Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kurdipedia haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
 Zəng vur
 Üz
  Qaranlıq vəziyyət
 Standart parametrlər
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kitabxana
 
Element qeydiyyatı
   Ətraflı Axtarış
Ünsiyyət
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha çox...
 Daha çox...
 
 Qaranlıq vəziyyət
 Slayt Bar
 Yazı tipi ölçüsü


 Standart parametrlər
Kurdipedia haqqında
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
İstifadə qaydaları
Kurdipedi arxivçiləri
Sizin şərhləriniz
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
Kömək
 Daha çox
  Kürd adları
 Axtarışa tıklayın
İstatistika
Məqalə
  586,158
Şəkil
  124,413
Kitab PDF
  22,121
Əlaqəli fayllar
  126,477
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
14
Yerlər 
2
Partiyalar və təşkilatlar 
1
Kitabxana  
6
Qısa təsvir 
7
Şehitler 
2
Qəbilələr və tayfalar 
3
Fayl saxlama
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hamısı bir yerdə 
274,973
Məzmun axtarışı
Nəticə : Tapıldı 4, 1 səhifənin 1



Təzələmək
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Messenger
Email
Copy Link

Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia gündəlik Kürdüstan və kürdlərin tarixini yazır.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye
Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye
Hevpeyvîn: Dilşêr BÊWAR
Me duh bi nivîsa Em dê guh bidin çîrok û hîkateya #antolojiya dengbêjan# qal kiribû ku hevpeyvîna me tê amade kirin. Îro em guh didin Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş ku 2 antolojiyên dengbêjan ên li ser dengbêj Reso û Şakiro amade kiribûn. Ew niha li ser antolojiyên din jî dixebitin û di kurtedemê de ew jî dê bigihîjin ber destên xwendevanan. Ew li ser dengbêjiyê gelek tiştên xweş ji bo me tînin ziman. Niha em guh didin wan. Kerem bikin...
Çi bû sedem ku hûn bikevin dû berhevkirina kasetên dengbêjan û fikra amadekirina antolojiyan ji ku derket?
- Em bi deng û kilamên dengbêjan mezin bûn. Li malan, li gundan, di rê û dirban, di şahî û şînan de kilamên dengbêjan li ser zar û zimanan bû. Dengbêjî wekî terapiya civakî bû. Evîndaran hedûriya xwe bi kilamên dengbêjan dianîn, dilbikulan kul û keserên xwe bi kilamê dengbêjan dikewandin. Wekî efsane, behsa qehremanên ku di serhildana Simko, Azadî (Şêx Seîd), Agirî û yên din de cih girtibûn, dihat kirin. Trajedî, qehremanî, eşq û evîniyên ku bibûn kilam, di nava gel de her dem mijara sohbetan bû. Zaroktiya me di nava wê atmosferê de borî. Naveroka kilaman efsaneyên zarokatiya me bûn.
Sedema sereke ya lêgerîna me, pêwîstiya lêkolînên li ser dinyaya kurdî ye. Antolojiya Dengbêjan/dengbêjiyê mijareke derengmayî ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku bingeha etnologî û Antropologiya Kurdî naveroka kilamên dengbêjiyê ye. Tu beş fenanî dengbêjiyê civaka kurdî baş temsîl nake. Me jî xwest ku em ji mijareke navendî dest pê bikin.
Bawer im di demeke nêz de wê Antolojiya Sêyem a Dengbêj Huseyno jî bigihîje ber destên xwendevanan. Bi tevî van her sê antolojiyan, wekî proje we amadekirina çend antolojiyan wekî hedef daye ber xwe?
- Belê rast e. Cîlda Antolojiyê ya sêyem a Dengbêj Huseyno qediya. Ew ê di demekî nêz de bê çap kirin. Çend cîldên pêş jî dê ji dengbêjên herêma Mêrdînê (Dengbêj Mehmûdê Hesî û Fadilê Kufragê) û ji ên herêma Amedê (Salihê Bênatî) pêk werin. Li ser hejmara cîldan me ji xwe re tu tixûbek diyar nekiriye, heta ku em bikaribin em ê berdewam bikin.
Gelo ev dengbêjî hew xweserî me ye? Yanî, li dinyayê dengbêjî çi ye, li kîjan ax û welatan heye, çi ferq di navbera ya me û yên dereke de hene?
- Di dîroka gelek welatan de muzîk û teksta nêzîkê dengbêjiyê hebûne lê belê nejiyane û roja îroyîn dengbêj û dengbêjî tenê li Kurdistanê hene. Dengbêjî muzîka kurdî ya herî xweser e. Ew qas xweser û bi bandor e ku gelek hunermendên ermen jî ji dengbêjiyê pir hez kirine û bi dengbêjî strane. Hozanên ermen wekî Zekeriya Batîsta, Gulê, Perê di demên xwe de dengbêjên navdar bûne.
Sermeselê, dengbêjiya ku li seranserî sînorê bakur û başûrê welêt, yanî ji Colemêrgê bigire heta ku xwe berdide Botanê û Behdînanê û dengbêjiya Serhedê ma gelo heman dengbêjî ye? Mînak, çi ferq di navbera payîzok an heyranokekê û kilameke Reso yan Şakiro da heye?
- Naveroka kilamên dengbêjiyê li her herêmên Kurdistanê yek e. Lê her herêmê, dengbêjî li gor civaka xwe saz kiriye. Edebiyateke bi sosyolojiyê re girêdayî ye. Lê deng û meqam li gorî sirûşt, avûhewayê û xwezayê diguhere. Wekî mînak ku em bidin, li Serhedê dengbêjî bi deng û awaz bilind e û li Mêrdînê nizm e. Honaka kilaman li Serhedê kin e, li Mêrdînê dirêj e.
