Li gorî agahiyên çalakvanên Saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR komên çekdar ên girêdayî çeteyên (Firqet El Hemza) ya girêdayî dewleta tirk li #Serêkaniyê# jî dest bi birîna daran kirine. Çete daran dibirin û ji bo wekî êzingên zivistanê bifiroşin li cihekî kom kirine.
Ji aliyekî din ve SOHR’ê di 21’ê meha borî de jî dabû xuyakirin ku çeteyên (Ceyş El Islam) dest danîne ser mal û milkê welatiyekî êzidî. Ev welatî tevî hemû hewldanan nikaribû ku mal û milkê xwe ji destê çeteyan bigire. li gorî heman çavkaniyê çeteyan ji vî mirovî xwestiye ku 150 hezar dolarî bide wan ji bo ku ji nava mal û milkê wî derkevin. Hêjayî gotinê ye ku ev mal û milk behsa wî tê kirin 750 donim erde.
Hêjayî gotinê ye ku li seranserê axa #Kurdistan#ê xweza tê talankirin, bi salane ev qirkirin û talan li dijî xwezaya Kurdistanê tê kirin. Berê bi şewatê ev qirkirin pêk dihat lê di van salên dawî de xwezaya Kurdistanê bi birîna daran tê kirin. Her wiha li her deverê ew kirine mijareke rentê û wan daran êdî wekî êzing difiroşin. Li Bakurê Kurdistanê talankirina xwezayê bi destê cerdevanan
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,685 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!