Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kurdipedia haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
 Zəng vur
 Üz
  Qaranlıq vəziyyət
 Standart parametrlər
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kitabxana
 
Element qeydiyyatı
   Ətraflı Axtarış
Ünsiyyət
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha çox...
 Daha çox...
 
 Qaranlıq vəziyyət
 Slayt Bar
 Yazı tipi ölçüsü


 Standart parametrlər
Kurdipedia haqqında
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
İstifadə qaydaları
Kurdipedi arxivçiləri
Sizin şərhləriniz
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
Kömək
 Daha çox
  Kürd adları
 Axtarışa tıklayın
İstatistika
Məqalə
  583,208
Şəkil
  123,508
Kitab PDF
  22,049
Əlaqəli fayllar
  124,958
Video
  2,191
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
14
Yerlər 
2
Partiyalar və təşkilatlar 
1
Kitabxana  
6
Qısa təsvir 
7
Şehitler 
2
Qəbilələr və tayfalar 
3
Fayl saxlama
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   Hamısı bir yerdə 
272,491
Məzmun axtarışı
Nəticə : Tapıldı 9, 1 səhifənin 1



Təzələmək
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Messenger
Email
Copy Link

​​​​​​​Aldar Xelîl: Lihevkirina 1982`an bingeha tevahiya têkiliyên Kurd e
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia gündəlik Kürdüstan və kürdlərin tarixini yazır.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#​​​​​​​Aldar Xelîl# : Lihevkirina 1982`an bingeha tevahiya têkiliyên Kurd e
Reportaj Summay

Endamê Desteya Serokatiya #PYD#`ê Aldar Xelîl got: “Divê hêzên Kurd çareseriyê ji doza Kurd re bibînin. Bi rêya diyalogê bigihêjin lihevkirinan, ji şerê navxweyî dûr bikevin.”
Têkildarî peyama dawî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi malbata xwe re di 27`ê Nîsanê de endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axivî û behsa bandora axaftina Rêber Abdullah Ocalan girêdayî yekitiya niştîmanî kir.
Rêber Abdullah Ocalan bang kir ku li gorî lihevkirina 1982`an kar were kirin.
Aldar Xelîl di hevdîtinê de wiha axivî:

GELO GIRÎNGIYA PEYAMA RÊBER ABDULLAH OCALAN DI VÊ DEMÊ DE ÇI YE?
Gelê me û tevahiya hêzên demokratîk bi hesasiyet nêzî Rêber Apo dibin. Bandora daxuyaniyên Rêber Ocalan mezin in. Guhertinên mezin li herêmê rû didin. Çalakiyên nû tên avakirin. Bi xwe re jî nakokiyên mezin li rex hêviyên çareseriyê anîn. Li vir li Kurdistanê bi taybet li gel hebûna hêviyên mezin, her peyamek an jî daxuyaniyek Rêbertî di vê demê de rolek di çareserkirina gelek pirsgirêk û aloziyan de dilîze.
Bandora Rêber Apo ne tenê li ser PKK yan jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, bi awayekî mezin bandor li tevahiya gelan û navenda siyasetê dike. Lewra girîng e di vê demê de daxuyaniyek ji Rêbertî derkeve.

RÊBER ABDULLAH OCALAN JI MUXATEBGIRTINA HEVALÊN XWE LI QENDÎLÊ, MALBATÊN BARAZANÎ Û TALABANÎ ÇI DIXWAZE?
Rojhilata Navîn û Kurdistan di guhertin û qonaxên giring re derbas dibe. Planên girîng têne çêkirin. Divê em hişyar bin û tedbîran bigirin. Mîna bûyera li Zînî Wertê rû daye. Tevgerên leşkerî û gefên derketine ne di cih de ne. Mînak ger PDK`ê hêzên xwe anîn herêmê û PKK’ê û YNK`ê gotin dê şer bikin û hemû li dijî hev şer kirin. Gelo wê çi bibe?

Her sê partî xwedî bandor in. Di wê demê de ger nakokî çêbûn û du qat bûn, bûyerên mîna Zînî Wertê wê bibe sedema aloziyek mezintir. Lewra divê pênaseyek ji rêya çareseriyê re hebe, da ku nebe aloziyek mezin, lewra daxuyaniya Rêbertî girîng e.
Ger her hêzek li ser helwesta xwe bi israr be û gotinên xwe bînin cih wê şer derkeve.
Mînak PKK`ê ji dehan salan ve li herêmê ye. YNK`ê dibêje ew ji vê herêmê ye. PDK`ê jî dixwaze hêzên xwe li vê herêmê bicih bike. Wê demê rewş dê aloz bibe.
Lewra bangawazî ji bo her sê aliyan hat. Li şûna ku şerek navxweyî derdikeve divê li ser masaya diyalogê rûnin û pirsgirêkan çareser bikin.
Gelo çima Kurd ji destpêkê ve lihev dixin. Piştre aliyên din mudexele dikin da ku lihev bikin. Divê ji destpêkê ve bê mudexele lihev bikin.

Nabe aliyek derkeve û bêje çareserî yan jî aştî tune ye. Rê heye lê divê di vê derbarê de biryar bê girtin. Bi taybet aliyên ku başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî birêve dibin PDK û YNK`ê ne. Divê bi hesasiyat tevbigerin û bûyerek mîna Zînî Wertê nekin sedema nakokiyan li Kurdistanê.

ÇIMA RÊBER ABDULLAH OCALAN BANGA VEJANDINA LIHEVKIRINA 1982`YAN KIR?
Beriya her tiştî ev lêgerînek ji bo pêşîlêgirtina derketina şer e. Çima em nîqaş nakin û li rêyên çareseriyên nagerin. Çima em berê xwe didin şer û nakokiyan. Divê Kurd bizanibin çima di van rewşan de hema yekser şer tê bîra me ne diyalog?
Piştî alozbûna nakokiyan em li diyalogê digerin, mîna lihevkirina sala 1982`yan. Li gorî lihevkirinê, hêzên Kurdistanî rêzdarî ji taybetmendiyên hev du re digirin û bi rêya diyalogê nakokiyên derdikevin çareser dikin.
Lewra ev lihevkirin di sala 1982`yan de wek bingehek ji tevahiya têkiliyên Kurd re hate dayîn. Her wiha lihevkirin rêzdarî ji taybetmendiya herî beşek ji Kurdistanê re digire. Ger nakokî çêbûn divê bi rêya diyalogê çareser bibin.

Li ser vê bingehê û li gorî lihevkirina 1982`an divê pirsgirêka Zînî Wertê bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Ez dixwazim bêjim yekitî û lihevkirin cuda ne. Di destpêkê de divê lihevkirinek Kurd li her beşek Kurdistanê çêbibe. Piştre li ser asta Kurdistanê. Yekitî gavek piratîk a lihevkirinê ye piştî lihevkirin çêbû, ew ê pêk were.
Li Rojava gelek tevger û partiyên Kurd hene. Di nav de partiyên girêdayî Encumena Niştîmanî ya Kurd tev li tecrubera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk nebûn. Gelo çima lihevkirinek bi wan re çênabe ji bo ku tevahiya partî bibin yek?
Rêber Abdullah Ocalan beriya dîlgirtinê jî banga lidarxistina kongreya neteweyî û yekrêziya refa Kurd dikir. Li Rojava amadekariyên me di vî warî de hebûn. Em bi her gavekê yan jî îsnyatîfekê di vê çarçoveyê de tê avêtin re ne. Divê partiyên li derveyî projeya Rêveberiya Xweser mane, bi heman helwestî tev bigerin. Ji bo ku em bi hev re lihevkirina xwe pêş bixin.
Banga Rêbertî ji bo me xwedî wate û girîngiyek mezin e. Em bang dikin ku şer li Zînî Wertê tune be, di heman demê de em bang dikin ku partiyên Kurd li Qamişlo lihev bikin.

GELO JI ALIYÊN KU RÊBER OCALAN BANGA WAN KIRINE ÇI TÊ XWESTIN?
Tevahiya aliyên siyasî û rewşenbîr bang dikin ku şer çênebe berovajî wê aliyên nakok li hev rûnin û dest bi diyalogê bikin. Xizmeta siyasetên hêzên dagirker û Tirkiyê nekin. Hinek alî dixwazin partî û hêzên Kurd bi hev kevin. Ji ber ku yekitiya Kurdan ne ji berjewendiya wan e. Ger pirsgirêk tune be jî diafrînin. Lewra divê Kurd bizanibin ku berjewendiya wan di yekîtiyê de ye.
Ger aliyek Kurd ji lihevkirinê paşde vekişiya û lihev nekin, gel û civaka Kurdistanê dê bertek nîşanî wan bidin, wan neçarî lihevkirinê bikin. Ger wisa nebû dê şerek Kurd- Kurd çêbibe.

MEQSEDA KU REWŞA ROJAVA BAŞ Û NE BAŞ ÇIYE?
Aliyê wê yê baş şoreş e, ya ku ser xeta sêyemîn û felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan dimeşe. Heger em li dîrokê vegerin emê bibînin ku, li dewletên ku krîz lê derketine rê li ber nakokiyên pêkhate û mezheban derdikeve di encamê de alozî mezintir dibe.
Lê li herêmên me ne tenê Kurd, pêkhateyên cûda jî hene. Heger projeyek demokratîk mîna ya me tunebaya wê rewşa me çawa biba? Ne tenê em û rêjîmê meyê şer kiraba, dê şerekî navxweyî hebaye.
Berovajî wê, mînak di Hêzên Sûriya Demokratîk de hemû pêkhate li kêleka hev şer dikin û bi hev re şehîd dikevin, ev tişt erênî ne.
Li rex vê yekê kêmasî û rexne hene. Dibêjin ku xeta sêyemîn hîna berfireh nebûye û di aliyê rêgeza giştîbûnê de kêmasî hene. Ji ber aliyekî wê yê Sûrî heye û aliyekî Kurdistanî heye. Di aliyê Sûrî de li gorî nêrîna Rêbertî xeta sêyemîn ne tenê Kurd ên li herêmên Rojava di nav xwe de digire, lê belê herêmên din ên Sûriyê ji di nav xwe digire.
Yanî, di aliyê Sûrî de, çi kir, we wan bi xeta sêyemîn an netewa demokratîk da naskirin, heta niha hin alî dibêjin ku Kurd serxwedbûnê dixwazin?
Aloziyên navxweyî bandorê li welatên derdorê dike. Bêyî çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê, Iraq û Îranê çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Ji ber ku krîzên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Mîna rewşa heyî ya li Kurdistanê bê çareserkirina pirsgirêka parçeyekî pirsgirêkên li parçeyên din çareser nabe.
Mînak li ser vê yekê me bigirin dest. Heger li Bakurê Kurdistanê lihevkirineke di navbera hêzên Kurdistanî, partiyên Kurdî û hikûmeta Tirk de hebaya, dibe ku li Rojava şer tunebaya. Di salên 2012 heta 2015‘an de wê Tirkiyê nikaribuya êrişî herêmên me kiriba. Ji ber di wê demê de hewldanên çareseriyan li Bakur hebana.
Li Rojava gavên serkeftî hatin avêtin. Di şerên li Kobanê û Efrînê gelê me li parçeyên din ên Kurdistanê tevlê bûn. Ev tê wateya ku şoreşa Rojava şoreşa parçeyên din ên Kurdistanê ye. Lewra nakokiyên wê, çareseriyên wê û krîzên wê girêdayî her çar parçeyan e.