Em dizanin hin dengbêjên mêr gelek kilam ji dengbêjên jin girtine/hîn bûne. Di nava dengbêjiyê da gelo mirov dikare kîjan taybetmendiyên dengbêjên jin derxe pêş?
- Dengbêjên jin pir afirîner in. Lê belê di esasiya xwe de jinên kurdan ên li gundan bi piranî xwedî potansiyelekê dengbêjiyê ne. Jin ji bo dengbêjiyê xizne û çavkanî ne. Hemî dengbêj ji vê xizneyê sûd werdigirin. Lewma jî di kilaman de vebêjerên kilaman jin in. Ne tenê kilamên evînîyê kilamên serhildanê jî li ser hest û nêrîna jinan têne honandin. Piştî trajediyan ên ku di nava kelekela hestan de dişewitin jî, yên ku li ber bayê trajediyê dikevin jî jin in. Dilên wan bîra hestên netebitî ne. Her ku bîr tije av dibe û bi ser ve diçe û helbestê diafirîne. Divê mirov hemû gotin û vegotinên jinên kurd ên salmezin tomar bikin.
Di antolojiyan da navê gundê Cemalvêrdî gelek derbas dibe, taybetmendiya gundê Cemalvêrdiyê çi ye di dengbêjiya Serhedê de?
- Cemalvêrdî di hêrama Intabê de li pala çiyayê Qertewîn, gundekî piçûk e. Tevahiya deşta Intabê li ber bergeha gund e. Erdnîgariya Cemalvêrdî wekî sahneyekê ye ji bo dengbêjiyê. Heger gund platform be, pişta platformê Çiyayê Qertewîn e, pêşberê sahneyê jî hemî Intab e. Li alî din jî Intab (herêma Dutaxê) ji aliyê Bakûrê Qertewînê ve di navbera herêma Milazgirê û Patnosê de ye, ango bi her awayê cîhekî stratejîk e. Bîhna çiya, û bîhna deştê di nava hev de ne. Şerê ku di kilama Axao (Şerê Cemalvêrdî) de derbas dibe, li Cemalvêrdî di navbera şervanên kurdan û milîsên dewletê de diqewime. Bi kurt û kurmancî erdnîgariyeke wisa ye ku ji dengbêjiyê re avzêmka bi qîmet e.
Evdalê Zeynikê, Bedîhê Çavşûşe û Şakiro her sê dengbêjên hoste jî ji wî gundî ne. Wekî tê zanîn Evdalê Zaynikê bi afirîneriya xwe, bi meqam û terzên xwe di edebiyata dengbêjiyê de li hemû deverên Kurdistanê bûye semboleke hevpar. Bedîhê Çavşûşe li wî gundî kilamên Evdal hîn bûye û li herêma Serhedê bi nav û deng bûye. Dengbêj Şakiro jî di piçûktiya xwe de bûye şagirtê Bedîh û bi terz û dengê xwe di nava kurdan de nav û deng daye.
Di sohbetên me de we bal kişandibû ser bandora dengbêj Reso ya li ser dengbêjan û malbatên wan. Bi kurtî ji kerema xwe re hûn dikarin behs bikin?
- Di gerên me yên li welat de, me ferq kir ku Reso bi dengbêjên herêman tevekan re danûstandinek çandî pêk aniye. Di destpêka dengbêjiya xwe de li dû kilaman geriyaye û ji dengbêjên hoste kilam hîn bûye. Di dema kamiliya dengbêjiya xwe de jî ji her dengbêjê hemtemen û paşîvan re rêz girtiye û ew hînê kilaman kiriye. Em dikarin bêjin ji Serhedê bigire heta Mêrdînê, Diyarbekirê, Batmanê, malbatên ku me serdaniya wan dikirin. her kesî dengbêjê xwe bi Reso re muqayese dikir. Ango ji bo wan Reso pîvana hostetiyê bû. Dîwana ku Reso tê de kilam gotiye, tevlêbûna wê dîwanê û pê re kilam gotin, ji bo dengbêjan û malbatên wan her tim bûye şanaziyek mezin.
Di pêvajoya berhevkirina kaset û lêkolînan de çi astengî derketin pêşiya we? Û tiştên hûn kêfxweş û xemgin kirine ger hebin çi ne?
- Em bi alîkarî û têkilêyên gelek heval û dostan li gelek gund, bajar û bajarokan geriyan. Em li malbatan dibûn mêvan û bi dengbêjên wê herêmê re me dîwana dengbêjiyê li dar dixistin. Gelek caran heta nîvê şevê berdewam dikirin. Tişta ku em pê herî dilşad bûn bêguman ew bû ku me di wan şevbihêrkan de rê û rêzanên dîwana dengbêjiyê didîtin û em dibûn hevparê wê kelecaniya dîwanê. Ji bo lêkolînên di warê dengbêjiyê de divê di dîwana dengbêjan de ev hest bên jiyîn. Her wiha gelek malbatan bi salan kasetên ku di bin erdê de, di qulê dîwaran de veşartibûn bi me re parve dikirin û em dihewandin. Helbet ev jî ji bo me moral û motîvasyoneke mezin bû.
Astengî bi çend awayî derdiket pêşiya me: Carinan em pê dihesin ku pispor û salixdanêrê mijarê demekê kin/berê wefat kiriye û li pey wî/wê tu tomarek, vîdeoyek, destnivîsek nemaye. Hemî zanînên wî/êw pê re çûne gorê. Astengiya din jî hin kes û malbat hene ku naxwazin kaset û qeydên li ba xwe bi tu kesî re parve bikin. Em gelek caran pê dihesin ku kaset û qeyd di sandoqan de riziyane. Hin caran jî ji ber tirsa qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî gelek kaset û tomar bi salan veşartî mane û dawiyê de jî riziyane. Dengbêj Filîtê Axtepe du sal pêşiya wefata xwe di sala 1966’an de dengê xwe tomarê 4 kasetan dike. Ji wan sê kaset dirizin yek jê difilite. Astengiyek din jî koçberiya malbatên kurdan ji welatên xwe ber bi metropolên Tirkiyêye ve ye ku malbatên Kurdan ji hev pir belav bûne. Carinan mijarekê kurt gelek demên meriv digire.
Çi serhedî bin çi jî hin kesên ji herêmên dî bin, dibêjin em nikarin li dengbêjan guhdarî bikin û sewta dengbêjên Serhedê bi me hişk û sar tê. Gelo bi rastî jî mirov nikare li dengbêjan guhdarî bike? Rêbaza baştir fêmkirina ji dengbêjan heye, yan jî çi ye?
