Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
 Αναζήτηση
 Αποστολή
 Εργαλεία
 Γλώσσες
 Ο λογαριασμός μου
 Αναζήτηση
 
  
 
 Αναζήτηση
 Αποστολή
 Εργαλεία
 Γλώσσες
 Ο λογαριασμός μου
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Βιβλιοθήκη
 
Αποστολή
   Σύνθετη Αναζήτηση
Επικοινωνία
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 περισσότερο...
 περισσότερο...
 
 
 
 Font Size


 
Σχετικά με
Τυχαία item!
Όροι Χρήσης
Kurdipedia Archivists
Η γνώμη σας
Συλλογές του χρήστη
Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
Βοήθεια
 περισσότερο
 Kουρδικά ονόματα
 
Στατιστικά
Άρθρα
  586,157
Εικόνες
  124,411
Βιβλία
  22,121
Σχετικά αρχεία
  126,464
βίντεο
  2,193
Γλώσσας
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Ομάδα
Ελληνική
βιογραφία 
4
Μέρη 
2
Μέρη & Οργανισμοί 
2
Χάρτες 
2
Βιβλιοθήκη 
3
Άρθρα 
2
Μάρτυρες 
3
Φυλή - η Φυλή - η Αίρεση 
1
Το αποθετήριο αρχείων
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Συνολικά 
274,973
Αναζήτηση περιεχομένου
Αποτέλεσμα: Found 61, page 1 of 7



Ανανέωση
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Messenger
Email
Copy Link

(Destana Rizayê Kurmet) Enînivîsa Êzdîyên Qersê
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
(Destana Rizayê Kurmet) Enînivîsa Êzdîyên Qersê
(Destana Rizayê Kurmet) Enînivîsa Êzdîyên Qersê
(Destana Rizayê Kurmet) Enînivîsa Êzdîyên Qersê.
#Rohat Alakom#
07. 12. 2009
Dîrok û serpêhatiya kurdên êzdî li Serhedê gelek balkêş e. Di pirtûka min a li ser Kurdên Qersê de beşeke dirêj li ser kurdên êzdî ku li derdorê Qersê diman, hatiye nivîsîn. Di beşa pirtûkê ya bi navê Serpêhatiya Qersê ya Kurdên Êzdî zêdetir dîroka wan a li Qersê, berî koçkirina sala 1918an hatiye sekinîn. Mîsyonerên swêdî ku di dawiya sedsala 19 û destpêka sedsala 20an de li herêma Serhedê gelek aktîv bûne, wan beşeke serpêhatiya van kurdên êzdî derbasî ser kaxiz kirine. Ezdîyên Serhedê her wisa di van salên dawî de bûn mijara lêkolîneke fireh ku ji aliyê lêkoler Pîr Dîma hatiye nivîsîn. Êzdiyên Serhedê li deverên Surmelî, Bazîd, Ayintap, Qaxizman (li aliyê Sînekê), Dîgor, Rewan û Tiflîsê her war guhartine, çawa dibêjin: (Me du miriyên xwe li cîhekî gor nekirin!). Piştî serobinobûn û hilweşîna Sovyetê, kurdên êzdî vê carê li hemû cîhanê belav bûn. Li Rusyayê, Almanyayê, Belçîka, Fransa, Awisturya, Swêd û gelek welatên mayîn îro komên êzdiyên ji Sovyeta kevn hene. Van kurdên Serhedê di nav dused salan de çar-pênc caran war guhartine, derodero bûne, wek komeke dûrwelat, derwelat yan jî bêwelat hatine nasîn. Lê belê ew wek elementeke DNA her diçin dîsa li çanda xwe, erf-edetên xwe û li koka xwe vedigerin, her wek xwe dimînin. Kakilê çanda wan neguhirbar e, winda nabe.
Gund Mîllîyet Mal Mêr Jin
Qizilqûle Kurd 23 102 88
Susiz Kurd 12 63 60
Bocalî Kurd 23 103 75
Enîkoy Kurd 13 51 51
Duzgeçît Kurd 11 42 44
Yemençayîr Kurd 19 75 60
Şirînkoy Kurd 17 72 58
Şatiroxlî Kurd 26 113 90
Qereqela Êzdîya Kurd 18 54 47
Siçan Kurd 15 69 74
Yayle Kurd 13 50 40
Qozulce Kurd 22 91 88
Dîgora Xerebe Kurd 20 96 96
Kosesogutlî Kurd 24 96 95
Nifûsê 14 gundên êzdî li herêma Qersê, angorî agahiyên sala 1889an (Karsskaya Oblast - Svod Statistiçeskşix Dannix, Komîteya Îstatîskê ya Kavkaz, Tiflîs, 1889).
Di dîroka kurdên êzdî de navê bajarê Qersê ku li Serhedê dimîne, navekî naskiri ye. Ew kurdan di salên 1918an de berî ku herin Ermenîstan û Gurcistanê, li Qersê diman, li derdorê Dîgorê çend gundên wan hebûn. Di wan salên rev û bezê de hin malbatên ku canê xwe xelas kirin, derbasî Ermenîstan û Gurcistanê bûn. Bi salan li wir hêwirîn. Ji xwe re jîyaneke nû saz kirin. Bûn xweyê dîrokekê. Van kurdan paşê dîroka xwe ya li Sovyet baş qeyd kirin, derbasî ser kaxiz kirin. Tenê ew koleksiyona rojnameya Riya Teze bi serê xwe çavkaniyeke bêhempa ye, nêzîkî 5000 hejmarên wê derketine. Her wisa jî gelek lêkolîn li ser jîyana wan ya Sovyet hatine nivîsîn. Lê belê tiştekî balkêş e ku dîrokzan û lêkolerên kurdên Ermenîstanê di derbarê dîroka bajarê ku jê hatine, ango di derbarê bajarê Qersê, kurdên Qersê de kêm tişt nivîsîne. Dema ku Qers di nav sînorê Rûsyayê de bû (1877-1917) bi sedan lêkolîn ji aliyê rûsan hatine nivîsîn. Çawa em fêr dibin di van salan de salname û rojname bi rûsî li Qersê derketine. Wek mînak rojnameyeke bi navê Kars ya heftane bi salan li Qersê der çûye. Hejmara pêşîn di sala 1883an de hatiye weşandin û heta salên 1917an her berdewam kiriye. Ev yeka tê wê wateyê ku di nav van sî salan de nêzîkî 1500 hejmarên wê hatine weşandin. Hema ev rojname bi serê xwe hêjayî lêkolîneke dîrokî ya doktorayê ye. Di nav rûpelên wê de qala kurdên êzdiyên Qersê jî tê kirin. Lê belê çavkaniyên kurdî ewqas behsa vê rojnameyê nakin.
Ev zarokê ku dayîka wî bi destê wî digre, di vê helbestê de tê ser sînorê Tirkiye û Ermenîstanê, ev Rizayê ku bi rastî di sala 1978an de hatiye Ermensîtanê bi xwe ye. Ew Kida ku navê wê di helbesta #Fêrîkê Ûsiv# de derbas dibe jî, li sûretê jorîn tê xuyan.Di beşeke vê destanê de çawa em dibînin Riza diçe goristana gundê Pampê, li wir gorên xal û xatiyan zîyaret dike û hinek xweliya ser gorê hildide wekî paşê bibe Qersê, bavêje ser gora diya xwe Xezalê, Xezala ku (Ax û kesr dilda mayî)
$Tevî xizm û xûnavê gund,
Xwey-xûnavê dereng hatî
Diçe pala çîyayê bilind
Ser mezelê xal û xatî.
Radimûse kêlikêd sar
Xalo, divê, -evaye ez
Eva, xuşka teye Xezal
Ev, xarziyê te dûre derez
Û ew mêrê musulmaniyê
Dînî xweda zikirî zor
Hiltîne bo xatirê xala
Tasa Sultan Êzîdê sor
Çenge xweliya mezelê wan
Û mezelê Kida xatî,
Dike nava destmala al
Bi tiberkî, tulizmetî.
Wekî bibe here wira
Bireşîne bi şîn-şahî,
Ser mezelê xuşka wane
Ax û keser dilda mayî.$
Bavê helbestvan, Ûsiv, vê carê gazî kurê xwe Hemo dike û bi hevra berê xwe didin welatê kal û bavan, aliyê Dîgorê, xwîşka xwe Xezalê bi bîr tînin: (Kar-xezala quntara çîya)
$Hemo, lawo Ûsiv dibê
Mirin mayîn aliyê Xwedê
Lê ji aliyê Qersê, Qulpê
Dîgor şêne wek destê dê.
Hergê Xwedê hunermezin
Nekirebe para gorê
Ser-beratê xweyînga min
Wê kivş bibe li Dîgorê.$
Helbestvan Fêrîkê Ûsiv di dawiya destana xwe de pêşneyarekê jî, ji kurmetê xwe re tîne û hêvî dike ku Riza, keçeke van kurdên êzdî li Ermenîstanê ji kurekî xwe re bixwaze:
$Tevî bira-beledêd xwe
Bigere cî-warê xwestî,
Ji bona ewledê xwe
Nîşan bike qîzek êzdî..$
Ev çend sal in #Firîda Hecî Cewarî# ku li Erîvanê dimîne, bi îmkanên sînorkirî hin pirtûk amade kirine û bi tîpên latînî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Cara pêşîn di derbarê Heciyê Cindî de (1908-1990) bi navê Heciyê Cindî - Jîyan û Kar xebateke bîyografîk weşand. Firîda Hecî Cewarî, ji aliyê din pirtûkeke Heciyê Cindî ya folklorê bi navê Folklora Kurda amade kir û dîsa li Rewanê derxist. Di vê xebata dawî de her wisa jî qasî 40 pêkenokên Mele Nesreddîn (Nesreddîn Xoce) cîh girtine ku cara pêşîn bi kurdî di vê pirtûkê de tên belav kirin. Heciyê Cindî hemû ev berheman berî mirina xwe ji zarê gel berhev kirine. Firîda Hecî Cewarî her wisa jî hemû berhemên helbestvan Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) wek sê cildan amade kirin û li Rewanê weşand. Fêrîkê Ûsiv zêdetir wek helbestvan hatiye nasîn, lê belê her wisa jî şano, çîrok û berhemên edebî yên mayîn nivîsîne û berhemên hin nivîskarên cîhanê wergerandine kurdî. Ji van sê cildan cildê yekem bi van rêzên helbestvan Fêrîkê Ûsiv ve dest pê dike:
$Mîna toxim direşînim pirsêd melûl ser kaxiz
Wê pey minra guldin gelo, bigihîjin, bibin rez
Yan hêsirê kesî serda wê nebarin wek baran,
Û bêxweda wê birizin, pûçbin, herin bê deng û hes..$
Wisa tê xuyan ked û hewldayînên helbestvan di ro de, badilhewa neçûye! Firîda Hecî Cewarî bi çapkirina van hersê cildên helbestên Fêrîkê Ûsiv (tomerî 1000 rûpel) karekî gelek baş kiriye. Her wisa jî di derbarê vî helbestvanê kurd de gelek zaniyariyên kêrhatî di nav rûpelên van sê cildan de hene. Di van pirtûkan de çend kesên ku li ser nivîskariya Fêrîkê Ûsiv hin tişt nivîsîne, wek rexne û danasîn jî cîh girtine. Wek mînak Wezîrê Eşo û Eskerê Boyîk li ser helbestvaniya Fêrîkê Ûsiv du nivîsên dirêj amade kirine. Ev herdu nivîsên balkêş û kêrhatî di cildê sêwem de cîh girtine. Firîda Hecî Cewarî di dawiya cildê sêwem de nîşan dide ku navê Fêrîkê Ûsiv û Fêrîk Egîd Polatbekov hatine tevlihev kirin, hin helbestên Fêrîkê Ûsiv wek mînak bi şaşî û xeletî, mixabin li ser Fêrîk Egîd Polatbekov hatine hesibandin.Kal bavên Fêrîkê Ûsiv, wek Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco ji gundê Yemençayirê ne. Ev gunda yek ji wan gundên Dîgora îro ku li devera Qersê dimîne, tê hesibîn. Navê bavê Fêrîk, Ûsivê Îbo, navê kalkê wî Îboyê Hemo bûye. Ji êla Sîpka ne. Dema di sala 1918an de Qers dikeve destê tirkan, kurdên êzdî direvin, derbasî aliyê Ermenîstanê dibin. Şeş zarokên Îboyê Hemo hebûne: Hesen, Zozan, Çilê, Kidê, Xezal û Ûsiv. Ji wan du heb di şer de dimrin, yên din Hesen, Kidê, Ûsiv diçin Ermenîstanê û Xezal li Qersê dimîne. Çawa em dibînin Xezal, dayîka Riza ye, Rizayê ku piştî 60 salan ji Qersê tê Rewanê ji bo seredanê. Dema sala 1918an tirk êrîş kurdan dikin, mêrê Xezalê, Koroxlî dikujin, yekî bin navê Hesenê Cemaldînî bi wê re dizewice û Xezal li Qersê dimîne. Ji wan Ûsiv jî bavê helbestvan Fêrîk e. Ji ber vê yekê jî Fêrîk bi navê Fêrîkê Ûsiv hatiye nasîn. Çawa tê zanîn lêkoler û nivîskar Heciyê Cindî jî ji vê malbatê ye, kurê Zozanê ye.
Di edebiyata kurdên Sovyetê de temaya Qersê hertim bala min kişandiye. Romanên ku li Ermenîstanê hatine nivîsîn bi firehî qala kurdên Qersê dikin, wek romanên Erebê Şemo, Heciyê Cindî. Lê belê di hunera helbestvaniya kurdên Sovyet de Qers û kurdên Qersê mijareke wisa xurt nîne. Di kêm helbestan de em rastî vê temayê tên. Destana Rizayê Kurmet ku ji aliyê Fêrîkê Ûsiv hatiye nivîsîn ji ber vê yekê gelek giring e. Ev destan li ser wî kurdê Qersî, Riza ku di sala 1978an de hatiye Rewanê, tê gotin. Fêrîkê Ûsiv ev helbesta dirêj (13 rûpel) bi destan nav kiriye. Yek ji wan helbestên here balkêş, bi baweriya min ev berhem e. Fêrîk, ev helbest avitiye ser kurmetê xwe yê bi navê Riza ku di sala 1978an de ji Qersê hatiye Rewanê wekî nasên xwe bibîne. Riza, belkî jî kesê yekem ku sînorê Sovyetê derbas bûye û bi hesreta dîtina xal û xarziyên xwe hatiye Ermenîstana Sovyet. Ji der vê helbestê, her wisa jî Firîda Hecî Cewarî di nameyekê de hin bîranînên xwe yên li ser vê hevdudîtin û rasthatina giring pêşkêş dike:
Navê gundê wî Qizilqule bû. Navê xanima wî Gule bû, yeke pirr bedew, xeberxweş bû. Digotin 3-4 zarokên me li Îzmirê zewicîne, ,mêr kirine, dûri wan in. Gundê xwe de tenê kurdi xeber didin, lê diçine bajaran, wê demê tenê tirki xeber didin. Hema dema gîhiştin Yêrêvanê, telefonek ji me re hat, paşê Fêrîk pêra axivi, piştra ez û Fêrîk şev rê ketin çûne hotela wan. Riza bi kiras û derpê ve derê oda xwe vekir, wî û Fêrîk hev hemêz kirin, hev bernedidan. Hey yeki digo, birê min, hey yê din. Ez û Gulê jî iske-iska me bû li dora wan diçûn, dihatin. Pişt re rûniştin, îjar Fêrîk go ez kî me, îjar em çûne rûyên hev. Riza di derheqa xal û xatiya ji me pirsî, Fêrîk got, ew çûne ax û barê sar, bû kuriniya wî giriya. Go ax, edê, ez dereng hatim ditina xwîşk û birên te, wax, wax.... Riza ji Fêrîkê re got, gidi, bextê te me, min zû bigihine gund, ez herim ser mezelê wan.
Êdî berbang bû, em hatin mala bavê min, li wir jî giriyê şabûnê bûn. Fêrîk bi telefonê Hemoyê birê xwe re xeber da, gotin berf zef hatiye, lê emê hema îro bi avtomobîla Vilisê bên. Hatin, êdî nîvro bû, bavê min nehişt wê rojê rêkevin, sivetire pey taştê re rêketin. Ez neçûm gund, min karê xwe nikarbû bihişta.
Berî çûyîna xwe ya Romê, Riza û Gulê dageriyan Yêrêvanê, du roja li mala bavê min man. Kurdên me ên nas û nenas dihatin ditina wan. Roja sisya em çûne hotelê, wekî Riza heq-hesavê hotele bide, piştira bi avtoyen lawikên gundê Pampê rêketin ber bi bajarê Gumriyê, wekî ji wir bi tirenê herine Qersê. Li Gumriyê, dema xatirê xwe ji hev dixwazin, Riza bi dilşewat dibêje: (Qurbana we bim, ezê dîsa bême dîtina we. De di wan salan de çûyin-hatin pirr çetin bû).
Destana Rizayê Kurmet ku helbestvanê kurdê Sovyeta kevn, Fêrîkê Ûsiv di sala 1985an de nivisiye, helbestekî gelek bi dilşewat e ku ser temaya sînor, hesret û mirinê ye. Di vê helbestê de xanima kurd a bi navê Xezal destê kurê xwe digre, tê ser sînor, berê xwe dide Ermenîstanê, bi sînorparêzan re dipeyîve û silavan xwîşk û birayên xwe yên ku Ermenîstanê ne, dişîne:
Xezalê nuxiriyê daye du xwe
Hatîye xamê Delî Qazîyê
Û deyn sînorvan kiriye
Dûrve kiriye hewar û gazî:
$Ez Xezal im, êzdîya sîpkî
Qîza Îvo, xuşka Hesen, xuşka Ûsiv
Kevanîka Hesenê Cemaldînî
Sînorçî, ez bextê te me
Tu ê cabekê ji min re bînî
Hesen sax e?
Ûsiv sax e?
Kidê sax e?
Gelo li wan dera dikin
Pirsa halê xweyînga xwe?$.
Di dawiya destanê de em dibînin ku Riza êdî ji Rewanê derbasî Qersê bûye. Çend sal şunda xebereke nebixêrê dighêje Rewanê û tê gotin ku Riza çûye dilovaniya xwe. Him di dawiya destana bi navê Rizayê Kurmet, him di nameya Firîda Hecî Cewarî de em fêr dibin ku Riza ji ber nexweşîke giran, wefat kiriye. Careke din êdî riya wî berbi Rewanê nakeve. Lê belê şik û guman li ser mirina wî di vê helbesta Fêrîkê Ûsiv de her berdewam e: (Kî dizane..hesibandin çawa cesûs). Him seredana Riza, him jî destana Rizayê Kurmet bi dîtina min ji her alî ve gelek balkêş e. Riza, belkî jî kesê yekem bûye ku di van salan de çûye Rewanê bona zarokên xal û xatiya xwe dibîne. Ji aliyê dîrokî de jî ev bûyer, nûçeyeke balkêş û hewaskar pêk tîne.
Fêrîkê Ûsiv di helbesteke xwe ya din bi navê Çîya-Banî de jî berê xwe dide Qersê yan jî berê şivan Îsa dizvirîne wî alî: “Şivdar tûj kir aliyê Qersê”. Çawa di vê helbestê de xuya dibe Qersa vî şivanî, ji Pampa helbestvan zêdetir şirîntir e (Pamp: gundê Fêrîkê Ûsiv li Ermenîstanê):
$Wê derê bû, birê apo
Wekiland wî careke din
Paşê hizing hatê û got
(Şam şekire, weten şirîn).
Ez şaşmayî ber xwe ketim
Wekî dewsa Pampa bikir
Apê Îsa gundekî din
Hesaw dikir Şam û Şekir.$
Pampa ku li quntara çîyayê Qemerdaxê dimîne, gundê helbestvan Fêrîkê Ûsiv bû. Wî, gelek salên xwe li wir derbas kir.[16] Li ser gundê Pampê her wisa jî Wezîrê Eşo pirtûkek nivîsîye, ev cara pêşîn e ku gundekî kurd li Ermenîstanê dibe mijara pirtûkekê. [17] Fêrîkê Ûsiv, temaya welatevînîyê di gelek helbestên xwe de kiriye mijareke bingehîn. Di helbesta bi navê Kurdistan de welatê xwe yê ku bi salan jê dûrmayî wek “Dîya min dûr-derayî” dinavîne û dide nasîn.[18] Di helbestên wî de em her wisa jî enînivîsa kurdên êzdî dixwînin, enînivîseke ku ji sirgûnê, dûrwelatiyê û koçberiyê pêk tê. Ew dilê xwe ji koçberan re, xerîb û bêstaran re dike hêlîn:
$Qulingno, hey wax, hûn çûn
Êwir nebûn vî meskenî
Dilkê min we re hêlîn
We nehat lê danenî.$
Ev rêzên bi dilşkestî her wisa dîsa serpêhatiya Rizayê Kurmet tîne bîra me. Piştî mirina Riza, êdî tu deng û behs ji aliyê Qersê nayên. Ev sînorê bedbîn bi salan hemû têkiliyên mirovan diqetîne. Bi kurtahî çawa em dibînin temayên wek sînor, koçberî, mirin û tunebûn li vî welatê Serhedê ketine ketine zikê hev, gazî hev dikin.
[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,673
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî | diyarname.com
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 256
Βιβλίο: No specified T4 252
Βιβλίο: No specified T4 333
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Qers
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 301
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 297
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) στο 29-12-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( ڕۆژگار کەرکووکی ) στο 29-12-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ڕۆژگار کەرکووکی ) για: 29-12-2022
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,673
QR Code
ANALÎZA QEWLÊN ÊZDÎYAN
Ομάδα: Βιβλιοθήκη
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic1
فارسی - Farsi1
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German1
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ANALÎZA QEWLÊN ÊZDÎYAN
ANALÎZA QEWLÊN ÊZDÎYAN
Analîza Qewlen Êzdiyan
Navê pirtûkê: Analîza Qewlen Êzdiyan
Navê nivîskar: 1. Kovan Xankî, 2. Xanna Omerxalî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2009

Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên Kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx.
Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn, şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî, dîrokî, rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da.”
Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû, serkeftî, zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de, ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin.
Bi nêrîna min, ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan, ulmdar û qewlbêja bê, lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê Kurdî ne, ber bi çav e.
[1]

Σημείωση: το αρχείο PDF για αυτό το βιβλίο δεν είναι διαθέσιμο, παρακαλώ βοηθήστε Kurdipedia για να πάρει αυτό το αρχείο! Αποστολή βιβλίο
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 12,239
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication Type: No specified T4 1434
Βιβλίο: No specified T4 269
Βιβλίο: No specified T4 270
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Istanbul
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 297
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 89%
89%
Προστέθηκε από ( ڕۆژهات سەعید ) στο 06-02-2012
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ئاراس حسۆ ) για: 13-08-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 12,239
QR Code
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.1107 KB 06-02-2012 ڕۆژهات سەعیدڕ.س.
BAWERMENDÎYÊN KURDÊN ÊZDÎ
Ομάδα: Βιβλιοθήκη
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
BAWERMENDÎYÊN KURDÊN ÊZDÎ -EMÎNÊ EVDAL
BAWERMENDÎYÊN KURDÊN ÊZDÎ -EMÎNÊ EVDAL
Navê pirtûkê: BAWERMENDÎYÊN KURDÊN ÊZDÎ
Navê nivîskar: EMÎNÊ EVDAL
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2021

Emînê Evdal dinivîse: “Armanca me ew e, ku li ser bingehê materyalên etnografîyê, piranî ên deştê, em bikevin kûrayîya jîyana Kurdan a eşîrtî (patrîarkal), dîrok, jîyan, bawermendî û pirsên bi ayîna dînê Êzdîyan ve girêdayî raxin ber çavên xwendevanan”.
Gerek bê destnîşankirin, ku ji xudanê pirtûkê re li hev hatiye bawermendî û erf û edetên miletê xwe bi awayekî ulmî-zanyarî şirove bike. Her wiha kemala vê pirtûkê a çavkanîzanîyê jî heye.
Ev berhem wekî 50 sal berê hatiye nivîsar û loma jî li ser wê mohra propogandaya Sovyetîyê a salên 30-40’î heye.
Serdestîyeke zanyarê bi nav û deng Emînê Evdal di wê yekê de ye, ku wî karîbûye kultura gelê xwe a ruhanîyê, erf û edet û bawermendîyên wê, bi awayê zanyarî raxe ber çavan.
Emînê Evdal di vê berhema xwe de Kurdan û Êzdîyan wekî miletekî dibîne û îsbat dike, ku ew tenê bi dînê xwe ve ji hev cuda dibin. Di vê berhemê de binavkirinên wekî “Kurd”, “Êzdî”, “Êzdîyên Kurd”, “Kurdên Êzdî” tên bikaranîn.
[1]

Σημείωση: το αρχείο PDF για αυτό το βιβλίο δεν είναι διαθέσιμο, παρακαλώ βοηθήστε Kurdipedia για να πάρει αυτό το αρχείο! Αποστολή βιβλίο
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,860
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication Type: No specified T4 1434
Βιβλίο: No specified T4 252
Βιβλίο: No specified T4 283
Βιβλίο: No specified T4 270
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Amed
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 297
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 89%
89%
Προστέθηκε από ( ئەڤین تەیفوور ) στο 21-05-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا کامەلا ) στο 23-05-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا کامەلا ) για: 23-05-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,860
QR Code
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.130 KB 21-05-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê
Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê
Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê

Ji Cil û bergên jinên kurd ên #êzîdî# yên Kafkasyayê hate beralîkirin
Li cîhanê her gel, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe tên naskirin. Nasnameya gelekî; bi çand, kevneşopî û kelepora wî xwe dide der. Bi taybetî jî, di warê çanda xwekirinê de, her gelek xwedî cil û bergên bi şêwazên cihê cihê ye. Wekî hemû gelan gelê êzidî jî, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe yên cihêreng balê dikişîne û wek xezîneyeke dewlemend ya dîroka civakî ye. Lê wekî hemû qadên jiyanê nebûna welatekî yekpare, di warê cil û bergan de jî di nava kurdan de cihêtiyek derxistiye holê. Ji ber vê yekê jî her parçeyek Kurdistanê, her herem û her hawirdorek, di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e. Ligel parçeyên Kurdistanê jinên êzidî yên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên ku li Kafkasan dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng balê dikişînin. Heya roja îro jî, keleporê lixwekirinê hîn tê parastin, bi taybetî jî di nava jinên temen-mezin de. Lê çi mexabin ku bayê guherînê yê demê êdî hêdî- hêdî berê xwe daye wan jî...
Bê guman wekî gelek warên jiyanê, di warê cil bergan de jî xaka ku mirov li ser dijî diyarker e. Ango cil û bergên ku em li xwe dikin raste rast bi dîroka me û xaka ku em li ser dijîn re girêdayî ne. Yanî girêdaneke mezin di nava xaknîgariyê û kelupora civakekê de heye. Dîsa di warê cil û bergan de; ol û aborî jî diyarker in. Lê ev hemû hêman bi hev bandor dibin û bandorê li hevdikin; tu caran ji hev cuda nabin.
Êzîdiyên li Qafqasya (Ermenistan û Gurcîstan) jî bi pirahî ji ola Êziditî ne. Êzidî ku ji heremên Kurdistanê yên wek (Qers, Sînek, Şerfedîn, Mûş, Îxdir û Wan ê) koç kirine ji ber qetliamen dewleta tirk û hevlabendiyen kurd a ye hemidiye hatine van deran; hîn jî bi çand û kevneşipiyên cîhên ku lê hatî bi xwere anîbûn dijîn. Di warê cil û bergan de jî ew yek wisa ye û hema- hema di vî warî de jî hîn tişteke wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê derbas dibe; jiber ku cil û bergên mêran(zilam) hatine guhertin, lê jin hîn li ser kevneşopiyên xwe yên dimeşe.
Êzîdî yên ku li Qafqasya dijîn; bi pirahî li bajarên wekî Qers, Wan Bitlîs û bajarên din hatine. Wan çand û cil û bergên xwe jî li sînoran derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîn jî cil û bergên wekî kesên li aliyê sînor ên din, ên ku qet nedîtine lixwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê dohol, zirne, dawet, stran û çekan guhdarî dikin û xeyalên rabirdû û pêşerojê dikin. Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku cudatiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de hebe jî, lê mirov dikare bêje ku kelopor û awayê jiyana wan ya civakî wek hevin. Ev jî derdixe holê ku cilên jina Êzîdî ya Qafqasya, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ewna cilên netewî yên herema Serhede nin. Di heman dem de, dema ku mirov mêze dike, dibîne ku cilên jina Êzîdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Êzîdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhetir, bi hêmanên aborî, xaknîgar3i û şêwazê jiyanê re girêdayîye.
[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,979
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 11-03-2019 (7 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 276
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Έξω
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 19-08-2024
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( زریان سەرچناری ) στο 19-08-2024
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ئاراس حسۆ ) για: 19-08-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,979
QR Code
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.194 KB 19-08-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!
ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!
=KTML_Bold=ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

