Daha çox
Kürd adları
Axtarışa tıklayın
İstatistika
Dil
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,537
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,810
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,767
 عربي - Arabic 44,219
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,772
 فارسی - Farsi 15,923
 English - English 8,538
 Türkçe - Turkish 3,838
 Deutsch - German 2,040
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Grup
 Azərbaycanca Partiyalar və təşkilatlar 1
Fayl saxlama
∑
Hamısı bir yerdə 275,377 Məzmun axtarışı
|
Zimanê kurdî… tevî siyasetên pişaftinê jî bi pêş ket - 1
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia məlumatlarımızı arxivləşdirən ən böyük layihədir.
=KTML_Bold=Zimanê kurdî… tevî siyasetên pişaftinê jî bi pêş ket - 1=KTML_End=
RÊZAN HESEN
Zimanê kurdî di gelek qonaxên dîrokê re derbas bû. Tevî ku alfabeya kurdî ya latînî dereng hat amadekirin jî, di serdema nûjen de jî karî hebûna xwe bidomîne û wêjeyeke dewlemend diyarî cîhanê kir.
Her sal di 15`ê Gulanê de gelê Kurd ‘Roja Zimanê Kurdî’ pîroz dike. Ev roj sala 2006`an di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de hat pejrandin, ji ber ku di 15`ê Gulana 1932`yan de li Şamê yekemîn hejmara kovara Hawarê bi alfabeya latînî derket.
Alfabeyên cuda yên cîhanê beriya bi hezaran salan hatine derxistin. Hinek alfabe diyar û navdar in, hinekên din jî hîna li ser nehatiye lihevkirin. Lê tiştê tekûz ew e ku axaftin ji alfabeya herî kevn jî kevntir e. Endamên civakên cuda beriya ku şêweyên yekemîn ên nivîsandinê derxin, bi zimanekî zelal bi hev re diaxivîn.
Tevî paşguhkirin û hewldanên pişaftinê yên bi sedan salan, xweragirtina zimanê kurdî heta roja me ya îro, resenî û kevnariya çanda kurdî rave dike. Gelê Kurd ji bo derxistina alfabeyeke taybet dereng ma, lê tevî vê yekê jî kes nikare vê reseniyê înkar bike.
=KTML_Bold=DÎROKA KEVNAR…=KTML_End=
Tevî ku zimanê kurdî bandor li zimanên derdora xwe kiriye û bandor jê girtiye, lê belê serxwebûna xwe parastiye.
Dîrokzan texmîn dikin ku eslê zimanê kurdî vedigere derdorê 5 hezar sal berî zayînê. Kurdî di nav zimanên Hind-Ewropî de cihê xwe digire li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî gelek zaravayan digire nava xwe. Ji aliyê ziman, kevneşop û rewşên civakî yên eşîr û komên Kurdan ve, çar zaravayên zimanê kurdî; kurmanciya bakur (kurmancî), kurmanciya başûr (soranî), kirmanckî (zazakî) û goranî (hewramî) hene.
Kurdan di dîroka nûjen de 3 alfabe bi kar anîne; alfabeya erebî, alfabeya latînî û alfabeya kirîlî. Alfebaye kirîlî di nav Kurdên Yekitiya Sovyetê de dihate bikaranîn û gelek berhemên kurdî bi vî zaravayî hatin nivîsandin. Piştî jihevbelavbûna Kurdên Sovyetê, êdî ev alfabe jî nehat bikaranîn û şûna wê jî ya latînî girt. Afabeyaên erebî û latînî ku ji bo kurdî hatine adaptekirin, di halê hazir de jî tên bikaranîn.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dîlawer Zengî di nivîseke xwe de wiha dibêje: Elfabeya herî kevn ku zimanê kurdî bi kar aniye, alfabeya aramî ye. Di şikeftên li Hewramanê de, hin belge hatin dîtin ku hin kes wek belgeyên kurdî yên herî kevn ku bi tîpên aramî hatine nivîsandin, dihesibînin. Ew belge girêdayî rewşa bazirganiyê ne û li ser çermê xezalan hatine nivîsandin. Dîroka belgeya herî kevn vedigere salên 87-88`an berî zayînê (BZ).”
Nivîskar Ibin Wehşiye ku di sedsala 13`emîn a Hicrî de jiyaye, di pirtûka xwe Şew El-Musteham Fî Merifit Rizmûz El-Eeqlam) de li ser nivîsa Kurdî wiha dibêje: Ew pênûseke ecêb û nexqşikeke ne ji rêzê ye. Li Bexdayê di tabûteke kevirî de min 30 pirtûkên bi vê nivîsê dît. Du pirtûkên min ên bi nivîsê jî li Şamê hebûn: pirtûkek li ser darên kerem û nexîl û pirtûkek li ser avê û çawaniya derxistina avê ji erdên nenas. Min her du ji zimanê Kurdî wergerand zimanê Erebî, da ku tevahî milet jê sûd bigirin.
Her wiha Şêx Mihemed Merdoxî Kurdistanî dibêje ku kesê bi navê Masî Soratî di sedsala 10`emîn a piştî zayînê (PZ) de derketiye û tîpên dişibin tîpên alfabeya masîsoratî danîne. Bi van tîpan nivîsên girêdayî mijarên lêkolîn û nîqaşê hatin nivîsandin. Ev tîp dişibin tîpên bi navê Bestî Avesta û heta beriya derketina îslamê di nava Kurdan de li kêleka tîpên aramî, suryanî û yewnanî, ev tîp hatine bikaranîn.
Ji beriya bi sedan salan ve, Kurdên êzidî alfabeyeke taybet bi kar tînin. Lê kesê/a ku ev alfabe daniye nayê zanîn û dîroka derxistina alfabeyê jî ne diyar e. Elfebeya êzidiyan ji 31 tîpan pêk tê û ji aliyê rastê ber bi çepê ve tê nivîsandin. Sefîzadeh Borîkî texmîn dike ku kesê ev alfabe daniye, ji alfabeyên pehlewî, avestayî û erebî alîkarî biriye û bi vê alfabeyê jî pirtûkên pîroz ên êzidiyan; wekî ‘Mishefa Reş’ û ‘Cilwe’, her wiha dua û zikrên olî jî pê hatine nivîsîn. Heta niha jî êzidî vê alfabeyê bi kar tînin.
Navenda Lêkolînan a Firatê bi lêkolînekê pêşketina zimanê kurdî li ser 3 qonaxan dide nasîn; ya yekê beriya zayîna Îsa bi gelek salan e, bi taybetî ji sala 331 BZ û heta sala 638 PZ ye anku heta gihîştina îslamê ji bo herêmên Kurdistanê. Dema Kurdan tîpên mismarî derketin, Kurdan ew tîp bi kar anîn. Zanyarê Ereb Ebo Bekir Ehmed Bîn Elî Kezdanî di pirtûka xwe ya Şewq el-Musteham fî Merifit Rimûz el-Eqlam de îşaretê bi vê şêweyê nivîsandinê yê Kurdan dike.
Qonaxa duyemîn jî ji sala 638`an heta sedsala 18`emîn dirêj dike, ya sêyemîn jî ji sedsala 18`an û heta dema niha ye.
Nivîskar û lêkolînerê brîtanyayî Edgar O'Ballance di pirtûka ‘Kurdish Revolt: 1961-1970’ de dibêje ku tiştê Kurdan ji gelên din cuda dikin; ziman, çand û cilên wan in.
Tevî kêmbûna wan jî, lê piraniya berhemên kevn ên li ser zimanê kurdî ji ber gelek sedemên civakî û siyasî ji aliyê kesên ronakbîr û yên bi zimanê kurdî nediaxivîn ve hatine nivîsandin. Tê bibîrxistin ku yekemîn pirtûka rêzimana kurdî bi sernavê ‘Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda’ ye û rahibekî xiristiyan yê bi navê Maurizio Garzoni (1734-1804) nivîsiye û bi zimanê îtalî li Romayê sala 1787`an hatiye belavkirin.
Her wiha G.Gornley û Khodskoye ku pirtûkek li ser rêzimana kurdî û nivîsên di vê derbarê de nivîsandiye û roankbîrê rûsî û balyozê Rûsyayê li Îzmîrê û Erziromê Aleksandir Jaba yê di serdema Dewleta Osmanî de, rêzimanên kurdî nivîsandine. Aleksandir Jaba bang li komeke rewşenbîrên Kurd dike ku alîkariya wî di nivîsandina helbestên ji helbesta klasîk a komeke helbestvanên Kurd bikin. Ji berhemên wî yên sereke, ferhengeke zimanê kurdî-fransî ye û ferhengeke mezin a kurdî-fransî-rûsî ye, her wiha di sala 1856`an de li bajarê Stenbolê pirtûka Încîl bi zaravayê kurmancî belav kir.