- Helbet xweşlêhatina meqam û awazan li gor mirovan diguhere. Lê her kesên ku bi kurdî bizanibe dikare li dengbêjan guhdarî bike. Ji bo ku mirov ji dengbêjan tahmekê werbigire divê mirov kurdî fêm bike. Lewra dengbêjî bi qasî ku melodî ye, ji wê zêdetir jî vegotina çîrokên evînî, dîrokî, trajedî û sirûştî ye. Honakek edebî ye û her wiha di çarçova mûzîkê de gotarek devkî ye. Ji bo wê yekê jî divê naveroka kilamê were fêmkirin.
Ji ber ku li ber destên me du antolojî hene ez loma wan esas digrim. Bi kurtî hûn dikarin behsa hin taybetiyên dengbêj Reso û Şakiro yên dibe haya me jê nebin bikin?
- Dengbêj Şakiro bi têra xwe tê naskirin lê analîza dengbêjî û kilamên wî hê nehatiye kirin. Bi qasî ku em bûn şahid, li seranserê Serhedê, Amedê, Êlihê, Sêrtê dibe ku dengbêjiya her dengbêjî were nîqaş kirin, lêbêlê dengbêjiya Reso nayê nîqaşkirin. Hemî dengbêjên dema Reso û paşîvanên wî ji isûl, metod, terz, û estetîka dengbêjiya Reso sûd wergirtine. Ji sûdwergirtinê jî wêdetir Reso ji bo wan qonaxeke nû ye. Her dengbêjê ku li Reso guhdarî kiriye, careke din li dengbêjiya xwe zivirîye û ji nû ve şîrove kiriye. Dengêj Huseyno ji vana yek e. Wekî mînak; Dengbêj Reso kilama “Tobedar im” ji Dengbêj H. Sîno fêr dibe, pişt re vê kilamê ji H. Sîno re bi şîroveya xwe distirê û şîroveya Reso gelek bandorê li H. Sîno dike. H. Sîno êdî vê kilamê tu caran nastirê, dixwaze ku ev kilam bi terza Reso belav bibe. Çîroka kilama Xemê jî bi vî rengê ye. Dengbêj Şakiro, piştî ku Reso baş nas dike, Dengbêj Reso wekî mamosteyê xwe û mamosteyê hemû dengbêjan îlan dike. Di encama lêkolînên xwe de em bi hêsanî dikarin bibêjin ku dengbêjiya Reso pîvan e, estetîk e, terz e, ûsil e, şîrove ye.
“dûz dabanê, ordî bozanê, soz yalanê, dîl bîlmezê, koprî geçmezê, qapî emelê Gelo çima pêdivî pê dîtîn ku van gotinên dereke yên bi vî rengî li nav kilaman xin? Gelo piştî dengbêj li bajarên Tirkiyayê geriyan û bi demkî be jî lê ciwar bûn ev peyv ketin nav zimanên wan? Ger rast be gelo mirov dikare bibêje pişaftina ewil bi vî rengî pişkiya nava me?
- Di kilamên dengêjiyê de, gelek peyvên tirkî encama polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Lê hin peyv jî bi zanetî tê bikaranîn. Şakiro di kilama “Seraya Mamed Axa” de dibêje “…hespa meriv beza be, şûrê meriv birra be…”. Lê dema ku qala Siltan Evdilhemîd dike, dibêje “şûrê Evdilhemît keskîn e”. Di vir de naxwaze peyva “bira” bi kar bîne. Lewra peyva “keskîn” sembola celadiya dewleta Osmanî ye û hewce nabîne ku reseniya wê bikar bîne. Dîsa di hin kilamên din de jî bi zanetî peyvên tirkî, erebî û ermenkî ji bo hevdengiya peyvan wekî cihêrengiyekê bi kar anîne.
Çi kilamên min li ser înternetê peyda kirin, çi jî kilamên Îbrahîm ji min re şandin, qismek ji wan deqe û nivekê û hîn jî du deqeyan û hwd dikudînin. Wexta mirov li kasetan guhdarî dike mirov dibê qey kilam bi saetan diajon. Sedemên kinbûna van kilaman çi ne?
- Ji bilî destanan kilamên din ên dengbêjên Serhedê nîvekî sê-çar ferd in. Heman kilam li gor terza dengbêj bi lez an jî giran hatiye gotin. Ji ber ku qeyd hin caran ji ber teyîbên xerabe, giran hatine hildan, kilam kin dibin û sivik digerin. Dengbêjên Serhedê û Amedê çîrokên kilama, em dikarin bêjin bi nîvekî di nava sê-çar deqeyan de vedibêjin. Heman kilam li Mêrdînê li Colemergê digêhîje 10-12 deqeyan. Şayesandina bûyera ku dengbêj vedibêje, ji melodiyê zêdetirîn naveroka hîkayetê bi taybetmendiyên erdnîgariyê û lehengan, di xeyala mirov de zindî dibe. Bi vê navgîniyê kilam bi naveroka xwe di hişê mirov de cîhek fireh digire.
Em ji antolojiyan hîn dibin ku kilama “Şerê Selanîkê” û kilama “Seraya Memed Axa” aydî dengbêj Mistefa Xelê Heyran in. Gelo çima Qeymeqamê Qereyaziyê xwestiye dengbêj Mistefa Xelê Heyran sirgûn bike?
- Mistefa Xelê Heyran ji QazîCelala li ser navçeya Xuristînê ye. Dengbêjekî şair e û kilamên qehremaniyê zêdetirîn kilamê wî ne. Li ser lehengên serhildana Şêx Seid û Agiriyê gotiye. Sadiqê xwarziyê Dengbêj Reso diyar dike ku wî Mistefa Xelê Heyran li gundê Xelê, li ba Dengbêj Ferzê ditîye. Mistefa Xelê Heyran li wir tîne ziman ku sîxurê dewletê Xidoyê Sajlixê ji bo kilamên Serhildanê muxbîriya wî dike. Hêzên dewleta Tirk wî dîl digrin û 25 rojan dest bi kelemçe dişînin ba fermandarê Tirk. Li wir ji hêla fermandar ve tê darizandin. Jê tê pirsîn ku wî li ser serhildanan kilam gotine yan na. Ew jî rastiyê pesend dike û di bersîva xwe de dibêje “Ez şair im. Li ser her qewimandina ku dibînim û dibîhîzim kilaman dibêjim. Ku hûn sê saetan destûrê bidin min ez ê kilamek li ser şerê di navbera Tirk û Yewnan û Bulgaran de bisêwirînim û ji we re bibêjim. “ Sê saet şûnde wî derdixin pêşiya alaya esker. Mistefa Xelê Heyran li wir kilama “Şerê Selanîkê” bi tirkî dibêje. Ji ber vê sedemê azad dibe û destûrê digire ku dîsa vegere Xuristînê.
