Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelateke Cîhanî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt.
Roja 30 Gulanê, li paytexta Bosniyayê bajarê Serayêvoyê di dema beşdarbûna xwe di festîvala Rojên Serayêvo yên Helbesta Navdewletî de, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelata Bosanski Stecak a wêjeyî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt.
Xelata ku buhatirîn xelata wî welatî ye, ji aliyê serokê festîvalê Mayil Stocîtiş ve ji bo helbestvanê Kurd hat radestkirin.
Hebeş di daxuyaniyeke taybet de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihad, ew wek helbestvanekî Kurd şanaziyê bi wergirtina vê xelata cîhanî dike.
Hisên Hebeş, xelkê bajarokê Şiyê yê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Hebeş helbestên xwe bi şêweyekî sereke bi zimanê Kurdî dinivîsîne, lê wî hin berhem bi zimanê Erebî jî nivîsandine.
Helbestên wî helbestvanê Kurd bo ser çendîn zimanên cîhanî hatine wergerandin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,317 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!