Her wiha ronakbîrê brîtanî Ely Banister Soane (1881-1923) ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hat bajarê Silêmaniyê û di lêkolînên girêdayî zimanê kurdî de roleke girîng lîst. Di sala 1913`an de rêzimanên kurdî bi zimanê îngilîzî nivîsîn. Piştî wan jî gelek mamoste û lêkolînerên zimên ên li cîhanê navdar hatin û gelek nivîs û pirtûk li ser rêzimanên kurdî nivîsîn û belav kirin.
=KTML_Bold=PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ Û ŞÊWEYÊ NIVÎSANDINÊ=KTML_End=
Di serdema pêşketina li Ewropayê di qadên zanistî, pîşesazî û teknolojiyê de destpêka sedsala borî, gelên bindest lawaztir û paşketîtir bûbûn. Di nava wan de gelê Kurd jî hebû ku ji ber zordariya dewleta Osmanî gelek azar kişandin û gelek rewşebîrên Kurd ji neçarî ji welatê xwe koçber bûn. Bi dan û standina bi xelkê Rojava re, alfabeya latînî jî bala wan kişand. Her wiha gihîştin wê baweriyê ku alfabeya erebî ku baş pê dizanin, bi kêr nayê û pêdiviyên kurdî bi cih nayne.
Dr. Ebdullah Cewdet bi rêya kovara ‘Rojî Kurd’ a sala 1913`an, bang li Kurdan dike ku alfabeya xwe biguherînin, ji ber ku alfabeya erebî dengdêrên kurdî nagire nava xwe. Di wan rojan de endamên ‘Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd’ têkildarî vê mijarê lêkolîn û nîqaşên dirêj amade kirin.
Her wiha ronakbîrên Kurd ên kovara Rojî Kurd hewl da ku alfabeyeke nêzî tîpên latînî derxin, lê belê ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn karê xwe temam nekirin.
Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Ely Banister Soane alfabeyeke nêzî zimanê kurdî danî û du pirtûk; ‘Elementary Kurmanji Grammar’ (Bexda, 1919) û ‘Kitabî Awwalaminî Qiraatî Kurdî’ (1920) bi wê alfabeyê derxistin. Lê belê ev alfabe zêde di nava Kurdan de belav nebû.
=KTML_Bold=YEKEMÎN ALFABEYA KURDÎ BI ZIMANÊ LATÎNÎ=KTML_End=
Mîr Celadet Alî Bedirxan (1893-1951) di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina bi alfabeya latînî kir. Piştî îmzekirina Peymana Sevrê sala 1920`an ku li ser avakirina dewleteke kurdî hatibû lihevkirin, komîteyek ji pêşengên Kurdên Ermenistanê hat avakirin da ku beşdarî serjimariya mirovî bibin û bi rêya wan rêjeya nifûsa Kurdan û Ermenan bê naskirin û nakokiyên li ser sînor bi dawî bikin. Edward Noel ê îngilîz bû serokê vê desteyê û her du bira Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan ji Helebê hatin û nûnertiya aliyê kurdî kirin.
Mîr Celadet Bedirxan wiha dibêje: Di sala 1919`an de, me çiya derbas kirin û em gihîştin eşîra Reşwan tevî Edward Noel. Wî bi zaraveyekî zimanê kurdî baş diaxivî û xwest fêrî zaravayê bakur jî bibe. Ji bo wê jî ketibû nava hewldanan û her tiştê fêr dibû, dinivîsand. Min jî çîrok, mamik û gotinên pêşiyan ku min ji xelkê dibihîstin, kom dikirin û li ser kaxizan bi tîpên erebî dinivîsandin. Tiştên min û Noel nivîsandine, me di ber çavan re derbas dikirin û dixwendin. Vê zilamê îngilîz tiştê nivîsandine baş dixwendin, lê xwendina min zehmet û dereng bû. Min tîpên (û), (o), (î) û (ê) bi zehmetî ji hev derdixistin. Noel tîpên latînî bi kar dianîn, min jî tîpên erebî bi kar dianîn. Wê demê min biryar da ku ez alfabeyeke latînî ava bikim ku hemû dengên zimanê kurdî bigire nava xwe.
Di navbera salên 1925-1930`î de, Celadet li Sûriyê bi zimanzanê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mustafa Wehbî re rûnişt da ku kêmasiyên di alfabeyên kurmancî û soranî de nîqaş bikin û alfabeyeke hevbeş a van her du zaravayan derxin. Lê belê xebatên wan ên hevbeş bi berhem nebûn û Wehbî vegeriya Iraqê. Di sala 1932`yan de Mîr Celadet kovara Hawar derxist û tê de bi tîpên latînî nivîsand. Di kovarê de her wiha waneyên fêrkirina tîpan û rêzimana kurdî dihatin belavkirin.[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 5,059 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 16-05-2023 qeyd edilib Bu məqalə ئەمیر سیراجەدین tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 30-11-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 5,059 dəfə baxılıb
QR Code əlaqəli fayl - Sürüm | Tip |
Sürüm |
| | | |
Editör Adı |
| Şəkil faylı |
1.0.1 | 135 KB |
| |
16-05-2023 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne’
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia Kürd dilində məlumat üçün ən geniş çoxdilli mənbədir. Kürdüstanın hər yerində arxivçilərimiz və işçilərimiz var.
‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina #zimanê kurdî# ne’
Hemza Sêvo/Qamişlo
Di 25’ê Gulana sala 1932’an de, bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê bi alfabeya latînî, di parastina zimanê kurdî de pêvajoyeke dîrokî dest pê kir. Ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî hat ragehandin û her sal tê pîrozkirin. Nivîskarê kurd Kemal Nicim da zanîn ku xebatên pêşxistina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê xwe gihandiye asta tevahiya Kurdistanê û saziyên ziman dikarîbûn ziman bihêz bikin û berhemên binirx amade bikin.
Roja 15’ê Gulanê weke rojeke navnetewî ji bo zimanê kurd, tê destnîşankirin. Roja derketina kovara Hawar a ku dikeve 15’ê Gulana 1932’yan. Lewma jî tevahiya gelê kurd vê rojê weke cejneke pîroz dibînin. Têkildarî mijara rewşa zimanê kurdî û bikaranîna wê, herwiha parastin û pêşxistina zimên, nivîskar Kemal Necim bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Roja Cejina Zimanê Kurdî weke rojeke navnetewî ya gelê kurd tê destnîşankirin, gelo zimanê kurdî û asta bikaranîna wê di roja îro de di rewşê de ye?
Rewşa zimanê kurdî li Rojava, li gorî pêvajoyeke pirs nêzîk, ango berî 10 salan pir guheriye û mirov nikare berawirdî hev jî bike. Li aliyekî va ye bû zêdeyî deh salan ku zimanê kurdî bûye zimanê fermî yê perwerdeyê li hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî tê wateya ku bi sedhezaran şagirtên zarok û ciwan bi zimanê kurdî dixwînin û perwerde dibibînin. Li aliyên din jî zimanê kurdî bûye zimanê ragihandinê, ji xwe pir diyar e ku ger zimanek bibe yê pewerde û ragihandinê dê bandora xwe li hemû qadên din jî bike. Mirov dikare bêje ku di hêla bikaranînê de zimanê kurdî li herêmê di rewşa herî baş de ne tenê li gorî çend salên berê, lê li gorî sed salên berê jî.
Asta xwendin, nivîsandin û berhemên ku hatine derxistin têrê dike ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, herwiha di nav hemû warên jiyanê de cihê xwe bigre?
Ji bo zimanekî ku bi dehsalan hatiye çewisandin û qedexekirin, bê guman çalakî û xebatên deh salan dê têrê nekin ku êdî em bêjin zimanê kurdî bûye zimaekî parastî û pêşketî. Gavên pir girîng di vî warî de hatine avêtin. Saziyên çalak, xebatên ziman niha bi rêve dibin. Lê dîse jî hîna zimanê kurdî di warên jiyanê de cihê xwe negirtiye. Hîna jî zimanê kurdî bi awayekî çalak nebûye zimanê danûstandinên fermî yê saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser û herwiha yê saziyên çandî û rewşenbîrî jî. Belge, daxuyanî, biryarname, giştîname û zagonên saziyên fermî ku bi awayekî nivîskî têne weşandin û belav kirin hîna tam nebûne bi zimanê kurdî, her çendî carna hewildaneke wiha tê kirin jî, lê ne bûye çalakiyeke asayî, herwiha bi pir şaşî û kêmasiyan jî têne belavkirin.
Xebatên ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kudî yên ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, mirov çawa digire dest?