Em ji têbiniyên antolojiya Şakiro hîn dibin ku dengbêj Xemê hezkiriya dengbêj Siloyê Gulê bûye û kilama bi navê Xemê bi hev re çêkirine. Gelo çi bû bi vê evînê? Û Siloyê Gulê kilama “Bavê Ferxriya” ji kîjan herêmê anîye Serhedê?
- Siloyê Gulê di 1916’an de ji gundê Dignûge yê girêdayî navçeya Milazgirê koçberî Sîwêrekê dibe û demeke dirêj li wir dimîne. Dema ku me serdaniya mala wan li gundê Dignûgê kir, lawê wî Elbarî ji me re got ku Siloyê Gulê wexta ku li Sîwêrekê dimîne dil dikeve keçikeke bi navê Xemê. Siloyê Gulê û Xemê gelek stranan li ser evîna xwe distirên. Lê rojekê dixwazin kilamek gelek xweş biafirînin ku evîna wan li her herêmê belav bibe. Bi vê mebestê bi hev re kilama “Xemê” çêdikin û miqam didinê. Di dawiyê de miradê wan naçe serî û malbata Xemê, wê bi yekî din re dizewicînin. Siloyê Gulê jî piştî zewaca Xemê li wir natebite û vedigere Serhedê, gundê xwe Dignûgê. Bi dilekî evîndar û bêmiraz kilama Xemê li Milazgirê distirê, bi dengê wî re kilam belav dibe û dengbêjên din ji wî hildidin. Lê piştî ku Reso vê kilamê jê fêr dibe bi desteka Siloyê Gulê jî êdî ev kilam bi terza Reso li her cihê belav dibe. Dengbêj Reso, Şakiro, Huseyno, Zahiro û hin dengbêjên din xemleke cihê dane vê kilamê û her yekî bi terzê xwe vegotine.
Di nav têbinîyên kilama “Sidîqê Delalî” de tê gotin ku wexta Sidîq û Ezedîn tên kuştin Gulnaz xanim (diya Sidîq) di hewşa qereqola Mûşê de lingê xwe li serên jêkirî ên Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje, “Berxê nêr ji bo kêr e”. Ji kerema xwe re hinek bi berfirehî hûn dikarin behsa vê trajediyê bikin?
- Gulnaz Xanim ji eşîra Xwêytî xwîşka Mûsa Begê Xwêytî ye. Ji eşîra Hesenan bi Faris re zewiciye. Gulnaz Xanim di sala 1927’an de tevî lawê xwe Sidîq (Sidîqê Delalî) û birayê xwe Ezedîn tev li serhildana Agiriyê dibin. Di demeke kin de hêzên dewleta Tirk wê dîl digrin û davêjin girtîgeha Mûşê. Hêzên dewletê di şerê Xilûkê de lawê wê Sidîq, birayê wê Ezedîn şehîd dixin. Serê Sidîq, Ezedîn û hevalek wan jê dikin tînin li Mûşê, di hewşa qereqolekê de datînin û gazî Gulnaz Xanimê dikin. Gulnaz Xanim, destê wê li paş pişta wê, dikeve hewşê û bi pozikê lingê xwe li serên jêkirî yê Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje; “Ev lawê min e û ev jî birayê min e. Berxê nêr ji bo kêr e.” Vedigere ser serê jêkirî yê şervanê din û bi destê xwe çavê wî digre û dibêje; “Ji vî xortê re heyf bû, ev şervanê wan bû.’’
“Mirûdên kilaman” ji kê re tê gotin û ev li pey çi ne?
- Hin mirov hene ku dema dengbêj kilaman distirê, hemî hestên wan der dibin, li xetayên xwe mikur tên, eş û elem, derd û xemgîniyên xwe li ber kilamên dengbêjan dikewînin. Yanê terapî dibin. Li ber melodî û naveroka kilamên dengbêjiyê gelek kes xwe di mêzînê re derbas dikin û ji nû ve motîveyî tiştan dibin. Di kasetên dengbêjan de gelek sehneyên motîvebûnê, terapiyê û lixwemikurbûnê hene. Heger bikaranîna têgeha “mirûdên kilaman” di cîh de be, ji bo van kesan e.
Gelo ji bilî antolojiyan çe xebat hene li ber destê we?
- Li ser wêjeyê û hin naverokên kilamên dengbêjiyê xebatên me hene. Di demên pêş de dê berhemdar be.
Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de (2018) Antolojiya Dengbêjan ji bo xwendevanan îmze kirin û rastî eleqeyeke baş hatin. Antolojî çapên nû kirin.
Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ji bo amadekirina antolojiyan gund bi gund geriyan, bajar bi bajar geriyan.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 3,689 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://diyarname.com/
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 15-07-2020 (6 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: İncəsənət
Məzmun kateqoriyası: Mədəniyyət
Nəşrin növü: Çap edilib
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 06-09-2022 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 3,689 dəfə baxılıb
QR Code
Antolojiya Dengbêjan 1 - Dengbêj Antolojisi - The Antologie of the Dengbêj - I
Grup: Kitabxana
Kurdipedia sayəsində siz kimlərin kim olduğunu bilirsiniz! Harada yaşayır və nə edir!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish1
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Antolojiya Dengbêjan 1
Antolojiya Dengbêjan 1
Navê pirtûkê: Antolojiya Dengbêjan 1
Navê nivîskar: Azad Zal | Cevahir Sadak Düzgün | Muharrem Cebe | Mustafa Yıldız | Xezal Arslan | İrfan Uçar
Pêşgotin: Osman Baydemir
Navê wergêr: Dawud Rêbiwar | Esra Karadaşlı | Hatice Efe | Omer Fidan
Wergera ji ziman: Kurdî, Tirkî, Îngilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbekir
Navê çapxaneyê: Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê
Sala çapê: 2011

