Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  585,493
Նկարներ
  124,230
Գրքեր pdf
  22,106
Կից փաստաթղթեր
  126,130
Տեսանյութ
  2,187
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Ընդհանուր 
274,453
Բովանդակության որոնում
Hêza ku yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê diparêze, QSD’ê ye
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Պատմական լուսանկարները մեր ազգային սեփականությունն են։ Խնդրում եմ մի արժեզրկեք դրանք ձեր լոգոներով, տեքստով և գունավորմամբ:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Hêza ku yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê diparêze, #QSD# ’ê ye=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMD

QSD'ê ku li ser bingehê parastina rewa, rêgezên nîştimanî û peymanên navneteweyî yên girêdayî şer tev digire, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin û têkoşîna li dijî dagirkeran û şaneyên çeteyan didomîne. Rûspî û siyasetmedar hêvî dikin ku ev hêz bibe bingehek ji hemû hêzên leşkerî yên nîştimanî re.
Îro salvegera damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye. QSD' di 15'ê Cotmeha 2015'an de hate avakirin, dikeve sala xwe ya 7'an de, di tunekirina terorê de destekdayîneke mezin a gel girt û di dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî de bûye rojev.
Li gel hebûna gelek komên leşkerî û yên çekdar ên girêdayî hêzên derve, QSD'ê di qada hundirîn û derve de xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku di parastina xaka Sûriyê, rizgarkirina wê û têkbirina terorê li welat de roleke pêşeng dilîze.
Şoreşa Sûriyê di 2011'an de dest pê kir û bi rêya hêzên herêmî û navneteweyî yên ku ji bo berjewendiyên xwe dest li Sûriyê werdan ji xeta xwe ya aştiyane derket û veguherî şerekî navxweyî. Di encamê de kuştin, wêranbûn û koçberî çêbû. Gelê Sûriyê ev zêdetirî 10 sal in azarên vê yekê dikişînin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destwerdana derve û ji şerê nijadî û etnîkî dûr ketin. Ji bo parastinê, şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe hêzên xwe yên leşkerî bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ava kirin.
QSD'ê 15'ê Cotmeha 2015'an di kongreyeke çapemeniyê de hate avakirin. QSD'ê ji hevgirtina 8 kom û yekîneyên leşkerî ji hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb û Suryan) hate avakirin. QSD'ê piştî rêzecivînan di navbera fermandarên van koman de û piştî serkeftinê hevbendiya Odeya Operasyonan a Volkana Firatê ku li kantona Kobanê di 2014'an de hatibû avakirin, hate ragihandin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Senadîd ên eşîrên ereban, Hêzên Kombûna Tûgeyên Cizîrê, Hevbendiya Erebî-Sûrî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) û Odeya Operasyonan a Volkana Firatê tovê avakirina QSD'ê ne.
Di demekê de ku alozî û şerekî navxweyî li welat hebû, komên çete xwe li hêzên navneteweyî û herêmî digirtin û berjwendiyên wan pêk dianîn, her wiha di demekê de artêşa hikumeta Şamê û artêşa Iraqê hilweşiyan û rê li ber DAIŞ'ê vekirin ku herêmên berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin, avabûna QSD'ê hate ragihandin.
=KTML_Bold=QSD'Ê MERTAL E=KTML_End=
Şêxê eşîra Xewatina ya Ereb li navçeya Holê, Besman Nayif El-Ebûd têkildarî pêvajoya avabûna QSD'ê got: QSD'ê hate avakirina da ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û pêkhateyên wê bibe mertal.
Girîngiya avabûna QSD'ê ew e ku ji malzaroka azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket û ji hêzên leşkerî yên cûda yên li ser xaka Sûriyê pêk tê.
QSD'ê xwe dispêre rêgeza parastina rewa, rêgezên niştimanî yên ku di rêzikanameya wê de hatiye diyarkirin a ku di 26'ê Kanûna 2016'an de hate dayîn.
Ji armancên sereke yên QSD'ê ku gelek caran diyar kiriye, rizgarkirina gel, xaka Sûriyê û parastina wê ji hemû êrişan e. Her wiha QSD'ê li gorî peymanên navneteweyî yên girêdayî şer, di serî de peymana Cinêvê tev digere.
Besman Nayif El-Ebûd anî ziman ku QSD'ê garantorê tekane yê parastina ewlehî û istiqrara xaka Sûriyê û gelê wê ye.
QSD'ê ji ber rola xwe ya mezin di tunekirina terora DAIŞ'ê de, bi taybet di pêngavên xwe yên rizgarkirina navçeyên Holê de di Mijdara 2015 de û Bendava Tişrînê di 26'ê Kanûna 2015'an de, di qada herêmî û navneteweyî de deng veda.
Ji destpêka avabûnê ve, QSD'ê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin; navçeyên Hol û Şedadê, Bendava Tişrîn, Minbic, Tebqa û Reqa. Herî dawî gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê ku baregeha dawî di destê DAIŞ'ê de mabû.