Rêbertî sazî û partiyên siyasî yên li vê herêmê rexne kir, ji ber nikarin xwe bighînin hemû aliyan û rêxistinkirina gel zêde bikin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin, rêbazên derbaskirinê vê rexneyê li gorî we çi ne?
Biryarên me hene ku gavan bavêjin. Însyatîfên ku ji bo yekitiya netewî hatine pêşniyarkirin em ê bi hemû hêza xwe li ser bixebitin û jê re bibin destek. Ji bo parastina prensîp û destkeftiyên me û pêşxistina wan çi ji me were xwestin em amade ne pêk bînin.
Her wiha em ê têkiliyên xwe bi pêkhateyên din re bi pêş bixînin û ji bo çareserkirina doza Kurdî û parastina projeya demokratîk em ê kar bikin. Em ê projeya xwe bi hemû aliyên Sûriyê û gelê Sûriyê, bi taybet bi opozisyonê re bidin nasîn.
Ji bo em bighêjin rêya aştiyê û çareseriyan ji pirsgirêkên naxweyî û herêmî werin dîtin divê hemû bi berpirsyarî tevbigerin.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 966 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 01-05-2020 (5 İl)
Məzmun kateqoriyası: Kürd Səbəbi
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 19-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 29-11-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 966 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl lihevkirineke nêz a Enqere-Şamê dûr dibîne
Grup: Qısa təsvir
Kurdipedia sayəsində siz kimlərin kim olduğunu bilirsiniz! Harada yaşayır və nə edir!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Siyasetmedarê kurd: Aldar Xelîl
Siyasetmedarê kurd: Aldar Xelîl
#Aldar Xelîl# da zanîn ku rojevkirina nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû ye û got, “Erdogan wekî ku bazirganî bi doza Fîlistînê kir piştre bi Îsraîlê re li hev kir, niha vî tiştî bi Şamê re jî dike.”
Endamê Desteya Hevserokaiya Partiya Yekitiya Demokratîk (#PYD#) Aldar Xelîl ji televîzyona Rojava re, nêzbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, armancên Rûsya ji navbeynkariyê, armanca dewleta Tirk ji destwerdana di kar û barên Sûriyê de û helwesta opozîsyonê nirxandin.
NÎŞANEYA DESTPÊKIRINA PÊVAJOYEKÊ YE
Xelîl li ser nêzbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, diyar kir ku ketina vê mijarê di rojevê de nayê wateya ku di şev û rojekê de wê lihevhatin çêbibe û pirsgirêkên wan çareser bibin û got: “Lê pêvajoyek anku nîşaneya destpêkirina pêvajoyekê ye. Rûsya dixwaze di navbera Şamê û Enqereyê de lihevhatinek çêbibe . Di vê lihevhatinê de rûs dixwazin Tirkiyê bikşînin aliyê xwe li beraMberî aliyên rojavayî, hikumeta Şamê jî li ser linga bisekine. Ji ber ku dewleta Tirk ji 2011`an de destê xwe avêt nava doysya Sûriyê, ew sedema sereke ya kûrkirina krîza Sûriyê ye. Kûrbûna alzoiyê û pêşneketina çareseriyê ji ber destwerdana dewleta Tirk bû.”
ERDOGAN JI BO MAYÎNA LI SER DESTHILATÊ ALOZIYA SÛRIYÊ BI KAR ANÎ
Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk ne ji bo pêşxistina pergaleke demokratîk û Sûriyeke demokratîk û pêkanîna aramî û azadiyê dest di Sûriyê de werda û got: “Lê belê armanca dewleta Tirk ew bû ku çawa rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ev jî îsbat bûye. Di rastiyê de dewleta Tirk êşa gelê Sûriyê ji bo xwe di aliyên siyasî, dîplomatîk, aborî û hwd de bi kar anî.”
Xelîl da zanîn ku bi xêra aloziya Sûriyê rêjîma Erdogan heta niha li ser desthilatê maye û ev 20 sal in hikum dike, her wiha hişt ku xelk li dijî aloziyên hundirîn ên Tirkiyê ranebe û muxalefta Tirkiyê lawaz bikeve.
Aldar Xelîl di dewama nirxandina xwe de piştrast kir ku rewşa Tirkiyê di hemû aliyan de, di tengahiyê de bû lê Erdogan dosyaya Sûriyê ji bo xwe bi kar anî û xwe li ser lingan girt, her wiha girupên di nava Sûriyê de bi kar anîn, xaka Sûriyê dagir kir û komara Tirkiyê mezin dike.
ERDOGAN Û ESED WEK HEV IN
Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan berê derdiket û digot 'Beşar Esed rewabûna xwe wenda kiriye, nûnertiya gelê Sûriyê nake, ez bi gelê Sûriyê û êşa wan re me'. Lê piştî ku berjewendiyên xwe pêk anîn û têra xwe herêm dagir kirin û li ser wê bazar bi pir dewleta re kirin û heta roja îro xwe anî ser desthilatdariyê ku çend meh ji hilbijartinan re mane û dibe ku guhertin li Tirkiyê pêk were, êdî bala xwe dayê ku jê re nema girîng e, êdî niha amade ye bi Beşar Esed re rûnê. Ew herdu wek hev in, ew jî navendî, despot û heta dîktator e. Ji bo vê yekî wisa isbat dike ew dirûşmeyên ku berê wî digot Beşar Esed despot e, navendî ye û nûnertiya gelê Sûriyê nake, niha guherandin û dibêje em cîran in û dikarin careke din hevdu bibînin. Ma daxwazên gelê Sûriyê pêk hatin, Sûriye demokrat bû, azad bû? Na.”
LI SER GELÊ SÛRIYÊ BAZAR KIRIN, NIHA BI DAXUYANIYÊN XWE EV ÎSBAT KIR
Têkildarî daxuyaniyên Tirkiyê yên vê dawiyê têkildarî nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, Aldar Xelîl bi bîr ixst ku ji destpêkê de armanca Erdogan ew e ku birîn û êşa gelê Sûriyê ji bo xwe bi kar bîne û wiha pê de çû: “Opozîsyon, welatên Ereban ên derdora Sûriyê, li Rojhilata Navîn û gelê cîhanê jî ev yek fêm kir. Ev jî tê wateya bazirganiya bi êşa gelan û van daxuyaniyan ev yek teqez kir.”
DIBE KU ŞAM ŞERTAN DEYNE
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl da zanîn ku di navbera her du aliyan de civînên îstixbaratî çêdibin û ev tişt gotin: “Ez nikarim bêjim hema çêbûye û pir zû bi pêş bikeve, lê pêk bê pêk neyê, Erdogan dema dibêje ez amade me bi Şamê re bicivin tê wateya ku tiştên berê digotin tevde berdan, anha jî dibe ku Şam qebûl neke. Şam bêje ez bi tere rûnanim heta tu ji xaka Sûriyê dernekeve, lê di esas de Erdogan rastiya xwe derxist holê.”
ÇAWA BAZIRGANÎ BI DOZA FÎLISTÎNÊ KIR, BAZIRGANIYÊ BI DOZA SÛRIYÊ DIKE
Têkildarî helwesta opozîsyonê jî, Xelîl got: “Opozîsyon jî niha dibêje ku me hêviyên xwe bi Erdogan girê dabûn ku bi me re alîkar be, navê wî jî kiribûn xelîfe. Xelîfeyê wan jî wan firot, wê niha çibikin. Niha jî lihevkirina Şam û Enqere çêbibe wê yek ji şertên Şamê jî ew be ku Erdogan piştgiriya çeteyan neke, cihê ku berê xwe bidinê nema. Êdî derket holê ku idîaya wan a 'ji bo Sûriyê û demokrasiyê kar dikin' ne rast e û hate teqezkirin ku Erdogan bazirganiyê bi gelê Sûriyê dike, weke ku çawa bazirganî bi gelê Fîlistînê dikir û ji bo berjewendiyên xwe bi Îsraîlê re li hev kir. Heman tiştî bi Şamê re dike.”
(cx)
[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 2,220 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 11-09-2022 (3 İl)
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Muxtar: Rojava
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 11-09-2022 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 2,220 dəfə baxılıb
QR Code
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.23 KB 11-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Şəkil faylı 1.0.162 KB 11-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Aldar Xelîl: Bi ambargoyan îradeya gel nayê şikandin
Grup: Qısa təsvir
Biz məlumatları ümumiləşdirir, tematik və linqvistik cəhətdən təsnif edir və müasir şəkildə təqdim edirik!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Aldar Xelîl# : Bi ambargoyan îradeya gel nayê şikandin
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Aldar Xelîl: “Bi birçîkirin, tîkirin, pêdiviyên jiyanê û kêmkirina dermanan îradeya vî gelî nayê şikandin. Ew qes êriş li ser wan hatin lê îradeya wan nehat şikandin, ne mimkun e bi ambargoyê îradeya wan bidin şikandin.”
Ambargoya hikumeta Şamê li ser Heleb û Şehbayê ji 13’ê Adarê ve berdewam dike. Heya niha hêzên hikumeta Şamê pêdiviyên jiyanî, mazot û dermanan derbasî herêmê nakin. Li dijî vê tevgera hikumeta Şamê helwestên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tund in. Têkildarî vê tevgera hikumeta Şamê, Aldar Xelîl ev tişt anî ser ziman: “Hikumeta Şamê bi vê ambargoyê van peyaman dide; va ye ez heme, naxwazim pêvajoyeke ji bo çareseriyê bi pêş bikeve.”
Aldar Xelîl da zanîn ku bi van ambargoyan gelê ku li dijî hemû cureyên êrişan li ber xwe daye, îradeya wî nayê şikandin.
Her wiha Aldar Xelîl bal kişand ser tevdîren Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hikumeta Şamê û anî ziman ku tu niyeta Rêveberiya Xweser nîn e ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike.
“Bila her kes bizane ger gelê me di nav dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin.” Bi van gotinan Aldar Xelîl helwesta xwe nîşan da.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê de ji ANHA’yê re axivî.

`BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ HELEB PARAST`
Di serî de dixwazim ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pirs bikim. Çima di demeke wiha de ev ambargo pêk anîn?
Ji destpêka pêvajoya aloziya li Sûriyê ve gelek bajarên Sûriyê rastî êrişên çete û tundrawan hatin. Yek ji wan bajarên ku êrişên giran hatin ser, Heleb bû. Hêzên hikumeta Şamê li bajarên ku êriş dihatin ser, nikarîbû li ber xwe bida. Gelek bajar neçarî radestkirina ji komên çete û DAIŞ`ê re kirin. Ji ber ku nikaribûn bajar biparastana. Li Helebê piştî sala 2011`an êriş dubare kirin. Lê di nava Helebê de yên ku li ber xwe dan, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Ev berxwedana wan ji giştî Helebê re bû mînak. Esas bi wê berxwedanê Heleb hat parastin. Rast e, komên çete ketin hin cihan lê ji ber Şêxmeqsûdê xwe parast, ev bû sedema parastina taxên derdora wê jî. Her wiha ev bû sedema negihîştina çeteyên di hundirê Helebê û derdorê ku rêyên wan hatin qutkirin. Ger Heleb ji komên çete hatibe paqijkirin û hat parastin, sedema sereke ew bû ku Şêxmeqsûd neket. Gelê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi îmkanên kêm, bi hêza xwe ya xweser ketin nava berxwedanê. Bi berxwedanê re çete neçar man ku ji Helebê derkevin. Ger îro Heleb li ser lingan maye, bi saya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Lê hikumeta Şamê Ii şûna ku vê rastiyê bibîne, nas bike û li gorî wê nêzîkatiyê nîşan bide, em dibînin ku berovajî wê tev digere. Wekî ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ceza dikin ku dibêjin `çima te li ber xwe da, çima derdor parast, çima te nehişt komên çete bikevin Heleb û Helebê dagir bikin?`

‘DIBE KU DEWLETA TIRK LI PIŞT VÊ TEVGERA DORPÊÇÊ BE’
Di demeke wiha de ku em bangewaziyan dikin, daxwaz dikin ku em bi Şamê re îtîfaqê bikin, çareseriyekê bi pêş bixin, ev ambargo pêk tê. Diyar e ku hin alî hene pêkanîna îtîfaqê ne li gorî berjewendiyên wan e. Di demeke wiha de em li bendê bûn ku bersiveke erênî bê dayîn, gaveke erênî bê avetin, ji bo çareseriya pirsgirêka giştî ya Sûriyê bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê em guftûgoyê bikin, lê em dibînin hinek hêz di nava hikumeta Şamê de yekser dorpêça danîne ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Ev komên ku hûn behs dikin, girêdayî kê ne?
Ev bi nav girêdayî Şamê ne, lê ew jî di nava xwe de xuya dike ku ne xwedî biryar û nêrîn in. Dibe ku îstixbarata dewleta Tirk û hinek saziyên girêdayî dewleta Tirk xwe guhandibin hêzên hikumeta Şamê an gef li wan xwaribin an têkiliyên cuda bi wan re danîbin an jî nahêlin pêvajoyeke diyalogê bi pêş bikeve. Berê jî em dizanin, dema ku Şamê dixwest gavekê biavejê, dewleta Tirk nerazîbûna xwe dianî ser ziman û digot `Ez qebûl nakim tu li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevî nava diyalogê. Tu bikevî nava diyalogê, ev tê wateya qebûlkirina pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.` Ew jî naxwazin vê qebûl bikin û naxwazin bibînin jî.
Ji ber wê li cihekî cîhanê, bi taybet li Kurdistanê; hinek kes şoreşa Kurdan re, bi nûnerên Kurdan re hevdîtinan bikin, bê gûman dê Tirk li dijî wê bisekinin. Dibe ku dewleta Tirk bi xwe li pişt vê tevgerê be. Wê bi xwe bi rengekî mudaxele kiribe. An ew dane tirsandin, an hinek ji wan kirine hevkarên xwe an jî bi rengekî berê wan dide xerabkirina pêvajoyê. Ev hewldan di çarçoveya pêşîlêgirtina îtîfaqê de ye. Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê tu zirar nedane hikumeta Şamê. Li dijî hikumeta Şamê tu hewldanên wan ên bi Tirkan re, komên çete re bibin yek, aramiya Sûriyê xirab bikin, çênebûye. Ev herêm di aliyê siyasî, nêzîkatiyên xwe de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne cuda ne. Lê çima wan hedef digirin? Wekî ku yek bibêje `bisekine ez ê tiştekî bikim ku alozî mezintir bibe.` Bi birçîkirin, tîkirin, pêdiviyên jiyanê û dermanan kêmkirin, îradeya vî gelî nayê şikandin. Ew qas êriş li ser wan hatin, îradeya wan nehat şikandin, dê bi ambargoyê bidin şikandin? Ne mimkun e. Ew bi xwe jî dizanin. Bi vê ambargoyê peyamên wiha didin; va ye ez heme, naxwazin pêvajoyeke ji bo çareseriyê bi pêş bikeve.

‘EM NIKARIN LI DORPÊÇA LI SER GELÊ XWE TEMAŞE BIKIN’
Li Qamişlo û Hesekê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve cihên ku hikumeta Şamê lê hene, hatine dorpêçkirin. Çima Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêwîstî bi vê dît û armanc jê çi ye?
Di destpêkê de bajarên Qamişlo û Hesekê ku ji hikumeta Şamê hatin rizgarkirin, Rêveberiya Xweser hinek cihên girêdayî hikumeta Şamê hebûn û ew dernexistin. Têvî ku bixwaze dikare di demeke kurt de wan ji wir derxe. Ji bo çi nekir? Ev peyameke siyasî ye. Wekî peyamekê ye ku bibejê `ez Sûriyê parçe nakim, yekitiya Sûriyê dixwazim` û her wiha ji bo rêyên diyalogê bimînin, em bikarin îtîfaqê bikin ku zemînek bimîne. Ji ber wê heya niha ev saziyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê hene. Tu biryareke siyasî ku kesek wan ji wir derxe, niha tune ye. Dema hikumeta Şamê li Heleb û Şehbayê dixe dorpêçê, herî kêm divê vê bibînin `hûn li wir gelê me dixwazin birçî bikin, li vir jî saziyên we hene û em jî dikarin vê bikin.` Ger heya niha me nekiribe, ji ber ku me nexwestiye, me nekir. Lê heger bibêjin `na bi israr em ê bikin` wê demê em jî dikarin vê peyamê bigîhinin; `hebûna we di nava herêmên me de ye. Ger derdora we bê girtin wê demê hûn jî nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanê pêk bînin.` Ji bo wê divê rêveberiya Şamê vê mijarê bibîne, ev bi destê kê tê kirin? Ger biryareke navendî be, wê demê divê biryarek bê dayîn. Na ger hinek bi serê xwe dikin, divê ev mijar bê çareserkirin.
Bila her kes bizane ger gelê me di nava dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin. Ev ne di aliyê mirovî de, ne di aliyê qebûlkirina rastiyê de, ne jî di aliyê siyasî de tê qebûlkirin. Tu niyeta Rêveberiya Xweser ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike, tune ye. Tenê hewldaneke ji bo rojevkirina mijara ambargoyê ye ku bibe hewldanek ji çareserkirina pirsgirêkê re.
Der barê vê ambargoyê de tu hevdîtinên we bi hikumeta Şamê re çêbûn? Nûnerên hikumeta Şamê çi dibêjin?
Piştî ev bûyerên ku li Qamişlo û Hesekê rû dan, êdî hikumeta Şamê pirs dike ka çi heye. Komîteyên pêwendiyê yên erkdar ji bo wê meseleyê di nava têkiliyan de ne. Hewl didin bi wan re rêyeke çareseriyê bê dîtin. Lê ji ber ku hîna encam derneketiye, em nikarin ji bo wan hevdîtinan tiştekî bibêjin. Ji ber ku hîn tu îtîfaq çênebûye. Lê em bi hêvî ne di demek kurt de bêyî ku pirsgirêk mezin bibe, ev mijar bê çareserkirin.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 481 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 16-04-2022 (3 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 27-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 481 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Destûra ku hemû pêkhateyan negire nav xwe, nûnertiya gelê Sûriyê nake
Grup: Qısa təsvir
Şərqdən qərbə, şimaldan cənuba, ölkənin hər yerində Kürdipediyanın mənbəyi var!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Aldar Xelîl# : Destûra ku hemû pêkhateyan negire nav xwe, nûnertiya gelê Sûriyê nake
Reportaj Summay

