Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kurdipedia haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
 Zəng vur
 Üz
  Qaranlıq vəziyyət
 Standart parametrlər
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kitabxana
 
Element qeydiyyatı
   Ətraflı Axtarış
Ünsiyyət
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha çox...
 Daha çox...
 
 Qaranlıq vəziyyət
 Slayt Bar
 Yazı tipi ölçüsü


 Standart parametrlər
Kurdipedia haqqında
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
İstifadə qaydaları
Kurdipedi arxivçiləri
Sizin şərhləriniz
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
Kömək
 Daha çox
  Kürd adları
 Axtarışa tıklayın
İstatistika
Məqalə
  587,386
Şəkil
  124,636
Kitab PDF
  22,130
Əlaqəli fayllar
  127,039
Video
  2,194
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
14
Yerlər 
2
Partiyalar və təşkilatlar 
1
Kitabxana  
6
Qısa təsvir 
7
Şehitler 
2
Qəbilələr və tayfalar 
3
Fayl saxlama
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Hamısı bir yerdə 
275,728
Məzmun axtarışı
Di Roja Cîhanî ya Hevpeymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî de Tirkiyê gelê kurd bi kîmyasalê qir dike
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia sayəsində siz kimlərin kim olduğunu bilirsiniz! Harada yaşayır və nə edir!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di Roja Cîhanî ya Hevpeymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî de Tirkiyê gelê kurd bi kîmyasalê qir dike
Qısa təsvir

Di Roja Cîhanî ya Hevpeymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî de Tirkiyê gelê kurd bi kîmyasalê qir dike
Qısa təsvir

Di Roja Cîhanî ya Hevpeymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî de Tirkiyê #gelê kurd# bi kîmyasalê qir dike
Zana Roj/ Şehba

