=KTML_Bold=‘Pêşangeha Şehîd Herekol bûye sembola zanînê di herêmê de’=KTML_End=
Hemza Sêvo/ #Qamişlo#
Di nav rewşa zehmet a ku Sûriyê tê re derbas dibe, pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî wekî derfetekê li pêşiya derbirîna nivîskar, rewşenbîr û xwîneran tê lidarxistin. Endamên Komîteya Amadekar #Narîman Evdikê# û nivîskar Faris Osman anîn ziman ku li gorî pêşangehên bûrî asta pirtûkên beşdar baştir e, lê rewşa ewlehî hişt ku pêşangeh gavan bi paş de biavêje. Herwiha tekez kiririn ku pêşangeh bûye sembola zanînê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîda Şaristaniyê ye” Pêşangeha Şehîd Herekol a navdewletî ya pirtûkan di 21‘ê Cotmehê de hat destpêkirin û heya 26’ê heman mehê wê bidome. Pêşangeha Herekol a navdewletî ya pirtûkan li Bexçeyê Azadî tê lidarxistin.
Ev pêşangeh ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûryê ve, herwiha bi hevkariya Kompanya Şemal, Four Seaons, Kampaniya Newroz, Venus Star, Şaredariya Gel a Qamişlo, Kompanya Rcell û sê Kompanyên din tê lidarxistin.
51 weşanxane ji tevahiya Kurdistanê û li ser asta cîhanê, 140 hezar pirtûk bi 14 hezar serenavî di Pêşangeha Şehîd Herekol de tên dîtin, 40 ji sedî pirtûkên li ser jinê ne, 43 ji sedî pirtûk bi zimanê Kurdî, pirtûkên ji bo darokan 4 ji sedî ne.
li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha li ser asta navnetewî pêşangehê vedenga xwe daye û bûye xwedî cihekî taybet di nav rewşenbîr, nivîskar û wêjevanan de.
Derbarê lidarxistina 9’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî endama Komîteya Amadekar a pêşangehê Narîman Evdikê û nivîskar Faris Osman ji rojnameya me re axivîn.
‘Asta berheman baş e, lê ewlehiya Sûriyê pêşangehê lawaz dike’
Narîman Evdikê anî ziman ku asta pirtûkên beşdar baştir e li gorî pêşangehên bûrî, lê rewşa ewlehî hişt ku pêşangeh gavan bi paş de vegere û wiha bi lêv kir: “Ji bo pêşxistina asta çand û wêjeyê, herwiha dayîna derfetan ji bo nivîskar û rewşenbîran pêşangeh tê lidarxistin. Diviyabû îsal 60 weşanxane tevlî pêşangehê bibin, lê ji ber rewşa ku li Sûriyê tê re derbas dibe, bû sedem ku ew xwe vekişînin. Weşanxaneyên ku xwe vekişandin piraniya wan ji welatê Erebî bûn, ew ji ber mijarên ewlehiyê û tirsa ji girtina sînoran li pêşiya wan vekişiyan. Di heman demê de jî hin weşanxane weke yên Bakur û Başûrê Kurdistanê, Lubnan û hin welatên din ên beşdar bûne, pirtûk şandin, lê bi fîzîkî hazir nebû, wan wekîlên xwe erkdar kirin ji bo ku weşanxaneyê bi rê ve bibin. Bi giştî asta berheman baş e, lê hin sedem hiştin ku gav ber bi paş de werin avêtin di warê pêşangehê de, ew jî ne girêdayî Komîteya Amadekar an jî kompanyên bisponser in, lê belê rewşa ewlehî asta pêşangehê lawaz kiriye.”
‘Armanc ew e ku em pêşangehê bigihînin asta cîhanî’
Endama Komîteya Amadekar a Pêşangeha Şehîd Herekol Narîman Evdikê da zanîn ku armanca wan ew e ku pêşangeh bigihêje asta cîhanî û wiha got: “Dema ku weşanxane û mêvan ji gelek welatan tevlî pêşangehê bibin û şertûmercên navnetewî di Pêşangeha Şehîd Herekûl de hebin, êdî sîfeta navnetewbûnê lê tê kirin. Navlêkirina 9’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî xwedî armancek bû, ew jî ku em pêşangehê bikin cîhanê û ew jî bibe mîna pêşengehên navnetewî yên cîhanî. Me di vê çarçoveyê de gavek avêt, hêviya me ew e ku di siberojê de em gavên baştir û mezintir bavêjin, da ku ev pêşangeh bi fermî bikeve nav refên pêşangehên cîhanî.”