=KTML_Bold='ROLA HERÎ GIRÎNG DI TUNEKIRINA DAIŞ DE LI SÛRIYÊ, BI SAYA QSD'Ê YE'=KTML_End=
Li ser mijarê, lêkolîner û pisporê kar û barên komên îslamî yên cîhadîst ên tundraw Dr. Mistefa Emîn diyar kir ku rola herî girîng di tunekirina DAIŞ'ê li Sûriyê de bi saya QSD'ê ye ku xwedî pisportiyên leşkerî yên meydanî yên mezin in.
Dr. Mistefa Emîn bi domdarî got: Pisportiya QSD'ê û lezbûna tevgera wê li ser erdê hişt ku di demeke kurt de herêmên ji terorîstên DAIŞ'ê rizgar bike û wê li baregeha dawî li herêmê tune bike. QSD'ê erdîngariya Sûriyê yên di bin serweriya wê de parast. Piştî ku şerê li hemberî DAIŞ'ê bi dawî bû jî, barê herî mezin û herî xeter girt ser xwe ku kampên malbatên wan tê de hene û girtîgehan diparêze, her wiha li hemberî şaneyên wê yên veşartî şer dike.
Muxalifa Sûriyê însaf Silêtîn jî destnîşan kir ku avabûna QSD'ê mîna hejmarekê ye ku nayê derbaskirin û wiha pê de çû: Di axaftina li ser şerê li dijî terorê û rawestandina zêdegaviyên rêxistina DAIŞ a terorîst de, QSD'ê roleke girîng di xêzkirina hevsengiyên leşkerî û siyasî li Sûriyê de lîst.
QSD'ê di têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê de ji sedî derdora 30 ji xaka Sûriyê rizgar kirin û derdora 12 hezar şehîd dan. Ev yek li ser zimanê fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî hate piştrastkirin.
Saziya Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ' û artêşa Tirk a dagirker de derdora 22 şervanên QSD'ê gazî bûne.
=KTML_Bold=BERDÊLÊN AZADIYÊ=KTML_End=
Şervanê QSD'ê Aram Îbrahîm di şerê li hemberî DAIŞ'ê de ji milekî xwe bûye dibêje: Ez poşman nebûme, birîna me çi be, min ji erka min a di nava QSD'ê de û rêgezên wê dûr naxe. Çi bikeve ser milê min ez ê pêk bînim.
Îbrahîm diyar kir ku têgihiştina wî ji rewşê, xeteriya êrişan û girîngiya parastina herêmê û pêkhateyên wê hişt ku tev li YPG'ê bibe ku di bin sîwana QSD'ê de ye.
Aram Îbrahîm berpirsê rêveberiya saziyên hêzên leşkerî li warê xwe bajarê Qamişlo ye, di şerê li navçeya Til Temirê de milê xwe yê çepê û beşek ji madeya xwe winda kir, cara duyemîn li bajarê Reqayê milê xwe yê rastê û lingê xwe yê çepê winda kir.
QSD'ê ku ji gelekî meclisên leşkerî yên herêman pêk tê roleke mezin di parastina herêmên rizgarkirî yên Rêveberiya Xweser de dilîze. Bi awayekî mezin dixebite da ku çeteyên DAIŞ'ê careke din vengerin. Operasyonên wê yên li hemberî şaneyên DAIŞ'ê heya niha berdewam in.
Di girîtgehên QSD'ê de zêdetirî 19 hezar çeteyên herêmî û biyanî hene. Lê heya niha tu gaveke navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ'iyên girtî û darizandina wan nehatin avêtin.
Şêxê eşîra Xewatina li Holê, Besman Nayif El-Ebûd got: QSD'ê hêmaneke ku dikare artêşa Sûriya ya pêşerojê li ser were avakirin. Ji ber ku hemû beş û pêkhateyên civaka Sûriyê di nav xwe de digire ku bi bêyî cûdabûn parastina pêkhateyên Sûriyê dike û xwe naspêre ajandeyên derve.
Çavdêr û siyasetmendarên Sûriyê di karînên QSD'ê yên şerê li dijî DAIŞ'ê de, rêgeza wê ya parastina mafên rewa, parastina pirrengya Sûriyê de hêviya avabûna artêşeke sûrî yekbûyî ji bo avakirina jiyaneke hevbeş dûrî mezhebperst û netewperast dibînin.
Însaf Silêtîn dibêje: Rola ku vê hêzê berê lîstiye û niha jî dilîze dihêle ku cihekî girîng di pêşeroja welat de bigire ku wekî beşek ku ji tevna niştimanî ya Sûrî de neyê cûdakirin. Ev yek ancex bi rêya diyalogan bi dewleta Sûriyê re pêk were ku di encamê de formeke hevbeş ya siyasî, civakî, leşkerî were avakirin. Bêyî van diyalogan axaftin li ser pêşeroja Sûriyê nabe. Lê dê nakokî û tawanên li hemberî ve dewam bikin.[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 603 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 28-03-2025
կապված նյութեր: 21
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 14-10-2021 (5 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Ուսումնասիրություն
Երկիր - Նահանգ: Սիրիա
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Հեղինակային ապրանքատեսակը արդեն տրվում Kurdipedia է իրը սեփականատիրոջ!
Նյութի Որակի: 98%
98%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 28-03-2025
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 28-03-2025
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 28-03-2025
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 603 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.204 երկրորդ (ներ).