ji hezar derewên şêrîn şêrîntir e!”
(Gotina pêşîyan)
Helwest heman helwest e, tiştekî nû li holê nîne! Lê, dîsa jî…
Piştî weşana nivîsa ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’(1) a Hoşeng Broka min hinek nirxandin di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan”(2) da li ser wan helwest û nêr’înên wî biraderî kiribûn, ên ku di wê nivîsê da dabûn der.
Û kekê Hoşeng li ser van nêr’înên min gotareke ji heyşt beşan bi sernivîsa Ezîzê Cewo û „Çîroka Xwedayekî Sextekar“[3] dinivîse û şûna ku dîtinên min bi zanistî binirxîne, şiroveyên xwe bîne, eger tiştek jî hebe, bi zanistî gotina xwe bibîje, li r’û erdê çi buxdan, şer’ û şilt’ax û t’ewanbarî hene û t’unene, davêje p’êsîra min û hewl dide, dîsa berê me bide “Êzdaname” û “Çîroka ’Xwedayekî sextekar’”, a ku, wek ku ew bi xwe dinivîse, ewî, “hem wek „şahidekî“ vê pirtûkê û Xwedayê wê yê „sextekar“, hem jî wek pisporekî Êzîdînasiyê” xwe mecbûr dîtye, ku hindekî ji çîrok û dîroka „Êzdanamê“ vebêje...
Û bi vê r’êyê evî biraderî çi karibûye, ew jî gotye. Lê ev serpêhatya wî û ya wan e, yên ku bi hev r’a ev pêk anîne,...lê ew di nîvê r’ê da ji xwe p’oşman bûye, ...ji ber ku derk’etye holê, ku Xwedayê wî û yê wan ne yek in, xeta wî ya sofîtî-îslamîkirina êzdîtîyê derbaz nebûye û lewra jî, wek ku di nav gel da tê gotin, piştî şêr’ bi gef û gur’ dike qêr’în: “Hela min berdin!”
Ev jî bi serê xwe ne ku zanist û zanîyarî ye, lê dibe mîna şer’ekî neheq, êrîşeke bê bingeh...
Wekî dinê, jixwe têgihîştin û helwesta wî li holê ne, û hîç pêdivî jî nîne, ku mirov careke dinê bi hûrbînî li ser wê p’irtûkê r’a derbaz bibe! Û, ji bilî vê, nêr’îna min a di vê derbarê da jixwe di gotara min a navborî da li holê ye: “...eger mirov dest davêje pirsekê û xwe r’ast û destûrmend (competent) dibîne, divê ferqa di nava xwe (wek lêger’îner) û yên dinê da (wek siyasetmeder) bibîne. Erk’ û jêderên helwestên van herdu katêgorîyên kesan cuda ne. Siyasetmeder ji bo bi r’êyên siyasî çareserîya pirsgirêkên gelê xwe bibîne, r’ê û r’êbazan diger’e, lê lêger’îner jî, ji hêla bi zanistî bi k’arê wan r’a bibe alîk’ar, bi berpirsyarîya xwe r’adbe.
Ev herdu divê hev t’emam bikin, ne ku r’abin dijî hev û bi hev r’a bêne gulaşê…
Di jîyanê da hîç tiştek jî ji sedî sed (absolyût) nine, divê mirov ewqas jî li ser ra’stbûn û destûrmendîya xwe ferz neke, ji ber ku, yê ku divê wê bibîne û bip’ejirîne jî, civaka kesên pispor bi xwe ye...”
Hew!
Lê, wek ku tê xuyanê, kekê Hoşeng hem ji hêlekê va dîsa ewê helwesta xwe dide pêş, dîsa dixwaze k’arê ku wan bi hev r’a pêk anîne, û ewî bi xwe di nîvê r’ê da berê xwe jê guhastye, bi me bide nirxandin û nêr’îna xwe li me bide ferzkirin...
Çima?
Û, her çiqas ew xwe derveyî siyasetê bide xuyan jî, ev bi serê xwe helwesteke siyasî ye! Lewra ku, wek ku tê zanîn, “bêsiyasetî” jî şêwazekî siyasetê yê sergirtî ye! Ji ber wê jî, li ber ç’avan e, helwesta vî biraderî ji bo wî bi serê xwe bûye wek îdêya-fîk’s (fixed idea), û, yek e, ew li hemû r’astîyan di eyna xar da dinihêr’e û anegorî wê jî wana dinirxîne û r’avedike.
Lewra jî, ez li vir dixwazim, t’enê hinek tiştên bingehîn binirxînim – ew jî, ne ewqas ji bo wî biraderî (yek e, ew li ser ya xwe ye!), çiqas ji bo xwendevanên hêja. Û bila xwendevan bi xwe bibînin, k’a r’astî di çi da ye!
Di sêrî da bibêjim, ew, ku kekê Hoşeng gelek tiştan nabîne (an dide xuyan, ku nabîne?!) ew ji ber wê ye, ku bingehên têgihîştinên me herduyan ên vê mijarê ji hev cuda ne. Ya yekem ew e, ku ew li ser dîtinên biêzîdîkirina (bixwîne: îslamî-sofîkirina) êzdîyan gihîştye-mezin bûye, lê min di nava êzdîyan da ç’avê xwe vekirye, di nava êzdîyan da mezin bûme. Û ev êzdî jî, ne bi giştî be jî, ji wan pêvajoyan, der mane, yên ku bi hatina Şêx Adî û piştî “r’êformên” wî di nav civaka êzdîyan da r’û dane... Ango, em du mirov in, ên ku ji nav civakên ji hev cuda, olên ji hev cuda hatine (ew êzîdî-sofî ye, ez êzdî me!), û ji bo wê jî dîtin û armancên me ji hev cuda ne: ew hewl dide êzîdîtîya sofî li ser r’edkirin û t’unekirina êzdîtîyê li civakê ferz bike, lê ez dibêjim, ku êzdîtî bi serê xwe oleke kevnar a gelê k’urd e, û t’u p’êwendîya wê bi sofîtîya (sûfîzm) îslamî r’a nîne (û, ku êzîdîtî t’erîqeteke îslamê ya sofîtîyê ye jî, ne ku ez, lê ew biradera bi xwe dinivîse!).
Ev jî mîna wê ye, em bibêjin, eger nûnerên olên xrîstîyanîyê, misulmanîyê, yehûdîyê an ên hineke dinê, an pispor-zanîyarên wan olan li ser pirsekê govtûgo bikin (bi zar be ew, an bi nivîskî!), dîtinên wana dê ji hev cuda bin. Û, pirs di wê da ye, ev nûnerên olên cuda û pisporên wan dîtinên hev dibihên, hewl didin têbigihîjin û ji bo xwe dersekê jê derxin (helbet, yên têgihîştî û ne fanatîk!), û dîsa her yek li ser ya xwe dimîne, an jî di nava goftûgoyê da her yek hewl dide, ku ola xwe kevntir an heqtir nîşan bide! Û kesek kesekî dinê r’ed nake, nabêje, ku ewên hember t’unene (her çiqas di binî va bawermendên hev ji r’êya wan diguhêr’in!). Lê kekê Hoşeng hebûna êzîdîyatîyê li ser t’unekirina êzdîtîyê ava dike û vê xeta xwe jî li hemûyan ferz dike...
Belê, ew bûne êzîdî-sofî, wek ku ew bi xwe dinivîse: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e (bi k’urdî: sofî/sofîtî. – E. C.), ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e. ...Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot: „Ez heq im.. û ji xeynî Xwedê jî di bin cubbê de tune!”
Û ew li ser vê bingehê û ji vê jî zêdetir, êrîşên xwe yên derûnî didomîne:
“...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê”. – Helbet pirsa gunehk’arî yan negunehk’arîyê wê hê derê ber ç’avan, lê ez li vir dixwazim ji vî biraderî bipirsim – k’a, gelo, ew qonaxa sûfîst a here berz çawa dikare di êzdîtîyê da hebe? Eger li ser bingeha sûfîzma îslamî terîqetek bi navê êzîdîtîyê (ne êzdîtî!) avakirine, çi p’êwendîya wê bi êzdîtîyê r’a heye, ya ku xwedî dîrokeke çar-pênc hezar salan e?!
Û, ew bi xwezayî, vê sofîtîya îslamî bi gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac şirovedike, yê ku ezdazan (t’êolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê bûye...
Eger kekê Hoşeng sofîtîyê wek êzîdîtî r’avedike (an, berovajî wê, êzîdîtîyê – wek sofîtî!), êdî pêdivîya gotinan namîne. Mirovekî, ku p’ir’î-hindikî bi îslamê r’a nas be (êdî ez di derbarê oldarên îslamê û pisporên vî warî da nabêjim!), wê ji dîroka îslamê û sofîtîyê (sûfîzm) bizanibe, ku sofîtî an bi erebî: t’esevûf (تصوف) şaxekî sofîtî-mîstîkî ye di îslamê da, yek ji şaxên sereke yên felsefeya îslamî ya klasîk e. Û yên ku dû vî şaxê îslamê diçin, ji wan r’a sofî (sûfî) dibêjin. Û evê r’astîyê jî, dê hîç ji kesî r’a li hev neyê, ne r’ed bike, ne jî veşêre!
Belam, tiştê ku nayê têgihîştin û p’ejirandin jî, ew e, ku ew vê îslamyetîyê bi êzdîtîyê va girêdide, an, r’asttir dibû, mirov bigota, ewê datîne şûna êzdîtîyê... Û ev jî t’u p’êwendîya xwe ne bi zanistê, ne bi r’astîya dîrokî û ne jî bi ol û olzanîyê r’a heye. Ev siyaset e û siyaseta zordarîyê ye, ya ku, eger ewî bi xwe li ser vê nirxandin bikirana, dê ji sedî sed ew faşîzm navbikira! Lê ez vê faşîzm nav nakim. Ew pêvajoyeke dîrokî ye – dema olek tê û oleke dinê t’une dike û şûna wê digire... Ev baş be, an – xirab, pirs ne di wê da ye. Ev li civaka mirovahîyê ne xerîb û awart’e ye: yek hatye, ya dinê t’une kirye! Û pirs jî hîç ’ne di wê da ye, k’a k’îjan ji wana xirab e û k’îjan – baş! Başî û xirabî di nava p’êwendîyên demê û mercan da hene. Mînak, heman t’unekirin ji bo wan, ên ku t’une dikin, tiştekî baş e, lê ji bo wan, ên ku tên t’unekirin, xirab e. Ji vira jî – helwestên wana yên ji hev cuda!
Lê...
Wek ku tê xuyan, t’unekirina êzdîtîyê, ya ku 950 sal berê destpê bûye, hê t’am neçûye sêrî...ji bo wê jî ev pêvajo îro jî didome!
Û ji bo ku evê helwesta xwe veşêre, kekê Hoşeng, min di nat’sîonalîzmê û meşandina “şer’ê sar” ê dema Sovêtê da t’ewanbar dike... Ango, bi gotina wî, eger yek dibêje – ez ez im, lê tu tu yî, navê min û yê te ji hev cuda ne, ola min û ya te ji hev cudane, ew wî di nat’sîonalîzmê, faşîzmê, şer’ê sar da t’ewanbar bike... Û ew, ku êzdîtî û êzîdîtî ji hev cuda ne, ew bi xwe jî piştr’ast dike. K’a, careke dinê gotinên wî bi bîr bînin: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e...”, “Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e... ”, “Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de...” – Belê, ev êzîdiyatî, ya ku ev biradera dibêje, t’erîqeteke îslamê ya sofîyan e, ya ku nikare êzdîtî be!... Lewra jî divê êzdîtî bê r’edikirin û t’unekirin, ku ew t’erîqat hebe û li şûna êzdîtîyê bê p’ejirandin?!
Ya ku ji destpêkê heya naha hatye kirin jî, ev bûye û îro jî ev e...
Û ji bilî vê, balk’êş e, gelo ew êzdî, yên ku kirine êzîdî-sofî, haş ji vê hene? Ji bo wê, bila xwendevanê hêja bi xwe van r’êzên qewleke êzîdîyan bixwîne û bersîvê jê derxe:
“Ya melek’ Fexredîn te em xundîne li hizretê,
Tu me bisit’rînî ji dirba xerqe,
Ji, Şerî’etê, ji terîqetê;
Şikir te em avêtine ser pişka sinetê!”
Û, ew, ku kirasekî îslamî-sofîtî li stuyê êzdîtîyê pêç’ane, ne t’enê êzdî têgihîştine, her weha gelek zanîyar û ezdazanên bîyanî jî ev dîtine, têgihîtine û şiroveyên xwe dane.
Weha, di derbarê wê da, k’a çi hatye serê êzdîyan û êzdîtîyê, zanîyar-r’ojhilatzanê bi nav û deng O. L. Vîlçêvskîy çi dinivîse: “...Têrmînologî û sazûmanîya sofîtîyê (sûfîzmê) ewqasî k’etye nava êzîdîtîyê, ku carna dijwar e, ku mirov bikaribe di bin qalibê bawerîya Şêx Adî ya abstrakt û bi aşkereyî ji êzîdîyan r’a bîyanî (xerîb) da şopên bîrûbawerîyên kevn bibîne”.(4)
Û, lewra jî, dema kekê Hoşeng hewar û hêwarzeyekê dadixe, nak’eve heşê mirov! Eger ew gengeşîyên zanistî, cudahî û dijberîya r’aman û nêr’înan wek “şer’ê sar” nav dike, ez ji wî û yên dinê r’a bibêjim, eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5] û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke, r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di vê r’ewşê da bûna...
Binihêr’in, şûna ku ev biradera tiştekî bi zanistî r’avebike, wan pirsan (bi zanibûn be, an – na!) bi siyasetê va girê dide: “Helbet bersiv (ji kêmanî ji aliyê min de) diyar e. Ew jî ji ber ku siyaseta nivîskariya birêz Cewo ji siyaseta vê pirtûkê û saziya wê ye, ku yek ji saziyên Êzîdiyan yên rastûxo ser bi siyaseta PKK ve ne. Helbet siyaset û siyasetşêkirin ne sûc e, belê mafek ji mafên mirovan e, lê sextekirina Xwedayekî jibo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din, ne ji mafê ti kesî ye. Ev zor e; zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê tê binpêkirinê”.
Li vira mirov çi dikare bibêje?
Baş tê zanîn, ku ji bilî destanîn û p’arstin mafên gelê k’urd (êzdî, misulman, xrîstayn, yehûdî, yan ên dinê!) û k’urdistanîyan, siyaseteke PKK-ê ya dînê nine. Li hember êzdîyan jî, bi t’aybet, ew e, ku ew di nav civaka K’urdistanê da bi çand, ol, kevneşopîyên xwe û berxwedanîya xwe ya bêhemp’a ya dîrokî va bên naskirin (ango k’urd bi wê p’arç’eyekî dîroka xwe nas bikin û lê xwedî derk’evin!) û ew bi vê bibin cîhê şanazîyê û bibin xwedî maf. Hew! Û hemû dîroka vê r’êxistinê û bûyerên ku di Şengalê da r’û dan û pêvajoya piştî wan bûyeran jî li ber ç’avan in û govenîya vê ne! A, ev jî xeta bir’êz Abdullah Ocalan e, ya ku ewî bi zanistî, li ser lêger’înên dîroka mirovahîyê, ji şûmêran (sûmeran) girtî heya serdemên nû, destnîşan kirye...
Lê, wek ku tê xuyan, a ku ev biradera dixwaze, ne ev e– armanca wî tiştekî dinê ye! Eger ew di derbarê “...sextekirina Xwedayekî ji bo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din” da diaxivya, divê bizanibûya, ku di r’astîya xwe da ev hemû anîne serê êzdîyan (ne êzîdîyan!) û Xewdayên wan. Û îro jî ew bi xwe bi t’undî vê xetê dimeşîne. A, ya zor jî ev e, û ev jî, wek ku ew bi xwe dinivîse, “zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê da tê binp’êkirinê”, ango, mafên êzdîyan û Xwedayên wan tên binp’êkirin! Wek ku tê xuyan, ew, ku bi “r’êformên” Şêx Adî êzdîtî (wek bawerî, wek felsefe, wek têgihîştina cîhan û jîyanê!) heya dawîyê ji holê r’anebûye, ev ne bi dilê hinekan e: “Çawa dibe?!” – Ew di hindur’ê xwe da diqîrin...
Lê naha jî di derbarê wê da, k’a ev helwesta k’urdan bi giştî ya li hember êzdîyan bingeha xwe ji k’u digire.
Bi r’astî bibêjim, evê pirsê ne ku îro, lê hê jizûva bala min k’işandye û ez mijûlkirime.
Ji bo ku ev bê têgihîştin jî, analîzeke heşmendî me divêt, ji bo wê jî ezê wê hinekî ji dûrva destpê bikim.
Weha, havîna 1993-an meyê li K’omara Adîgêyê ya Fêdêrat’sîyona R’ûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya k’urdên Sovêtê lidarbixista (wê demê jî min ne PKK û ne jî bir’êz Abdullah Ocalan nasnedikirin!). Wî çaxî ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên k’urdên misilman bûn... Û li wir tiştekî bala min k’işand: dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê R’ojê!”, “Ez bi vî nanê germ û t’exte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma, ev ji k’u tê? – Min bi xwe ji xwe dipirsî.
Lê eger em sondên di nav me- êzdîyan da binihêr’in?- “Ez bi vî Şemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyak’etan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”- Ma, ev ji k’u tên? – Dîsa min dipirsî...
Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyan, di nav beşekî k’urdên misilman da hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku li bal k’urdên êzdî.
...Ev tiştên ku min dîtin, t’avetî nedidan min, piştî demekê min di derbarê wan da nêr’în û nirxandinên xwe di gotara xwe ya “Êzdîtî!” da nivîsîn.[6]
Û ev pirs a “Ma, ev ji k’u tê?” hert’im bi min r’a bû. Û peyr’a ez çûme K’urdistanê, di nav k’urdên me yên misulman da bûm mêvan (li herçar p’arç’eyên Welêt), r’oj bi r’oj ev pirs, çiqas diçû, şêwazekî xwe yê bersîvxwaz digirt: “Ev ji k’u tê?!”
Helbet, paşê, hê dereng, li ser hinek pirsên bi vê mijarê va girêdayî di gotara xwe ya “R’ojekê em divê ji hev r’a r’astîyê bibêjin?” da min nirxandin pêkanîn.(7)
Ç’avdêrî û lêger’înên min ez gîhandim wê dîtinê, ku di nav k’urdên misulman da şopên bingehên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku di nav wan da, yên ku bi “r’êformên” Şêx Adî werger’yane û bûne êzîdî.
Çima?
Eger k’urdên misulman bi destê zorê, bi şêwazî îslam p’ejirandine jî, lê di k’urahîya bîra wan, di nava felsefe û têgihîştina wan a jîyanê da gelek deremên êzdîtîyê hatine p’arastin. Lê ya wan, ên ku Şêx Adî û bîrûbawerîya wî p’ejirandine, bi p’ir’anî bawerîya wan a kevnar ji nav bîra wan hatye paqijkirin-şûştin û li şûna wê bingehên sofîtîyê (an ên sunnîtîyê?!) lê hatine barkirin…
Û, tiştê balkêş jî ew e, ku dagerkerên welatê me evê r’ewşê ji hinekên di nav me da baştir tê digihîjin... Ewana k’urdan k’afir (ango, ne îslam) nav dikin û dibêjin, k’urd ne misulman in! Ku ew t’enê wê demê dikarin misulman bên hejmartin, eger di cîhanê da hîç misulmanek jî nemîne! Dibe ku ev bû sedema bingehîn, ku dema t’evkujîya Helebçeyê ya k’îmîyabaranî pêk hat, zîrveya bilind a welatên îslamî derbaz dibû, lê demgek jî ji wan dernek’et...
A, em careke dinê veger’in ser wê, k’a kekê Hoşang bi xwe di derbarê Şêx Adî û sofîtîya wî da çi dibêje: “...çanda Şêxadî wek irfannas û sufîstekî mezin bi Erebî jî bûye…”, an: “Ma gunehê Şêxadî çi ye, ku wî xwe Êzîdî naskiriye, lê çanda wî bi Erebî bûye?” – Çawa dibe?! Ev çi absurd e, ku Şêx Adî xwe êzîdî naskiribe, lê çanda wî erebî be. Lê ew gotina oldarên êzdîyan, ku êzdî t’enê ji dêya xwe wek êzdî dibin, ku mirovekî ji oleke dinê nikare bibe êzdî, li k’u ma?!..
Helbet, ev wisan e, lê ya ku kekê Hoşeng dibêje, ne êzdîtî ye, ew t’erîqeteke îslamî-sofîtyî ye (ewê jî, ew bi xwe dinivîse!), ya ku Şêx Adî bi xwe sazkirye (û ne ku êzîdîtî berî wî hebûye, û ewî jî xwe êzîdî naskirye)! Û ew bi xwe jî ne ku bûye êzîdî, lê ewî êzdî biêzîdî kirine– ji xwe êzîdîtî ew bi xwe bûye!
Wek ku ev biradera bi xwe dibêje, ku Şêx Adî sofî bûye, ulmê wî sofîtî bûye, çima nanivîse, ku sofîtî şaxekî îslamê û felsefeya wê ya klasîk e? Nizane, yan ji hinekan vedişêre? Û t’u p’êwendîya sofîtîyê jî bi ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê r’a nikare hebe, ji ber ku ew du olên ji hev cuda ne!
Belê Şêx Adî hatye nava êzdîyan (herç’ên ku mabûne), êzdîtîya wan bi êzîdîtîya xwe guhar’tye… Helbet, ev jî bi carekê va pêk nehatye, ew pêvajoyeke demdirêj bûye û îro jî, her çiqas Şêx Adî nîne jî, yên ku wê didomînin, li holê ne...
Û ev pêvajo bi bir’yar didome û, eger berê t’enê têrmînolgîya êzdîtîyê guhartibûn, îro êdî heya r’eng û şêwazên pîrozgeh û qubeyên êzdîtîyê bi îsalamî dikin: êdî bûye moda li ser tûjikên pîrozgehên êzdîyan nîşana ola îslamê – hêkerê (hîva kerî) datînin, û gel gav bi gav hînî sembolên îslamê dikin (li fotoyên jêrê yên 1, 2 û 3 binihêr’in)...