‘Pêşangeha Şehîd Herekol bûye semboleke zanînê di herêmê de’
Osman tekez kir ku pêşangeh bûye sembola zanînê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Pêşangeh bûye boneyeke salane ku nivîskar û xwendevan her sal tên li hev dicivin, pirtûkan dibînin, dibin û dixwînin. Tişta balkêş û girîng di pêşagehê de ew e ku Pêşangeha Şehîd Herekol xwîneran ber bi xwe ve dikişîne bi taybet xwînerên ciwan. Pêşangeha me navdar bûye, ew di destpêka temenê xwe de ye, ew hin bi hin ber bi asteke cîhanî ve diçe, lewma wê gav bi zehmetî bên avêtin. Li hêleke din em dibînin ku ne tenê weşanxaneyên Kurdî beşdar bûne, lê belê weşanxane bi zimanê hemû pêkhateyên ku li vir dijîn beşdar bûne, ji ber wê jî ew di herêmê de bûye sembola zanînê di herêmê de.”
‘Rola pêşangehê di pêşxistin û parastina zimanê Kurdî de heye’
Osman destnîşan kir ku Pêşangeha Şehîd Herekol zimanê Kurdî li pêş dixe û diparêze û wiha domand: “Weke tê zanîn rêjeya pirtûkên bi zimanê Kurdî îsal 43 ji sedî ye, ev yek jî ne hindik e û cihê şanaziyê ye. Di destpêkê de piraniya nivîskarên Kurd nikarîbûn bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin, lê îro piraniya nivîskarên Kurd li Rojava bi zimanê Kurdî berheman derdixin û asta wan berheman jî her ku diçe bilindtir dibe, hem jî hejmara pirtûkan zêdetir dibe. Li aliyekî din dibistan, zanîngeh û pêşangehê me bi zimanê Kurdî çêbûne ev yek jî cihê dilxweşiyeke mezin e. Weke tê zanîn ku Rojava bi helbestê û helbestvanan navdar e, lê em dibînin ku êdî roman, çîrok û nivîsa pexşanî jî bi riya beşdarbûna nivîskaran di pêşangehê de diyar dibe. Rola Pêşangeha Şehîd Herekol di parastin û lipêşxistina zimanê Kurdî de li pêş e, divê em li ziman, çand xwedî derkevin ew jî bi riya pêşangehê û hemû çalakiyên din.”
‘Çar berhemên min di pêşangehê de hene’
Nivîskar Faris Osman diyar kir ku wî çar berhem tevlî pêşangehê kirine û axaftina wiha bi dawî kir: “Ji destpêka ku Pêşangeha Şehîd Herekol ve hatiye lidarxistin, ez tê de beşdar bûme, bê guman salane min pirtûkên xwe tevlî pêşangehê kirine. Îsal jî çar berhem di pêşangehê de hene. Pirtûkek li ser dîroka Newrozê bi zimanê Erebî ye, berhemeke din li ser Ûsivê Çelebî ye bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. Herwiha berhemeke din bi du beşan li ser dîroka Kurdan di Sûriyê de û pirtûkeke din li ser Cegerxwîn bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, di Pêşangeha Şehîd Herekol de beşdar kirine. Zanîn û şaristanî tiştekî gelekî girîng e, pirtûk jî weke kilîta wê ye û bi rêya pirtûkan zanîn pêk tê. Lewma jî da ku zanîneke baş pêk were divê piştgiriya nivîskaran were kirin, nivîskar diwestin. Li Rojava dema ku nivîskar pirtûkan îmze dikin bi sedan pirtûkan diyarî xwîneran dikin, eger buhayê berheman di pêşangehê de bilind be jî ev tişt piştgiriyeke ji bo nivîskar, lê divê nirxekî madî yê li gorî aboriya civakê be.” [1]