Xebatên derbarê zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê, xwe gihandiye asta Kurdistanê jî, bi taybet ku em behsa Kurmanciyê dikin. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê hijmara mezin ya şagirtên ku bi kurdmancî li dibistanan perwerde dibin li Rojavayê Kurdistanê ye. Herwiha Saziya Zimanê Kurdî ku saziyeke çalak e, karîbû di nava çend salan de beşên lêkolîn û pêşxistina zimanê kurdî bi hêz bike û berhemên binirx derbarê rêziman û dengnasiyê û rastnivîsê de derxîne, ev berhem li parçeyên din yên Kurdistanê jî dê bibin lêvegera rêziman û rasnivîsîna bi kurmanciyê. Herwiha bi salane çalakî û komxebatên berfereh têkildarî zimanê Kurdî de têne lidarxistin. Ev çalakî hemû dê bêjin ku zimanê kurdî sal bi sal pêşbikeve û bihêz bibe.
Da ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, erkê ku dikeve ser milê, rewşenbîr, xwendekar, nivîskar û zimanzanan çi ye?
Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne. Ta demeke nêzîk jî xebatên zimanê kurdî bi awayekî takekesane pêk dihat, ango hin kes bi tena sere xwe bi vê mijarê mijûl dibûn. Lê di pêvajoya heyî de pir diyar e ku êdî ev bar ji hêza kesan girantir û zêdetir e, êdî pêwîstî bi xebatên hevbeş, xebatên saziyan heye. Pêwîste rewşenbîr û zimanzan bibin palpişt û hevkarên xebatên hevbeş ên SZK`ê û saziyên din ên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin. Mijara zimanê kurdî êdî ne mijara xwendin û nivîsînê ye, yan jî tenê nivîsîna helbest û çîrokan e. Zimanê kurdî bûye zimanê pweredeyê, lewma pêdiviya xwendekaran bi zimanekî hêsan, fereh û kêrhatî heye ku karibin sûd ji mijarên zanist, felsefe, civaknasî, wêje û hwd…. Bigrin. Ji bilî pirtûkên perwerdeyê yên dibistan û zanîngehan, pêdiviya xwendekran bi pirtûkên lêvegerê heye. Pirtûkxaneya kurdî hîna di pir mijaran de kêm û qels e, kêm caran xwendekar li pirtûkxaneya kurdî pirtûkên zanistî, erdnîgarî, felsefe û civaknasiyê digerin, dema ku van lêvegeran bi kurdî nebînin dê berê xwe bidin lêvegerên bi ziamanên din. Ev hemû erkên pir girîng dikevin li ser milê nivîskar û rewşenbîran. Girêdayî wê jî pir pêwîste ku tevgera wergerê pêş bikeve û bi sedan babet û mijarên bi zimanên cîhanî bo zimanê kurdî bêne wergerandin.[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 1,483 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib! Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 06-02-2025 qeyd edilib Bu məqalə زریان سەرچناری tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 1,483 dəfə baxılıb
QR Code
|
“Ehmedê Xanî, xanîyek e ji bo zimanê Kurdî”
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia məhkəmə deyil, araşdırma və tapıntılar üçün məlumat hazırlayır.
“#Ehmedê Xanî# , xanîyek e ji bo zimanê Kurdî”
Qesîm Etmanekî
Ez hunermendekî aktuel im. Mijara min, derd û kulê min çi be, çi jî were pêşîya min; peyker, video, wêne an jî film be, wê bikar tînim.
Taylan Mintaş
Pêşangeha Xanî li terasa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî berdewam dike.
Ev pêşangeh ji xebatên du salan yê hunermend Taylan Mintaşî ku di der heqê Ehmedê Xanî da amade kiriye, pêk tên.
Hunermend Mintaş derçûyê beşa Hunerê ya Zanîngeha Marmarayê ye, her wiha wî mastera xwe li Zanîngeha Yildiz Teknikê di mijara Hunera Plastikê da kiriye.
Mintaşî mirovekî pirhêl e û di gelek qadên cuda yê hunerê da berheman diafirîne; ew peyker, video, enstalasyon (formeke hunera dîtbarî) û wêneyan çêdike.
Wî heta niha derhênerîya fîlmeka metrajdirêj a bi navê Birayê Bêdengîyê (2017) û 3 kurtefîlman kiriye. Her wiha ji bo rojnameya The Guardianê jî belgefîlma Astronotên Sûrîyeyê amade kiriye.
Di der heqê Pêşangeha Xanî da me bi hunermend Taylan Mintaşî ra axivî.
“Hunermendekî aktuel im”
Mintaş diyar dike ku ew hunermendekî aktuel e û vê aktuelbûna xwe berhmenên ku di qadên cuda da diafirîne ra radixe berçavan;
Ez hunermendekî aktuel im. Mijara min, derd û kulê min çi be, çi jî were pêşiya min; peyker, video, wêne an jî film be, wê bikar tînim.
=KTML_Bold=“Xanîyekî ji bo zimanê Kurdî”=KTML_End=
Her wiha ew diyar dike ku du sal in bi hazirîya vê pêşangehê ra mijûl e û dê ev pêşangeh jî wekî serî berdewam bike;
Teqrîben du sal in ez li ser vê pêşangeha Ehmedê Xanî dixebitim, pişt ra ez dixwazim wekî beşekî mezinên Kurd jî serîyek çêbikim; Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û yên din.
Wî ji bo zimanê Kurdî kedeka gelekî mezin daye. Wekî tu jî dizanî Ehmedê Xanî hem navê wî yê duyemîn Xanî ye hem jî navê gundê wî Xanî ye û hem jî kiryarên wî yê di derheqê zimanê Kurdî da, meriv Ehmedê Xanî wekî, xanîyekî ji bo zimanê Kurdî dikare pênase bike. Her wiha min xwest bila pêşangeha mezinên me yên Kurda ya ewil bi Xanî dest pê bike û pişt ra jî bi mezinên berî wî hatine -Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û yên din- ra dewam bike.
=KTML_Bold=Mezinê Kurda yê berê=KTML_End=
Hunermend Taylan Mintaşî di ber sohbeta me da berê xwe dide salên zarokatîya xwe û qala bîranîneka xwe yê bi fotografê Ehmedê Xanî dike;
Wexta ez biçûk bûm ev fotograf di dîwarê me -yê mal- da dardayî bû, ji xeynî wî qet fotografek li ser dîwarê me tunebû. Fotografên kal û pîrên min hebûn, wekî din kes tunebû. Wekî mezinê berê yê Kurda ew hebû. Li ser min jî tesîreke zêde çêkiribû. Ji wir jî dinivîse; Ehmedê Xanî, di mejîyê însên da jî dimîne.
Ez dixwazim bi rêya we vê tiştê jî bibêjim, divê hemû Kurdên me, tablo, peyker an jî tiştek din deynin mala xwe. Ev tiştekî gelekî taybet e û ez bawer dikim hereketên bi vê awayî yên di malbatên Kurda da, dê li ser hemû zarokên Kurda tesîrek çêbike; ji bo kultur, ziman û çanda xwe jibîr nekin, divê mezinên xwe jî zanibin.
=KTML_Bold=Pêşangeh dê berdewam bike=KTML_End=
Her wiha hunermend Mintaşî bi me dide zanîn ku dê di berdewama Pêşangeha Xanî de ew dê çalakîyên din jî di derheqê Ehmedê Xanî û rola wî da çêbikin;
Wextekî dema ku me pêşangeh amade kir, me got em wekî mehekî saz bikin vê pêşangehê û bila ev meh bibe meha Ehmedê Xanî. Di der heqê Ehmedê Xanî da, em dixwazin panelan çêbikin û me bi vê gavî panela ewil saz kir. Hê jî di pêşîya me da, du panel û yek ji artist talking (xeberdana hunermendan) heye. Her wiha me di vekirina pêşangehê da -kurtasî be jî- wekî panel Ismail Beşikçi, Ibrahim Gurbuz, Kuratorê me û min di derheqê pêşangehê û Ehmedê Xanî da, axaftineke pêşkeş kir. Pişt ra jî Nivîskar Nihat Gultekin di der heqê Salnameya Ehmedê Xanî da panelek saz kir.
=KTML_Bold=“Peyamek ji bo Xanî”=KTML_End=
Hêjayê behsê ye ku di pêşangehê de kuncikek ji bo beşdarvanan hatiye veqetandin û beşdarvan dikarin li wir di derheqê Ehmedê Xanî da, peyameka xwe ji bo Xanî binivîsînin;
Xanî ji bo me gelek peyam şandiye, nivîsîye, çêkirîye û her yek dergehekî bêhempa ne. Lê min xwest ev insanên ku evqas berhem, pirtûk û peyamên wî wergirtine, van insanan dixwazin çi peyamî ji Xanî ra bişînin. Her wiha ev hem tiştekî metaforîk hem jî metafîzîk e; min sedî 70yê tabloyê ji bo insanan vala hişt. Min di tabloyê da tenê portreyekî wî çêkir. Bi rêya vê tabloyê tu dixwazî ji Xanî ra çi bibêjî, tu dikarî li serî binivîsînî.
