Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  587,348
Նկարներ
  124,635
Գրքեր pdf
  22,130
Կից փաստաթղթեր
  127,033
Տեսանյութ
  2,194
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Ընդհանուր 
275,728
Բովանդակության որոնում
​​​​​​​‘Sûriye xelateke jeosiyasî ye ku divê were bidestxistin’
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​‘#Sûriye# xelateke jeosiyasî ye ku divê were bidestxistin’
Reportaj Summay

Pisporê ji Amerîkayê Dr. Thoreau Redcrow got “Sûriye mîna textê kişika cîhanî ye. Aliyên ku destwerdanê dikin, ne wekî pirsgirêkekê lê dinêrin. Ew wek xelateke jeosiyasî lê dinêrin û dixwazin bi dest bixin. Fikrên Ocalan nexşerêyeke demokratîk a alternatîf e. Kurd wê bibin yekemîn hêza ku hewl didin Rojhilata Navîn ava bikin.”
Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya dehan bû û hîna çareserî ne pêkan e. Ji ber ku aliyên destwerdana Sûriyê kirine, dixwazin temenê vê aloziyê dirêj bikin û heya asta herî bilind sûdê jê bigirin û Sûriyê parçe bikin. Girêdayî wê ANHA’yê hevpeyvînek bi pisporê nakokiyên navneteweyî û kar û barên Kurdan ê Amerîkî Dr. Thoreau Redcrow re çêkir. Hevpeyvîn wiha ye:

Bi derbasbûna 10 salan di ser aloziya Sûriyê re gelo dûrahiyên nakokiya navneteweyî li Sûriyê çi ne?
Mixabin Sûriye bûye textê kişika cîhanî. Gelek dewlet ji ber berjewendiyên xwe yên jeosiyasî bi rêya wekîlan destwerdana Sûriyê dikin.

DYA, Rûsya û Îran naxwazin nakokiyek yekser bi hev re li dewletên xwe bikin. Ji ber wê Sûriyê wek qadek ji bo ceribandina vîn û sozên xwe bi hev re bi kar tînin. Ji wê zêdetir, Tirkiye dixwaze projeya xwe ya Osmanî ya nû fireh bike. Hêvî dike bakurê Sûriyê tev li axa xwe bike, yan jî mîna bakurê Qibrisê bike. Di heman demê de Rêveberiya Xweser hewl dide mîna rêveberiyeke xweser herêmê li ser bingeha pirrengî û wekheviyê di navbera her du zayendan de ava bike. Ev teşeya rêveberiyê li gorî derdorê taybet û yekta ye.

Tevahiya aliyên herêmî û navneteweyî yên têkildarî Sûriyê soza têkoşîna li dijî terorê wek hincet didin, lê gelo armancên wan ên rastîn çi ne?
Pir caran têgeha ‘terorîst’ bê sûd e. Dibe ku hemwateya ‘dijberên çekdar’ be. Tevî wê jî ger komek ev danasîn anî cih, DAIŞ û El-Qaîde (Heyet Tehrîr El-Şam) wê çek û alîkarî ji hêla hikumeta Tirkiyê li Sûriyê jê re werin pêşkêşkirin.
Piraniya komên li Sûriyê di dema niha de dikarin bibêjin bi rêya şerê li dijî her du koman ew şerê terorê dikin. Mînak Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ û artêşa Amerîkayê şerê DAIŞ`ê dikin. Hikumeta Sûriyê û Rûsya şerê El-Qaîde (Heyet Tehrîr El-Şam) li Idlibê dikin.
Di vê demê de dewleta tekane ku nuqteyên xwe li herêma El-Qaîde çêkirine û şerê wê nake Tirkiye ye. Heyet Tehrîr El-Şam di bingehê de hêzên bejahî yên Tirkiyê li Idlibê ne.

Di dirêjahiya dîrokê de şer di navbera Îran û Tirkiyê de hebû. Gelo bandora wê nakokiyê li ser Sûriyê û pêşeroja herêmê çi ye?
Ez nabêjim şerek di navbera her duyan de hebû. Di rastiyê de ez texmîn dikim ku Îran dewleta tekane li herêmê ye ku hesabê Tirkiyê dike. Ez bawer nakim ku karibe Tirkiyê di şerekî yekser de têk bibe.
Bi heman rêbazê, DYA û Rûsya nikarin bi awayekî eşkere şerê hev bikin. Ji ber ku li cem her duyan çekên nukleerî hene. Tirkiye û Îran dizanin ku şerek yekser di navbera her duyan de wê zirarê bi her du welatan bike. Lewre li herêmê bi rêya aliyekî sêyemîn bi rêya hêzên wekîlan şer dikin (Îranê bi rêya Hizbullah û milîsên şîî û Tirkiyê bi rêya gelek komên cîhadî mîna El-Qaîde, Heyet Tehrîr El-Şam û bermahiyên DAIŞ`ê yên ku qaşo Artêşa Wetenî ya Sûriyê ava kirine).