Lê, wek ku min êdî di derbarê wê da nivîsye, gelek malbetên êzdîyan (yên ku nebibûne êzîdî!) ji ber t’evkujî û t’unekirinan hê 200-250 salî berê neç’ar mane, welatê xwe bit’erikînin, ewana êzdîtîya xwe p’arastine… Her paşê qewal û erkdarên sîstêma Şêx Adî ji navê Lalişa pîroz xwe gîhandine van jî û têgeh û têrmînên îslamî di nav wan da belavkirine. Erê, gelek tişt k’etye nava wan jî, lê ew tişt wisa jî bi şêwazî mane. Mînak, pêşîyên me jî 200 salî zêdetir e, ku hatine vê herêmê, gundê xwe (P’ampa K’urdan) avakirine, lê di nav wan da şêx t’unebûne, t’enê p’îrên wan hebûne… Îro jî mirîdên êzdî hîç tiştekî jî ji qewlên şêxan tênagihîjin (helbet, bi p’ir’anî şêx bi xwe jî tê nagihîjin, k’a çi dibêjin!)… Û dibe ku ji ber vê ye, ku pispora êzdîzanîyê Xanna Omerxalî ya hêja di p’irtûka xwe ya “Yêzîdîtî. Ji k’urahîya hezarsalan” da dinivîse, ku: “... her çiqas, bîrûbawerîya wî (ya Şêx Adî. – E. C.) di k’arê r’êformkirina êzdîtîyê da r’oleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”(8)
Divê bê gotin, ku di nav van êzdîyan da têgihîştina ne êzdîbûna vê sîstêmê ji berê va hebûye û îro jî bi t’aybet xurttir bûye. Yek ji sedemên vê yên sereke jî ew e, ku di nav qewlên wê da gelek tiştên erebî-îslamî hene. Ez t’enê li vir çend mînakan ji wan qewlan bînim, û bila pispor û oldar bibêjin, k’a ev çiqasî û çi “êzdîtî” ye, yan jî, çi p’êwendîya wan bi ola êzdî r’a heye:
Ya R’ebî,
Êla şanek, û Êla mik’anek, û Êla sult’anek!
Ya R’ebî, tuyî K’erîmî, tuyî R’ehîmî!
Ya R’ebî her tu Xudayî!
Her tuyî layiqî medh û senayî!
***
Bi qudreta Melik’ê celîl!
Lalişa Nûranî, Qudis û Xelîl, Mek’a û Medîn
Ew jî li ser min diger’in r’ûyê vê dinê bi sebîl!
***
Hûn bidine xatira Ezrayîl, Cebrayîl,
Mîk’ayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl,
Her heft melek’ên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
Di destên wan da, mifte û k’ilît
Li hizreta melek’ê celîl.
***
Ew bûn Melek’ên sekinîne,
Ji nûra îlahî ne,
Xwarina wan elhemdilla û şik’rîne.
***
Ezdîd r’esûl allah!
Seydî seded hizretê r’esûl!
Qurbane qebûl!
Navê bikrê Sult’an Êzdîd da, Alêk’im selam!
(Ev nimûneyên qewlên êzdîyan ji p’irtûka: T’êymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî va” hatine hilda ). (9)
Û ji bilî vê em çend nav û têgehan jî hemberî hev bikin, ên ku îro di nava êzdîyan da tên bik’aranîn:
ên erebî: k’urdîia wan: 
Ellah, R’ebb, Xuliqellah, Xweda/ê 
R’ebbilalem/R’ebê Alemê 
r’uh r’ewan 
cunnet bihuşt 
cehnime dojeh 
fikir r’aman 
melek’/milyak’et firêşte 
dîn ol 
Şems R’oj 
înşallah! bi hêvîya Xwedê. 
Û ev jî bûye sedem, ji bo gelek êzdî bibêjin, ku hemû şêx û Şêx Adî bi xwe jî ereb bûne… Lêbelê, ev nêr’în ji r’astîyê dûr e, Şêx Adî k’urd bûye, k’urdekî misulman û erkdarê îslamê bûye, bi xwe jî ji Hekkarîyê (Colemêrgê) bûye, ji bo wê jî di dîrokê da ew wisa jî wek Şêx Adî bên Misafir el Hekkarî tê zanîn. Îro jî gor’a wî li Colamêrgê heye. Cîhê ku gor’a Şêx Adî lê ye, wek ku dibêjin, berê gundekî Colamêrgê bûye, navê wî gundî jî Gulîr’esh bûye, niha ew bûye t’axeke bajêr, navê wê jî t’axa Binqesirê ye. K’urdên misulman Şêx Adî wek mirovekî pîroz ê ola îslamê nas dikin û diçin li ser gor’a wî, dua-drozgên xwe pêktînin (li fotyê jêrê yên 4,5,6,7 binihêr’in). Lê şêx jî ji bilî hinekan, bi bingehîn p’îrên êzdîyan bûne, yên ku piştî derk’etian sîstêma olî ya Şêx Adî erka şêxtîyê dane wan... Lê ew p’îr, ên ku mane jî, yek e, di nav gel da wek sembola paqijî û pîrozîyê bûne.
...Dema di gundê me da yek diçû ber dilovanîya Xwedê, gazî p’îrê me dikirin, û hinekan digot, ku ew dirozgeyan zêde nizane, k’a em ji gundê cînar gazî şêxekî jî bikin, r’ûspîyên me digotin, ev p’îrê me ye, ew pîroz e, bila hema li r’ex mirîyê me bisekine, bila tiştekî jî nebêje, besî me ye!
Û piştî dehsalan min heman nêr’în di derbarê pîrên êzdîyan da di p’irtûka erkadarekî ola ermenî-xrîstîyanîyê Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên êzîdî” da dît. Ew p’irtûk 105 sal berê hatye weşandin. Û xudanê p’irtûkê di derbarê êzdîyan da wisa dinivîse, tê xuyan, ku ew bi xwe di dema xwe da di nav êzdîyan da maye, yan mezin bûye, cînartîya wan kirye, di warê ol, çand û kevneşopîyên wan da lêger’în pêk anîne... Û gotinên wî, yên ku ewî wê demê nivîsîne, bi p’ir’anî r’astîya ola êzdî, sazîya hîêrarşîk a oldarîya (r’ewanîya) wê derdixe holê.
Weha, ew çi dinivîse: “...Her çiqas r’adeya şêxan û şêxtîyê bilind e, lê p’îr, wek mînaka r’astîn a bawerîya olî, pîroztir e, ew tê hezkirin û nêzîkî dil û îdêalên gel e...
P’îr di t’omerîya xwe da tê wat’eya pîroz, paqij, dilovan. P’îr bi giştî ji hêla hemûyan va tê p’erestin (hebandin), ji ber exlaq û bi şan û şerefbûna xwe, weke hev ji hêla hemûyan va bi heşmendî hêjayî r’ûmetdayînê û şanazîyê dibe”.(10)
Ji bo ku ev gotinên oldarê xrîstaynî baş bên têgihîştin, divê mirov bizanibe, k’a bi giştî ewî êzdîtî çawa naskirye û helwesta wî li hember wê çi bûye. Weha: “Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê –dewleta demekêye gewre (Medya. – E. C.), kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye xwezayp’erest da bi zorekê xwe ji t’evkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemk’arîyên bêwijdan ên xrîstîanan, p’arastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatine p’ejirandin...” (11) – Û, divê bê zanîn, eger di destpêka dewra XX da, dema li ser bingeha jihevzivêrî û hevnep’ejirandina olî serê mirovan dihatin fir’andin, evî mirovê hêja tiştên weha di derbarê êzdîtîyê da nivîsye, bizanibe dîtinên wî yên zanistî xwedî bingeheke k’ur û xurt bûne...
Û, ji bo ku zanînên Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan ên di derbarê êzdîyan da bi giştî bên tê gihîştin, ezê li vira hinek agahîyên balk’êş di derbarê vê p’irtûka wî da bînim. Ewî bi xwe p’irtûka xwe “Kurmanjên yêzîdî” nav kirye. Ango, ji bo xudanê p’irtûkê nûnerên vê civaka êt’nîkî-bawerî kurmanc in. Lê kurmanc jî, wek ku tê zanîn, beşê gelê k’urd ê herî mezin e (zêdetirî 70%), yên ku bi zaravê kurmancî yê zimanê k’urdî diaxivin. Di vê p’irtûka xwe da ew navê vê civaka êt’nîkî-bawerî bi 9 şêwazên cuda dinivîse û bi giştî 150 caran bi k’ar tîne: yêzdî – 44 caran (ev têrmîna zêde nêzîkî xwenavkirina êzdîyan bi xwe ye – êzdî), k’urd – 24 caran, kurmanc– 17 caran, yêzîd – 8 caran, kurmancên yêzdî – 5 caran, yêzîdên kurmanc – 4 caran, yêzîdên medyayî – 1 carê, k’urdên yêzdî – 1 carê û kurmancên yêzîdî – 1 carê. Û, ji bilî vê, ew van hemû navan dem bi dem bi p’eyv û p’eyvebendên dinê, yên weke “peyhatîyên medên kevnar”, “peyhatîyên Êkbatanê”, “peyhatîyên medîyaîyan” û yên dinê r’a bik’artîne...
Ev – bi giştî, ji bo xurtkirina têgihîştina t’êza kekê Hoşeng a sofîtîya Şêx Adî û “têk’ilîya” wê bi êzdîtîyê r’a!
*
* *
Wek ku min di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan” da di derbarê nivîsa Hoşeng Broka ya ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’! da gotibû, ku “...mijar û pirsgirêkên nêzîk û dûrî hev wisa di nav hev da tên r’adestkirin, ku dîtina bersîveke yekgirtî û yekawa dijwar bikaribe derê holê...”(12), heman r’ewş di vê nivîsa vî biraderî da jî didome û desthilatdar e. Lê, dîsa jî min hewl da, hinek pirsên sereke û girîng, ên ku di nav vê gotara wî da cuda dibin û dik’evin ç’av, ji nav wê vebijêrim û bersîvên wan bidim.
Weha:
1. Pirsa zerdeştîyê û êzdîtîyê.
Binihêr’in, k’a kekê Hoşeng vê carê evê pirsê çawa berovajî dike: “... ji bo ku Êzîdî tam bibin Êzîdî, gereke (li gorî vê têzê) di serî de ew tam bibin Kurd! Pirsa ku li vir dikare were kirinê ev e: Gelo di dema Êzîdiyatiyê de, ku dîrokawê vedigere 4-5 hezar sal, Kurdiyatî û fikra nasyonalîzma bi Kurdî hebû?...” – Helbet, ew ji gotinên min wan encaman derdixe, yên ku li wir nînin...
Fermo, binihêr’in, k’a min di gotara xwe ya navborî da ji bo vê pirsê çi gotye “...Belê, êzdîtî ne zerdeştî ye. Û hîç kes nikare vê r’ed bike! Lê ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke k’urdan a Medyayî-K’urdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene… Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî r’êyek e, ji bo ku di nava t’omerîyekê da bingehên êzdîtîya r’esen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!). Û bi dîtina gelek k’urdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi “r’êformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzîdîdîtî...”.
Lê, dîsa jî, yek e, ev biradera ya xwe dajo ne bes e, hela ser da jî, gotinên min berovajî dike û dema li ser êzîdîtîyê (sofîtîya îslamî!) diaxive, wê, wek ku êdî li jorê ate gotin, bi gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac r’avedike, yê ku di dîrokê da wek ezdazan (t’êolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê tê naskirin. Û ev jî xwezayî ye: ew nikare û wê ji wî r’a li hev neyê, ku sofîtîya îslamê bi zerdeştîyê r’avebike. Lê ya ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê, dibe, lewra, ku bingehên wê û zerdeştîyê yek in (pîrozîya r’ojê-êgir, axê, avê, hewayê...). Û heya oldarekî xrîstîan vê dibîne, lê ev biradera – na! Binihêr’in, eger xwendevanê hêja bala xwe dayê, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ê ku asta wî ya zanistê anegorî ya doktorê t’êologîyê bûye, r’astîya ola êzdîtîyê ya xwezayîp’erest dîtye û naskirye...bi wê fir’nax bûye û gotye, ku “... ewana (êzdî. – E. C.) bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in...”
Belam, ev biradera evê nabîne û naxwaze jî bibîne û dîsa strana xwe ya kevn dibêje, dîsa berê xwe dide k’urdîtîyê, me di nat’sîonalîzma k’urdî da t’ewanbar dike,...ji ber ku em dixwazin dîroka xwe ya kevnar nas bikin, r’ehên xwe yên net’ewî bibînin.
Min di gotara navborî da li ser van t’ewanbarîyên wî nivîsîbû: “...Çima gelê k’urd nikare li dîroka xwe, çanda xwe, olên xwe (wek beşekî çanda net’ewî!) xwedî derk’eve?! Ma, ev guneh e?! Ma, ev, çi ku anîne û îro jî tînin serê gelê me qederî ye, sûck’arî ye, ku heya r’ojên wî yên dawîyê, ew divê wek t’oqekî di stuyê wî da be?..
Binihêr’in, di Japonîyayê da du olên sereke hene sîntoyatî (sînto/sîntoîzm) û bûddayî (bûddîzm) û yên ku van herdu olên sereke dip’arêzin jî, derdorê 96 % -ê hemû japonîyan in. Ew hinekên dinê jî xaçp’arêz an misulman in. Lê p’ir’anîya japonîyan xwe heman demê hem sîntoyî, hem jî bûddayî dihejmêrin... R’ojên cejn û merasimên olî r’êvebirîya vî welatî diçe qubeyên (p’erestgeh) herdu olan jî û dirozga xwe pêk tîne...
Û ev jî, mala Xwedê ava, p’ir’ başe, bi vê ew Yekîtîya xwe ya net’ewî dip’arêzin!” –
Lê, gelo, ev camêra çi ji vî gelî r’a dixwaze?! Ew çima ç’avên xwe li ber r’astîyan digire û vê helwesta xwe didomîne?
Çi dertê olê? Wê demê hemû zanîyarên gelên dinê, yên ku dîroka xwe ya kevnar vedik’olin, nat’sîonalîst in? Lê ew zanîyar-lêger’înerên bîyanî, yên ku bingehên dîrokên kevnar ên gelên dinê yên bîyanî vedik’olin, ew nat’sîonalîstên k’ê ne?
Û li vir helwesta wî ya absûrdê dertê asta xwe ya jor: ew şêwrê dide k’urdan, ku ew Quranê bikin k’urdî, lê bi xwe dijî wê ye, ku êzdîtîyê (yan, em bibêjin, hema bila ew êzîdîtîya wî ya sofîtî-îslamî be jî!) veger’înin ser bingeha wê ya r’esen, an bikin k’urdî!
Çima?...
Wek ku tê zanîn, p’ir’anîya gelê k’urd îro misulman e, lê çiqas kes, gelo, di nav wan da hene, yên ku dibêjin – hûn çima pirsa êzdîtîyê dikin? Eger hinek bibêjin jî, dê ne r’ast bin! Lê, binihêr’in, ev biradera û hinekên weke wî li dijî vê r’ap’er’înê dikin. Çima? Ji ber ku êzdîtî ola gelê k’urd e!?..
A, li vir e, ku mirov dixwaze ji vî biraderî bipirse: “Ma ev ne siyaset e?” – Belê siyaset e û, her çiqas ew siyaseteke sergirtî ye jî, lê ne li dûrî têgihîştinê ye!
Pêşîyê me dê bigotana: “Bextê me k’urdan bi me r’a ye!”
Û dema ez helwest û têgihîştina vî biraderî absûrd nav dikm, ew xwe dixeydîne!
Binihêr’in, yên ku hemberî gelê me têr’ora dewletê meşandine û îro jî dimeşînin, dema gelê me dest li ber xwe hiltîne, ji bo ku xwe ji t’unekirinê bip’arêze, ewana me di t’êrorê da t’ewanbar dikin. Heman tişt li vira dertê pêş: dema hinek dixwazin her çend êzdîyên ku êzdî mane, bikin êzîdî-sofî-îslamî, û ew jî berxwedidin, dibêjin – na, em êzdî ne! – evana êzdîyan di nat’sîonalîzma k’urdî da t’ewanbar dikn!
K’a, bibêjin, ma êdî zordarî çawa dibe?!
Agahîyek ji bo vî biraderî û xwendevanên hêja: di Ermenîstana Sovêtî da ziman, wêje, çand û huner û zanista k’urdî pêş k’etine û gulvedane, û ji sedî heyştêyê wan kesan, ên ku ji bo wê pêşxistinê xizmet kirine jî, k’urdên êzdî bûne... Û ewana çiqasî li k’urdîtîya xwe xwedî derk’etine, ewqasî jî – li êzdîtîya xwe... Û, çi ku wana sêwirandiye, û ew bi xwe jî pê r’a, hemû jî dewlemendîya r’amanî û r’ewanî ya gelê k’urd û K’urdistanê ne!..
2. Pirsa zerdeştîyê, dewleta Medyayê û gelê k’urd!
... Di sêrî da divê bê gotin, ku, bi têgihîştina îroyîn a olên dewletan ên fermî, wê demê olên fermî yên dewletan nînbûne, eger binemalê p’adişahayan û derdorên wan olek jî p’ejirandine, dîsa jî di nav sînorên dewleta wan da gel û berekên dinê hebûne, yên ku olên wan cuda bûne. Her paşê desthilatdaran ew ol di destê xwe da kirine hêmaneke r’êvebirin û berfirehkirina desthilatdarîya xwe...
Lê li vira jî kekê Hoşeng dîroka gelê k’urd weke xwe, bi ç’avên bîyanîyan dibîne, r’astîyan bi şêwaz û anegorî wê dîrokê dixwîne û dinirxîne, ya ku bi destê bîyanîyan hatye nivîsîn, û her tiştî datîne ser r’êya r’edkirina hemû hêjayî û nirxên k’urdî. Weha, ew di nivîsa xwe ya mijara vê gotinê da çi dinivîse:
“...Rast e, Zeredeşt wek pêxemberî Medî bi koka xwe ji Rojavayê Îranê (Îrana kevn) bûye, lê ola wî di herêmê Medan de, li rojavayê Îranê, wek oleke „bi Kurdî“ fêrmî, rojeke bi tenê jî, di dîrokê de nehatiye qebûlkirin û hebandinê. A rast, Zerdeştiyatî li seranserî dîrokê hertim wek ola Farisan a netewî hatiye hebandin û qebûlkirinê. Li seranserî dora 645 salan Zeredeştiyatî bi berdewamî wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên Farisî; Imperatoriya Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.), hatiye qebûlkirinê. Hizra ku dibêje Zeredeştiyatî ola Kurdan a neteweyî ye, ne tenê hizreke bêbingeh, belê ew hizreke li derveyî dîrokê û rastiya wê ye jî…”
Li vira ne t’enê ner’astîya pêkhatîyên dîrokê li ber ç’avan in. Û ev jî tiştekî nû nîne.
Lêbelê, divê bê gotin, ku bi prênsîpî şaşîya hemû lêger’îneran, ên ku bi zimanê k’urdî, dîrok û çanda k’urdî va mijûl bûne û îro jî mijûl dibin, di nav wan da, wisa jî, yên ku bi olê va mijûl in, ew e, ku ewana li hemû tiştên k’urdî di bin prîzma farsî da nihêr’îne û îro jî dinihêr’in.
Çima?
Dibe ku ew ji ber wê ye, ku berî wana hemû analîzên di warê dîrok, ziman, wêje û çanda k’urdî da hatine kirin, ew li ser bingeha matêrîalên farsî û di bin prîzmaya wan da pêkanîne. Ji ber ku wê demê di bin destê wan da mînakên dinê nînbûne?! Wisa hêsan bûye?! An?..
... Lê, di r’astîya xwe da, çanda farsan a r’ewanî di nav çarç’oveya çanda medyayî ya giştî da pêşva çûye, û, berî her tiştî, gelek t’aybetmendîyên wan ên hevbeş dikarin encama pêşveçûna li ser bingeha destpêkî ya medyayî-giştî bin. Wek ku tê zanîn, dema Qurûş bi derbeya hundur’în kalkê xwe p’adişahê Medyayê ji ser t’ext davêje, ew tiştekî nû, sîstêmeke dewletê ya nû, zimanê r’êvebirîyê yê fermî yê nû saz nake. Ew bi xwe jî di qesra kalkê xwe, padişahê Medîyayê da mezin bûye û p’erwerdeya xwe li ser çanda medîyayî dîtye. Hemû sîstêma zerdeştîyê, bi sîstêma mogan (r’ahîb) va maye û domyaye, mogên zerdeştî-medyayî beşdarî r’êvebirîya dewletê bûne (û ev hemû jî ji Medyayê derbazî wan bûye!). Û ew ku ola zerdeştî di Medyayê da sêwirye û êdî wek oleke bi t’evger û r’êk û pêk derbazî nav dewletên farsan bûye, agahîyên dîrokî hene (her çiqas, mirov dijwar bikaribe, wana dewletan ên xur’û yên farsan nav bike! Demeke dirêj piştî derbeyê jî, ew dewlet wek ya med û farisa hatye naskirin).
Û, ji bilî wê û ya here sereke, ne r’ahîban û ne jî malmezinên medan hatina Qurûş a li ser t’extê p’adişê ne ku wek guhar’tina dewletê, lê wek guhar’tina padşê dîtine, guhar’tineke malbetî ya hindur’în – nevî (t’or’in) kalkê xwe ji ser t’ext avîtye û hatye şûna wî... Ango, ew hatine xapandin, xiyanet li wan hatye kirin!
Di ç’avkanîyên kevnar da agahîyên balk’êş ên pêbawer hene, ku p’adişahê Medyayê Kavî-Vîştaspa mirovê yekem bûye, yê ku dostê Zerdeşt P’êxember bûye, li wî xwedî derk’etye, bi xwe jî r’abûye ser r’êya r’astîyê, li dû bawerîya Yê R’izgarîdar (Zerdeşt) çûye û Bîrûbawerîya wî di nav gel da belavkirye.
Weha, di “Gatên Zerdeşt” da çi tê gotin:
“Divê mirov berê pêşin dostê wisa baş nas bike? – Zerdeşt Pêxember bi xwe pirsa hrêtorîk dide û bi xwe jî bersîva wê dide. – Helbet, ew piştovanê padişahî ye, ew serok (kavî) Vîştasp e.
Ez bi pesnbêjîyên Ahûra-Mazda û bi R’amana Qenc ji bo wî dibêjim”.(13)
Û, ku k’urd heman med in, wê tenê ew bi xwe nabêjin û nanivîsin. Ewan ji hêla gelên cînar va ne t’enê wek peyhatîyên medan hatine zanîn, lê p’eyvên med û kurd ji bo wana hemwet’e bûne.
Weha, nûnerên gelê ermenî, yên ku yek ji cînarên k’urdan ên here kevn in, k’urd wek med naskirine, û, berovajî wê, med jî – wek k’urd. Lê, her çiqas, farsan bi r’êya derbeya hindur’în dewleta medan ji hundur’va hildane, û bi şêwazî “mîrat’xurên” dewlata Medîyaê bûne, dewleta xwe li ser bingeha wê avakirine, lêbelê ermenîyên cînar bi t’u awahî fars weke med nas nekirine û ji wan r’a negotine med û nabêjin jî.