Bi vê xebatê armanc; parastin, danasîn û veguhestina ji bo nifşên nû ya kevneşopiya dengbêjiyê ye. Ev kevneşopiya ku beşeke girîng a çanda zargotinî ya kurdan e, di heman demê de hêmaneke girîng e ku hem derheqê jiyana civakî ya gelê kurd a berê de agahiyan di nava xwe dihebîne, hem jî wêjeya devkî ya kurdan parastiye û gihandiye roja me. Ev kevneşopiya ku ji hemû hêlên jiyanê dîmenan di nava xwe de dihebîne, vegotina jiyanê ya bi çavê civaka kurd e...

Bu çalışmayla, Dengbêjlik Geleneğinin korunması, tanıtılması ve gelecek kuşaklara aktarılması hedeflenmiştir. Sözlü Kürt Kültürünün çok önemli bir parçası olan bu gelenek, hem yerleşik yaşam öncesi Kürt halkının sosyal yaşamını hem de yazılı dönem öncesi Sözlü Kürt Edebiyatı'nı günümüze taşıyan bir unsurdur. Yaşamın her alanından kesitler içeren bu gelenek, Kürt toplumunun gözünden yaşamı anlatmaktadır...

With this work, it is aimed to protect, represent and transfer the Tradition of Dengbêjî to the future generations. This tradition that is a very important part of Oral Kurdish Culture is a factor transfers both the social life of the Kurds before settled life and the Kurdish literature before the written age. This tradition contains examples from all parts of life tells life from the viewpoint of Kurdish society..
[1]

