Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kurdipedia haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
 Zəng vur
 Üz
  Qaranlıq vəziyyət
 Standart parametrlər
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kitabxana
 
Element qeydiyyatı
   Ətraflı Axtarış
Ünsiyyət
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha çox...
 Daha çox...
 
 Qaranlıq vəziyyət
 Slayt Bar
 Yazı tipi ölçüsü


 Standart parametrlər
Kurdipedia haqqında
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
İstifadə qaydaları
Kurdipedi arxivçiləri
Sizin şərhləriniz
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
Kömək
 Daha çox
  Kürd adları
 Axtarışa tıklayın
İstatistika
Məqalə
  586,656
Şəkil
  124,511
Kitab PDF
  22,123
Əlaqəli fayllar
  126,678
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
14
Yerlər 
2
Partiyalar və təşkilatlar 
1
Kitabxana  
6
Qısa təsvir 
7
Şehitler 
2
Qəbilələr və tayfalar 
3
Fayl saxlama
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hamısı bir yerdə 
274,973
Məzmun axtarışı
‘Divê sînorek ji bo dagikeriya Tirk were danîn’
Grup: Qısa təsvir
Biz məlumatları ümumiləşdirir, tematik və linqvistik cəhətdən təsnif edir və müasir şəkildə təqdim edirik!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Divê sînorek ji bo dagikeriya Tirk were danîn’
Qısa təsvir