Weha di ç’avkanîyên kevnar ên ermenîyan da di wê derbarê da çi heye:
“... Berbangê zû ên med hatin, ên ku ji wan ra k’urd dibêjin”. (14) – Ev buyer, a ku li vir di derbarê wê da tê gotin, ango, hatina k’urd-medan a ber dêra ermenîyan a T’spnê, 19 – gulana sala 1426-an pêk hatye.
Û yeke dinê:
“... Binecîhên wî welatî, yên ku kurd in, ji wan r’a med dibêjin” (ev jî – di destnivîs a dewra XVI da). (15)
Agahîyên weha heya sedsala XX jî di nav destnivîs û dîroka ermenîyan da desthilatdar in...
Û, eger em wê agahîya di p’irtûka erkdarê olî yê xrîstîanî Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan da bîr bînin, ên ku dibêjin, ku yên êzdî peyhatîyên medan ên r’astedêr in, dîmenê r’astîn ê dîroka me dertê ber ç’avan...
Û divê bê zanîn, evana agahîyên dîroknûsan in, ne ku ç’îrok û esfaneyên bê bingeh ên hinek eşîrên k’oçer in, ên ku hatine, em di welatê me da k’oçber kirine û kirine koçer û eşîr!... 
 3. Pirsa zar’okên Başîk û Bahzanê.
...Demekê k’urdên me yên êzdî yên Sovêtê bi mêvandarî çûbûn Başûrê K’urdistanê û li wira jî çûbûn seredana herêmên êzdîyan, di nav wan da wisa jî Başîk û Bahzanê... Dema ewana veger’yan, matmayî digotin: “Dizanî, êzdîyên wir dibêjin, ku ew êzîdî ne û ne k’urd in, ereb in! Çawa dibe?” – Bi r’astî, wê demê min ji wan r’a got, ku, dibe, ew ji wan ereban in, ên ku li dû t’erîqeta Şêx Adî ya adewî (êzîdî) hatine wê herêmê... Wisa jî min di wê da r’ola siyaseta r’êjîma Seddem Huseyn didît. Lê, dema min di gotara kekê Hoşeng da di vê derbarê da xwend, dîmenekî dinê yê r’astîn li ber min vebû. Ev biradera dinivîse: “Ma gunehê zarokên Başîkî û Bahzaniyan çi ye, ku xwe Êzîdî dinasin, lê zimanê wan bi Erebî ye? ... Xelkên „Başîk û Bahzanê“ bi Erebî (Erebiya şamî) xeber didin, lê Êzîdî ne û ji hemî Êzîdiyên din jî xwe Êzîdîtir dibînin. Gelo guneh û sûcê wan çi ye, ku Êzîdî ne, û Êzîdî bûne, lê bi Erebî xeber didin?” ...
Û, ji bo ku evê şiroveya xwe xurt bike, ew didomîne: “Ma gunehê zarokên bi sedhezaran Êzîdiyên diyasprayê çi ye, ku xwe Êzîdî binasin, lê çand û zimanê wan, ji ber rewşa koçberî û derbederiyê, Rûsî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Holandî, Fransî, Inglîzî, Siwêdî, Danmarkî yan jî Nerwîçî ye?”
Na, birayê delal, t’u gunehê wan nîne, û hîç kesek jî wan gunehk’ar nabîne û nake jî! Pirs di wê da ye, ew ne ku t’enê bi erebî diaxivin (ew jî erebîya şamî – Şam li k’u Başîk û Bahzan li k’u?), lê, pirs di wê da ye, ku ewana erebbûna xwe p’arastine (her bijî ji wan r’a!)... Û li vira hîç ne di cîh da ye, ku pirsa wan zar’okên êzdîyan tînî, yên di p’enaberîyê da zimanê xwe jibîr dikin û bi zimanên welatên bîyanî diaxivin. R’ewşên van û ya wan ne yek in. Ma ew zar’okên Başîk û Bahzan li dûrî Kurdistanê dijîn? Ma ew li Şamê dijîn, ku bi erebîya şamî diaxivin? Na, ewqasî ew ereb in û berovajî gelek êzdîyên me zimanê xwe yê dê p’arastine û bibir’yar erebbûna xwe jî didomînin.
Na, ev ne xirab e, ev tiştekî p’ir’ baş e, û em jî ji vê hinek dersan derxin!
4. Sedemên fermanên êzdîyan çi bûne?
Di dîrokê da t’evkujîya gelan hevr’êwîyê mirovahîyê bûye. Û li ser van t’evkujîyan mirovahîyê serê xwe êşandye û îro jî dêşîne, ew dixwaze sedemên pêkhatinên wana tê bigihîje. Û di vî warî da nêr’înên cihêr’eng hene.
...Mînak, îro di nav ermenîyan da hinek daxwaza veger’a xwe ya ser ola xwe ya kevnar a agirp’erestîyê dikin. Ewana bi lêger’înên zanistî gelek tiştên wê olê vejinandine, diçin p’ersestgeha wê ya kevnar Gar’nîyê êgir dadidin, merasimên xwe yên olî pêk tînin... Û di nav wan da nêr’înek derk’etîye pêş: ewana dibêjin, ku t’evkujîya mezin a yekem a ermenîyan ne ku sala 1915-an, lê sala 301-ê pêk hatye, dema wana xrîstyanî p’ejirandine...(16)
Ev jî nêr’înek e! Û ne dêra ermenîyan, ne dewlet û ne jî yekî dinê nakin hewar û hêwarze...
Lê ya me?
Kekê Hoşeng dinivîse, ku: “...Di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, ... Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine”. – Ango, ew t’enê fermanên li ser êzîdîyan dibîne û li me dide dîtin... Li vira pirs dertê holê, k’a gelo berî Şêx Adî t’evkujîyên gelê me nînbûne? Ma ji destpêka êrîşên Umer bên Xettab heya îro ev t’evkujî û ferman li ser k’ê bûne? Ma, ewên ku bi t’unekirinê r’a r’û bi r’û mane, û bi neç’arî misulman bûne, k’î bûne? P’ir’anîya wana ne êzdî bûne? Ew, ku serî fir’andine, gund û bajar wêran û t’alan kirine, û bi zora şûr, bi sotin û t’evkujîyan em werger’andine, ev ne ferman bûne? Ma, van hemûyan li me didin bîrkirin?
...Û, wek ku tê zanîn, gel jî wê demê dimire, dema ew dîroka xwe jibîr dike!
Û, ya dinê jî, lê eger sedemên hinek ji wan fermanên ser êzdîyan (an êzîdîyan) nak’okî û şer’ên di navbera t’erîqetên îslamê da bûne, û êzdî ne ku te’nê werger’andine- kirine êzîdî-sofî (an sunnî?!), lê her weha, kirine qurbanîyên şer’ û p’evçûnên di navbera t’erîqetên xwe da?...
An na, çima “...Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî” pêkhatine? Ma, kekê Hoşeng bi xwe nanivîse, ku Şêx Adî sofî bûye? Wê demê...
Û, ji bilî vê, helbet, ev tişt, ên ku pêk hatine, p’ir’ xerab in, dijmirovî ne, lê gelo ew di nav gelên dine da pêk nehatine û îro jî pêk nayên (xrîstyan, misulman...!)? Ma k’urdên misulman, û k’urdên êzdî bi xwe hev nekuştine? Belê, ev sûcê wan e, yên ku ew pêkanîne, û ev jî tirajêdîya gelê me ye! Lê, gelo ev tê wê wat’eyê, em jî îro li dû r’êça wan her’in! Wê demê di navbera me û wana da êdî çi ferq heye?
Ma, divê em di dîroka xwe da r’astîyan neger’in, nebînin û ji wan dersan dernexin?.. Ew r’astî çiqas tal dibin, bila bibin!
Heya k’engê?..
5. ...Dîsa pirsa faşîzmê!
Min di gotara “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan” da li ser pirsa nat’sîonalîzmê hinek nirxandin pêkanîbûn û gotibû, ku helwesta gelên bindest ne natsîonalîzm e, ku “...ew helwesteke xwezayî ye – li hember bindestî, stemk’arî û mijovdarîya faşîzm û natsîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew r’êaksîona xwep’arastinê ye…” Û, eger kekê Hoşeng berê hemû kirên r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê sûcdar dikir, ew sûc faşîzm nav dikir û ev jî dikir milk’ê gelê k’urd, û min jî bersîva wê dabû, (di derbarê vê da bi hûrbînî – di gotara min a navborî da!), vê carê ew r’astedêr berê xwe dide t’ewanbarîyên bêsînor û dibêje: “Faşîzm ne tenê „jor“, belê „jêr“ e jî”. – Ango ew t’evahîya gelekî t’ewanbar dike...
Û ev jî êdî sîmptomên paranoîayê ne!
Wek ku tê zanîn r’îjîma faşîst a hîtlêrî di nîveka yekem a dewra XX da di Almanîyayê da li ser desthilatê bû. Ewê r’êjîmê di dema xwe da wêranî, t’evkujî û t’alan ji t’evahîya cîhanê r’a anîn. Lêbelê, kêm mirov di vê da gelê alman t’ewanbar nakin...
Çawa dibe, ku mirov jî t’ewanbarîyên weha li hember t’evahîya net’ewekê bibêje? Mirov jî bi r’êya dijminahîya gelekî, di nav wî da hewayeke jihevzivêrî û hevnep’ejirandinê ava bike û bibe sedema nak’okî û dutîretîya nû?..
Ev ji k’u tê?..
Ev biradera çima ewqasî ji naskirina êzdîtîyê ya li ser asta zanistê, ditirse. Çima? Ji ber ku, eger gel r’astîyan bibîne, wê xwe nas bike. Û eger xwe nas kir, evê jî dijî t’êza van camêrana ya „Êzîdî ne k’urd in!“ derê...
Baş e, bila êzîdî ne k’urd bin, bila ew miletekî cuda bin, lê li vira gunehê êzdîyan çi ye, ku ew êzdî ne, û navê wan û yê êzîdîyan ji hêla bilêvkirin-deranînê va hinekî mina hev in! Çima, ên ku duh na pêr ji derva hatine û hê t’am şêwaz jî negirtine, mafên wan heye, ew hebin, lê ya êzdîyan nine? Ma li vir faşîzm, r’asîzm û nat’sîonalîz k’îjane? Ev e, yan ya ku ev biradera dibêje?
Û – ya dawîyê!
Di beşê 3. ê gotara xwe ya “Êk’spansîya bierebkirina K’urdistanê didome?” da min fotogalêrîya wan wêneyan danîbû, yên ku xwendevanan bi hinek şiroveyan va ji min r’a şandibûn. Di nava wan wêneyan da wisa jî yê Seddem Huseyn – banga wî ya ji bo êzîdîyan jî li ser, hebû. Xwendevan pirsîbû: “Banga Seddem ji bo k’ê ye – ji bo êzdîyan, an êzîdîyên xwe?!” (Li fotoyê jêrê yê 8. Binihêr’in!).
Û wê demê min di bin vê pirsa xwendevan da nivîsibû: “Binihêr’in, ew r’ûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe r’a dibêje, ku ew xwe ji k’urdan bip’arêzin, ku ew hindik in, ewê têk her’in!
Çima?
Seddam mirovekî sade nînbûye, di bin destê wî da ewqas zanyar, siysetmeder, oldar, ezdazan (t’êolog) û pisporên dinê k’ar kirine, ma ewî nizanibûye, k’a k’î k’î ye? Bersîva vê pirsê jî em hêvîya zanyar û lêger’îneran dihêlin!
Balk’êşe, yên ku evê banga Seddam li Almanîyayê di nav ciwanên k’urd ên êzdî da belav dikin, k’î ne û armancên wan çi ne?!” (17)
Wê demê ev pirsek bû, ya ku benda bersîva xwe bû...
Lê îro, li vira her tişt gihîşte xala xwe ya heşmendî. Bersîv bi xwe dert’ketin holê!..
Mirov li vir çi dikare bibeêje?
– Nizanim, mirov yekawa nikere tiştekî bibêje, lê li ber ç’avan e, ku di pirsa biîslamî û erebkirina êzdîyan û dijberîya gelê k’urd da ew di gelek xalan da digihîjin hev...
Wê demê?
– Her çiqas Sedem ji vê cîhanê çûye, lê yên ku bangên wî di nav ciwanên k’urd ên êzdî da belav dikin û pêk tînin, li holê ne!?
___________________
1- http://www.felsefevan.org/ezdaname-ciroka-xwedayeki-sextekar.html
2-http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_ bêsînor_a_asta_absûrdê_û_ nedîtina_r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/helwesta-bsnor-a-asta-absrd- nedtina-rastyan-h2250.html
3-http://ezidipress.com/ku/hoseng-broka-ezize-cewo-u-ciroka-xwedayeki-sextekar/
4-Вильчевский О. Л. Очерки по истории езидства. — «Атеист», 1930, № 51; Vîlçêvskîy O. L., “Di derbarê dîroka êzîdtîyê da”, kovara “At’êîst”, 1930, № 51.
5-Feqî Huseyn Saxniç, “Şêxadî”, binihêr’e: kovara “Laliş”, 2004, № 21, r’û. 24 – 26.
6-http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html
7-R’ojnameya “Pênûsa nû”, hejmar – 24 û 25 – http://www.penusanu.com
8-Ханна Омархали, «Йезидизм. Из глубины тысячелетий», С.-Петербург, 2005, стр. 45.// Xanna Omarxalî, “Yêzîdîtî. Ji k’urahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, r’û. 45.
9-Теймураз Авдоев, Историко-теософский аспект езидизма Приложене №15 к журналу «Апокриф», май 2011// T’êymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî va”, pêveka №15 a kovara “Apokrîf”, gulan, 2011.
10- Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի կուրմանժ», Ախալցխա, 1910, r’û. 14 – 15// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên êzîdî”, Axalt’sxa, 1910, bi zimanê ermenî, r’û. 14 – 15.
11-Di heman cîhî da, r’û. 5 – 6.
12-http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_bêsînor_a_asta_absûrdê_û_ nedîtina _r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/helwesta-bsnor-a-asta-absrd- nedtina-rastyan-h2250.html
13-Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского, вступительные статьи, коментарии и приложения И.М. Стеблин-Каменского, Санкт-Петербург, 2009, с.123.//Gatên Zaratûştra. Wergera ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî, şirove û pêvek yên Î. M. Stêblîn-Kamênskîy, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009, r’û. 123 û 153.
14-Արիստակես Տևկանց, «Հայերգ», Թիֆլիս,1882, էջ 175- 180.//Arîstakês Têvkants, “Hayêrg”, Tîflîs, s. 1882, rû. 175 – 180, bi zimanê ermenî.
15-Հայաստանի Մատենադարան, XVI դարի ձեռագիր, №1495, էջ.էջ. 142ա և142բ. //Matênadarana Ermenîstanê – Înstîtûta destnivîsên kevnar, destnivîsa dewra XVI, №1495, rû. 142a û 142b, bi zimanê ermenî.
16-http://www.hayary.org/wph/?p=1393 ; http://www.aravot.am/2015/02/02/537893/
17- http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/li-ser-bierebkirina-kurdistan-h2240.html http://www.amidakurd.net/qunciknivis/êk_spansîya_bierebkirina_k_urdistanê_didome_2 http://www.xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=12&Jmara=165
Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 31, 32, 33 – http://www.penusanu.com
Hezîrana sala 2015-an
P’ampa K’urdan
[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,494
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 21-06-2015 (11 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 269
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 14-10-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا کامەلا ) στο 15-10-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا کامەلا ) για: 15-10-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,494
QR Code
Dayîka jenosîdbûyên Êzdî: Keçên min nav deste DAIŞê de xwe kuştin
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dayîka jenosîdbûyên Êzdî: Keçên min nav deste DAIŞê de xwe kuştin
Dayîka jenosîdbûyên Êzdî: Keçên min nav deste DAIŞê de xwe kuştin
Terorîstên DAIŞê roja 03.08.2022 yê li #Şingal#ê li hember kurdên Êzdî jenosîd pêkanîn û di bibîranîna vê karesata xemgîn de xelkê Êzdî bi xemgînî û kuleke mezin ve wê rojê bibîrtînin. Bi boneya vê rojê BasNewsê hevpeyvînek li gel Dayê Şemê ya ku wek dayîka şehîdên jenosîda Şingalê tê nasîn pêkanî û behsa karesata jenosîda Şingalê û xwekuştina du keçên wê di dest terorîstên DAIŞê de dike.
BasNews: Çend kes ji malbata we hatin revandin û bêserûşûn kirin?
Dayê Şemê: Sala 2014ê de terorîstên DAIŞê 33 kes ji malbata min girtin û revandin. 13 zelamên malbata min hatin kuştin, ji wan du kes bijîşk bûn, yên din jî fermanber û kasibkar bûn. Terorîstên DAIŞê hemû kuştin û xistin gorên komî de. Ew roj rojekî gelek nexwaş û xemgînbû bo me. Terorîstên DAIŞê bi 14 otomobîlan rê li pêş me girtin û em din av malên xwe de revandin û bêserûşûn kirin. Terorîstên DAIŞê gotine zaroka min a mezin ku navê wê Bercest bû, ku kelîme şehadê bîne, lê wê ew red kir û gote DAIŞiyan xwedayê mezin em bi Êzdî xuliqandine û emê bi Êzdî jî bimrin. Ji ber wê jî terorîstan ew kuşt. Piştî wê zarokên din ên Êzdî hemû gulebaran kirin û cergê me şewitandin û heta cîhan hebe em jibîr nakin.
Terorîstên DAIŞê cilên bûkînî xistin ber keça min Cîlan û xwestin bikin bûka xwe, lê Cîlan a keça min çû germavê û demarên destên xwe birî û dawî bi jiyana xwe anî. Piştî wê keça min a din Cîhan jî nav destê terorîstên DAIŞê de xwe kuşt û nehêla terorîstên DAIŞê destdirêjiyê li ser bikin. Heta naha jî 7 kes ji endamên malbata min nediyar in û berdewam pirsa çarenivîsa wan em dikin.
BasNews: Hûn wekî kesûkarên jenosîdbûyên Êzdî li Şingalê we çi divê ji bo we bê kirin?
Dayê Şemê: Daxwazên me gelek in, em dixwazin Çiyayê Şingalê aram û seqamgîr be. Rewş bê baş kirin û avadanî ji bo Şingalê bê vegerandin. Em li gel xwe piştrast nabin wegerin Şingalê. Pêwîste parastina me bê kirin, ji bo ku careke din em neyên jenosîd kirin û xelkê ziyan dîtiye bê qerebû kirin, herwaha em dixwazin civaka navnetewî derbarê dosyaya jenosîd kirina Şingalê de bêdeng nebe.
BasNews: Heşt sal li ser jenosîda Şingalê re derbas bû, hikûmeta Iraqê çi ji bo we kir?
Dayê Şemê: Heta naha hikûmeta Iraqê çi bo me nekiriye. Ev heşt sale em koçberin û hin zarokên min di destê DAIŞê de mane. Lê mixabin hîn hikûmeta Iraqê serê xwe bi xemên xelkê Şingalê ve neêşandiye. Ti tiştek ji bo kesûkarên jenosîdbûyî yên Şingalê nekiriye. Bexdayê hîn jenosîda Şingalê nas jî nekiriye û hemû gorên komî nehatine vekirin û hîn çarenivîsa bi hezaran kesên xelkê Şingalê jî nediyar e. Hikûmeta Iraqê jî xwe bêdeng kiriye. Ji hemûyê jî nexwaştir ew e ku, ew erebên bûn DAIŞî wegerandin Şingalê. Lê em hîn jî koçber in, ti demekî dijmin nabe dost. Em baş dizanin ewên ku bibûn DAIŞê ti demekî nabin dost û pêwîste bên ceza kirin.
BasNews: Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûn çawa dibînin?
Dayê Şemê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ofîsek ji bo rizgar kirina keç û jin û zarokên revandî vekiriye û bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hejmarekî zêde ji revandiyên Êzdî ji dest DAIŞê hatin rizgar kirin. Herwaha xelkê Herêma Kurdistanê, bi taybetî xelkê Zaxo û Duhok û Hewlêrê deriyê malên xwe û mizgeft bo me vekirin. Gelek alîkariya me kirin. Em spasiya xelkê Kurdistanê dikin. Ev 8 sale em koçber in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me dike.[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,470
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Basnews
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 03-08-2022 (4 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 280
Βιβλίο: Al-Anfal & Halabja
Βιβλίο: No specified T4 333
Βιβλίο: No specified T4 289
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Sinjar
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 299
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( سارا کامەلا ) στο 03-08-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( ئاراس حسۆ ) στο 03-08-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ئاراس حسۆ ) για: 03-08-2022
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,470
QR Code
Dewleta tirk, lîstik û êzdî
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mahabad Felat
Mahabad Felat
=KTML_Bold=Dewleta tirk, lîstik û êzdî=KTML_End=
#Mahabad Felat#