Ez diwxazim insan jî piçek ji wî ra peyaman bişînin. Ez bawer dikim ev jî ji bo têkilîyeka metafîzîkîyê ye. Karekî înteraktîf e; ew kar heta hebe herkes dikare peyamekî ji bo Xanî binivîsîne.
Pêşangeha Xanî dê heta 6ê Hezîranê li tersa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî berderwam bike.[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 4,116 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Məzmun kateqoriyası: Ədəbi Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 07-07-2023 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 07-07-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 4,116 dəfə baxılıb
QR Code
|
“Elî Herîrî” yekem helbestvanê devoka Kirmancî yê zimanê Kurdî ye
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia və onun əməkdaşları universitet və ali təhsil tələbələrinə lazımi resursları əldə etməkdə hər zaman kömək edəcəklər!
“#Elî Herîrî# ” yekem helbestvanê devoka Kirmancî yê zimanê Kurdî ye
Bêguman ku yekem kesê ku li Kurdistanê helbest bi devoka Kirmancî nivîsiye, Elî Herîrî ye û belgeya herî rast jî heman helbesta Ehmedî Xanî ye, ku wî navborî wek pêşengê xwe hesibandiye.
Di dîroka wêjeya gelan de, pir nav hene neku bi sedema koma berhem û qebareya nivîsên wan, belkî bi serdemên ku di nav de rabûne, navên wan zêdetir ji berhemên wan li ser zimanan bûne û bûne sembola şêwazek li nivîsîn û hizirkirina neteweyî.
Yek ji van kesayetiyên ku dikarin di wêjeya Farisî de bi nav bikin, kesayetiyekî bi navê “Ebû Hafizê Suxidî” ye ku di sala 300an a Koçî de jiyaye û yekane versa wî bi mîrat maye. Û ev yekane versa jî wiha ye:
askî kêwî le deştî çon heldî
ew ke yarî nîye çilon radê
Ev versa hêsan û bê kêmasiye, piraniya lêkolerên helbestên Farsî, bi destpêka veqetandina wî dihesibînin. Qutbûn li çanda nivîsînê di nav Fars zimanan de û bera xwe dan bi mijareke nû. Heta vê demê, piraniya nivîsan li Îranê bi zimanê Erebî hatine nivîsîn û Ebû Hafizê Suxidî bi nivîsîna vê yekane versê, hem zimanê Farsî kire zimanê nivîsînê û hem navê xwe bo her timî di nav dîroka wêjeya Farisî de tomar kir. Dema ku wisa ye, Ebû Hafizê Suxidî, nek ji ber kom û teknîk û naveroka nivîsa xwe, belkî ji ber destpê kirina nû ya wî ye ku bo zimanê Farisî bû deriyek nû. Lewma, heta “Mihemed Riza Şefîi Kedkenî” lêkolerê mezin yê Fars, jî pirtûkek bi navê “Hezareya duyem a xezala çiya” nivîsiye ku mebesta wî heman yekane versa navborî bûye û wisa hesabkiriye ku zimanê Farisî di berdewamiya vê yekane versê de, pêngav avêtiye hundirî Hezareya duyem a jiyana xwe.
Bi heman awayî di wêjeya kurdî de jî çend kesayetî hene ku ne ji ber giranî û mezinahiya nivîsên xwe, ne ji ber awayê raman û teknîka nivîsandinê, belkî girîngiya wan kesayetiyan ji ber vê yekê ye ku destpêkerê rewtekê bûne ku piştî wan dibe bi kevneşopiyeke nivîsandin û ramanê.
Wan ji rêyek ku berê û bi hezaran salan nivîskaran bi zayend û zimanê Kurdî pêda diçûn, dûr ketine. Bi sedan û heta bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, feylesof û zanayên olî yên kurd hebûne ku xizmeta ramana kurdî kirine, lê wan ramanên xwe yên mirovî, dîrokî, olî û wêjeyî yên xwe, bi zimanên Erebî û Farisî anîne ziman. Em dikarin behsa gelek kesan bikin wek “Ebû Henîfe Dînewerî, Tacedîn Şinoyî, Îbin Xelekan, û yên nû jî Cemîl Sidîqî Zehawî, Ehmed Şewqî” û gelek kesên din.”
Lê, navek ku me hemiyan bihîstiye û belkî jî ji ber girîngiya derkevtina wî nehatibe me nedîtibe, “Elî Herîrî” ye. Ev nivîskar û helbestvanê navdar, her çend ku em bi rastî nizanin kengê jiyaye jî, lê çendîn belge hene ku vê yekê didin selmandin ku ew bêtir ji çend sedsalan berê jiyaye. Belgeya yekem ew e ku helbestvanê mezin ê kurd “Ehmedî Xanî” di pirtûka xwe ya bi navê “Mem û Zîn” de ku nêzîkî çar sedsalan berê bi zimanê kurdî nivîsandiye, behsa wî kiriye, û dibêje:
Bê navê ruh û meyla Cizîrî.
Elî HerîrîPê fedî bike
Her Ev yek versa nîşan dide ku Elî Herîrî beriya Ehmedê Xanî bi kurdî nivîsandiye û nivîs û zimanê wî bi qasî bandor hebûye ku kesayetiyek mezin wek Xanî di wê baweriyê de ye ku bi nivîsandina pirtûka Mem û Zînê ruhê mezinekî wek Elî Herîrî zindî dike.
“Emîn Zekî Beg” di pirtûka xwe ya “Dîroka Kurd û Kurdistanê” de wiha dinivîse: Elî Herîrî xelkê “Dîr El-Herîr”ê li nêzîkî bajêrê Hewlêrê hatiye dinê û di navbera salên 400an heya 470î Koçî (1010-1077an Zayînî) de jiyaye û hevdemê “Firdewsiyê Tûsî” bûye.
Lê, nerînên din jî hene; Ew li ser vê baweriyê ne ku divê Elî Herîrî direngtir ji vê dîrokê ji dayik bûbe. Yek ji van nerînan ji aliyê “Hacî Qadirê Koyî” ve hatiye gotin. Li gor yek versên helbestvanê Faris “Ebdulrehman Camî” ye. Camî li gorî Hacî Qadirê Koyî nivîsandiye:
Pîrê mir bdidam zî giravê
Nik mir bdidam zî herir
Wisa xuyaye ku mebesta wî jî, ev her du mirov yanî “Melayê Cezîrî û Elî Herîrî” ye. Li gorî vê yekê, divê Elî Herîrî di derdora salên 850an a Koçî de jiyabe.
Di derbarê sala ji dayikbûn û jiyana Elî Herîrî de cudahiyên din ên nerîn û dîtingehan hene. Ku em dev ji behskirina wan berdin. Lê, hemû nivîsan li ser hev bikin; Ew kes yekem bûye ku bi devoka Kirmancî helbest û nivîs hebûne. Wek mînak, “Eliksandir Jaba” nivîsiye ku ew yekem helbestvanê kurd e û pirtûkek wî ya helbest û nivîsandina bi kurdî heye. Lê, ji van her du rêkeftan kîjan rast be jî, bê guman ku yekem kesê ku li Kurdistanê helbest bi devoka Kirmancî nivîsiye, Elî Herîrî ye û belgeya herî rast jî heman helbesta Ehmedî Xanî ye, ku wî navborî wek pêşengê xwe hesibandiye.
Herçawan ku nivîsiye; Dema ku wî Mem û Zîn vehûnandiye, Elî Herîrî nemaye û wî bi vî karî dixwest rihê Elî Herîrî zindî bike. Ev hemû nîşan didin ku Elî Herîrî gelek berî Xanî jiyaye, û aliyê kêm serdema jiyana Elî Herîrî çar sedsalan berê Xanî bûye.
Di pirtûka “Jiyana Zanayên Kurd” de mînakek ji helbesta Herîrî hatiye:
reyahîn sûsen û werdin, le şêx elêy ẍerîb ferdin
weristî ehmer û zerdin, her û sed car di efxan têt
ji efxanan nimayim tîr, dûagoyî to ez bê vir
bi bîne şer dû esleh dîr, heta vî qasidî can têt
bi bîne rûşe malînê, were hindavê balînê
bidest ahanu nalînê, çi reng firyad ji asman têt
bi firyad û bi haware, ji dest ahan min ew kare
ne lazim bendeyê jare, ji seyîdî çi ferman têt.
