Li gorî efsaneyekî din: Dijminan bajar dorpêç kiriye, piştî şerê ku bi rojan dewam kiriye, ji bilî birca ku heft birayan parastina wê dikir, bajar ketiye destê neyaran. Keyê neyaran ji bo lihevkirinê, qasidekî dişînin cem heft birayan. Heft bira ji qasid re mercên teslîmbûna xwe dibêjin. Li gorî van mercan di dema teslîmbûnê de dê key û fermandar werin, dema ku ew teslîm bûn dê wan efû bike. Qiran wan mercan dipejirîne û tevî fermandarên xwe diçe nav bircê. Çawa ku qiral û fermandar dikevin nav bircê, teqînek pêk tê. Ji ber ku heft birayan agir bi depoya barûdê daye, ew teqandiye. Bi teqînê re qiral, fermandarên wî û heft bira dimirin. Bajar rizgar dibe.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,657 جار هاتیە دیتن