Derew, durûtî (farqînî ji bo durûtiyê tiştekî din dibêjin), manîpulasyon, dek, dolab, xapandin, dizî, talan, kuştin, komkujî, înkar, berhevdan, şolîkirin, gemirandin, dijminayî û neyarî, ezezî, zimangemarî, sîrqûnî, bêtehamulî û êrîşkariya li dijî herkes û hertiştên ji derî xwe, binefiskî, konetî, kurtêlxwarî, bazirganî, xwefiroşî û hertiştfiroşî û gelek tiştên din ên di vê çarçoveyê de, sedemên avabûn û hebûna dewleta tirk û van pîçan e ku navê”tirk” li xwe kirine.
Zimanê wan û hebûna wan bixwe virus e. Loma her cure têkiliya dûr û nêz a bi wan re metirsiyeka jiyanî ye. Lewre ev vîrus bi kodên hebûna mirovan dilîze û dişibîne xwe. Nikaribe vê bike, fîzîkî tune dike. Ji bo bişibîne xwe û tune bike, an jî fîzîkî tune bike, serî li hemû rê û rêbazên gemar û dermirovahî, derajelî dide. Herkesî û hertiştî pêşî ji giyanê ve dirizîne, bêkesayet dike û ji hemû rastiyên hebûna wan bi dûr dixe û paşê bi rengên herî erjeng û pîs bikar tîne.
Di êzdayetiyê de kodên kurdayetiyê veşarî ne. Gelek kurd hîn vê nizanibin an ji dil û bi giranî li ser neponijin jî, dijmin vê rastiyê ji me pir çêtir dibîne û li ser diponije û ji bo wekî xwe pîç û pûç bike, ji rastiya wê bi dûr bixe, wan kodan hack bike û tune bike serî li her cure rê, rêbaz û kesên gemar dide.
Di armancê de tu cudahî di navbera Mehmet Firat Dogan û DAÎŞê de tuneye. Lewre her du jî bi rêbazên cuda lê ji heman navendê (dewleta tirk) ve bi heman armanca tunekirina civaka êzdî û kodên kurdayetiyê têne organîzekirin, fînansekirin û birêvebirin.
Civaka êzdî di gelek tofan û bobelatan re derbas bûye, lê neketiye. Lewre rahên vê civakê bi qasî mirovahiyê kevn e. Xwedî xîret, kesayet, azmûn û zanebûn e ev civak. Loma jî tirsa min ji vê lîstikê tune. Çend xwefiroş, sûtal û serserî û nezan ne têde (ku yên wiha di nav her civakê de hene), civaka êzdî bi van lîstikan naxape û wê hişyar be û bersiva van lîstikan bi rêxistiniya xwe û rawestana xwe ya li ser koka xwe xweşik jî bide û ji niña ve dide jî.
Divê tu carî neyê jibîrkirin ku hebûna me tunebûna wan e. Sedema vê kefteleft û hemû pisî û qirêjiyên wan jî ev e. Lewre ew vê rastiya ku dê bibe tunebûna wan ji me çêtir dizanin.
(Mehmet Firat Dogan fîzîkî jî naşibe kurdan, lê dişibe balkaniyan ku di dema osmaniyan de wan anîn û piç û pûç kirin). [1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,743
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 30-11-2022 (4 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: Al-Anfal & Halabja
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 15-09-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا کامەلا ) στο 26-09-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,743
QR Code
Di êzdîtiyê de kiras guherandin
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di êzdîtiyê de kiras guherandin
Di êzdîtiyê de kiras guherandin
Aramê Elegezê
Di êzdîtiyê de, dema ku mirovek ji vê cîhanê koç dike. Koça dawî dike û jiyana xwe ji dest dide, nabêjin mir! Dibêjin “Kiras guherî”. Bi wê wateyê, diyar dikin ku ji vê cîhanê çû û gihîşte cîhana Ezda-Xwedayî. Ev
taybetmendî di baweriyên yarsanî, kakayî, riya heq (elewîtî) de jî heye. Her wiha di serî de, di zerdeştiyê û hinek ol û baweriyên din de jî heye.
Di êzdîtiyê de eger mirî kesekî baş û durust be, ruhê wî derbasî zarokekê/î dibe. Ji ber vê jî bi giranî navên kesên mirî li zarokên nû ji dayikbûnê dikin. Ji ber vê yekê di ola êzidîtiyê de peyv an jî têgeha “mirî” nayê gotin.
Di êzdîtiyê de derew wek gunehekî mezin tê dîtin. Lewra jî kesê ku vî gunehî dike pak namîne. Di encamê de dema ku dimire ruhê wî derbasî zarokan nabe û hebûna xwe nadomîne. Di baweriya êzdîtiyê de tu hebûn tune nabe.
Gerdûn hertim di nava werçerxanê de ye. Ango di ola êzdîtiyê de derewkirin wek dawîanîna jiyanê tê pênasekirin. Ev tê gotin: “Gotinên herî baş guhdar bike, xwedî têgihiştineke ronak be, bi vî şêwazî mirov dikare xwe zane bike.”
Di êzdîtiyê de razdarî, parastina nirxên civakê tiştên pîroz in. Xwebûn, şaşî û kêmasî di nava xwe da tên çareserkirin. Destûr nayê dayîn ku neyar û dijminê wî pê bihese. Kî raz neparêze wek kesê ji rê derketî, wek dijminê xwedê tê binavkirin. Di êzdîtiyê de nezewicîn guneh e. Dema ku keç û xortek digihîjin (mezin dibin), zewac ferz e. Lê divê êzdî bi yekî/ê biyanî re nezewice, yan na ev wek derketina ji olê tê dîtin. Ev mijar hem ji bo jinan hem jî ji bo mêran derbasdar e. Zewaca bi zorê di êzdîtiyê de guneh e. Eger kesek zordariyê, tehdayî li jinan bike civak kom dibe û destûr nade ku ev yek bidome. Dema dibînin ku jiyana wan a bi hev re tenê nakokî, pevçûn, zordariyê ji wan re tîne, biryara devjihev berdanê tê dayîn…
Di êzdîtiyê de zimanê kurdî (kurmancî) pîroz e. Ji ber ku ew zimanê xwedê ye. Hemû dua-dirozge, gotin-vegotin û livandinên êzdîtiya resen bi kurdî ne…
Melekê Tawis (Melekê Tav û Siyê) parazvanê jiyanê û perwerdekar e. Her wiha, êzidî jê re dibêjin `Nûra Xwedê`. `Stêrka berbangê`, ango ‘Stêrka Gelawêjê’ mala wî ye.
Di roja îro de bi destê neyarê gelê kurd rastiya me parçe parçe bûye. Ji ber ku nirxên civakê, pîvanên exlaqê civakê di cîhanê de hevpar in. Dibe ku cudahiyên şêwazî, yên zimanî, yan jî navkirinê hebin. Lê ev yek hevpariya nirx û exlaqê civakê ji holê ranake. Wek mînak; têgehên helal û heram, guneh û qencî, xirabî, namûs û mirovhezî di hemû olan de tên bikaranîn, têgehên mirovahiyê ne.
Lewra jî di piraniya olên cîhanê de pênaseya guneh û qencî, helalî û heramî, namûsî û bênamûsî, destavêtin, destdirêjî û dizî bi giranî wek hev in. Ola êzdîtiyê xwedî bingeheke 3000-4000 salî ye û wek Yezdan, Ezda û Êzdî hatiye navkirin, demeke dirêj bûye bingeha olên Mezopotamyayê, hê jî pîvanên exlaqî yên êzdîtiyê di olên din de bi şêwazekê dijîn.
Niha pirs ev e gelo neyarên kurd, neyarên ola êzdîtiyê çima bi israr dixwazin şopdêrên wê ola kevnar ji Mezopotamyayê dûr bixin û êzdîtiyê li herêmê tune bikin. Ji milekî ve jî di têgîna “Ez êzdî me!” Ji cîhanê îzole dikin? Bêguman êzdîtî oleke kurdî ya kevnar e. Lê êzdîtî derveyî Kurdistanê nîne. Lewra jî êzdî bêyî Kurdistanê nikarin hebûna xwe biparêzin. Kurdistan jî bê êzdîtiyê wê bibe çoleke çandî. Divê gotina pêşiyan neyê jibîrkirin ku dibêje: “Her darek li ser koka xwe şîn dibe!” Hiştina Kurdistanê û reva ber bi Ewropayê ve êzdîtiyê bîrindar dike û dibe ku pêncî sal jî nebihure, mirovê di metropolên Ewropayê de nifşên nû yên êzidiyan nebîne.
Qedrê zêr zêrker dizane. Qedrê mirov jî di nava axa xwe de watedar e. Bi taybetî jî çandeke bi hezaran salan xwe parastiye hatiye îro. Pêwîst e her kurdekî welatparêz destûrê nede ku ev çanda olî-neteweyî winda bibe. Ji ber ku çanda êzdîtiyê nirxê Mezopotamyayê ye. Nirxê mirovahî û yê hemû kurdan e.
Divê em ji ewropiyan û neyarên êzdiyan re nebin alîkar ku ew di bin navê “Pereyan û mafê penabertiyê” de ruhê me û kirasê me biguherînin. Divê baş bê zanîn û li gor rastiya civaka êzdiyan û pîroziyên êzdîtiya resen, ên ku di zindîtiya xwe de bi vî şêwazî kirasê xwe diguherin û yên ku di vî karê xetere de bi wan re dibin “alîkar”, dê Dergehê Mala Ezdanê Pak ê Dilovan li ber ruh û rewanê wan girtî be…[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 3,405
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 09-04-2022 (4 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 269
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 13-02-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا کامەلا ) στο 13-02-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 3,405
QR Code
Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice
Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice
=KTML_UnderLine=Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice=KTML_End=