Di Roja Cîhanî ya Hevpeymana Qedexekirina Çekên Kîmyawî de Tirkiyê gelê kurd bi kîmyasalê qir dike
29 ê Nîsanê roja hevpeyana cîhanî ya qedexekirina çekên kîmyawî ye. Ev peyman ji bo qedexekirina bikaranîna çekên qedexekirî yên nûkler û kîmyasal hate îmzekirin. Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku Faşîzma Tirkiyê li ber çavên raya giştî bi sala ye çekên qedexekirî li ser gelê Kurd bikar tîne û li hember vê yekê cîhan bêdeng e.
OPCW Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî organa cîbicîkar a Peymana Çekên Kîmyewî ye, ku di 29 ê Nîsana 1997an de ket meriyetê . Ev peyman bi tevlîbûna 193 ê welatên cîhanê bi taybet ji bo qedexekirina bikaranîna çekên ku madeyên nûklerî ango yên kîmyawî tê de heye hate derketin. bê guman ev peyman piştî bikaranîna hêzên navnetewî yên ku li dijî mirovahiyê sekinîne û di encama van çekan de qirkirina mirovî hate kirin; hate derxistin.
Yek ji wan mînakan jî di şerê cîhanê yê duyemîn 1945 an de Yekîtiya Emerîka bombayên nûkler li ser bajarên Yabanê Hêroşîma û Negezekî bikar anî di encama wê qirkirinê de bi milyonan însan mirin.
Li hember gelê Kurd ev cure çek hatine bikar anîn di komkûjiya Helebçeyê de hikumeta Îraqê Sadam huseyîn di 16 ê Adara 1988 an de bajarê Helebçeyê bi çekên qedexekirî yên kîmyasal hate topbaran kir. Ev yek heyanî niha jî tê berdewam kirin. rûxmî ku ev cure çek li ser aste cîhanê hatine qedexekirin, lê faşîma Tirkiyê vê yekê bi sala ye li ser gelê Kurd bikar tîne. Ji Avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê Dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Parastinê yên Medyayê çek û madeyên kîmyawî bikar tîne. Her wiha di şerê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî de ev yek hate belgekirin, lê raya giştî û Rêxistinên Navnetewî li hember van sûcan bê deng man.
Têkildarî Roja hevpeymama cîhanî ya qedexekirina çekên kîmyawî. Parêzer Cibraîl Mistefa ji rojnameya me re axivî.
`Ji bo parastina mirovahiyê Hevpeyman hate derketin`
Cibraîl di axaftina xwe de bal kişad ser hevpeymana qedexekirina çekên kîmyawî û wiha got: “Çekên kîmyawî li ser mirovahiyê xeteriya herî mezin e. di encama van madeyan de bi milyonan însana di şerên cîhanê de jiyana xwe ji dest dan û qirkirinê komî hatin çêkirin. Bi taybet piştî talankirinên ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hatine kirin, Rêxistina Navnetewî ji bo pêşîgirtina li van çekên ku hebûna tavahî zindiyan dike xeteriyê di 29 ê Nîsana 1997 an de hevpeymana cîhanî ya qedexekirina bikar anîna çekên kîmyewî derxist. Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî li ser asta cîhanê berpirsê yekemîn li hember bikar anîna van çeke ya û ew şopdarê fermî ye ku çiqas ev hevpeyaman tê bikar anîn yan na. lê mixabin rûxmî vê yekê jî ev çek di cîhanê de tên bikar anîn”.
`Zêdetirî 50 î salî ye Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyasal tên topbarankirin`
Cibraîl diyar kir ku Faşîzma Tirkiyê bi hezaran ji çekên kîmyawî li gel xwe dihewîne û wiha domand: “Faşîzma tirkiyê rûxmî ku bikaranîn û girtina van cure ji çekan qedexe ye, lê li gel xwe bi hezaran cûre çek û bombeyên kîmyasal dihewîne. Li gorî hevpeymana cîhanî jî ev yek nayê qebûl kirin. faşîzma Tirkiyî zêdetirî 50 salî ye cekên kîmyasal li ser herêmên Parastinê yên Medyayê bikar tîne. Bi hezaran gerîlayên azadiyê di encama bikaranîna van çekan de şehîd bûne. Faşîzma Tirkiyê Bikar anîna van çekan li ser Tevgera Azadiya Kurdistan ji xwe re rewa dibîne û di heman demê de rêxistinên navnetewî jî bê deng dimîmin”.
`Birîndarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî hê êşa kîmyasalê dikşînin`
Cibraîl da zanîn ku Faşîzma Tirkiyê li ber çavên cîhanê çekên kîmyasal li ser gelê Kurd bikar anî û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çek bikar anîn. Di dagirkerina Efrîn di sala 2018 an, her wiha di Serê Kaniyê û Girê Sipî di 2019 an de ev yek bi tundî bikar anî. Di van sûcan de gelê sivîl û zarok bûn qurbanî, birîndarên ku di encama madeya fisfor û yên qedexekirî de hatine birîndar kirin hê jî êş û azarên wê yekê dikêşînin. Sûcdarê şer Erdoxan ji bo qirkirina gelê Kurd, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tavahî Kurdistanê dagirk bike hemû hovîtiya xwe bikar anî. Bi taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû sûcên ku hatine kirin hatin belgekirin û ji raya giştî re hatin pêşkêş kirin”.
Cibraîl axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di bin bêdengiya cîhanî de bikar anîna çekên kîmyawî li ser gelê Kurd bi hezaran caran hatiye kirin. komkûjiya Helebçeyê ji komkûjiya Hîroşîma û Negezekî ne dûr e. Sadam Huseyîn bi pilangeriyeke navnetewî bi hezaran gelê Kurd li Helepçeyê di sala 1988 an de di qirkirinê re derbas kir. ev yek tê wateya ku li hemeber gelê Kurd tavahî hevpeyman, Rêxistinên Mirovî û Raya Giştî bê deng dibin û dibin hevkarê faîlan”.
`Divê bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmyawî re bê belgekirin û dadgehkirin`
Parêzer Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî li hember faşîzma tirkiyê cidî be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Faşîzma Tirkiyê di bin bêdengiya cîhanê de di roja Îro de van çekan bikar tîne, Civaka navnetewî divê xwedî sekneke cidî be li hember pêkanîna rêgezên hevpeymana cîhanî ya qedexekirina çekên kîmyawî. Her wiha divê bikaranîna van çekan bê belgekirin û ji Desteya Neteweya Yekbûyî û Meclîsa mafê mirovan re bêne pêşkêşkirin. Da ku dewleta Tirkiyê weke sûcdarê vê yekê di dadgehên cîhanî de bê ceza kirin. di asta yekemîn de divê Rêxistina Cîhanî ya Qedexekirina Çekên Kîmyawî derbasî dewleta Tirkiyê bibe û tavahî cûreyên çek û madeyên kîmyawî bêne desteser kirin û qedexekirin. Lê mixabin ji bo parastina berjewendiyê nevdewletî ev yek heyanî niha hatiye piştguh kirin û tu zagon derheqê bikaranîna Tirkiyê ji çekên qedexekirî re nehatine derxistin”.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,159 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 06-02-2025
əlaqəli məqalələr: 64
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 30-04-2024 (2 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Məzmun kateqoriyası: Kürd Səbəbi
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 06-02-2025 qeyd edilib
Bu məqalə زریان سەرچناری tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,159 dəfə baxılıb
QR Code
  Yeni başlıq
  Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ 
  Qadınlar üçün 
  
  Kurdipedi nəşrləri 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.172 saniyə!