Erdogan hewl dide dewleteke sunnî li herêmê ava bike û bi rê ve bibe. Ev herêm beşên ji Sûriyê dihewîne. Gelo çima civaka navneteweyî rê li pêşiya wê qut nake? Lê nêrîneke navneteweyî ya cuda heye ku dixwaze carek din nexşeya herêmê xêz bike?
Artêşa Tirk dema kup ê zanî ku El-Esed wê di desthilata Sûriyê de bimîne, zemîna pîşeyî li Helebê di demeke gelekî zû de ji aloziyê talan kir. Plana wê ya bedîl bû ku rûbera herî zêde ji axa Sûriyê desteser bike. Ger Washington kiryarên wê paşguh kirin û Rûsya alîkariya hikumeta Şamê nekir û Tirkiye ji axa Sûriyê yên ku bi awayekî ne rewa dagirkirine dernexist, yan wê dewleteke pêlîstok mîna bakurê Qibrisê ava bike. Yan jî yekser axa Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike. Mîna ku bi Hatayê (Lîwa Îskenderon) kiriye.

Divê ez vê jî bi bîr bixim; Tirkiyê xwest rê li pêşiya Rojava yan jî Rêveberiya Xweser bigire ji bo ku negihîje deryayê. Ji ber wê Efrîn dagir kir û desteka komên cîhadî li Idlibê dike.
Çima aloziya Sûriyê nehat çareserkirin? Gelo bandora nakokiya navneteweyî li ser Rojhilata Navîn bi giştî çi ye?
Sûriye ne pirgirêkek e ku divê çareser bibe. Xelateke jeosiyasî ye ku divê were bidestxistin. DYA`yê jî hêvî dike bi rêya hilweşandina pergala El-Esed, nehêle Rûsya baregeha deryayî ya tekane li Deryaya Spî li Tartusê bi dest bixe. Lê di vê kêliyê de ew bi bin ket. Mîna wê jî hikumeta Sûriyê hewl dide rê li pêşiya DYA`yê bigire ji bo ku nekare balafirgeh an jî baregehan li rojhilatê Sûriyê li herêmên kurdî bi dest bixe. DYA hêvî dike wan baregehan li hember hegemonyaya herêmî ya Îranê yan jî qaşo bi navê Rêya Lez ya şîî ji Beyrût heya Tehranê bigire.

Ev di dîmeneke firehtir de ji cengeke firehtir di navbera sê koman de rû dide, ji bo ku bi rêya Rojhilata Navîn bandor bikin. Koma yekemîn Îran, Sûriyê, Hizbullah û Hûsiyên li Yemenê ne. Koma din Siûdî Erebistan, Îmarat, Misir û Urdin in. Koma sêyemîn jî Tirkiye, Qeter û Azerbeycan in.
Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demorkatîk li Sûriyê bi koma yekê re bê alî ne. Destekê ji koma duyemîn digire. Bi koma sêyemîn re di şer de ye. Di heman demê de Rûsya desteka koma yekemîn dike. DYA`yê jî desteka koma duyemîn dike. Her du jî Rûsya û DYA`yê hewl didin di hin caran de koma sêyemîn bikişînin aliyê xwe.

Dê heta kengî nakokiyên Kurd-Tirkan berdewam bikin, armancên sereke yên Tirkiyê ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên piraniya niştecihên wê Kurd in, çi ne?
Madem zêdetirî 40 milyon Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hene û di hebûna kurdî de mafên wekheviyê çi bi rêya rêveberiyeke xweser an jî serxwebûnê li tevahî herêmên ku lê dijîn tune ye, wê nakokî berdewam bike.
Der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî Kurdan de, destpêkê metirsiyên wan ên pir kûr hene ku zêdetirî 20 milyon di hundirê Tirkiyê de bi hev re li dijî siyasetên berdewam ên dagirkirinê rabin ku ev metirsî bigihîje heta Sûriyê, ditirisin ku Kurdên li Tirkiyê rêveberiyeke xweser mîna ya Kurdên li Sûriyê ava bikin.