Dîroka derketiya #êzdiyan# heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice.
Êzdiyatî, yek ji kevintirîn dînên kurdan û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) êzdiyatî û zerdeştiya klasîk bûne.
Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in. Gotina êzd, kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya yazata tê. Gotina yazat jî ji koka gotinên îraniya kevin *yaz- tê ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.
Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.
Carina bi êzdiyatî dibêjin dînê polîteyistîk (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.
Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek xirabîperest hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kozmolojiya êzdiyan de digire.
Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.
Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Meshefa Reş û Cilvê ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.
Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.
Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.
Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.
[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 941
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Publication date: 10-03-2019 (7 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 252
Βιβλίο: No specified T4 269
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 24-08-2024
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا کامەلا ) στο 26-08-2024
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا کامەلا ) για: 26-08-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 941
QR Code
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic1
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta
ÊZDîYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E
Kemal Tolan

Dema ez bala xwe didime hinek berhemên nivîsakarên Cîhanê û Kurdan, ez dibînim gelekan ji wan heta ku karîbûne birastî û gelekan jê jî bi xêrnexwazî di derheqê dîroka Êzdiyan a dema berî û piştî zayîna Îsa de nivîsandine.

Nimûne:
1. Hinek ji dîrokzanên Cîhanê û Kurdan dibêjin: “ Êzîdî bermayê Hurrî, Mîtanî, Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Urartî, Assurî, Zerdûştî, Sabî, Budhîzmiya û w.d. ne “
2. Hinek xêrnexwazên Êzdîyatiyê dibejin:” Êzdî ne Kurdin. Êzdî qûreşî û Emewî ne. Êzdiyatî ji ber ola Cuhu, Mesîhî û Musilmanan zêde buye. Tû kitêb, cî û warên Êzdiyan tûne ne û w.d. “ Armanca van kesan belu ye, ku dixwazin dîroka Êzdîtiyê hê jî şêlû bikin û naxwazin yekîtî di nav netewa û olên Kurdîstanê de hebe.
Ez dixwazim îro bi taybetî li ser şaxê di nimûna yekê de, ku dibêjin “Urartu- Orarto yan pêşiyên Êzîdiyên Xaltiya ne“, li gorî zanebûn, hiş û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî–Melek daye min rawestim.
Gelek ilimdar, dîroknas, erdkolog û rojnamevan hene, bi delîl û gotinên şadên dîroka kevn didine xwanê û dibêjin: ”gotina Xaltî anjî Haldî ji wexta dewleta Hurriyan û bi taybetî ji navê Xwedayê ola dewleta Urartu- Orarto yan tê “.
Rast e li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin, lê bi dîtina min tev jî bi sedemên başqe başqe û axlebên wan ne xwastine wê împaratoriyê bi kokeka Kurda ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên ne gotina wan jî ev in:
1. Piraniya lêkolînvanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi Kurdîtiyê ve girêdin.
2. Xuya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzdiyan de hê jî têne parastin hebûye.
3. Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzdiyatiyê kifş bikin.
4. Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzdîxan û Kurdîstanê bikin jî, lê gava ewan bahsa ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, ew nikarîbûne bêyî bahsa rewşa Kurdên Êzîdî gelek tiştan diyar bikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdên Êzîdî kirine, bikin.
5. Û hwd.
Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzdî û Musilman. Her weha hê jî gelek nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzîdiyatiyê birêz bike .
Vêca ka werin em pêşîn birênin, bê kî ji ilimdar, dîroknas, rojnamevan û xêrxwazên Êzdiyan, di lêkolîn û pirtûkên xwe de bahsa Êzdiyatî û Êzdiyên Xaltiyan kiriye ?.
Li gorî gotina Etem Xemgin Kaldî an jî Xalidî kîne ?
1. -„Ji destpêka dewleta kurdên Hûrrî(b.z.Îs. 4000 k.t.) hetanî ya Mîtanîiyan(b.z.Îs.1550 k.t.) û heta tê digîje dewleta Urartu(b.z.Îs.835 k.t.), hemû gelên heremê ji Xwedayê herî mezin yê bi navê Kald bawer dikir û di heremê de weke bawermendên Kaldi dihatine naskirin. Lêkolînvanên Alman (C.F. Lehmann-Haupt û W.Belck “10 “k.t.) di sala 1898 de li Kela Şîn ya ku di nava Uşnu û Rewandizê de lewheyeke(nivişteke) nivîsandî dibînin. Ev nivîşt bi zimanê Kaldî û Assurî hatiye nivîsandin. Ev destana bahsa diyaloga di nava Melîk Kalda Işpunî û Xwedê de buyî dike. „4:58. Li ser dîroka dewlet û kronolojiya Urartu birêne li 3:124 – 141 û bi sedan Çavkaniyên di Bibliyografi ya di dawiya pirtûka Mirjo Salvini (10) de.
Li gorî di nivîsên Sumeriyan (yê 2350 sal b. z. Îsa k.t.) de tê xwanêkirin û dibêjên, heremên ku Gutî lê dijiyan welatê (Mirovên ku ji Milyaketê nebaş bawerdikin k.t.) bu. Evdên ku li pey vê baweriyê diçin, îro hê jî di nava gelên Kudîstanê de hene“ 3:44
3. „Li gorî delîl û nivîsên di erdkolojiya li derûdora bajarê Wanê de hatine dîtin û didine xwanê, navê Xwedayê dewleta Urartu yê herî mezin Kaldî buye.(3:137)”-
Li gorî gotina Cîgerxwîn , Xalidî kîne ?

Cigerxwîn pêşîn guh dide van camêran :
- „ Sîdînî Simît dibêje: di sala 1260 berî zayînê de li hawîr Gola Wanê miletekî taze bi navê Xaldî hatiye xuyakirin. Navê welatê wan Orarto yan jî Erarat bû. Gerçî raste navê wî ji me ve nehatiye xuyakirin. Lê li gora baweryeke tevayî, ku navê Xweda yê wan Xaldiyan bû. Ji lewra pêzanê tarîxê dibêjin, gereke navê vî miletî jî Xaldî bî û dibêjin, gereke ji miletên Qawqazî-Asyewî bî.
Fon Mînorskî dibêje: Navê Xaldî di nav Orarto yan Aşûrî de bêtir hatiye naskirin. Di serê pêşî de li çiyayê Erarat bûn û ev miletê Xaldî ye ku di sedê nehê berî zayînê de di welatê Ermenîstanê de dihate xuyakirin. Lê paşê di welatê Wanê de dewletek li darxistin û hetta bi sedê şeşê berî zayînê jî, her bi vî navî bi nîşan û rûmet bû. Bajarê Xelat ê dibî, ku ji bajarên Xaldiyan be .
Cigerxwîn dibêje: navê Xalidi niha buye navê çend eşîrên kurd, ku bi mêranî deng dane. Êşîrên Xaldî-Kurdî, li nav Bota, Xerza û di hindama Bedlîsê de bi payedarî xwe dane nîşandan.
Zimanê Xaldiyan: Bê guman ji kurmancî pêve tiştekî dî nizanin û paytexta wan bajarê Toşpa-Wan bû. Paşê meznahiya Madiyan li ser xwe kêmasî nedîbun û xwe sipardibune pismamên xwe û bi hevre li dijî dijminê xwe şerkirine (6: 86-87)”

Li gorî gotina Ekrem Cemîl Paşa, Xaltî kîne ?
-“Xaltî di sala 1500 B.M da li Araratê û Kurdistana navîn de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bu. Tospa- (Wan) paytextê Xaltiyan bu. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kir, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryayê Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene.
Ahmet Refîq di nivîsa xwe ya dîrokê ” Büyük Tarihi Umumi” di rûpel 346 de weha dibêje : ”Berî ku Ermenî li heldorê Orarto- Ararat bi cî bibin, hawişekî din li van doran rûdinişt. Navê vî hawişî Xaltî bû.(7: 55-57)”
Kurdên Xaltî, ji Ermeniyên Penahvêj ra mêvanperweri yeke mezin kir. Ermenî ji van qencî û mihirvaniyên Kurdan pir dilşa bûn. Dostaniyeke hêja di nav bera Kurd û Ermaniyan da çê bû. Ev dostanî û niwazişên Kurdan ew çend çû ku Ermenî Xudayê Xaltiyan ku navê wî “HAY” bû ji xwe ra kir “Parastek”(Mabûd). HAY, ano Zaniş, Hiş, Bîrewerî. Û Ermeniyan navê xwe jî kir “HAYÎK” (7:231)”
Li gor gotina Avyarov “Dû eşîrên Asuriya ye kevn; Tayarî û Tuxumî ji qebîla Xalidî yê Xaçparêz bûn. Ev heta sala 1834 an jî tevî êla xwe ve li jora ava Zap ê diman û bi Kurda re yek tifaq bûn. ( 9:82)”