[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 1,737 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Məzmun kateqoriyası: Şeir Məzmun kateqoriyası: Ədəbi Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 14-04-2024 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 15-04-2024 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 1,737 dəfə baxılıb
QR Code əlaqəli fayl - Sürüm | Tip |
Sürüm |
| | | |
Editör Adı |
| Şəkil faylı |
1.0.1 | 29 KB |
| |
14-04-2024 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Alomorf di Zimanê Kurdî da
Grup: Kitabxana
Kurdipedia və onun əməkdaşları universitet və ali təhsil tələbələrinə lazımi resursları əldə etməkdə hər zaman kömək edəcəklər!
Navê pirtûkê: Alomorf di Zimanê Kurdî da
Navê nivîskar: Zêrîn Xorşîd Selîm
Lêanîn: Mizgîn Hesen
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: SZK
Sala çapê: 2023
Berhema Alomorf di Zimanê Kurdî da ji nav weşanên SZKyê derket
Alomorf di Zimanê Kurdî da”, nameyeka masterê bû ku sala 2009an hatîye amadekirin. Sala 2012an, Weşanxaneya Spîrêzê ev nameya han wekî pirtûk weşandîye. Orjînala wê, bi binzaravayê behdînî, alfabeya erebî ye.
Ji ber ku berhemên bi vî awayî di qada xwe da kêm in û ji lêkolînên zimannasîya kurdî ra pêwîst in, me ev berhem anî kurmancîya bi tîpên latînî. Me di lêanînê da, ji bilî tîpguhêzîyê, hewl daye ku vê berhemê ji hêlên ristesazî û ferhengê ve ji sînorên binzaravayan derînin û li kurmancîya standard biguncînin.
[1] Qeyd: Bu kitabın PDF faylı mövcud deyil, bu faylı əldə etmək üçün Kurdipedia-ya kömək edin! Kitab təqdim edin Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 3,468 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 19-11-2023 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 3,468 dəfə baxılıb
QR Code əlaqəli fayl - Sürüm | Tip |
Sürüm |
| | | |
Editör Adı |
| Şəkil faylı |
1.0.1 | 11 KB |
| |
19-11-2023 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Axîna Zimanê Kurdî
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia gündəlik Kürdüstan və kürdlərin tarixini yazır.
=KTML_Bold=Axîna Zimanê Kurdî=KTML_End=
Weli Sebrî
bêwaxt ketim, dizarim û dinalim
Di gotinek dibêjin bi sebra Eyyub be,
Eyyubê kurmanxwarî
Ax, wî jî nekişand wekî me
em in yê bêzar û bêziman
Bi xemgînî axifî û got:
“Sêwî me, sêwîyê li ber dar û dîwaran…”
Bêhnek da xwe şûn da carekê din hat ser axaftinê.
Ji kûr va kir axîn û got:
“Bêkes im, bêwar û şerpeze me. Ji vê rewşa min ra dil dizare, dil. Wek çawa avek bi ser kevir û zinaran da bigire û biherike bî wî rengî bûm. Wek hespek kihêl resen û bi ezamet bûm. Tu wiha li vê halê min mêze neke jîr jî ez bûm û çalek jî… Hem bi nav û deng bûm û hem jî bi reng û rû. Di dev da ziman bûm, di dil da klam. Ez Zimanê Kurdî bûm. Di vê pirtûkê da, di pirtûka Yar û Miradê da neçar im. Hem neçar im, hem jî xemgîn û hestewar im… Wek Çiyayê Şahwelat bûm, helîyam û hatim xwarê. Tu bibêje bila kambax be, çi bûm û ketim çi halî!…
Çi nebûm?
Di dîwana giregiran da her bi birûmet û di kela dilê bûkan da jî bi navê xwe ez tim û tim hebûm. Qey li ser hebên tizbîyên kalan ez tunebûm? Çawa, di axaftinên wan rêzdaran da ez hem şah bûm û hem jî paşa. Di şevberîkên dengbêjîyê da jî hebûm û di çîrok û helbestan da jî. Bi xem û xiyal, bi nav û nîşan bûm. Di hezkirina te da destanek ji destanan bûm. Ma tu nizanî di şevên tarî da dibûm pêl û dihatim li ser dilê te nezanî, te bêwarî rûdiniştim. Geh bi coş û kelecan min berê xwe dida te û geh bi xem û xemgînî. Car hebû di kûrahîya şevên kanûnê da min berê xwe dida te û xwe li ba dikir.
Ax, de êdî min çi dît û çi nedît! Welato, tu kambax bî! Demsal nebû tê da êş û azar nebe. Helbet, şayî jî hebû û dawet jî. Di payîza vî welatî da min didît, li gûçîlan daran pel li ba dibûn û diweşîyan. Min zivistan jî dît û havîn jî. Min ba û bagêr jî dît, şilî û şepelî jî. Di bihara rengîn da min kûlîlk, anix, cax, so, gulik, pûng, kereng û sping dît. Min teyîr û tûyîr, şêr û piling dît. Min hirç jî dît û gur jî…
Di bihara vî welatî da ji alîyekî va berf dihelîya û ji alîyekî va jî berfînan serî hildidan û dibûşkûvîn. Ax, dilê min yo yo dilê min yo…Car hebû dibûm deng û awaz û li ber wê çemê dihatim xwarê.
Di bilûra Egîdê Çimo da hem deng û hem meqam bûm. Ma nayê bîra te malmîrat! Pêl bi pêl min li şevên zivistanan digirt û belav dibûm. Di stranên Evdalê Zeynikê da jî bi navê xwe ez hebûm û di destana Memê Alanda jî. Axîn, ji dil tê. Axîn di axînê da xwe difetisîne. Min zilm û zordarî dît. Nikarim derewan bikim min kêf û xweşî jî dît.
Li ser wê kûmê te morîya nezerê û li ber bêşîga te jî ez hebûm. Di lorînên dayîka te da jî ez hebûm û li ser dev û lêvên tenik jî. Derva sar be jî di paşila dayîka te da timî germ û ne bi lûbelûb bûm.
Niha?… Çi bikim ku her bi axîn im. Dibêjim sal bi sal xwezî bi sala par û pêrar. Li ser tendûran ez klama pîrika te bûm. Zarîna li ser dilê wê bûm. Car hebû dibûm ken û car jî hebû ji çavên reş û belek dibûm hêsir û dibarim.
Pîrika te, jineka çê û bi ezmûnî bû. Bi zargotin bû. Dizanî berê xwe bide destana Memê Alan û bixemilîne. Mem û Zîn jî xwend û tê da hebûm.
Çavê feqîrîyê kor be. Di xanîyê kalik da çira dişixulîn. Alikî di ronahîyê da be, yek jî di zelûlîyê da bû. Lê bila be, germîya dil, hezkirin, dilovanî û xwezanî hebû. Ez hebûm, ez. Di çîroka wê da jî ez hebûm û di zarîn û zivîna wê da jî. Destan nebûn tê da hîrînên hespan nebe. Erê, wele! Wele, di wan destanan da hîrîna hesapan jî hebû û dengê şûr û mertalan jî.
Di wan çêr û xeberên kalikê te da û bi navê xwe nebim!? Çawa, di pevçûnên wî da ez zimanê devê wî bûm. Bê min destên xwe nediavêt çogan û li ba nedikir.
Li bêrîyê bi berîvan ra û di zevîyê da bi cotkaran ra bûm. Li şevînê bi şivanan ra û di guharê da bi pez ra bûm.
Îcar tu dibêjî qey min di sira zozanên Bingolê da nelîlandî ye!? Tew, ev jî gotin e! Li wî çiyayî, li Çiyayê Qertewînê dengê tifinga destê te bûm. Li Kelha Zincîrê yê ku bi hela hela xwe bû jî ez û yê ku nîşan digirt û pêli tetikê dikir jî ez.
Li Newala Gulan dibûm deng, dibûm seda û min klam digot. Di hokirina berxivanan da jî hebûm û di qîrîna şivan û gavanan da jî. Werhasil, deng bûm. Peyveke ji peyvên rengîn bûm.
Çi bibêjim, heyran. Ew berê bû û berê jî di berê da ma.
Roj hat Ereban serê zimanê te dan ber meqesê. Nedixwastin tu bi min biaxifî. Tirkan hebûna min tu car qebûl nekirin û hê jî wisa ye. Bilêvkirina wan ‘kart û kurt im’. Tu jî dizanî ku hebûna min tunebûna wan e. Li ser tunebûna min xwe ava kirin û bûn dewlet, xwedîyê tac û text. Êş nema nebînim. Zilm û afat nema berê xwe nede min û di ser min da nebare.
