Di roja 2’emîn a #Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol# de panelek li ser saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de hat lidarxistin û stran hatin gotin.
Di roja 2’emîn a 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de, dîwana “Maya Qutîlet” a helbestvan Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê hat îmzekirin.
Her wiha panelek bi navê “Saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de” hat lidarxistin. Panel ji aliyê nivîskar Ebdulmecîd Xelef ve hat birêvebirin. Di panelê de beşdaran mijara çawaniya pêşxistina civakê û rola rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî di vê yekê de , her wiha girîngiya hebûna yekitiyên rewşenbîran ji bo pêşxistina çandê hatin nîqaşkirin.
Piştre, hunermend Alan Dirêî stran gotin.
Tê payîn ku çalakiyên pêşangehê heta 29’ê Cotmehê bidomin. Deriyê pêşangehê rojane ji saet 10:00’ê heta 20:00’ê vekirî ye.[1]
ANHA
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون

کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 2,482 گل سئرکریائە(دێینە)
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!