Li gorî gotina Herodot, navê Xaltiya “Alarodî” ye
1. “Herodot ji wan (Xaltiya) re digot Alarod. Alarod(Orarto,Urartu= ARARAT) navê ciyê wan yê 829 Berî Zayînê ye. Urartu, ji yekbûna hemû Kurdên Sûbarî: Hûrî, Mîtanî, Nehrî, Mûşkî, Xaltî bûne. Ev di sala 612 B.Z. de gihîştine Imparatoriya Med. (7:302.)”
2. “Alarodî- Urartuyî li nav sê enîşka Wan, Urmia û bahra Gökçe de diman.(8:465(79)”
Li gorî gotina Mohemed Emîn Zekî Beg, Khaldi-Xaldi yî kîne?
“Khaldi-Xaldi:Renge, ku ev dewleta hanê ji dawiya sedsalê nehemînî p. z. de hate bipêkhatin.
Kêr û desthilatiya vê dewleta hanê di pêla Qeralê Mînwas de bi berzbûna xwe ve hate bigihaştin. Şopên dozandî(erdkolojiyê k.t.) li ser zinarên keleha Wanê de û li dorhêla bajarê Eliksender Pol-Kemri de vekirinên pirî vî Qralî didin biderxistin. Şopên dozandî li dorhêla wî bajarî dawî de şopên wî Qralî dane bimayînîkirin, mîna ku Bihiston jî şopên Dara datin bimayînkirin. (16:109)”
Weha dewleta Xaldî bes û bi tenha ve li ber parastina welatê kokiyî Orarto de didate bikirin. Tanî nemana pêla Senharîbê bi nav û deng ve jî weha Xaldi bi bêdeng ve hatibûn bimayîn.
Serdariya Orarto tanî pêla Germiya (625 p.z. de) date bidirêjkirin û wê hebûna xweyî siyasî ve date biparastin. Di pişt re ew demekê di bin parastina dewleta Mîdya de hate bijiyandin. (16:110)”
2. “Xalidi- Orarto: Renge, ku ev Miletê hanê ji demeke nenas de ji Rojhilatê Asya Biçûk ji bona devera gola Wanê hatiye bibarkirin. Ji goyên Aşurî û nemaze dozandinên şop û belgeyên girêdayî bi taybetî ve ligel şerên Sergonê Qeralê Aşuriyî duwem de tête biderkevtin, ku sinorên vê dewieta Xildi di çaxekî de ji Jor de tanî gola Kokçe û Elêksender Pol li Qefqasya de, ji Rojava de tanî rûbarê Furatê, ji Jêr de tanî Rewaduz û çaviyên rûbarê Zab û ji Rojhilat de tanî gola Urmiyê dihatin bidirêjkirin. Herwehajî wê demekî jî li Jorî Surî jî de dayite biserdarîkirin. Paytextê wê bajarê Tospasi-Wan bü. Renge, ku ew ji bal Qeralê Sardorîsê Yekemî Xalidî de di sala 840 p. z. de hatiye biavakirin.
Vê dewleta hanê di dawiya sedsalê heftemînî p. z. de jiber xurtbûna desthilatî û kêra Mîdya serxwebûna xwe date biwindakirin. Ew demekê li jêrdestiya wan de hate bimayîn. Di dawî de jiber biderkevtina desthilatiya Ermenî de, yên ku ew li Rojavayê welatê Xalidi de hatibûn birûniştin, ew bi carekê ve hatin biqirkirin.(16: 79)”
Li gorî gotina Şerefxanê Bedlîsê, navê Xalid ji kurê tê ?
-„Ew yeka li gor gotin û nivîsandinên dîroknasan eşkere û zelal e, xelekên zincîra bingeh û koka Mîrên Cezîrê digihîjin Xalidê kurê Welîd. (Xalidê kurê Welîd mêrekî jêhatî bûye û li ba wan wisan e ku dema ji xwe re bêjin em ji nesla wî ne, ew dê bibin esîlzade û pê mezin bibin. Şerefname rûpel: 494). Navê yekem bab û bapîrên wan ê ku cara yekê li ser textê Fermanrewatiya Cezîrê rûniştiye, bi navê Suleymanê kurê Xalid tê naskirin.Di destpêkê de kesên vê xanedana han ên xwedî paye, li ser rêça Dînê Êzîdîti yê û ….……(Melekê nebaş k.t.) dimeşiyan.( 1:156 )”
Li gorî gotina . Rojbeyanî, Xalidî an jî Xaldî kîne ?
„ Ez di wê baweriyê de me, vê eşîretê ev bi xwe ve girêdaye, paşvemayên Xaldiyan in ku bab û papîrên kevin ên kurdan bûn. Ev yek di vê de jî tê dîtin ku heta van dawiyan, ew li ser dînê Êzîdî (Yezdanî) mabûn. Ev jî mimkun e, navê serokê eşîreta wan (an jî navê eşîra wan e sereke Xaltî be k.t.) ê pêşî Xalid bibe (1: 494.)”
Li gorî gotina Torî, Halidi an jî Xalidî kîne ?
- “Di wexta dewleta Hurriyan de, her melîkekî Hurriyan ji xwedanekî cûde cûde bawerdikirin û Xwedayekî netwî ji bo ola dewlta wan tûnebu. Piştî helweşandina dewlata Hurriyan, melîkên Urartu yan di sala 1300 an ya berî z.Îsa de dawî li wan baweriyên gelên Hurriyan anîne û ji bo netewiya ola dewleta Urartu baweriya bi Xwedayekî seranser yê ku navê wî Haldî „Xaltî k.t.“ buye qebulkirine. Ev baweriya bi „Haldî k.t.“ Xwedanê seranser heta sala 900 û 600 berî z.Îsa jî di nav olên Kurdan de gelekî bi quwetbuye.(2:18 û 22)”
„Wek tê zanîn navekî Êzîdiya jê „Halidi“ buye. Ev navê „Halidi“ ji Xwedayê dewleta Urartu tê. Weha di dîrokê de tê xwanêkirin ku qismekî Êzîdiya ji wexta dewleta Urartu ya 1300 salên berî z.Îsa hebûn e û ew heta îro hêjî hene. Wekî demên kevn didine xwanê, hingê di nava Êzîdiyên „Halidi“ya de qismekî bi navê Manî (oldar k.t.) hebûn e û ev îro hêjî di nava Êzîdiyan de xwanê dikin. Wan oldaran bi xêra sir û keramtan(Magiyan) xwe heta dema Medan parastin e.Di nava gelên Medya de, ciyê civata yên oldar (Magiciya- Maniyan) gelekî mezin buye (2: 125)” Li ser vî babetê manîyan birêne li 4: 133-140.
Weke ez ji lêkolîn û nêrînên van nivîskar û dîroknasên Kurdan yên li jorê hatine binavkirin fahmdikim, ewan jî xwastiye xwe bigihînine ser riknên ola Kurda ye herî kevn. Dibînim tev jî di yek nêrînê de didine xwanê, ku gotina Xaltî anjî Haldî ji navê Xwedayê dînê dewleta Urartu tê û baweriya dînê Xaltiyan ji kevn de Êzîdîtî buye.
Dema em li naveroka dokument, sîstem, baweriyên ol û mîletên dewleta Urartuyan dirênin, em dibînin ji xeynî ku zimanê wan, wekî dinê gelek şopên Êzîdiyatiyê di nava urf -adetên ol û dewleta Urartu de xweya dikin. Dîsa gelek dîroknasên Cihanê hene û dibêjin: “Xwedayê bi navê Haldî ne tenê li ba padîşah û dewleta Urartuyan pîroz buye, ev baweriya bi Xwedayê Xaltî hêja di dema beriya avakirina dewleta Urartuyan de jî li ba evd û dînên Mezopotamiya yê hebuye û ew hingê jî pîrozbuye. (10:39 û 183-193)”
Belê, ji xwe dîroknasên ku dîroka dînê Êzdî nasdikin, ew dizanên ku Êzdî di wan herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd û quweteke mezin bûne. Her wusa hê jî di hinek qewl û duayên me de xweya ye ku Mîrgeha Hekariya (derdora Wanê), ji berê ve ciyê sed û hedên Êzdiyan e .

Nimûne:
Di dû sebeqên “Qewlê Şêx Adî û Mêra” de weha tê gotin:
Şêx Adî xudanê keremê
dahir bû li erebe li ecemê

dahir bû li beyit fare
qesid kir hate hekare (Çavk.:11:101-102)

Dîsa di Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:
Hekarî Şêx Adî hate harî
Çî bi şîrî û çî bi mertalî

Weke ku di van zargotinên me de jî hatiye gotin, zelale ku neyarên dînê Êzdî û sultanên Osmaniyan , bi taybetî jî “roma reş” di her demê de Êzdî qir kirine.

Nimûne :
“Murtaza paşa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoşab ê dike, lê eşîrên Êzdiyan yê li Hoşabê û li derdora Hoşabê bi tevlî çar hezar siwariyên xwe ve li dijî çarsed û pêncî leşkerên Murtaza paşa derdikevin û cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehşanê de çêdibe. Di vî şerî de her 4000 siwariyên Êzdiyan û 400 siwariyên leşkerê paşê têne kuştin.Dure dema Ballı Mehmed di sala 1128 de dibe paşayê Wan ê , ew dixwaze tola xwe ji eşîrên Êzdiyan hilîne û ew tevlî 7000 leşkerên xwe ve hûcûmî ser Êzîdiyên di herêma Abaxa bêçekbun dike. Leşkerên wî kîjan Êzdiyên digrin dikujin û hemû malên wan dişewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzdiyên ku xwe di nava çiyan de veşartibun, ew di bin berfê de ji serma re dimirin. Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzdiyan dagir kirin. Di peyre Ballı Mehmed paşa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzdiyan xelaz bikim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de birine ser Êzdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabune Êzdiyan û gelek Êzdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim.(13)“
Ji ber ku siltanên dewleta Osmanî , paşweruyên kurd û dewleta tirkan di her demê de Êzdî qir kirine, ew qet naxwazin meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzdiyan bikin. Lê dema ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wanê nivîsandine, ew mecbur bune bahsa Êzdiyan bikin.

Ew îro jî weha dinivisînin :
“ Di dema berî sala 1591 de 18 eşîrên mezin li Wanê û derdora wanê hebun, lê belê îro ne mumkune ku meriv rastî navên wan hemuyan bê.
Hinek çavkaniyan eşîrên li derdora Wanê weha bi rêz kirine:
MAHMUDIYAN , Êzîdiyên li derdora Hoşabê.
DUMBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên li deşta Sekmenê
MAM REŞAN, li Hoşabê
BAZUKI, li Ercîşê
BRADOST, Tirgeverê
RUJIKÎ, li her deverî…..…
Eşîra ŞÎKAN : (Reşi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî… ev tev Êzîdîne.), (Şikak, Dakurî, Şevlî, Ademî, Şemsikî, Mukrî, Livî, Sî çarikî…)
Eşîra ERTUŞÎ (Hertoşî) = (Weke Gevdan, Giravî, Zirkî,…. )
Eşîra DUNBLÎ (ZAZA) = (Çarik, Hormik, Lolan-haltî, Hatî…)
Eşîra HAYDARAN, SPİKÎ(Hatî), CÎBRANÎ, HASENIYAN(Halidî)………………(14)”

Dîsa Bê guman û eşkere ye heta salên 1889-1898 an gava ku Şemseddîn Samî pirtûka xwe ya bi navê -Ansîklopediya navên bi taybetî- anjî “Kamûs’ul-A’lam” li Îstenbulê bi zimanê Osmaniyan weşandiye û M.Emin Bozarslan ev wergerandiye Tirkî û her çiqas ewan ne bi hemda dilê xwe jî bahsa hinek herem û hêjmara Êzîdiyan kiribin, lê Êzîdî hingê jî li gelek cîh û warên derûdora wileyata Wanê hebûne. Birêne çavkanî “15” li van navên di rûpel: 146 Imadiye, 159 Mahmudi, 190 Sencaqa Maraş, 180 Muks, 204 Ridwan, 210 Wîleyeta Siirtê û bajarên li derûdorê, 230 Wileyata Wanê û li derûdorên wê, 240 li Xerzan, 243 Yezidi û.w.d. de
Em dizanin gelek kesên ji van eşîrên ku li jorê hatine birêzkirin, ji ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paşweruyên kurd û dewleta tirkan reviyane çûne nava dewletên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û. w.d.) û ew eşîran heta îro hêjî tev Êzdî ne. Min li ser vî babetî, bermayên Xaltiya yî ku heta roja îro bi çend nimûnên dinê jî di pirtuka xwe “Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindîne” de diyar kiriye ku Êzdî heta sala 1914 an jî di wan herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd û quweteke mezin bûne. Eşkere ye ku „Piraniya kurdên Soviyetê ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûş, Diyarbekir, Êrzûrûm, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine. Piraniya kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê kurdên Êzdî ne. 6:34” Dîsa min di kitêba xwe de, bi taybetî ji rûpel 27 heta 103 an bahsa dîroka rewşa jiyan û eşîrên Êzdiyên Xaltî yên ku heta îro (Gulan.2001) jî hene kiriye.
Îro cardin dixwazim kevnariya ola Êzîdîtiyê bi çend sebeqên “qewlê afirandina dinya yê” û “Qewlê îmanê bi çi nîşane” diyarî dîroknas û xwendevan hêja bikim.

“Ya rebî dinya hebû tarî
Têde tunebûn mişk û marî
Te zindî kir teze halî
Çû nema gul jê barî
Ya rebî tu hosteyê kerîmî
Te vekir rê û dirbê tarî
Tu hosteyê her tiştî
Bihişt çêkir rengebî

Erd û ezman tûnebûn
Dinya fire bê binbû
Însan û heywan jî tûnebûn
Te xalê sazkir
Di bahrade tenê hebû dur
Ne dîmaşiya, ne dîmaşiya
Te xaşruh anî ber
Nûra xalê peydakir
Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan jê hate der“ Berdewama vî Qewlî birêne li 11: 53-58

Di naveroka çend sebeqên vî qewlê li xwarê de jî xweya dibe ku, haveynê Êrdê pêşîn li Lalişê bi kaniya sipî hatiye avîtin.
« Berî ne êrd hebû, ne êzmane
Ne Bahr hebû, ne Binyane
Ne Çiya hebû, ne sekane
Îman hebû Merîfate
Ewê rojê Kaniya Spî kir qublete
Ewê rojê Kaniya Spî kire qubleta mêrane
Ji berî ne erd hebû, ne ezmane
Ne çiya hebû, ne sikane
Da em medeha jê bideyn nîşane »
Berdewama vî qewlî birêne li 12:74-75

Ez jî wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin bawer dikim û dibêjim; Heta Êzdiyatî neyê şîrove û naskirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be. Di qewl û duayên me de xweş xweya ye, ku Êzdiyatî ne tenê di wexta Uratuyan de hebûye, Êzîdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê ye. Hinga ku dîroknas û lêkolînvan karibin van qewl û duayên me Êzdiyan baş şîrove bikin û ev ewrê reşî tarî li ser dîroka ola Êzdî rabin, dê ev kevnariya ola Êzditiyê, ya ku haveynê mirovatiya Mezopotamiyayê û bi taybetî jî ku xizna nasnama gelê Kurd e zelal bibe.
W'ENE: Peykera Xwedayê bawerîya Xaldaîyan (Ûrartû) - XALDÎ

ÇAVKANÎ :
1. Şerefxanê Bedlêsê-ŞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê, weşan Nr.: 129 hatiye weşandin.
2. Torî-Yezidilik ve Yezidiler. 2000 Istanbul
3. Etem Xemgin – Islamiyete Kadar Kurdîstan Tarihi Cilt-1
4. Etem Xemgin – Kürdistan da Dini inaçlar ve etkiler.
5. Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl- Zargotina Kurda Para I. Moskva 1978.
6. Cîgerxwîn- Tarîixa Kurdîstan Cîld.:1 Stockholm 1985
7. Ekrem Cemîl Paşa –Dîroka Kurdistan bi kurtebirî. Çile 1995 Bruksel.
8. Herodot- Historien- Deutsche gesamtausgabe, Übersetzt von A.Horneffer. Stuttgart 1955-
9. Avyarov, Osmanli-Rus ve Iran savaşlarinda Kürtler 1801-1900. Ankara 1995 . Osmanlicadan Tercüme eden : Muhammed(Hoko) Varli(Xanî)
10. Mirjo Salvini- Geschichte und Kultur der Urartäer- Darmsatdt:Wiss.Buchges.,1995
11. Pîr Xidirê Silêman & Xelîlê Cindî- Êzîdiyatî, li ber ronahiya hindek têkistên ola Êzîdiyan- 1995
12. Pîr Xidirê Silêman- Êzîdiyatî- 1996.Dihok.
13. http://members.nbci.com/avrasya/depo1/yazma.htm,: Yazma Van Tarihi’nden Notlar: VAN’DA YEZİDİLERLE KANLI SAVAŞLAR.
[1]

Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,587
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî | dirokurd.blogspot.com
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî
Βιβλίο: No specified T4 252
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Amed
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 297
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) στο 11-05-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( هاوڕێ باخەوان ) στο 11-05-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ڕۆژگار کەرکووکی ) για: 12-08-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 4,587
QR Code
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.163 KB 11-05-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
  Νέα θέση
  Τυχαία item! 
   
  
  Δημοσίευση 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 1.422 δευτερόλεπτο (s)!