Ez û Zimanê Farisî em ji êlekî ne. Me ji eynî çavkanikê av vexwarî ye. Jibîr neke ku Ecem jî bi qasî nerên din neyarê min û te ne.
Bi esl û feslê xwe ez Arî me, ji qal û belayê bigire heta îro…
Di romana Welî da?
Ne min got, di romana wî da sêwî me. Bêwar û pejmûde me. Çima? Çima jî pirs e?
Wek Çiyayê Agirî bilind û bilind disojîyam û min ronahî dida. Lê niha?… Niha jî wek berfa belanên wî çiyayê bêxêr dihelim û têm xwarê.
Herçiqas di romana wî da şad û bextewar bim jî hem xemgîn û hem jî stûxwar im.
Ya ku anîn serê min neanîne serê tu adem î. Dibêjim ya ku Xwedê anî serê min bila neyîne ser gurê çiyan.
Ez ziman im, Zimanê Kurdî. Her bi axîn im, kurdo. Bi axîn…”
[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 3,720 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Yayımlanma tarixi
: 00-00-2022 (4 İl) Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 13-07-2023 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 14-07-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 3,720 dəfə baxılıb
QR Code
|
Azadiya navên kurdî û zimanê kurdî
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia Kürd dilində məlumat üçün ən geniş çoxdilli mənbədir. Kürdüstanın hər yerində arxivçilərimiz və işçilərimiz var.
Miletê #kurd#, di dema Împeratoriya Osmanî de navên xwe û navê welatê xwe #Kurdistan#; navên bajar, bajerok, gund, mezra, deşt, zozan, çiyayên xwe bi azadî bi kar dianî. Lewra wê demê Kurdistan nîv-otonom bû û welatekî xweser bû. Loma jî miletê kurd, li welatê xwe bi rengekî/awayekî desthilatdar bû. Desthilatdariya Kurdistanê, bi desthilatdariya feodalî ya navendî ya Osmanî re girêdayî bû.
Dema ku desthilatdarî ji melîkên osmanî hat girtin, dewlet wek dewleteke unîter, neteweyî ya tirk, otorîter, kolonyalî/metîngehkarî hat ava kirin; kevneşopên îttihad-terakkiyan kemalîstan desthilatdarî girtin destê xwe; hem dewlet jinûve avakirin û hem jî pêwendiya hikumeta merkezî û kurdan, jinûve reorganîze kirin. Her çiqas di destpêkê de kemalîst hewcedarî miletê kurd bûn, li hemberî kurdan raste rast tanzîmek nekirin. Lê piştî ku dewleta tirk xwe ava kir, piştgiriya îngilîzan û Yekîtiya Sovyetan wergirtin, paradîgmaya Împeratoriya Osmanî bi her awayekî hat guhertin.
Di Dewleta Tirk de, Kurdistanê statuya xwe û miletê kurd desthilatdariya xwe wenda kir. Siyaseta dewleta tirk ya fermî, hebûna miletê kurd, zimanê wê, hêjayeyê neteweyî ya miletê kurd, bi tevayî, tune qebûl kir. Ew kesên gotin “em kurd in”, hepis kir û ceza kir. Ew kesên bi zimanê kurdî qise kirin, mehkûmî cezayê hepisê û peran kir.
Ji bona ku miletê kurd bê tunekirin, divê ew ferqa miletê kurd û miletê tirk ji holê rabibûya. Ferqa kurdan ya tirkan jî, zimanê wan bû. Ew ferqa jî bi tunekirina ziman ji holê radibû.
Lewra tê zanîn û îdeologên dewleta tirk jî dipejirînin ku ferqa di navbeyna miletê kurd û tirkan de ziman e. Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, miletê kurd jî, ji holê radibe û tune dibe.
Gelo Zimanê kurdî jî çawa dikare ji holê rabe? Ew jî diyar e.
Dema ku zimanê kurdî li dibistanan nebe zimanê perwerdayî; tirkkirinek bi plan û bi sîstematîk bê meşandin; li Kurdistanê kurd bi zimanê tirkî bên perwerdayî kirin; zimanê redyo, rojnemayen, kovaran, televîzyonan bi tirkî be, ew tunekirina zimanê kurdî gelek bi hêsanî pêk tê. Dewleta tirk jî, 100 sal e ku vê yekê dike. Di vê siyasetê xwe de jî gavên mezin avêtiye.
Dewleta tirk, ji bona tunekirina miletê kurd, nasnameya miletê kurd û welatê wê Kurdistanê, bi her awayî qedexe kir. Ew kes û rewşenbîr û siyasetvanên gotin, “miletê kurd heye”, “ez kurd im”, “miletê kurd jî wek tirkan û miletên din yên dinyayê xwediyê her mafekî ye”, “welatê me Kurdistan e”, hatin hepis kirin û ceza kirin. Loma jî rewşenbîran û siyasetvanên kurd nikarî bi dehsalan navê miletê xwe û welatê xwe di nivîsên xwe de bi kar bîne. Îro jî ev trajediya dom dike.
Ew siyasetvan û rewşenbîrên navên miletê kurd û Kurdistan jî bi kar anîn, hatin hepiskirin, hatin cezakirin û hatin tecrît kirin.
Siyaseta fermî ya dewleta tirk, qedexekirina zimanê kurdî, di qadên din de jî pêk anî. Navên bajar, bajerok, gund, belde, mezra, deşt, zozan, çiyayan, giyan, nebatan hatin guhertin.
Her çiqas hikumeta Erdogan diyar kir ku dê qedexeya li ser navên kurdan ji holê rake jî, heta nûha ev yeka pêk neanî. Ew qedexan dom dikin.
Loma jî rewşenbîr û siyasetvanên kurd, partiyên siyasî û dezgehên sivîl yên kurdan, dixwazin ew qedexeyên li ser navê kurdan ji holê rabin û navên kurdan azad bibin. Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî ye.
Ev xebata, xebateke gelek hêja, meşrû û pêwîst e. Dema kesek nikare ji navên xwe re xwedî derkeve, nikare ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji şaxsiyeta xwe, ji malbat û eşîreta xwe, ji namûs û şerefe xwe re jî xwedî derkeve.
Ji bona ku navên kurdan azad bibin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî, nivîskarê “Erdnîgeriya/Cografyaya Kurd” Îbrahîm Seydîyanî dest bi qempanyayek kiriye. Ev qempanyaya, ji bona azadiya navên kurdan gelek hêja ye, divê her kurdek, her rewşenbîrek û her siyasetvanekî kurd; dezgehên kurdan ji vê qempenyayê re bibe piştgir.
Ez jî, ji vê qempanyayê re piştgirî dikim.
*****
Problema miletê kurd, azadî ye. Pirsa Kuyrdistanê, rizgarî ye. Miletê kurd jî, divê wek miletê tirk û hemû miletên din yên dinyayê bibe xwediyê mafên siyasî, aborî, çandî. Ji bona miletê kurd jî, li Kurdistanê desthilatdarbûn, hikumetbûn pirsa serekê ye. Miletê kurd, di çarçeweya ev pirsa sereke de divê hemû mafên xwe yên neteweyî qezenç bike.
Desthilatdarbûna miletê kurd, kêmtir in bi sîstema federal ya Tirkiyeyê û Kurdistana Federe, di bingehê de bi dewleta serbixwe û konferderal dikare pêk bê.
Ji bona ku miletê kurd li Kurdistanê desthilatdar be, xebeteke kûr, dûrûdirêj, bi plan û sîstematîk pêwîst e.
Em baş dizanin ku ji bona navên kurdî û zimanê kurdî azadî xwestin; ji bona azadiya navên kurdî û zimanê kurdî xebat kirin, beşek ji azadiya miletê kurd û rizgariya Kurdistanê ya tevayî ye.
Amed, 12. 01. 2011
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 4,466 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 16-12-2022 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 17-12-2022 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 4,466 dəfə baxılıb
QR Code
|
BAKURÊ KURDISTANÊ Û REWŞA ZIMANÊ KURDÎ
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia məlumatı çox asanlaşdırdı! Mobil telefonlarınız sayəsində yarım milyondan çox qeyd cibinizdədir!
=KTML_Bold=BAKURÊ KURDISTANÊ Û REWŞA ZIMANÊ KURDÎ=KTML_End=
Yücel Aslan(Koçer)
Li bakûrê welêt ez nikarim bibêjim rewşa zimanê kurdî pir baş e, lê ez dikarim bibêjim ber bi başiyê diçe.