Aldar Xelîl got, destûra ku hemû pêkhateyên Sûriyê negire nav xwe nûnertiya gelê Sûriyê neke. Xelîl destnîşan kir ku xeteriya Tirkiyê hîna heye, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî wê amade be.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di hevpeyvînekê li gel li ANHA‘yê de geşedanên dawî li herêmê, gefên dagirkeriya dewleta Tirk ên piştî pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor û destûra bingehîn a Sûriyê nirxand.
-Dewleta Tirk ev çend sal in gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, piştî lihevkirin û pêkanîna bendên mekanîzmeya ewlehiyê ya bi navbeynkariya Amerîkayê, asta gefên xwe zêdetir kir, hûn van gefan çawa dinirxînin?
Her kes dizane ku armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker dagirkirin e. Tirkiyê li gorî mîsaka Millî li herêmê tevdigere ku herêmên ji gundewarê Helebê, bakurê Sûriyê heta Mûsil a Iraqê girêdayî komara Tirkiyê ne. Sedema ku nehişt Tirkiyê armancên xwe yên veşartî di dagirkirina herêmê li gorî mîsaka Millî de bide xuyakirin, peymana lozanê ye ya ku di 1923`yan de hate mohrkirin. Ji ber ku li gorî peymana Lozanê nabe Tirkiyê sînorên xwe yên heyî derbas bike. Niha jî bi nêzîkbûna bidawînbûna dema peymana Lozanê re Erdogan hewl dide planên xwe pêk bîne.
Ji aliyekî din ve divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyê di sala 1998‘an bi rejîma Sûriyê re (Lihevkirina Edanayê) îmze kir, li gorî vê lihevkirinê mûdaxleya xwe ya di Sûriyê re rewa dike. Dagirkirina Efrînê jî encamên lihevkirineke di navbera Rûsya, Tirkiyê û Rejîma Sûriyê de bû, navarokê vê lihevkirinê ew bû têkiliyên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de vegerin mîna berê û Tirkiyê li gorî lihevkirina Edanayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigire.
Erdogan ji ber du sedeman li ser du têlan dilîze, yekem: Armancên xwe yên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, duyemîn: Kirîza xwe ya navxweyî derxîne, ji ber ku Erdodan di krîzeke mezin de ye, aboriya Tirkiyê têk çûye, têkiliyên wê yên bi Yekitiya Ewropayê re hema bêje têk çûye, hemû opozisyona hundirîn a Tirkiyê li dijî Erdogan bûne yek, parçebûn di nava partiya wî de çêbûye, damezrînerên AKP‘ê ji ber siyasetên Erdogan dest ji partiyê berdan. Erdogan ji bo ku van tiştên veşêre hewl dide êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî hemû hewldanên ku Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Amerîkayê.
Lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê hemû planên Erdogan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng kirin, daxuyaniyên dawî delîlê vê yekê ye ku tê got, ev lihevkirin ji bo wî mîna xefkekê ye, lihevkirina çêbûyî nayê wateya ku xeter li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûye.
Civîna ku li Enqere di 16‘ê Îlonê de di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de pêk hatibû cewherê wê ew bû ku der bare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kurdan de lihevkirinekê çêbikin, her wiha navaroka wê ku Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bêyî ku Îran û Rûsya dengê xwe derxînin. Di heman demê de rejîma Sûriyê û Ruhanî daxuyanî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxistin û ew bi terorê sûcdar kirin. Armanca Erdogan ji van hemûyan ew e ku di dema bi Trump re fişarê li Amerîkayê bike da ku bihêle ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî ku Erdogan dizane ku wesyeta Îran û Rûsya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine ne.
Xeteriya êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyî hîna heye, divê em xwe nexapînin ku bi dawî bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoya yekemîn a bendên lihevkirina bi Tirkiyê û Amerîkayê re pêk anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji nuqteyan vekişiyan û radestî meclisên leşkerî kirin, her wiha baregehên wê yên li ser sînor rûxandin. Lê heger dagirkeriya Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike kî ji vê yekê berpirsyar e?
Ev mijar pir hesas e, artêşa Tirk hîna li ser sînor heye û hêza xwe zêdetir dike, Erdogan hîna ji gefan dixwe, balafirên Tirkiyê li ser asmanê herêmê digerin, divê em ji bîr nekin ku daxuyaniyên dawî yên Tirkiyê û Amerîka yên piştî ragihandina lihevkirina li navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, dibe ku Tirkiyê di kijan kêliyê de be daxuyanî bide û bêje ev lihevkirin bê encam e û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
Gava ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk pê rabû ya vekişandinê û rûxandina baregehên li ser sînor ji tevahî cîhanê re eşkere dibe ku xeteriya wê li ser Tirkiyê tine ye. Belê hin baregeh rûxandin, lê nayê wê wateyê ku em dest ji pergala xwe ya parastinê berdaye, divê cîhan nas bike ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vê warî de gavên cidî avêtin û hemû bendên jê dihatin xwestin pêk anîn. Divê raya giştî ya cîhanê û Neteweyên Yekbûyî, di serî de Amerîkayê erka xwe bi cih bînin, ji ber me şerê DAIŞ‘ê kir û divê destûr nedin ku Tirkiyê êrîşî herêmê bike.
-Niha bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene, derdora 71 hezar malbatên DAIŞ‘ê di kampên rêveberiyê de hene, heger Tirkiyê êrîş bike wê encam çawa be?
Destpêkê her êrîşek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke ji mafê mirovan û qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye, armanc jê dagirkirina herêmê ye, ev li gorî qanûn û pîvanên navdewletî nayê pejirandin, di heman demê de parçekirineke xaka Sûriyê ye û tevlêkirina li dewleteke din e. Dîsa jî dê jiyana civakî li herêma herî bi ewle li Sûriyê hilweşîne û ewlehî û aramiya di navbera hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de bixe metirsiyê.
Wekî we bi bîr xist hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ û malbatên wan li cem rêveberiyê ne. Her êrîşek li ser herêmê hemû îhtîmalan li pêşiya xwe vedike, heger çete birevin dê xeteriyek mezin li ser cîhanê çêbibe.
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelek civîn ji bo çareserkirinê hatin lidarxistin, lê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van civînan dihatin dûrxistin. Ya dawî Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterrs avakirina destûra bingehîn a Sûriyê ragihand, dîsa nûnerên Rêveberiyê Xweser di lîsteya komîteyê de tine ye, di nêrîna we de çima nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên dûristin?
Du sedem hene, ya yekemîn heta niha biryara çareserkirina aloziyê nehatiye girtin, heta niha hêzên mezin ên têkildarî aloziyê yên ku berjewendiyên xwe di herêmê de dibînin biryara çareserkirinê nedane, ji ber ku di kûrkirina aloziyê de berjewendiyên xwe pêk tînin. Niha Cinêv mirî ye, dibêjin ku komîteya destûra Sûriyê hatiye avakirin û endamên komîteyê qanûn danîne, lê pêkanîna wê salên dirêj dixwaze.
Sedema duyemîn û ya sereke ew e hêzên têkidarî çareserkirina aloziyê Sûriyê naxwazin xwediyên projeyên demokratîk tev li civînên çareserkirina aloziyê bikin, ji ber beşdarbûna hêzên demokratîk yên nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin dê çareseriyê peyda bikin û çareserkirina aloziyê di vî wextî de nakeve xizmeta berjewendiyên wan hêzan. Tirkiyê qet ne razî ye ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurd beşdarî prosesa destûrê bibin.
Têkildarî komîteya destûrî, her destûra ku hemû pêkhateyan negire nav xwe, nûnertiya gelê Sûriyê nake.
-Di vê pêvajoyê de ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi tê xwestin?
Divê hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Kildan refa xwe xurt bikin, li derdora Rêveberiya Xweser û pergala leşkerî kom bibin da ku sîstema xwe ya demokratîk û xwîna ku ji bo wê hetiya danîn biparêzin, her wiha di hemû waran de civakî, leşkerî û xizmetguzarî amade bin, li dijî her êrîşekê wekî şaneyeke bixebitin, xwe nespêrin hêzên derve, lê belê pişta xwe bidin pergala xwe ya parastinê û hêzên xweparastinê.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 502 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 25-09-2019 (6 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Suriye
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 14-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 502 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Divê Kurd bi rêya pêkanîna yekitiyê ji geşedanên cîhanî re amade bin
Grup: Qısa təsvir
Kürdipediyanın qadın kollecləri milli məlumat bazalarında kürd qadınlarının müsibətlərini və uğurlarını müasir şəkildə arxivləşdirir.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Aldar Xelîl: Divê Kurd bi rêya pêkanîna yekitiyê ji geşedanên cîhanî re amade bin
Reportaj Summay

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) #Aldar Xelîl# got, li qada cîhanê geşedanên bilez rû didin, divê Kurd jê re amade bin û yekitiya xwe pêk bînin. Xelîl îşaretpê kir ku dan û standinên aliyên Kurd û hewldanan çareserkirina nakokiyan berdewam in.

Di dema ku dan û standinên di navbera aliyên Kurd de didomin, li qada cîhanê geşedanên bilez rû didin. Gelek alî hewl didin bi rêya afirandina fîtneyan gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bikin. Têkildarî van mijaran endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ji ANHA`yê re mijarên girêdayî yekitiya Kurd, dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de, fîtneyên ku hinek alî hewl didin biafrînin û şerê taybet ê ku li dijî herêmê tê meşandin nirxand.
Di hevpeyvînê de Aldar Xelîl bersiva pirsên têkildarî yekitiya Kurd, girîngiya wê û asta ku gihaştiyê, avakirina Eniya Aştî û Azadiyê û bandora wê li ser yekitiya Kurd dan.
Navaroka beşa yekê ya hevpeyvînê wiha ye:

GELO GIRÎNGIYA PÊKANÎNA YEKITIYA KURD DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ÇI YE?
Yekitiya Kurd mijarek girêdayî tevahiya beşên Kurdistanê û tevahî kurdên li cîhanê ye. Wek sed sal berê îro jî li herêmê gelek pêşketinên nû rû didin. Bê gûman ne tenê li herêmê li ser rûyê cihanê ev pêşketin çêdibin. Divê em wek gel ji bo vê pêvajoyê û ji bo azadiya xwe amade bin. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreyek niştîmanî giştî li Kurdistanê pêwîstiyek e.
Sala 2013`ya, karek di vî warî de hebû lê mixabin rawestiya. Hêviyên me hene ku amadekariyên lidarxistina vê kongreyê bidomin.
Em dikarin bêjin hewltê dayîn ku li Rojava lihevkirinek di navbera aliyên Kurd de li pêş bikeve. Civînên ku di vî warî de lidar ketine, heta niha 24 partî di bin alekî û kombûnekê de hevalbendiyek ava kir û bi hev re em vê hevalbendiyê pêş dixin. Li beramaberî wê, gelek alî ji derveyî vê hevalbendiyê man. Niha bi rêya niqaşan bi Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê re em hewl didin wan jî tev li Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bikin.
Piştî qonaxa yekemîn a dan û standinan, niha behsa qonaxa duyemîn a ku ji gelek mijaran pêk tê, tê kirin. Ruxmî gelek nêrîn û nuqteyên cuda di navbera her du aliyan de hene jî lê dan û standin berdewam in. Em hewl didin di henek nuqteyan de lihev bikin û mijarên nakok ji demek din re bihêlin da ku piştre nîqaş bikin.
Niha mijarên ku em herî zêde tê de zehmetiyê dikişînin mijarên girêdayî rêveberiyê, perwerde û parastinê ne. Aliyê din bi rêbazekî cuda difikire. Em hewl didin tevahiya nêrînan kom bikin. Em naxwazin bi tu alî re lihevkirinek ku zirarê bide destkeftiyên gelê me bikin. Ji ber ku ev deskeftî bi saya xwîna hezaran şehîdan hatine bi destxistin û divê bê zanîn em ê lê xwedî derbikevin.
Mijara yekitiya Kurd ne girêdayî Rojava bi tenê ye lê belê girêdayî tevahiya parçeyên Kurdistanê ye. Niha li herêmê gavên ber bi lidarxistina kongreyek niştîmanî ve têne avêtin.