Qeyd: Bu kitabın PDF faylı mövcud deyil, bu faylı əldə etmək üçün Kurdipedia-ya kömək edin! Kitab təqdim edin
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 3,270 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | institutkurde.org
Başlıq dili: Kurmancî
Bir neçə dəfə dərc olunub: Erê
Ləhcə : Türkçe
Ləhcə : İngilizce
Məzmun kateqoriyası: İncəsənət
Məzmun kateqoriyası: Biyografi
Nəşrin növü: Çap edilib
PDF: Yox
Şəhərlər: Amed
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 89%
89%
Bu başlıq ڕاپەر عوسمان عوزێری tərəfindən 16-08-2022 qeyd edilib
Bu məqalə ڕۆژگار کەرکووکی tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ڕۆژگار کەرکووکی tərəfindən 11-09-2024 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 3,270 dəfə baxılıb
QR Code
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.161 KB 16-08-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Antolojiya Dengbêjan- II - Dengbêj Antolojisi - The Antologie of the Dengbêj - II
Grup: Kitabxana
Kurdipedia hər bir kürd fərdin ictimai informasiya əldə etmək hüququnu təmin edir!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Antolojiya Dengbêjan- II
Antolojiya Dengbêjan- II
Navê pirtûkê: Antolojiya Dengbêjan - II
Navê nivîskar: Azad Zal | Cevahir Sadak Düzgün | Muharrem Cebe | Mustafa Yıldız | Xezal Arslan | İrfan Uçar
Navê wergêr: Feratê Dengizî | Omer Fidan
Wergera ji ziman: Kurdî, Tirkî, Îngilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbekir
Navê çapxaneyê: Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê
Sala çapê: 2011