Tirkiye di êrişên xwe yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de binpêkirinên hovane li dijî Kurdên li Sûriyê pêk anîn, bû sedema ku Kurd ji erdên xwe koçber bibin. Tevî ku belge û delîl hene lê çima hesabeke navdewletî jê nayê xwestin?
Tirkiye di NATO‘yê de ye, ji ber vê yekê hesab jê nayê xwestin. Ev tê wateya ku dibe sûcên şer jî pêk bîne û di lêpirsînê de parastî ye. Li aliyekî din jî dezgehên ragihandinê yên Amerîkî û Rojavayî bi qasî ku sûcên şerê yên rejîma Sûriyê dişopînin sûcên şer ên Tirkiyê naşopînin, ji ber ku ne li gorî armancên wan ên jeopolîtîk ên artêşa Amerîkayê ne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Qraliyeta Yekbûyî (Brîtanya) û Almanya dizanin ku heger hesab ji Tirkiyê were xwesetin ji ber sûcên wê yên şer, dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya ku balafiran difiroşe wê, Qraliyeta Yekbûyî ya ku ku moşekan difiroşe wê û Almanya ya tankan difiroşe wê jî sûcdar in.

Rola hêzên cîhanê di gûrkirina nakokiyên Kurdî-Tirkî de çi ye? Çima Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rola di çareserkirina doza kurdî de pêk neanî?
Pêwîstiya Tirkiyê ya domdar ji karanîna çekan ji bo şerê li dijî Kurdan, ji bo kesên ku bazirganiya çekdan dikin, tiştekî baş e û ji dewletên NATO‘yê re gelek pereyan tînin, ev astengiya yekem e.
DYA dizane ku heger Tirkiyê neçar bike ku zextê li Kurdan bisekinîne dê hikûemta Tirk li şûna NATO‘yê xwe bi Rûsyayê re bi rêxistin bike. Ev jî wê plana NATO`yê ji bo mayîna Rûsya di Deryaya Reş de bi rêya tengava Bosfor hildiweşîne.

Ji bo DYA`yê ew girîngî nadin çareserkirina doza Kurd. Her wiha ew ê neçar bibe doza Tamîl, Balûc li Îranê, beyareya rojava li Fasê, Papûa li Endozyayê, Ambazoniya li Kamerûnê, Bask, Hazara li Efganistanê û dozên din çareser bike.
Gelek dewletên cîhanê diyarkirina çaranûsa dewletên nû înkar dikin, ji ber ku dizanin ger wisa bikin wê komên li cem wan bixwazin, ji ber wê ditirsin ev sindoq vebe.

Çima civaka navneteweyî guh nade perspektîfên Ocalan ji bo çareserkirina doza Kurd ji aliyê siyasî ve dûrî çareseriya leşkerî? Gelo têkiliya wê bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn re heye?
Fikrên Ocalan ji bo her dewletekê li Rojhilata Navîn xeter in, ji ber ku nexşerêyeke demokratîk a alternatîf peyda dike. Bi şêwazeke ku mozaîka pirreng a herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev jî tevahiya pergalên zordest û malbatên desthilatdar ê ku bi gelê xwe mîna hesabên bankê yên kesayetî didin û distînin tehdît dike.
Dîrok ji me re destnîşan dike ku desthilatdar bi hêsanî dev ji kontrola xwe bernade. Lê belê zordestiya xwe bi hêzê ferz dike. Baş e ku tevgera rizgariya Kurdistanê fikr û çekên wê hene.

Çareserkirina doza Kurd çawa bandorê li pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike?
Ger doza Kurd çareser bibe wê bi awayekî mezin li rojhilata Navîn bike. Gelek komên Kurd dixwazin nimuneya demokratîk wek bedîlê rêveberiyê û ji bo parastina azadiya olî, wekheviya di navbera zayendan de pêşkêş bikin.
Wekî dozeke kurdî lê dinêre, lê rastî dozek ji dozên Rojhilata Navîn e, modela ku Kurd dixwazin ê gelek etnîkên li Rojhilata Navîn bi aliyê xwe ve bikişîne. Ji ber ku xwe dispêre niştecihên xwecih ên dixwazin çarenûsa xwe bi rê ve bibin û ji bo pêşerojeke hevkar a domdar dixebitin. Kurd dê bibin domîneya yekem a ku hewl dide Rojhilateke nû ji hemûyan re ava bikin.
[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,537 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 19-04-2025
կապված նյութեր: 51
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 16-03-2020 (6 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Ուսումնասիրություն
Երկիր - Նահանգ: Սիրիա
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Հեղինակային ապրանքատեսակը արդեն տրվում Kurdipedia է իրը սեփականատիրոջ!
Նյութի Որակի: 98%
98%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 19-04-2025
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 24-04-2025
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( ئەڤین تەیفوور ) վրա: 12-12-2025
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,537 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.188 երկրորդ (ներ).