GELO DI DEMA DAN Û STANDINAN DE ZEHMETIYÊN HERÎ ZÊDE HÛN RÛ BI RÛ DIMÎNIN ÇI NE?
Di rastiyê de em naxwazin behsa vê yekê bikin. Ji ber ku nîqaş hîna berdewam in. Em naxwazin ku ev tişt bandoreke neyînî li qonaxa heyî jî neke. Lê em dikarin bêjin ku ji bo me mijarên em bi tu carî jê tawîz nadin. Mînak em ji şopandina rêya şehîdan, parastina destkeftiyên wan û destkeftiyên gelê xwe naxin mijara nîqaşê. Divê bê zanîn em tu carî lihevkirinekê ku bibe sedem van destkeftiyên me tekbiçin qebûl nakin. Fikrên me di hinek nuqteyan de cuda ye û em hewl didin van nuqteyan derbas bikin û çareser bikin.

DI DEMA KU DAN Û STANDINÊN YEKITIYA KURD ÇÊDIBÛN DE ENIYEK BI NAVÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ HATE RAGIHANDIN. GELO RAGIHANDINA VÊ ENIYÊ ÇI BANDOR LI DAN Û STANDINÊN DI NAVBERA WE DE DIKE?
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikrê Netewa Demokratîk ava bûye. Ev proje mîna ku herkes dizane kurd jî di nav de li ser dabînkirina mafên hemû gelan û parastina jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyan de ava dibe.
Ev projeya bi salane hatiye damezrandin karên xwe dimeşîne. Lê di van demên dawiyê de hinek aliyan êrişî vê projeyê kir û naxwazin ev pergal bi vî şeklî bi pêşbikevin. Heta xwestin bandorê li aliyên Ereb û Suryan yên ku bi wan re ev enî avakirin jî bikin. Bi şeklekî xwestin bibêjin, temam va gelê Ereb û Suryan li kêleka we hene lê wa li kêleka me jî hene. Di van hevdîtinan de eniyek me jî heye. Esas bi vê eniyê dixwazin bandoreke neyînî li pêkhateyên ku hatine gel hev bikin. Di rastiyê de ev eniyeke ku hûndirê wê vala ye.
Tu wateya vê eniyê di dan û standinên ku niha di navbera aliyên Kurd de çêdibin tuneye. Nexasim ku herkes dizane ku ev bû rastiya vê eniya ku ji valahiya hundirîn ava bûye û ji çend kesên ku mirov dikare li ser tiliyên xwe bijmêre pêk tê dizanin. Armanc ji avakirina mîna vê eniyê ew e ku bibe bedîlê rêveberiya herî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hinek alî dibe ku vê eniyê di dezgehên çapemenîde bi kar bînin, lê wê piştre bê bandor bimîne. Ji ber ku di rastiyê de tu tiştekî wan li ser erdê tune ye. Me tu daxuyanî girêdayî vê eniyê neda, ruxmî ku ev enî wek hewldanên zextê ye li ser dan û standinên ku niha çêdibin.

GELEK KESAYETÊN PARTIYÊN YEKITIYA NIŞTÎMANÎ YÊN KU BEHSA DAN Û STANDINAN DIKIN, TÊN HEDEFGIRTIN, BI NÊRÎNA WE SEDEM VÊ ÇI YE?
Dema behsa lihevkirinekê di navbera aliyên Kurd de tê kirin, bê guman em hemû kêfxweş dibin. Lê hinek rastî hene ku divê em ji gelê xwe re ragihînin. Em dikarin behsa van rastiya nekin, nebijin ji bo ku herkes kêfxweş be. Lê wisa nabe. Yek ji erka kesê ku vî karî dide meşandin ewe ku rastiya ji gel re bibêje. Lê dema ez bibêjim rastî wisa ye, ne ku ji ber dilê min dixwaze ez wisa dibêjim. Ez neçarim dema te pirs ji min kir ez rastiyê bibêjim. Ez nikarim tiştek ne rast ji gel re bibêjim. Ev emanete ke û dive ev emanet rast bê gotin. Carnana zehmetî û kelem hene û aliyek hinek şertan qebûl nake yan jî pirsgirêk hene. Ma dikarin gel bixapînin. Em neçar in rastiyê bêjin. Dema ku rastî jî tê gotin hindek alî, bi taybet ê ku şerê taybet li herêmê dimeşînin û dijminên me yên ku dixwazin yekitî pêk neyê, dema em behsa rastiyê û derbaskirina astengiyan dikin aciz dibin. Di esas de ew ne ku pir alîgirê yekitiyê ne an jî dilşewatin ji bo yekitiyê ku aciz dibin. Lê dema ku te rastî got tê wê wateyê ku ew rastî wê pêk bê. Mînak ez ana bibêjim ji ber vî vî sedemê heya niha lihevkirin çênebûye wê xebatek bê kirin ku ev xitimandin derbas bibe û yekîtî çêbibe. Lê ku em nebêjin wê herkes bê xapandin, wê derbas be û yekîtî jî çênabe. Ya herî baş rastî gotine. Lê navendên şerê taybet ittîfaqê naxwazin. Tû çi bike wê tiştek ji te re derbixe êrîşî te bike. Ewê her tim bixwaze rastiyan berovajî bike.
Hesabê xwe çawa dikin; dema ku êrîşî te kir, ger îttîfaq pêk hat ji xwe wê demê tiştek wê namîne. Wê têgihiştinek wisa bide çêkirin wek ku tu li dijî yekîtiyê yî. Eger ku xirab jî bibe dîsa ji bo ku bike histûyê te wê propaganda bike. Ji ber ku navêndên şerê taybet amadekariyên xwe ji bo tiştên wisa baş dikin. Him dixwazin xirab bikin, him tiştên ne rast werin gotin, dema ku xirab bû jî wê demê jî bibêjin di esas de bêjin li hemberî yekîtiyêbun.
Helbet tu aliyên dan û standinan nikarin destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya salên borî de hatine bidestxistin, paşguh bikin. Divê em hemû ji bo pêkanîna vê yekitiyê bixebitin.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 466 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 21-08-2020 (5 İl)
Məzmun kateqoriyası: Kürd Səbəbi
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 19-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 466 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Ji bo çareseriya krîza Sûriyê divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
Grup: Qısa təsvir
Hədəfimiz digər ölkələr kimi öz milli məlumat bazasına sahib olmaqdır.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Aldar Xelîl: Ji bo çareseriya krîza #Sûriyê# divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
Reportaj Summay

Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî statuya herêmê gefan dixwe û êdî parastina statuya herêmê ne tenê erka gelê herêmê, erka hemû gelên cîhanê ye.
Ji ber ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê qebûlkirin, dewleta Tirk bi hêsanî rojane gef û êrîşên xwe li ser herêmê dike. Piştî têkçûna DAIŞ’ê, her çi qas hevdîtin bi dewletan re tên kirin jî, di fermiyetê de hîna jî ji bo nasîn û qebûlkirina herêmê tu gav nehatine avêtin.
Sedema neqebûlkirina statuya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye? Ji bo ku çareserî pêk bê divê çi were kirin? Gelo neqebûlkirina statuya herêmê çi bandorê li gef û êrîşên dewleta Tirk dike?
Me ev pirs ji endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl pirs kirin.
Dewleta Tirk her ku diçe gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Gelo armanca van gefan çi ye?
Dewleta Tirk ji destpêkê de jî naxwaze sîstema neteweya femokratîk xwe bi rêxistin bike. Ji bo vê jî ji destpêka şoreşê heya niha di aliyê ragihandin, dîplomasî, rêxistinî, aborî, leşkerî hwd. de li dijî me şer dike.
Piştî têkçûna DAIŞ’ê herêm ber bi statuyê ve diçe û hebûna wê wek realîteyekê li holê ye. Ev hebûn gav bi gav di asta navneteweyî de tê qebûlkirin. Dewleta Tirk vê tehemûl nake. Eşkere gotin; “Li Başûrê Kurdistanê, di wextê wê de me dengê xwe nekir, niha jî bû bela serê me û Kurdistan li wir çêbû. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em ji niha ve mudaxele bikin.” Tevî ku rewşa me ji ya Başûrê Kurdistanê cuda ye, van tiştan dibêjin.
Em naxwazin Sûriye parçe bibe, me tu carî negotiye ku ev rêveberiya ku çêbe tenê dê ya Kurdan be. Lê dewleta Tirk dîsa jî vê qebûl nake. Tişta balkêş; piştî têkbirina DAIŞ’ê dîtin ku têkilî di asta navneteweyî de bi pêş dikevin, serdanên şandeyên navneteweyî zêde dibin, dadgehkirina DAIŞ’ê her ku diçe dikeve rojevê, dan û standinên fermî bi rêveberiya herêmê re bi pêş ketin, wê demê Erdogan gefên xwe zêdetir kirin.
‘Dewlet dê hewl bidin bazaran li ser herêmê bikin’
Gefên Erdogan cidî ne. Dewleta Tirk ne dûr e ku bi rejîma Sûriyê re îtîfaqê çêke. Ji bo ku Şam û Rûsya rê ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekin, dibe ku dewleta Tirk li Idlibê şer gur bike.
Rejîma Sûriyê û Rûsya li Idlibê xitimîne. Sedema vê xitimandinê jî piştgiriya dewleta Tirk a ji komên çete yên li Idlibê re ye. Heger Erdogan gavek paşde biavêje û ji bo Idlibê tiştan bide wan, dibe ku ew jî xwe bê deng bikin. Ev herêm ne di destê rejîmê de ye jî, di destê Rûsyayê de ye. Ji ber vê dê hewl bidin bazaran li ser herêmê bikin.
Ev herêma ku me bi xwîna şehîdan ji desthilatdariya DAIŞ’ê rizgar kir, îro Erdogan li hember wê gefan dixwe. Êdî parastina herêmê ne tenê erka gelê herêmê, erka hemû gelên cîhanê ye. Divê hemû kes bibêje ku herêma ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin em qebûl nakin dîsa bê dagirkirin.
Çi astengî li pêş qebûlkirina statuya herêmê hene?
Astengiya herî mezin êrîş û gefên dewleta Tirk in. Her wiha hin jî bi rejîma Sûriyê re ji bo statuya herêmê tu îtîfaq çênebûne. Ji bo rewabûna herêmên me girîng e ku em rejîmê jî îqna bikin û hin belgeyan bi hev du re îmze bikin. Hêzên xwedî bandor di Sûriyê de jî hîna statuya herêmê qebûl nekirine. Hewldanên me ji bo qebûlkirina statuyê hene. Gel di asteke baş de xwedî li statuya herêmê derdikeve. Êdî pêwîst e gelê Sûriyê jî xwedî lê derkeve, hîn jî têkoşîna me berdewam dike. Hewldanên îtîfaqkirina rejîma Sûriyê û hêzên derve re hene, lê li pêşiya van wek asteng jî gef û êrîş hene. Ev gef û êrîş bandore li van xebatan dikin.
Qebûlkirina statuya herêmê dê çi bi xwe re bîne?
Wê gelek tiştên erênî ji bo herêmê bi xwe re bîne. Heger statuyek çêbe ev tê wateya qebûlkirina sîstema demokratîk, biratiya gelan, jiyana hevbeş, rêgirtina îhtîmalên şer li ser herêmê. Bi statuyê re maf û rewabûna gelê Kurd û hemû pêkhateyan wê bên qebûlkirin. Ev jî wê bibe bingehek ku di pêşerojê de Sûriyeke demokratîk were avakirin. Divê bê zanîn ku bi vî şeklî di Rojhilata Navîn de sîstemeke demokratîk tê avakirin. Projeya neteweya demokratîk êdî wê bibe projeyek ji tevahî gelan û welatan re. Qebûlkirina statuyê dê were wateya pênasekirina van deskeftiyan. Dewleta Tirk êdî nikare bi rehetî gef û êrîşên xwe pêk bîne.
Gelo ev qebûlkirin dê bandoreke çawa li rejîma Sûriyê û krîzên di herêmê de bike?
Bêguman qebûlkirina statuya herêmê dê bandoreke erênî li çareseriya krîza Sûriyê jî bike. Heger îtîfaqek çênebe wê demê dê destûreke demokratîk jî çênebe. Di asta navneteweyî de ambargo li ser Sûriyê heye û biryarên navneteweyî hene ku bi Sûriyê re dan û standin çênebin. Rast e di aliyê rêveberinê de rengekî xweser taybetmendiya herêmên me hene lê em nikarin herêmê ji rewşa Sûriyê giştî cuda bibînin. Heger di Sûriyê giştî de îtîfaq û destûrek çêbe, dê bandorê li herêmên me jî bike.
Ji bo vê pêwîstiyên bên kirin çi ne?
Ya herî girîng birêxistinkirina gelê herêmê û rastiya gelê şoreşger e. Heger rêxistina me tune bûya berxwedana Kobanê, berwedan û vekirina korîdorê ji bo Şengalê, berxwedana Efrînê çênedibû. Heger Reqa, Dêrezor û herêmên din rizgar nebûna, tekiliyên me bi dewletên navneteweyî re çênedibûn. Gelê me, di qebûlkirina statuyê de û serkeftinê de xwedî roleke esas e. Bi birêxistinkirina xwe em ê statuya xwe jî bidin qebûlkirin. Ji bo parastina deskeftiyan xwedîderketin pêwîst e. Xetere li ser statuya herêmê tevahî heye.
Di destpêka damezirandina komara Tirkiyê de, bi taybet di navbera salên 1924-1937’an de, ji bo mafdayîna Kurdan guftûgoyên wekî herêmeke xweser hebûn. Di wê demê de jî dewleta Tirk ev tişt qebûl nedikir. Gelo di wê demê de Kurdan li dijî wan şer dikir an jî rêxistinên ku dewleta Tirk niha bi nav dike li herêmê de hebûn? Tiştek wiha tune bû. Dewleta Tirk damezirandina xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye. Ji bo mîsogeriya xwe biparêze, li ser tunekirina Kurdan kiriye pîvanek.
Gelek hevdîtin bi dewletên navneteweyî re tên kirin, lê heya niha di aliyê qebûlkirina herêmê de tu gav neavêtine. Çima statuya vê herêmê nayê qebûlkirin?
Dewletên ku naxwazin vê sîstemê qebûl bikin, hesabên wan ên cuda hene. Ew dewlet Sûriyê wekî beriya şoreşê dinirxînin. Di fikrên wan de guhertina Sûriyê encax bi guhertina serokê rejîma Sûriyê re wê pêk were. Dewletên ku wiha difikirin ne xwediyê projeya demokratîk in. Tenê me projeya demokratîk bi pêş xistiye. Heta opozîsyona Sûriyê projeya demokratîk qebûl nake. Ew projeyên desthilatdariyê esas digirin. Gelek dewlet jî pêşketina vê sîstemê naxwazin, ji ber ku pêşketina vê sîstemê ji bo giştî Rojhilata Navîn wê bibe mînak.
‘Xwediyê projeyê divê di çareseriya pirsgirêkên Sûriyê de cih bigirin’
Kilîta çareseriyê di qebûlkirina projeya neteweya demokratîk re derbas dibe. Ji bo çareserî û nivîsandina destûra Sûriyê, divê xwediyên projeyê di çareseriyê de cih bigirin. Eger bikarin di vê pêvajoyê de cih bigirin, wê demê em ê bikarin Sûriyeke demokratîk ava bikin.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 493 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 08-08-2019 (6 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Suriye
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 14-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 493 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Ji bo kesên li azadî, demokrasî û yekitiyê digerin çareserî Rêveberiya Xweser e
Grup: Qısa təsvir
Kürdipedia"nın əməkdaşları milli arxivimizi obyektiv, qərəzsiz, məsuliyyətli və peşəkar bir şəkildə qeyd edirlər.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Aldar Xelîl: Ji bo kesên li azadî, demokrasî û yekitiyê digerin çareserî Rêveberiya Xweser e
Qısa təsvir

Aldar Xelîl: Ji bo kesên li azadî, demokrasî û yekitiyê digerin çareserî Rêveberiya Xweser e
Qısa təsvir

#Aldar Xelîl# : Ji bo kesên li azadî, demokrasî û yekitiyê digerin çareserî Rêveberiya Xweser e

Aldar Xelîl tev li meşa girseyî ya li Hesekê bû û got Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke demokratîk û ya biratiya gelan e. Lewma jî ji bo kesên li azadiyê, demokrasiyê û yekitiyê digerin çareserî ew e.
Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) meşeke girseyî li bajêr li dar xist. Bi hezaran şêniyên bajêr û gundan tev lê bûn.
Di meşê de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û got: Piştî çûyîna Beşar El Esed, pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de em teqez dikin ku divê Sûriye ya her kesî be.
Xelîl wiha domand: QSD ne hêza beşeke civakê ye, ew tevahî pêkhateyan diparêze. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka pergala demokratîk û biratiya gelan û mînaka zindî ya pêşengiya jinên azad e.
PROJEYEKE DEMOKRATÎK A YEKITIYA NÎŞTIMANÎ
Aldar Xelîl diyar kir ku bingeha projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk felsefeya neteweya demokratîk e û ev li axaftina xwe zêde kir: Pêkahteyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke Sûriyeyê ne. Niyetên me yên dijminane yan jî parçebûnê nîn in. Lê em projeyeke demokratîk a serkeftî pêşkêş dikin. Ev proje, dikare bibe bingeha destûra nû ku demokrasiyê bi dest bixe û yekitiya Sûriyeyê dabîn bike.
Xelîl destnîşan kir ku projeya neteweperest û navendî ya berê, bû sedema parçebûna herêmê û aloziyên hundirîn û got: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekitiya welêt û dabînkirina siberojeke hevbeş ji bo tevahî pêkhateyan e.
PEYAM
Xelîl bang li rayedarên Şamê kir û got: Em ji we re projeyekê bi navê hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêşkêş dikin. Hûn li azadiyê, demokrasiyê û yekitiyê digerin. Va ye projeya Rêveberiya Xweser çareserî ye.
HIŞYARÎ
Xelîl behsa rola neyînî ya dewleta Tirk a li herêmê kir û got: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xeyalên Osmaniyan vejîne û ji bo ku îstîqrara li herêmê têk bibe piştgiriya komên çeteyan dike.
Her wiha Xelîl destnîşan kir ku heke dewleta Tirk bi rastî dixwaze ewlehiyê ji gelê Sûriyeyê re bi dest bixe, divê ji axa Sûriyeyê vekişe û bihêle ku gelê Sûriyeyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Aldar Xelîl di dawiyê de fedakarî û berxwedana hêzên ku parastina Minbicê û bendava Tişrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, silav kirin û got: Em bejna xwe li hember wan şehîdên leheng ditewînin. Şehîd Ezîz Ereb bi lehengî li hember êrişan li ber xwe da û şehîd bû.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 284 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 29-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 24-12-2018 (7 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Suriye
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 29-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə زریان سەرچناری tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 284 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Kembera ewlehiyê ji bo parçekirina Sûriyeyê û temamkirina projeya Erdogan e
Grup: Qısa təsvir
Bizim məlumatlarımız bütün zaman və yerlər üçün!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Aldar Xelîl: Kembera ewlehiyê ji bo parçekirina #Sûriye# yê û temamkirina projeya Erdogan e
Reportaj Summay