Bi vê xebatê armanc; parastin, danasîn û veguhestina ji bo nifşên nû ya kevneşopiya dengbêjiyê ye. Ev kevneşopiya ku beşeke girîng a çanda zargotinî ya kurdan e, di heman demê de hêmaneke girîng e ku hem der heqê jiyana civakî ya gelê kurd a berê de agahiyan di nava xwe dihebîne, hem jîwêjeya devkîya kurdan parastiye û gihandiye roja me. Ev kevneşopiya ku ji hemû hêlên jiyanê dîmenan di nava xwe de dihebîne, vegotina jiyanê ya bi çavê civaka kurd e..

Bu çalışmayla, Dengbêjlik Geleneğinin korunması, tanıtılması ve gelecek kuşaklara aktarılması hedeflenmiştir. Sözlü Kürt Kültürünün çok önemli bir parçası olan bu gelenek, hem yerleşik yaşam öncesi Kürt halkının sosyal yaşamını hem de yazılı dönem öncesi Sözlü Kürt Edebiyatımı günümüze taşıyan bir unsurdur. Yaşamın her alanından kesitler içeren bu gelenek, Kürt toplumunun gözünden yaşamı anlatmaktadır..

With this work, it is aimed to protect, represent and transfer the Tradition of Dengbêjî to the future generations. This tradition that is a very important part of Oral Kurdish Culture is a factor transfers both the social life of the Kurds before settled life and the Kurdish literature before the written age. This tradition contains examples from all parts of life tells life from the viewpoint of Kurdish society..
[1]

Qeyd: Bu kitabın PDF faylı mövcud deyil, bu faylı əldə etmək üçün Kurdipedia-ya kömək edin! Kitab təqdim edin
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 3,475 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | institutkurde.org
Başlıq dili: Kurmancî
Bir neçə dəfə dərc olunub: Erê
Ləhcə : Türkçe
Ləhcə : İngilizce
Məzmun kateqoriyası: İncəsənət
Məzmun kateqoriyası: Biyografi
Nəşrin növü: Çap edilib
PDF: Yox
Şəhərlər: Amed
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 89%
89%
Bu başlıq ڕاپەر عوسمان عوزێری tərəfindən 16-08-2022 qeyd edilib
Bu məqalə ڕۆژگار کەرکووکی tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ڕۆژگار کەرکووکی tərəfindən 11-09-2024 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 3,475 dəfə baxılıb
QR Code
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.159 KB 16-08-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Danasînek li ser Antolojiya Dengbêjan a li ser Dengbêj Reso
Grup: Qısa təsvir
Kürdipedia"nın əməkdaşları milli arxivimizi obyektiv, qərəzsiz, məsuliyyətli və peşəkar bir şəkildə qeyd edirlər.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Danasînek li ser Antolojiya Dengbêjan a li ser Dengbêj Reso
Danasînek li ser Antolojiya Dengbêjan a li ser Dengbêj Reso
=KTML_Bold=Danasînek li ser #Antolojiya Dengbêjan# a li ser Dengbêj Reso=KTML_End=