Rast e demekî Kurd hîn li ser cîh û warên xwe neşehitîbûn bajar, bajarok û gundên Kurdan de kurmanciyeke zelal dihate xeberdanê, wê demê teknologî û amûrên ragehandinê evqas neketibûn jiyana mirovan û şûna wan amûran de piçûka guh dida gotinê mezinan, her qebîle û berekî de malmezinek hebû, her malmezinê da jî serîkî serpêsekinî hebû.
Nêzîkî berêvara cimaet şên dibû, mezinan çîrok digotin, metelok û serpêhatiyên xwe digotin hine caran jî dorê de herkesî destê xwe dikire kerrika guhé xwe stranên denbejiyê digotin heta wexteke dereng heyteholî dikete nava cimaetê û ciwanan.
Wê demê jîyana Kurdan da jibilî kurdî tu ziman tunebûn lewma politikayên bişavtinê bi serneketin, di şînan de, şahiyan de,li ser kaniyan, li ser baniyan, li ber deriyan, li ber dangiyan, di govendan, li sûkê bigre heta nav bêriyê de zimanê kurdî hebû.
Karmend û karsazan bigre heta şivan, gavan û dûajoyan, xanim û xatûnan bigre heta berdestî û bêrivanan herkes bi kurdî diaxifî.
Îro jî rewş berovajî bûye bajar, bajarok û gund vala bûne şivan, gavan, dûajo nemane, xaniyê herkesî cihê ye, kaniya herkesî di malê da ye û telefona heryekî di berîkê de ye, kur bavê ra, buk xwesiyê ra, xwûşk bira ra û dikarim bibêjim jin mêr re naaxife, teknologiye mirovên malê jihev dûr xistine di hundurê malê da hîn malbatên din ava bûne.
Di gel van hemû rewşên ku hatine guhurandiê dîsa jî mirov dikare qala tiştên baş bike, dema berê yek ji xerîbî û qurbetiyê dihat wexta ew bi tirkî diaxifî me xwezila xwe pê dianî, wî kesî jî ji bo ku xwe zana û torin bide nîşandan di nav gotinên xwe de kurdî zêdetir cîh dida tirkî, lê îro ne wisa ye heke di nav civatekî da mirovek baş kurdî biaxife mirovên din xwezila xwe bi wî kesî tînin û wî kesî ji xwe re mînak digrin, li ser torên civakî dikevin nav lêkolînan, derheqa ziman, wêjê, çand, huner, folklora kurdî mereqan dikin.
Jibilî navdar,edebyatzan,hunermend û rewşênbîrên bakûr hersê perçê din û kurdên Kurdistana Sor (Kurdên Sovyeta berê ) jî dixwînin û dişopînin, ez ser navê xwe bibêjim dema ez li gund bûm derheqa dîroka kurdan de tu agahîyeke min tunebû, xeyrî dengbêj Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Reso, Şakiro, Zahiro Ferzê, Sîno û çend hebên din min tu kes nas nidikir, saya serê Radyoya Rewanê min çiroka Kerr Kulik,û cend hebên din bihîstibûn ew bû.
Lê min navê Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qanadê Kurdo û gelek qelemzêrînên din nebihîstibûn û derfetên roja îroyîn nebûyana min Cegerxwîn, Osman Semrî, Seydayê Tîrêj, Qedrîcan û bi hezaran kesên din nasnedikirin.
Îro bi hêsanî ez dikarim Şerefname yê jî bidestbixim bixwînim û Şivanê Kurmanca jî, jiber ku wek tê zanîn teknologiyê dinya bi xwe re piçûk kiriye, wek me got têkildarî û eleqeya ciwanan jî li ser teknologiyê pir e ez gelek hevalan nas dikim kar û barên wan li ser ziman e .Herçiqas aliyê aborî û siyasî da tengasî hebin jî dest ji karê xwe nakşînin, ji bona gotineke kurdî dikarin herin deh gundan û bajaran bigerin, dibe ku hejmara wan kesan kêm bin, lê ew têra xwe hene hejmara wan herroj zêdetir dibin, qalîte û pîleyên wan bilindtir dibin.
Dema berê her heremek bi devoka xwe diaxifî û her heremek bi stranên xwe hebûn, her heremek bi çîrok û serpêhatiyên xwe hebûn, lê îro ew rewş hatiyê guhurandinê kurmancek dikare bala xwe bide ser zaravayê zazakî, zazayek dikarê bala xwe bide ser zaravayê soranî, soranek dikare zaravayê kurmancî biaxife, herwisa kurmancek jî dikare zaravayê soranî fem bike û hemû zaravayên zimanê kurdî dikarin stranên hev guhdar bikin, bihebînin, mînak bidim min doh li ser rûpela hevalekî xwe çîrokeke kurdên meyî herema Oramarê xwend çîroka Sûto û Tato gelekî bi min xweş hat herçiqas bi zimanê heremê ve hatiyê nivîsandin jî lê gelek femdariye mirov sûdê jê werdigire.
Aliyê din hejmara berhemên kurdî zêdetir dibin, mirov dikare li ser kêmasî û qalîteya wan nîqaş bike, dixwazim vê bibêjim, kî /kê çi bixwaze bi awayekî hêsan dikare bidestbixe, derfet pir zêdetir bûne, berê li bakûrê welêt hezar malên kurdan de ancax li malekê pirtûkeke kurdî hebû, lê niha her malê de berhemên cûrbecûr hene, dîrok,helbest, roman, felsefe û pirtûkên çîrokan, ez kovara jî qet hesab nakim.
Ciwanên kurdan yên di zanîngehan de dixwînin, yên ku xwendina bilind dibînin hejmara wan gelek in dikarim bibêjim payê pir bi xwehî rêxistin û bi tevger in herçiqas perwerdeya wan li ser zimanê Tirkî be jî lêbelê bala ciwanan bi zimanê kurdî re tê, bi hewaskarî lêkolînan dikin dicedînin, ev yeka jî gumanê dide mirova hêviyên mirova xurtir dibin.
Ez di wê baweriyê de me zimanê kurdî yê baştir û xurtir bibe, li başûrê Kurdistanê bûye zimanê bazarê, şikir wa rojvayê Kurdistanê jî federasyonek ava dibe her çiqas zehmetî hebin jî, ev deskeftinan aliyê erênî bandora xwe didin ser civakê.
Li metropolên Tirkan de gelek caran min dîtiye li sûkê, otobûsan de û cîhên girse û qelebalixî lê hebe kurd bi dengê êlî (bilind) diaxivin û tevdigerin tirk jî hemberî vê ecêbê bêdeng dimînin, çima min got ecêb jiber ku ev yeka bi me xwe jî ecêb dihat, lê ev êdî gelek normal û rewa tê ditîne.
Van salên dawî de jî dengê kurdan rayagiştî de bilindtir bûye, ev yeka jî hêz dide mirovan, gellên cînar mejbûr dimînin, kurdiya te, kurdbûna te û zimanê te rewa dibînin û rêz bigrin.
Dixwazim vê jî bibêjim, çima ez evqas li ser ciwanan sekininîm jiber ku aliyê siyasî de jî ciwan dixwazin hevdu fem bikin, tifaqê çêbikin, daxwaz û mexseda teva welatekî serbixwe ye.
Rast e pêşiyên me di warê ziman da gelek dewlemend in heryek ji bona me çavkaniyeke qedrê heryekî divê bêt zanîn, lê mixabin wan mezinên me heta niha em di bin banê Kurdistanê de komî serhev nekirine, gelek caran peyî eşîrtahiyê çûne, gelek caran jî peyî oldariyê çûne bira guh nedayê birayê xwe yî Kurd lê guh daye cînarê xwe yî misilman.
Hêvî û gumana min ew e rihê kurdewarî û zimanê kurdî li ser vê axê şêntir û xurtir bibe nivşên nû bi zimanê xwe perwerdê bibînin.
Daxwazim ez helbesteke xwe a bi navê zimanê kurdî va gotinên xwe dawî bikim slav û rêz.
ZİMANÊ KURDÎ
Tu çiqas şirînî,çiqas xweş î
Mîna xalîçeke nexş bi nexş î
Mîna cihêz ê qîzeke çevreş î
Mîna dayka min gul û geş î
Tu hem beybunî,hem binevş î
Tu mîna siwarekî kubarî keleş î
Tu mîna hespekî kihelî reş î
Te ewqas tîr û kevan xwar in
Tu hîn dibezî hîn dimeş î
Tu avêtin ji çapxana
Tu buyî benîştê devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zinê tu anî pirtukxana
Herîrî tu kirî devê helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş
Dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca
Dayî nasin bi nîşana
Qanadê Kurdo pesnê te da
Ba kurdîzana
Tu Gumrîye hatî xewna Hecîyê Cindî
Li sêwixana
Ber sura Amedê gel kalemêra
Li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî
Li ser zimana
Bî pênusa Osman Sebrî,
Nuredîn Zaza ,Qedrîcan
Zarînî û qêrînî ya te ket nav
Hewara Bedirxana
Bi hestên Cegerxwîn tu ketî
Devê ciwana
Ketî şevbêrkên dengbejan li diwana
Tu ketî devê Evdal nava miqam û strana
Tu bûyî kilam di nav têlên tembûrê hozana…
[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 3,764 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 19-09-2023 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 20-09-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 3,764 dəfə baxılıb
QR Code
|
Bedirxanî, Kovara Hawarê, Nivîskarên Wê û Roja Zimanê Kurdî
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia Kürd dilində məlumat üçün ən geniş çoxdilli mənbədir. Kürdüstanın hər yerində arxivçilərimiz və işçilərimiz var.
