(Pira Dehderî (Pira Merwaniyan
Pira Dehderî
(Pira Merwaniyan)
Pira Dehderî, li ser Çemê Dîcleyê, 3 km li jêra Deriyê Mêrdînê û li ser riya berê ya Mêrdînê ye. Ev pir li ber qûntarê Çiyayê Çilezîzan e û wek Pira Dîcleyê û Pira Farqînê jî tê zanîn.
Li gorî hin çavkaniyan, tê gotin ku pir li sala 515’an, di heyama Anastasiasa I. de hatiye çêkirin û Xelîfeyê Emewî Hîşam jî di demên 742 û 743’yan de ev pira hilweşiyayî temîr kiriye. Avahîsaz û arkeologê fransiz Albert Gabriel diangêje (îdia dike) ku pir esereke serdema kevnare ye. Li gorî kîtabeya di navbera sê çaviyên pêşîn de yên li beşa başûrê rojavayê pirê, di salên 1065 û 167’an de ji hêla merwaniyan ve hatiye lêkirin. Mîmarê pirê Yûsê kurê Ubeydê Sencar e. Avahî ji kevirên bazlt, bi awayekî dûz hatiye avakirin û ji deh çaviyan pêk tê. Aliyê serî yê sê çaviyên li nîveka pirê teng, raêxa pênc çaviyên li hêla rojava jî hîn fireh e. Dirêjahiya pirê 172 metre ye. Ji aliyê rojava ve firehiya her pênc çaviyên destpêkê bi qasî 10 metreyî ye, lê ji çaviya pêncan bi şûn de firehî 4 metre kêm dibe û dibe 6 metre. Ji ber girîngiya wê ya dîrokî Şaredariya Bajarê Mezin ew ji trafîkê re girtiye û hinek li jora wê pireke nû ya bi navê Pira Merwaniyan çêkiriye.
⚠️ اێ مەقاڵە أ زوون (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون
کلیک کەن
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!