Aldar Xelîl destnîşan kir ku avakirina kembera ewlehiyê li derdora Idlibê ku di encama hevpeymana dualî ya Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye, dibe ku wek sînorekî nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de be. Xelîl diyar kir ku êdî Idlib bûye beşek ji Tirkiyeyê û da zanîn ev pêngav temamkirina projeya Erdogan di Sûriyeyê de ye.
Der barê geşedanên dawîn li herêmên Sûriyeyê û bi taybet bûyerên li parêzgeha Idlibê rû didin û hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ajansa me ANHA'yê hevpeyvînek bi hevserokê berê yê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re pêk anî.
·Hûn rewşa dawîn li Idlibê çawa dinirxînin. Gelo rola Tirkiyeyê tê de çi ye?
Destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de hişt mijar bêtir girêkok û aloz bibin. Tirkiye sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Sûriyeyê ye û komên terorîst û çeteyan li seranserî Sûriyeyê belav dike. Tirkiye sedema êş û trajediya gelê Sûriyeyê ye, her wiha gelek sedemên hundirîn ên girêdayî rêjîmê û mijarên wekî wê. Di encama van siyasetan de ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan dide meşandin, hişt ku komên çete li herêmên Sûriyeyê bêne belavkirin û bandora xwe li çarenûsa danûstandinên li Sûriyeyê û hevsengiya hêzên di cografyaya Sûriyeyê de kir. Vê yekê bandor li rewşa Sûriyeyê kir û ji aliyekî din ve bandor li rewşa Tirkiyeyê kir. Yek ji sedemên aborî ku niha Tirkiye dê re derbas dibe û nakokiyên wê bi dewletên din re û alozbûna têkiliyên di navbera wê û giştî dewletan de, sedema wê ya sereke dosyaya Sûriyeyê û siyasetên Erdogan in ku di Sûriyeyê de dimeşîne.
Tişta niha herî zêde girîng mijara rewşa Idlibê ye. Aloziya Idlibê piştî gavên ku Erdogan avêtine pêk hat, nemaze dest ji bajarê Helebê berda û radestî rêjîmê kir û alîkariya rêjîmê kir da ku serweriya xwe li ser Xotaya Şamê ferz bike û rasterast destwerdana Cerablûs û Babê kir. Niha hêzên girêdayî wî, milîs û komên terorîst li Idlibê sedema sereke ye ku hişt Rûsya xwe bispêre wî û beriya wê jî lûtkeyeke sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li dar xistin da ku vê mijarê lêkolîn bikin û biryaran der barê wê de bidin. Lê lûtkeya sêalî li gorî daxwaza Tirkiyeyê û daxwaza Rûsyayê bê encam bû û ji ber vê yekê civîneke dualî di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat.
· Gelo armanc ji civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çi ye. Bi rastî ji bo peydakirina çareseriyekê ji rewşa parêzgeha Idlibê re ye?
Civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de, civîna parvekirina berjewendiyan û planên mehên pêş de bû. Erdogan di rewşeke dijwar de ye, yan dê dest ji Idlibê wekî Helebê berde û bi vê yekê dê komên girêdayî xwe yên di Sûriyeyê de winda bike, yan jî wekî Îranê dê israr bike ango rawestandina hemleya rizgarkirina Idlibê. Rûsyayê mijar bi baldarî lêkolîn kir û xwest helwesta gelek dewletan nas bike. Piraniya dewletên din jî ji ber gelek sedeman nexwest mijara Idlibê dijwartir bibe. Sedema sereke gefxwarinên Erdogan ji dewletên Ewropayê re, dema ku wiha gotiye; eger Idlib rastî êrîşekê were dê komên terorîst ber bi Ewropa û hin dewletên din ve bişîne. Ji ber van gefên Erdogan metirsiyên van dewletan zêde bûn. Wekî mînak; eger êrîşê dest pê kir û ev komên terorîst derbasî deverên di bin serweriya Tirkiyeyê de bûn, wê demê Erdogan dê berê wan bide van dewletan û ev yek ji bo van dewletan pirsgirêkeke mezin e.
· Hûn encamên civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Komên terorîst nexwest ji Idlibê derkevin û ji bo şerê di hundirê Idlibê de bi israr bûn. Ne rêjîm dikare van koman têk bişikîne û Rûsya jî bawer nake ku êrîşa wê bê bertekên navneteweyî be, bi taybet piştî ku Amerîka û dewletên Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe der barê bûyerên Idlibê de nîşan da. Nemaze piştî ku agahî hatin belavkirin ku dibe rêjîm çekên kîmyewî li Idlibê bi kar bîne. Ji ber van hemû faktoran hişt ku Erdogan karibe Pûtîn bi razîkirin bide da ku hemleya xwe dereng bixe û hevpeymanekê ji bo avakirina kembereke ewlehiyê ava bike. Bi vê yekê êdî Idlib bûye beşeke ji Tirkiyeyê û ev kembera ewlehiyê jî sînorê nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye. Ev yek temamkirina projeya Erdogan e ku li Cerbalûs û Babê dest pê kir û niha li Efrîn û Idlibê didomîne. Tirkiyeyê serweriya van herêman kir û niha jî ew girêdayî wê ne, ango ne girêdayî Sûriyeyê ne.
· Ji bo ku rêjîm û komên çete vê yekê binpê nekin, her du alî dê çawa vê yekê mîsoger bikin?
Li rex hebûna Cebhet El-Nusra û komên din mijar cuda ye. Ji ber vê yekê Erdogan nikare biryarên piştrast bistîne piştî mijara kembera ewlehiyê. Kembera ewlehiyê bi ser nakeve. Ne pêkan e Cebhet El-Nusra û komên din bi vê kembera ewlehiyê razî bibin. Ev kember êdî li ser Erdogan û Tirkiyeyê kambaxiyek e. Ji ber vê yekê ev roj û mehên pêş qonaxeke dijwar li pêşiya Erdogan e. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze ji vê mehê sûdê wergire û van koman ber bi Efrînê ve bişîne û barê li ser Idlibê sivik bike. Di encamê de metirsî li ser Efrînê û herêmên din ên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jî çêdibe. Erdogan bi vê yekê devereke şer a nû li Efrînê çêdike, bi taybet ji ber ku me xebatên xwe yên dîplomasî, siyasî û leşkerî û rêxistinî zêde kirin da ku Efrîn were rizgarkirin. Erdogan dixwaze aloziyeke nû derxe da ku rê li pêşiya rizgarkirina Efrînê bigire.
· Gelo sedema bêdengiya rêjîm û Îranê (aliyê sêyemîn a dosya Sûriyeyê) li hemberî vê hevpeymana dualî û dagirkirina Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê re çi ye?
Niha ji bo rêjîmê mijara parçekirina Sûriyeyê yan xwarina beşeke ji Sûriyeyê ne girîng e û tenê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û komên din ji ber ku ji herêmên din ên Sûriyeyê hatine li herêmekê hatine komkirin, sînordar bike. Tişta ku niha ji bo rêjîmê girîng, ew e ku van koman li herêmekê sînordar bike. Eger ji bo yekitiya Sûriyeyê baldar bin, bêguman dema ku Efrîn, Cerablûs û Bab û hin deverên din ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirinê dê tev bigeriya û ev herêm hê jî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Li Efrînê niha zimanê welatiyan tê guhertin û navên gundan tên guhertin û bi hezaran ji Idlibê ber bi Efrînê ve tên şandin da ku li vir bêne niştecihkirin. Ji ber vê yekê ne rêjîm û ne jî aliyên din ji bo yekitiya Sûriyeyê û mijara dagirkeriyê baldar in û tenê desthilatdarî ji bo wan girîng e.
Îran rastî rewşeke nû tê, ew e ku biryara Amerîka û hevkarên wê di şerê li dijî Îranê de û sînordarkirina serweriya wê li herêmê û rêgirtina li pêşiya wê ya avakirina Kevana Şîayî. Ji ber vê yekê niha Îran li hemberî êrîş û ambargoyê rû bi rû ye. Dibe ku tişta der barê Idlibê de pêk hatiye ne li gorî siyaseta Îranê be. Lê Îran hewl dide hevsengiyekê di vê demê de pêk bîne û wek aliyekî xwedî bandor rasterast derkeve qadê.
· Gelek aliyên derve û hundirîn xwest şer û pevçûn li Idlibê rû nedin, da ku welatiyên sivîl bêne parastin, ev alî li hemberî destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de bê deng man, gelo hûn van bertekan çawa şîrove dikin?
Hin alî îdia dikin ku di çalakiya leşkerî de ew ji bo parastina welatiyên sivîl ên Idlibê baldar in û banga dûrxistina şer dikin da ku jiyana sivîlan were parastin û wek hesteke mirovahî nîşan didin. Ev tiştekî baş e, em jî naxwazin gund û bajar rastî wêranî, perîşanî û kuştinê werin. Lê pirsa li vir derdikeve holê, gelo civaka navneteweyî ku van mijaran pêşkêş dike, çima dema êrîşa li dijî Efrînê helwesta xwe nîşan neda? Tirkiyeyê bi hovîtî herêma Efrînê wêran kir û welatiyên Efrînê pêrîşan bûn û mal û milkên welatiyên Efrînê desteser kirin û demografyaya herêmê diguherîne. Li hemberî van destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê li Efrînê hemû aliyên navneteweyî bê deng man û tu helwest nîşan nedan. Gelo çima ev durûtî? Mijarên mirovahiyê li Idlibê hincet digirin. Em wek erkeke mirovahiyê û wek helwesteke mirovahî li rex welatiyên sivîl in. Diviyabû tedbîrên xwe ji bo vê yekê bigirin û ne hevpeymanan bi Erdogan re li gorî berjewendiyên xwe îmze bikin, bêguman encam û ziyanên wê li ser welatiyan dê ji êrîşa leşkerî mezintir be.
· Gelo bandora vê hevpeymanê li ser çarenûsa Efrînê çawa ye?
Ev hevpeyman beriya her tiştî dê derfetê ji komên çete re peyda bike da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û dê hin alîgirên xwe derbasî Efrînê bikin û dê bandoreke neyînî ya mezin li demografyaya Efrînê bike. Ji aliyekî din ve bi vê hevpeymanê lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat û ev lihevkirin, her çi qas demkî be jî rê li pêşiya nakokiyên di navbera wan de der barê Idlibê de girt. Eger nakokiyek derket bandora wê dê li ser Efrînê erênî be. Lê Erdogan di çespandina desthilatdariya xwe de û dagirkirina Efrînê de sûd ji vê hevpeymanê werdigire, eger dirêj bike.
Divê xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bêne zêdekirin. Bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e behsa Sûriyeyeke xwedî serwerî were kirin û ne pêkan e behsa Bakurê Sûriyeyê yê demokratîk û azad were kirin. Ne pêkan e behsa Rojavaya azad were kirin. Ji bo me mijara rizgarkirina Efrînê stratejîk e û naveroka bingehîn a hemû nîqaş û hevdîtinên me bi hemû aliyên din re ye. Hin alî ji bo Sûriye ber bi qonaxeke nû ya çareseriyê ve biçe îdiaya baldariyê dikin da ku lihevkirinek der barê destûra nû ya Sûriyeyê de pêk were û xebatan li ser vê mijarê didin meşandin, lê bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e ev mijar bi ser bikeve. Bêyî rizgarkirina Efrînê beşdarbûna me di van mijaran de dê kêm bimîne û dê bandoreke neyînî li van xebatan bike. Ji ber vê yekê rizgarkirina Efrînê û peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re girêdayî hevûdu ne. Qonaxeke dijwar li pêşiya me ye, destwerdan zêde bûne û alozî dijwartir bûne. Ji ber vê yekê Sûriye hê jî di nava aloziyeke dijwar de ye û çareserî jî hê jî dûr e.
· Gelo qonaxa nû ya li benda Sûriyeyê çi ye?
Erdogan û Tirkiye li ku derê bin, ev yek tê wateya ku astengiya çareserkirinê. Ji ber ku Erdogan beşeke ji vê hevpeymanê ye, ev yek dê astengiyekê bi xwe re bîne. Lê ez bawer dikim ku demkî ye û dirêj nake. Bêguman dê bandorê li Helebê û giştî bakurê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê bike. Tişta ku em hêvî dikin ew e ku qonaxa çareseriya siyasî dest pê bike û qonaxa diyalogan bi awayekî cidî dest pê bike û hemû alî tê de beşdar bin û em wek aliyên Sûriyeyê çareseriya aloziyê peyda bikin. Wê demê doza Idlibê piştî doza Efrîn, Cerablûs û Babê dê were çareserkirin.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,123 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 20-09-2018 (7 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Suriye
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 07-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,123 dəfə baxılıb
QR Code
Aldar Xelîl: Pêwîstiya pêvajoyê bi rêveberiyeke hevbeş heye
Grup: Qısa təsvir
Biz məlumatları ümumiləşdirir, tematik və linqvistik cəhətdən təsnif edir və müasir şəkildə təqdim edirik!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Aldar Xelîl# : Pêwîstiya pêvajoyê bi rêveberiyeke hevbeş heye

