Lijneya Xelatên Bînerên Direklerarası encama nirxandina lîstikên sezona 2021-2022an eşkere kir. Lijneya Bînerên Direklerarasi li gelek bajaran lîstikên şanoyê temaşe dike û li gor pîvanên xwe xelatan belav dike.
Li gor encamê, li Êlihê performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de şayanî xelata lîstikvanê mêr yê salê hat dîtin. Mem û Zîn du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû
Mem û Zîn ku bi konsept û derhênerîya Mîrza Metîn derketibû pêşberî bîneran, du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû.
Mem û Zîn ji bo 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê hatibû vexwendin ku di navbera 13-17ê Gulana 2022an de pêk hatibû. Ji bo festîvalê 10 lîstikên kurdî hatibûn vexwandin ji bajarên cuda yên Kurdistana Başûr, Bakur û Rojhilat.
Li gor encama nirxandina lijneya xelatan ku ji Goran Ali Karim, Bahruz Gharippoor û Aliraza Naimi pêk dihat, lîstika Mem û Zîn xelatên “ronahîya herî baş” û “muzîka herî baş” wergirt û ji bo xelata sêwirana sehneyê jî wek berendam hat nîşandan ku her sê jî ji alîyê Mîrza Metîn ve hatibûn sêwirandin.
Biryar e Şermola Performans di sezona nû de bi lîstikên Mem û Zîn û Bûka Lekî û her wiha bi berhem û projeyên nû li Êlihê û li bajarên cuda yên cîhanê perdeyên xwe veke.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,509 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!