Bedirxanî, #Kovara Hawar# ê, Nivîskarên Wê û Roja Zimanê Kurdî
#Konê Reş#
=KTML_Bold=Derbasbûn:=KTML_End=
Vê carê jî, li ser daxwaza kovara The Hall Kurdîyê, ez ji serê kaniya nivîsandina bi alfabeya Kurdî latînî destpê bikim.. Ev alfabeya ku Mîr Celedet Bedirxan berhevkiriye û yekemîn car, di dîroka Kurdistanê de, kovara Hawarê pê hatiye weşandin. Bi min xweş e ji wî û kovara wî Hawarê destpê bikim û di her hejmarek kovara The Hall Kurdîyê de, nivîskarekî kovara Hawarê yên ku pêşeng in di nivîsandina kurdiya latînî de bidim naskirin. wek: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Mîrzade Rewşen Bedirxan, Qedrî Can, Osman Sebarî, Cegerxwîn, Dr. Nûredîn Zaza û yên mayî.
Bêguman, di seranserî Kurdistanê de, Bakurî xwediyê qenciya weşandina rojname û kovarên Kurdî ne. Û di serê wan de Bedirxanî, yên ku serkanên Kurdên Bakur in.
Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya Kurdî an wêjeya Kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê xweş diyar bibe ku lehengên rojname, kovar û wêjeya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine, ji wan lehengan wek ku min got hin Bedirxanî ne. Tevî vê yekê jî, ew Bedirxanî ji desthilanîn neketine, bê rawestan, li ber xwe dane, ta ku em gîhandine vê qonaxê. Ez ne bawer im ku malbat wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin. Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin. Bi lehengî li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgunê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêşxistina zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û bilindkirina navê Kurdistanê bû. Di encamê de wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandine, gelek navend û enstîtu jî ji gelê Kurd re vekirine. Yek ji wan kovaran HAWAR e. Bi min xweş e ku di vê hejmara The Hall Kurdîyê de konê xwe li dor Mîr Celadet Bedirxan û weşandina wî ji kovara HAWARê, nivîskarên wê û roja Zimanê Kurdî re vegirim.
=KTML_Bold=Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê=KTML_End=
Mîr Celadet Ali Bedirxan,1893 – 1951: Hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî, di roja 15/5/1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe Hawarê bi tîpên latînî, li Şamê, bi destûra hikumeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû çap kir û di nav Kurd û biyaniyan de belav kir. Bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got:
Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
(Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40/1942.)
HAWAR, kovareke panzdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya Kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû.
Wek ku min got xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li serê hatiye nivîsandin: Şam, Taxa Kurdan/ Çapxana Tereqî bû.
Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelî bûn. Beşa fransî 2-4 rûpel bûn. Beşa Kurdî ji hejmara (1-23)an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara (24)an û pê de, tenê bi alfabeya latînî hatiye nivîsandin. Dema ku Mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşî ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê Erebî, Tirkî, Farisî û Fransî diyar û eşkere kir. Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên Kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de, bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên Kurdan bûn. Tevan xwe li mala Mîr Celadet digirtin û hina ji wan rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Tevî ku gelekan ji wan xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî nekiribûn.
Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibistanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî bibûn û dibûn. Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê wî Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, bi gelek navan Hawara Kurdan dineqişandin.
Bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşî beşdarî kovarê bûye. Ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara duyem de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisêyan de, Hemîd Ferec ji Başûrê Kurdistanê Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz Beg Zaza, wek bijîjkê Hawarê, di quncika bijîjkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, Hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûredîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî, Qedrî Cemîl Paşa û hwd. Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandiye wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Mela Enwerê Mayî, Pêrût, Lawikê Kurd û hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kiribûn vekirî bû. Belê beşa fransî, ji bilî ku Mîr Celadet û birayê wî Dr. Kamîran, bi gelek navan di vê beşê de dinivîsandin, van Kurdenasên biyanî jî ew beş bi nivîsên xwe dixemilandin wek: Pr. G. Michaelian û R. Lescot. Em Kurdên Rojava bi saya wan Bedirxaniyan me zimanê xwe parast, hez ji zimanê xwe kir û me pê nivîsand..
Bi tenê 57 hejmar ji kovara HAWARê, di navbera sala 1932 yê û sala 1943 yê de, hatine weşandin. Hejmara pêşî, di 15-05-1932 yê de û hejmara dawî ya 57 emîn, di 15-08-1943 yê de hatine weşandin. Cihê çapê, ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, ev kovara bedew û spehî, tev hejmarên wê, li gor programê xwedîyê wê, nehatine çap û belavkirin û dawî hatiye rawestandin.
Temenê Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewşa abûrî, ya ku Mîr Celadet Bedirxan têre derbas dibû, yazdeh salan pê re dirêj kiriye.
Hawar, ji hejmara 1ê heta hejmara 23 yê, ango heya roja 25 ê Tîrmeha 1933 yê , li dû hev hatiye weşandin, hejmara 24ê di roja 24ê Nîsana 1934ê de derketiye, hejmara 27ê di roja 15ê Nîsana 1941 ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawî ango hejmara 57 ê, di 15 ê Tebaxa 1943 yê de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye. Me kurdan jî, ji sala 2006 an ve roja 15 ê Gulanê, roja weşana kovara Hawarê wek Roja Zimanê Kurdî bi nav kiriye.
=KTML_Bold=Roja Zimanê Dayikê û Roja Zimanê Kurdî=KTML_End=
Îsal/2023 jî, piştî 24 salan ji banga Saziya UNESCO, ewa ku di roja 17-11-1999 ê de hatiye belavkirin da ku, 21 ê Sibatê bibe: “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê”. Em jî vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku berî 91 Salî ve, kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê salê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin ziman û li pey vê banga Mîr Celadet Bedirxan ku di nav rûpelên Hawarê de gotiye dilivin:
Malxerabo!
Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin -fînfoneke- derewîn bi lêv bikin.
Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûreşiyek girane.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin.
(Kovara Hawar, hejmara (27) Şam,1941)
Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her neteweyek bi ala xwe ya rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, ango zimanê Kurdî nasnameya neteweyê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şer bi zimanê me re kirine û dikin. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
Dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şer bi zimanê me re kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.
Zimanê dayika me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. Kok û rehên zimanê me li hezar salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref li dinyayê belav bûye.
Wek ku min di pêş de gotiye; ez ê di hejmarên hatî de konê xwe di ser jinnameya nivîskarên Hawarê de vegirim û ez ê ji Mîr Celadet Bedirxan destpê bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.[1] Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 3,405 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 10-09-2023 qeyd edilib Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 13-09-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 3,405 dəfə baxılıb
QR Code
|
Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: (Rahênanên Zimanê Kurdî) yan jî
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia Kürd dilində məlumat üçün ən geniş çoxdilli mənbədir. Kürdüstanın hər yerində arxivçilərimiz və işçilərimiz var.
Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: (Rahênanên Zimanê Kurdî) yan jî.
Tahirhan Aydın.
KOVARA Nûbihar Akademî,J. 11, sal 6, 2019. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=441230&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: (Rahênanên Zimanê Kurdî) yan jî=KTML_Link_External_End= Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq. Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün  simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Bu mövzuya 4,446 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag Başlıq xüsusiyyətləri Texniki meta məlumatlar Bu başlıq ڕاپەر عوسمان عوزێری tərəfindən 21-10-2022 qeyd edilib Bu məqalə ئاراس حسۆ tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır Bu mövzu sonuncu dəfə ڕۆژگار کەرکووکی tərəfindən 07-09-2024 tarixində nəzərdən keçirilmişdir Başlıq ünvanı Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var Bu mövzuya 4,446 dəfə baxılıb
QR Code əlaqəli fayl - Sürüm | Tip |
Sürüm |
| | | |
Editör Adı |
| Şəkil faylı |
1.0.1 | 179 KB |
| |
21-10-2022 | ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع. |
|
|