Navê pirtûkê: Koçekê Derewîn
Navê nivîskar: #Erebê Şemo#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Belkî
Erebê Şemo-Koçekê Derewîn
Erebê Şemo ev şano 1930’yî de nivîsiye; di ser çapa wê ya yekem re 84 sal derbas bûye ku heta niha ev şano ji bilî çapa wê ya yekem a li Ermenistan-Rewanê wekîdin çap nebûye û derneketiye ser rûyê erdê. Ev şano berî romana wî ya yekem “Şivanê Kurmanca” bi pênc salan hatiye nivîsîn. Şanoya “Koçekê Derewîn” di Kurdî de duyem şanoya bi Kurdî ye; ji ber vê yekê ev şano qels be jî teqlît be jî teksteke girîng e, di vê şanoyê de şînhatina pênûsa Erebê Şemo û pêkhatina pexşana Kurdî tê şopandin.
Peyva “koçek”ê rengdêreke hiyerarşiya dînî ye, ji kesên ku ji “şêx”an nizmtir û ji “şofî”yan bilintir re “koçek” tê gotin; koçektî di navbera şêxtî û sofîtiyê de meqamekî olî ye. Di vê şanoyê de hedefa Erebê Şemo dîndarekî derewîn e; Şemo di vê şanoyê de rûyê dîndarekî derewîn eşkere dike, sextekarî û derewên koçekekî deşîfre dike.[1]
تێبینی : ئەڤ پەرتوکە بێی فایلا PDF ە ، هیڤییە هاریکاریا کوردیپیدیا بکە ژ بو ب دەست ڤە ئینانێ ! ڤرێکرنا پەرتوکێ ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,574 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!