,
Şerfedîn Mîre li dîwanê„
Hinek jî dibêjin:
„Cewabê bidine Êzdîxanê,
bila qayînkin îmanê,
Şerfedîn Mîre li dîwanê„
Niha weke dûriyek peyda dibe, evên dibêjen, „Cewabê bidine Kurdistanê, ….“ hinek Êzdî xwe acisdikin, dixwazin Êzdiyan ji Kurdan veqetîni û dibêjin, „cewabê bidine Êzdîxanê……..“.
Bi dîtina min, ev nêrîna ne wisaye. Ew Êzdiyên me yên ku piçekî hişk dibêjin, „cewabê bidine Êzdîxanê……..“ û nebêjin „Cewabê bidine Kurdistanê….“ ew xeletin.
Êzdîxan perçeyeke ji Kurdistanê, dilê Kurdistanê ye. Laliş bûka Kurdistanê ye. Her dû peyv hev tamam dikin. Ez xelqê Şêxan, bajarê Êsifnê me, ez carkeê ji Êzdîxanê û Kurdistanê me. Yanî herdû nêrîn jî yek mahne ye.
Gelek ji me Êzdiyan baweriya xwe bi ziman û kulturê xwe hene. Li gel rewşenbîr û siyasetmendarên Kurdantim bi serfirazî gotine, em Êzdî ne. Me xizmeta ziman, çand û kultura Kurda ya dêrîn kiriye. Em ji yek dînê kevnar yê miletê Kurdin.
Di van salên buhûrî de nêzîkî milyonek û nîv Kurd ji ber kotekî û zoriya dewleta Osmaniyan welatê xwe terkirine, çûne Rusatê, Ermeniya û Gurcistanê. Di nav wan milyonek û nîv Kurdan de nêzîkî 21 hezar Êzdî hebûn. Urf, adat û dînê wî 21 yek hezar Êzdî li nik hinek Kurdan ne bi zimanê dînê wan bû. Piraniya van Kurdên ku wisa difikirîn, di nav Gurcan, Azerî û hwd. di rêya dîn û zewacê de heliyan, ziman û çanda xwe ji bîrakirin. Lê Êzdî, ew ê ku sêwî çûne wêderê, ji ber ku dînê wan bi zimanê wan bû, gelek zaneyên weke Erebê Şemo romannivîs, folklornas weke Heciyê Cîndî û hwd. jê peyda bûn.
Wekî dinê jî bi çend dehan Mîrekên Kurdan hebûn û niha tenê navên hinekan ji wan man e. Lê mîrgeha Êzdiyan hîn weke xwe maye. Çima? – Çinku dînê me hêla em ax û zimanê xwe ji bîranekin, em pîroziya ax û eslê xwe ji bîranekin…
Ciyê ji bo me Êzdiya yê herî pîroz Laliş heye. Axa li vê Lalişa Nûranî bi ava kaniya sîpî hatiye sitrayî. Li her deverê di berîka Êzdiyan de weke symboleke pîroz têye parastin. Li nik me Êzdiyan axa Kurdistanê û Laliş ku kilîta Kurdistanê ye, hêjî ji her ciyî pîroztire. Zimanê Kurdî jî zimanê me ye, em şanaziyê pê dikin. Lewma qewl û beytê me jî bi vî zimaniye. Ji bo vê yekê, ji ber ku kultur û dînê me di xizmeta zimanê me de ye, ferze ku em Êzdînasîn û Kurdîniyê ve mijulbikin. Êzdiyatî di hundirê Kurdiyatiyê de dixemile. Di her dereke perçeyekî Kurdistanê de rihetî û demokrasî hebe, Êzdiyatî jî li wê derê bixemile. Niha jî mînak, başûrê Kurdistanê ku eva çend saleke nîvserbuxwiyeke lê heye, Êzdiyatî jî li wirê xemiliye.
Sihet xweş Pîrê min, li gor dîtina te, ziman tenê dikare olê bide xwedîkirin? Mînak, ku hinek zimanê xwe ji bîrabikin û bibêjin, em Êzdî ne, em dikarin wan Êzdî bihesibînin?
-Weke em dizanin, çend fakterên ku hebûna miletekî didine naskirin hene:
1-Erd, 2-Ziman, 3- Kultur û birewarî, 4 – Hest û şewrî.
Ferqa Kurdên Êzdî û Kurdên busilman.
Kurdên Êzdî ev herçar fakterên di xizmeta xwe de pêkînane. Lewma min got, lîder û rewşenbîrên Kurdan jî wisa fqebûldikin, ku Êzdiyatî koka Kurdîniyê ye û Êzdî Kurdên resenên.
Mixabin niha carna jê rastî, mefêata polîtîkî û şexsî hatiye tevlîhevkirin.
Rastiyeke dîrokî heye, em Êzdî nikarin bêjin, em ne Kurdin. Em Êzdîne û dînekî me yê cûde heye. Em ji dîyanetekî Kurdistanê herî kevnin, ziman û netewa me Kurdî ye.
Ew ê dibêje, ez ne Kurdim, ew ji hewildanên siyasî ne û dibêje zimanê min Êzdîkiye. Bavkalên me beriya partiyên siyasî hebûn digotin, em Kurdin û Kurmancin.
Malî ava Pîrê min. Pirsa min li ser pêşerojê bû û ez di wê baweriyê de me ku, zarokên me yên di rewşa civakeke nû de, wê ne weke me yên îro bi Kurdî bizanibin û Êzdiyatiya hingê wê ne bi zimanê Kurdî be. Gelo ev hizra min dirûste?
-Belê ez ê dubare bêjim, Êzdiyatî weke bîr bawerî û dîn faktereke ji wan faktorên min jimartiye. Belkî Êzdiyatiya li vir di nav teknolojiya pêşketî de, ne weke ya ser dema berê be. Le Êzdiyê li van walata bixwaze dikarin kultur û dînê xwe li gel zimanê duyê, di nav van malên Êzdiyan de biparêzin…
Başe gelek spas ku te wextê xwe ji bo vê hevpeyvînê veqetand û xizmeta te qebûl be rewșenbîr, nivîskar û mamostê Êzdiyatiyê yê gelekî hȇja Pîr Xidir Silêman!
-Gelek spas ji bo keda te jî mamoste Kemal !
Riataza[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,564 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://krd.riataza.com/
بابەتێن پەیوەستکری: 2
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 02-11-2022 (3 سال)
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ئەدەبی
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ ) ل: 02-11-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 03-11-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 02-11-2022 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,564 جار هاتیە دیتن
QR Code
فایلێن پەیوەست کری - ڤێرشن
جور ڤێرشن ناڤێ تومارکەری
فایلا وێنەیی 1.0.146 KB 02-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
  بەلاڤوکێن کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.188 چرکە!