Hevserokê berê yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku pêwîstiya merheleya heyî bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji bo Bakurê Sûriyeyê heye û anî ziman ku yek ji armancên sereke yên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê komîte û desteyên girêdayî TEV-DEM‘ê veguhezînin Rêveberiya Xweser. Xelîl destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê cihekî girîng di kongreyê de girt.
Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratk (TEV- DEM) Aldar Xelîl têkildarî xebatên TEV-DEM’ê, armancên kongeya sêyemîn û pêşeroja herêmê bersiv da pirsên ajansa me ANHA‘yê.
-Fikra damezirandina Tevegera Civaka Demokratîk çawa derket, armanca tevgerê û pirsgirêkên li pêşiya xebatên we derketin çi ne?
Kurdên li Rojava xwedî mîraseyeke têkoşîneke demdirêj e. Gelê kurd ê Rojava ji bo pêkanîna çanda demokrasî, biratiya gelan têkoşîneke bi salan da meşandin, da ku tevger û civaka li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2005‘an de banga avakirina sîstemeke konfederalî ji bo rêveberina civakê kir. Banga Ocalan peyameke dîrokî ji bo gelê Kurd bû. Li ser vê esasî bi rengekî veşartî me dest bi karê xistinkirî kir, him di nava Partiya Yekitiya Demokratîk de, him jî li gel Kongreya Star û rêxistina ciwanan.
Me biryar da ku birêxistinbûyîna xwe berfireh bikin da ku karibin hemû beşên civakî hîn baştir bi rêxistin bikin, li ser vê yekê pêwîstî bi perwerdeyê hebû.
Belê ji ber zextên rêjîmê gelek pirsgirêk li pêşberî me derketin, lewre jî karê me di çarçoveyeke diyar de pêk dihat.
Di sala 2007‘an de damezirandina tevgera KCK Rojava fermî hate ragihandin, da ku bibe sîwana civaka Rojava. Dîsa jî zextên rêjîmê yên li hemberî endamên tevgerê nesekinî, hin ji endam girtin û di girtîgehan de êşkence dikirin. ji ber vê yekê meclis nehatin avakirin. Di wê demê de me gelek şehîd dan. Sala 2011‘an piştî ku bihara gelan li Misr, Tûnis, Yemen û heya Sûriyeyê dest pê kir, firsendên kar peyda bû ku em karê xwe berfirehtir bikin.
-Bandora gavên destpêkê yên Şoreşa Sûriyeyê li ser Tevgera Civaka Demokratîk hûn çawa dinirxînin?
Bi destpêka Şoreşa Sûriyeyê û piştî ku rêjîmê lewaz bû, me bi Meclisa Gel a Rojava re dest bi damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk kir. Biryara me ew bû ku şoreşa me ya demokratîk û biratya gelan divê serkeve. Armanca şoreşa me avakirina civakeke azad e, gel bi xwe bi rê ve bibe.
Di çarçoveya şoreşa Rojava de, ku xwedî mîraseke ji têkoşînê ye, TEV-DEM û Meclisa Gel a Rojava hêviyên gelê Kurd bi cih anîn. Di bin banê TEV-DEM‘ê de komîte, sazî û deste hatin avakirin da ku gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Komîteyên parastin, perwerde, xizmetguzarî hatin avakirin, bi vî awayî TEV-DEM’ê gavên cidî li gel şertên zehmet û kêmderfetan avêtin.
Di destpêka 2014‘an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojava hat ragihandin, komîteyên di bin sîwana tevgerê de dixebitin tev li desteyên Rêveberiya Xweser kar dane meşandin. Wekî tê zanîn rêveberî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û partiyên ku bi nirxên demokrasiyê bawer in, di nav de hewand. Me bi hemû hêz û derfetan xwe kar kir da ku ev proje ber keve.
-Li gorî we, lidarxistina konreya sêyemîn a TEV-DEM‘ê pêwîstiyek bû, armanca sereke ya kongreyê çi bû?
Diviyabû ev kongre, di destpêka 2018‘an de bihata lidarxistin, lê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dema kongre hate taloqkirin, me dît ku 27‘ê Tebaxê rojek guncaw ji bo lidarxistina kongreyê ye. Li ser vê esasî kongreyê hate lidarxistin.
Armancên kongreyê ew bûn ku sazî û komîteyê Tevgera Civaka Demokratîk veguhêzin Rêveberiya Xweser.
- Tevgera Civaka Demokratîk heya çi astê dikarî armancên xwe yên birêxistinkirina civakê bi cih bîne?
TEV-DEM, ji niha û şûn de dê xebatên xwe yên bi armanca rêxistinkirina hemû pêkhateyên ji Ereb û Ereb, kesayetên siyasî yên kurdî berfireh bike û destekê bide wan da ku di civakê de bibin xwedî rol. Em nikarin bêjin, bi rêxistinkirina beşek civakê an jî hin partiyan me karê xwe temam kir û xilas bû. Hin dibêjin, bi yekrêziya partiyên kurdî hemû pirsgirêk wê çareser bibin, di nêrîna min de yekbûyîna partiyan bi nav têrê nake, heke ev yek pêk were jî, menê tenê beşê siyasetmendaran kiriba yek, lê hin beş di civaka me de hene têkiliyên wan bi partiyan ve tuneye. Ji ber vê yekê divê hemû beşê civakê werin rêxistinkirin.
TEV-DEM, xwedî roleke mezin di rêxistinkirina civakî û rêveberiya şoreşê de list, ji bo yekîtiya hemû gelan li gorî felsefeya neteweya demokratîk kar û xebatê dimeşîne.
Heger ku tevgerê tenê ji bo gelê Kurd xebitî baya wê pêkhateyên din, bi nêrînek din li doza gelê Kurd nêrîba, ev gav jî dê li pêşiya çareserkirina doza kurdî bibûya kelem. Lê xebata me ji bo xizmeta hemû beş û pêkhateyên civaka Bakurê Sûriyeyê. Ma mesele çi ye ku Ereb, Kurd û Suryan bi hev re di saziyekê de kar bikin? Ev rêbaz, ango bi hev re jiyankirin sîstema demokrasiyê pêş dixîne. Em bi hevgirtin û yektiya xwe xurt in.
Li ser vê bingehê Tevgera Civaka Demokrtîk di kongreya xwe ya sêyemîn de hin guhertin di peyman û rêziknameyê de çêkir. Wekî adetekî ye ku kes cesaret nakî nêzî rêzikname û peymanê bibe. Lê ji bo me, baweriya me bi demokrasiyê mezin, em dikarin bê teredud guhertinên pêwîst çêkin. Mînak; destpêkê me digot, heger jin azad nebe civak azad nabe, ji bo rizgarkirinê jinê jî divê rêxistinbûyeke mezin hebe, lewra divê rêxistin û pergal li gorî rûdanan werin guhertin.
- Gelo tu projeyên nû hene ji bo herêmên li Bakurê Sûriyeyê yên nû hatine rizgarkirin?
Me di gelek aliyan de serkeftinên mezin bi dest xistin, li aliyekî rêveberiyên xweser ên her sê kantonan, her wiha ji bo herêmên nû hatine rizgarkirin jî rêveberiyên sivîl hatin damezirandin. Ev meclis û rêveberî dê çawa werin birêveberin. Nabe ku rêveber û meclis li gor eqlê xwe karê herêma xwe bike. Berê rêveberiyên hevbeş a hemû kantonan hebû, biryarên ku dihatin derxistin hemû kanton alaqedar dikir. Lê niha ne wisa ye, yanî divê sîstemek yekbûyî ji bo Reqa, Cizîr, Kobanê û Tebqayê were avakirin, pêwîstiya merheleyê bi avakirina sîstemeke hevbeş ji bo tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê.
-Gelo aqûbeta partiyên di bin banê TEV-DEM‘ê dê çawa be?
Partiyên mezin di nava MSD, Federalî û Rêveberiya Xweser de hene, ev partî li gorî derferên xwe kar dikin û serkeftinên mezin pêk anîn. Ev partî dê di rêveberiya hevbeş a Bakurê Sûriyeyê de cih bigirin. Partî di nava TEV-DEM‘ê de wekî komîteyeke siyasî dixebitin. Niha jî nîqaş li ser çawaniya birêxistinkirina wan partiyan têne kirin.
-Gelo kongre ji bo amadekariyên danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bû?
Mijara rêjîmê, çareserkirina aloziya Sûriyeyê, pirsgirêkên Rojava û Bakurê Sûriyeyê eleqeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk e, TEV-DEM‘ê bi nêrîn û pêşniyarên xwe destekê didê. Kongre ne ji bo diyalogên bi rêjîmê re hat lidarxistin, lê ji ber rûdanên heyî ev yek dixwest. Em dikarin bibêjin pêşketinên rû dane, encamên kar û xebata me ne.
-Di nîqaşên kongreyê de mijara rizgarkirina Efrînê li pêş bû, gelo wek TEV-DEM hûn amade ne beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin?
Efrînê mijara me ya sereke ye û birîna me ya mezin Efrîn e, 58 rojan me li ber xwe da, lê dijmin Efrîn dagir kir, em Efrînê tenê nahêlin, bi hemû hêza xwe em ê bixebitin, biryara me ya dawîn rizgarkirina Efrînê ye. Ji me tê xwestin em birêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku ji vê gavê re amade bin, divê hemû ciwan jî beşdarî şoreşê bibin.
Lidarxistina kongreyê yek ji gavên amadekariyên pêngava rizgarkirina Efrînê bû.
Divê civak were birêxistinkirin, ne wisa be şoreş nikare armancên xwe bi dest bixe û bi ser bikeve. Lidarxistina kongreya sêyemîn a TEV-DEM‘ê ez li gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz dikim, bi taybet malbatên şehîdan, hêzên me yên berxwedêr ên şev û roj bê westan dixebitin. Em bi hêvî ne ku ev guhertin bi serkeftinan bi encam bibe.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 542 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 31-08-2018 (7 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Muxtar: Suriye
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 98%
98%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 07-04-2025 qeyd edilib
Bu məqalə سارا کامەلا tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئەڤین تەیفوور tərəfindən 28-06-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 542 dəfə baxılıb
QR Code
  Yeni başlıq
  Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ 
  Qadınlar üçün 
  
  Kurdipedi nəşrləri 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.593 saniyə!