Xebatên berhevariyê hem dengên nemir ên dengbêjan û hem jî çand û hunera kurdî ji wendabûnê diparêze û mîna xelatekî giranbuha ji nifşên nû re dihêle. Em ê jî bi riya bernama danasîn bixeleke nû li ser pirtûka Antolojiya dengbêjan ji we re pêşkêş bikine.
Pirtûka ji rêze-antolojî ya dengbêjiyê ya bi amadekariya Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn a bi navê dengbêj Reso, ji weşanên Nûbihar hatiye weşandin. Omer Guneş ji navçeya vartoya Mûşê ji gundê Gomaçawûş e. Di sala 1977'an de hate dinê. Li bajarê stenbolê li zanîngeha Marmarayê beşa Hiqûqê qedandiye. Ji 2004`an û vir de li stenbolê parêzertiyê dike. Demeke dirêj e li ser wêjeya dengbêjiyê lêkolînan dike.
Îbrahîm şahîn jî li Gundêmîrayê vartoyê di sala 1977`an de ji dayik bûye. li zannîgeha Erziromê beşa bernamekariyê, xwendiye. Ji sala 2001`ê ve li Almanyayê dijî û li wir karsaziyê dike û li ser wêjeya dengbêjiyê jî lîkolînan dike .
Pirtûka Dengbêj Reso, bi awayê rêze antolojiya dengbêjiyê hatiye amadekirin. Ev pirtûka ku cilda yekem e destpêkê di derbarê jiyana dengbêj Reso de hin agahî û bîranînanên wî vedibêje. Di berdawamiyê de jî stranên ku bi dengê Resoyê nemir hatine gotin, ji kasetan bi awayekî orijînal hatine erşîvkirin . amadekarên vê pirtûkê mebesta wan a amadekirina vê vê xebatê bi van hevokan wisa tînin ziman.
Awaz û sewta dengbêjan di xwezaya malan de,rêyên gundan de, zevî û mêrgan de hertim nola çavkaniyan diherikî nava xeyalên me. Xeyalên me bi kilamên dengbêjan dewlemendtir dibe.....
Dengbêjî ji bo me her tim tişt bû. Muzîk bû, awazên xurt bû, evînî bû, mêrxasî bû, edebiyat bû, dengê xwezayê bû ,kewandina dilên birîndar bû, gerdûna xeyalan bû, sebra dê û keçan bû û destanên mîtolojîk bû. Hêza mûzîk û dengbêjiyê em ji nû ve ber bi xwe ve kişandin lewma em ketin pey edebiyata dengbêjiyê.
Pirtûka Antolojiya Dengbêjan ji pênc beşan pêk tê. Kilamên dengbêjan li gorî naveroka wan hatiye dabeşkirin û bi rêzê kilamên Serhildanê , kilamên Evîniyê, kilamên li ser şer û pevçûnên navxweyî- eşîrî, kilamên li ser xwezayê , ramanên jiyanê û Destan. Bêyî ku guherînek di peyvên wan de bê kirin, bi formên resen di pirtûkê de cih digirin . lê xwendevan beriya biherike nava van kilaman, jiyana Dengbêj Reso hîn dibe. Dengbêj Reso di 1902'an de li Îdarê, gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîra Berkirî ji qebîleya Solika ye. Navê bavê wî Welo ye, navê diya wî Hefsê ye. Bi tevahî ew şeş xwişk û biran e... Apê wî Evdoyê dengbêj. Dengbêj Gulê û Evdalê zeyikê gelek caran bi hev re kilam strandine . Tê vegotin ku rojekê Gulê tê kerembeyliyê mala Evdo, jê daxwaz dike ku ciwanên malê jî kilaman bistirên .Evdo jî biraziyê xwe Reso nîşanî Gulê dide . Reso wê çaxê 8-9 salî bûye. Gava Reso bi dengekî bilind diqîre, Gulê heyirî dimîne û bi henekî dibêje: Hey belqityo, te perda guhê min qetand, Gulê dengê Reso diecibîne, qabîliyeta wî dibîne û dibêje: Evdo li vî biraziyê xwe miqate be, wê dengbêjekî hêja jê derê....
Her çiqas Dengbêj Reso gelek stran straye jî, lê vê gavê tenê 120 kilamên wî tên zanîn. Wekî ku dihat gotin Reso şeş an heft helbestên cîgerxwîn kiriye kilam û straye. lê mixabin qeydên van kilaman tune ne.
Ev pirtûk, ji bo kesên dixwazin lêkolînên li ser dengbêjan û kilamên dengbêjiyê bikin çavkaniyeke hêja ye
Her wiha bi vî şêwazî li ser gelek dengbêjên din hatine çêkirin. Xebatên bi vî rengî yên li ser dengbêjî û çanda kurdî, ji xwendekar û nifşînên nû re dibin çavkaniyên sereke.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
- Ji qelana pelfilm, malpirtûk, antolojiya dengbêjan.
- Ji rûpela wîkîpediya û çandname. [1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 388 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] Kurdipedia üçün xüsusi element | Kurmancî | Ji aliyê Kurdipedia ve hatiye wergerandin- Aras Hiso
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 01-09-2025 (1 İl)
Məzmun kateqoriyası: Mədəniyyət
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Məzmun kateqoriyası: Ədəbi
Məzmun kateqoriyası: Sosial (Örf və adət)
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Kurdipediyaya aiddir!
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 01-09-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 01-09-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 388 dəfə baxılıb
QR Code
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.346 KB 01-09-2025 ئاراس حسۆئـ.ح.
Şəkil faylı 1.0.29 KB 01-09-2025 ئاراس حسۆئـ.ح.
Şəkil faylı 1.0.17 KB 01-09-2025 ئاراس حسۆئـ.ح.
  Yeni başlıq
  Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ 
  Qadınlar üçün 
  
  Kurdipedi nəşrləri 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.141 saniyə!