Li Tirkyeyê îro bi awayekî fermî dibistanan dest pê kir. Wekî her sal #HDP# jî di nav de gelek saziyên sivîl li gelek bajaran daxuyanî belav kirin û xwestin #zimanê kurdî# bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Li Wanê 24 partî û saziyên sivîl li Kuçeya Hunerê bi pankarta li ser Ziman kirdeya hest û ramanê e, em perwerdehiya bi kurdî dixwazin hatin ba hev. Mebûsa HDP'ê Muazzez Orhan jî di nav de, girtiseyê diruşma Bê ziman jiyan nabe bilind kir û daxuyanî xwend.
Li Cizîrê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Mebûsê HDP'ê Hasan Ozguneş û gelek kesên din beşdar bûn.
Li Rihayê li ber Ahmet Bahçivan İŞ Merkezi gelek kes hatin ba hev. Mebûsên HDP'ê Ayşe Surucu û Omer Ocalan jî di nav de girseyê daxuyanî belav kir û banga rawestandina asîmîlasyonê kirin.
Li Enqereyê rêveberên HDP'ê û yên DAD'ê (Komeleyên Elewiyên Şoreşger) li ANKA-DER'ê daxuyanî belav kirin.
Li Mûşê mebûsa HDP'ê SEvin Coşkun jî di nav de komek HDP'î li ber avahiya HDP'ê hatin ba hev û daxuyanî dan.
Li Dortyola Hatay rêxistina HDP'ê li avahiya xwe daxuyanî belav kir û got, Niha dem dema xwedîlêderketina ziman e.
Li Dêrsimê li Kuçeya Hunerê bi pankarta Ma perwerdehiyê zonê kirmanckî wazenime komek HDP'yî hatin ba hev û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin.
Li Mersînê jî li gelek cihan HDP'yê çalakiyên ji bo ziman li dar xistin, li hin cihan bi awayê sembolîk dersa kurdî hat dayîn.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,045 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!