‘Divê sînorek ji bo dagikeriya Tirk were danîn’
Qısa təsvir

‘Divê sînorek ji bo dagikeriya Tirk were danîn’
Reşo Mihemed/ Qamişlo

Edîtorê ROJNEWS’ê, Baran Germiyanî da zanîn ku #dewleta Tirk# a dagirker dixwaze bi riya siyasî serdestiya xwe li ser Başûrê Kurdistanê, herêmên Kerkûk û Mûsilê pêk bîne û ji bo vê yekê amadekariyê dike. Herwiha Germiyanî anî ser ziman ku pêwîste sînorek ji dagirkeriya Tirk re were danîn.
Dewleta Tirk ji bo dagikirina Başûrê Kurdistan û Îraqê hertim di nav pilan û tevgerê de ye. Li aliyekî peymanên siyasî û aborî îmze dike, li ser ruyê erdê jî xaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê dagir dike. Têkildarî heman mijarê edîtorê ROJNEWS’ê pirsên rojnameya me bersivand û hevpeyvîn wiha bû:
-Êrîş, hewildan û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêre jî xiyaneta PDK’ê derketiye asta herî jor, gelo sedem çi ye?
Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk li ser tunekirina gelê kurd hatiye avakirin, lewma hemû hêza xwe ya aborî, siyasî, leşkerî û çandî ji bo tunekirinê bi kar tîne, bi taybetî ji sala 2015’an û pê ve êrişên xwe li ser gelê kurd di hemû aliyên de zêde kiriye.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di dirêjahiya çend salên borî de êrişî ser Başûrê Kurdistanê kir û ji ber berxwedana bêhempa ya Gerîlayên Azadiyê tu encam bi dest nexist. Edî ew neçar ma û berê xwe dan hikumeta Iraqê, yanî niha PDK’ê û dewleta Tirk dixwazin Iraqê jî di lîstikên xwe de tevlî bikin. Têgihîştine ku li hember îradeya gerîla, artêşa wan tenê tune bûn û revîn jê re dimîne, bi şev û roj ji asîman û erdê ve derbeyên giran lê dikevin. Armanca dewleta dagirker a Tirk ew e ku Mîsaqa Millî zindî bike û ji bo wê hemû hewlan dide. Riya leşkerî hildibijêre û têk diçe, lewma dixwaze bi riya siyasî serdestiya xwe li ser herêmên Kerkûk û Mûsilê hebe û amadekariyê bike ji bo dagirkirina wan herêman. Me dît ku ji bo diyarkirina turkmenekî wek parêzgarê Kerkûkê, hemû hewlên xwe çir kir û rasterast serperiştiya komploya li ser gelê kurd dikir. Di demekê de ku dengê kurd piraniya wê parêzgehê bû, lê ev komploye têk çû û şikesteke din rastî Erdogan û hevdengên wî hat.
-Piştî diyarkirina waliyê Kerkûkê, li Enqereyê di navbera Tirkiye û Iraqê de civîna ‘Ewlekariyê!’ çêbû. Di civînê de biryar hatiye girtin ku li Bexdayê Odeya Hevbeş a Operasyonan were vekirin û li Başîqa jî perwerdeya hevpar were dayîn, PDK’ê jî di vê planê de ye, gelo ev yek çiqasî xeteriyê ji bo gelê kurd û herêmê bigiştî bi xwe re tîne?
Dema ku dewleta Tirk di vê komploya jî têk çû û di êrişên leşkerî û dagirkeriyên xwe de jî negihîşt wê encama ku dixwest, ev yek di asta navxweyî ya Tirkiyeyê û navneteweyî de jî wek têkçûn jê re hat hesibandin. Ji ber vê yekê îsal gelek trafîkên dîplomatîk pêk anîn, yek ji wan jî serdana Erdogan bi xwe bû ji bo Iraq û Herêmê. Serdan û hevdîtin heta 15’ê Tebaxê jî berdewam bûn, da ku di peymanek bi navê “ewlehî” de carekê bi awayekî bixwaze têkçûnên xwe veşêre û damezrandina bingeh û baregehên xwe li ser axa Iraqê bike fermî û yasayî, carekî din jî dixwaze bi temamî Iraqê tevlî wî şerê ku ew û PDK li dijî gelê Kurd bi rê ve dibin û encam bi dest naxin, bike.Di peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de biryar hatiye dayîn ku baregeha Beşîqê ya ku niha artêşa dagirker a Tirk tê de ye, bibe navendeke perwerdehiya leşkerî. Ev jî bi xwe mayîndekirina artêşa dagirker a Tirk e li ser axa Iraqê, yanî ew herêm bi tevahî û bi mayîndeyî di bin desthilatdariya dewleta Tirk de ye. Ji aliyekî din ve jî biryar hatiye dayîn ku navendeke hevbeş a leşkerî û îstixbaratê ya dewleta Tirk û Iraqê li bexda bê avakirin. Bêguman ev jî bicihkirina ajendayên wan e li ser Kurdan. Bêguman ev peyman metirsiyeke cidî ye li ser gelê kurd û gelên Iraqê jî. Ji aliyekî ve bi her awayî hewl tê dayîn ku gelê kurd bê helandin, ji aliyê din ve dewleta Tirk bi vê gavê xapandin li Iraqê kir û ew herêmên ku dixwaze bi navê projeyên cuda yên wek “Rêya Geşepêdan” dagir dike û dewleta neo-osmanî ava dike.
-Diyar e ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tengasî û têkçûna xwe bi beşdarkirina Iraqê ya şer re derbas bike, heta ku rê li pêşiya tevkariya PDK’ê û hemû planên dagirkeriyê were girtin pêwîste çi were kirin?
Herçiqas li Iraqê gelek helwest û bertekên li dijî vê peymanê hatine nîşandan û wek metirsîdartirîn peyman di dîroka Iraqê de tê hesibandin, lê hîn jî helwest ne di asta pêwîst de ne. Divê hemû gelên Iraqê van metirsiyên mezin bibînin û li dijî bisekinin. Erkê hemû çînan e ku li hember van êrîş û dagirkeriyên leşkerî bêdeng nemînin. Divê aliyên siyasî xwe radestî planên qirêj ên dewleta Tirk nekin û îradeya xwe nîşan bidin. Çawa çarçoveya hevahengiyê li Iraqê razî dibe bi van dagirkeriyên? Divê helwesta wan hebe û sînorekî ji bo dewleta Tirk a dagirker deynin. Niha zêdetirî 68 hezar donim daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber bombebaranên dewleta Tirk şewitîne û 14 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 yên din jî birîndar bûne. Em dibînin ku daristan û xwîna gel tu nirxek li cem hikûmeta Iraqê nemaye.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,479 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 28-01-2025
əlaqəli məqalələr: 52
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 28-08-2024 (2 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 28-01-2025 qeyd edilib
Bu məqalə زریان سەرچناری tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,479 dəfə baxılıb
QR Code
  Yeni başlıq
  Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ 
  Qadınlar üçün 
  
  Kurdipedi nəşrləri 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.718 saniyə!