Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  586,306
Նկարներ
  124,433
Գրքեր pdf
  22,121
Կից փաստաթղթեր
  126,562
Տեսանյութ
  2,193
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Ընդհանուր 
274,973
Բովանդակության որոնում
Bermahiyên El-Qaîde, El-Nusra û DAIŞ`ê di bin ala osmanî de ne
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Մենք ամփոփում և դասակարգում ենք տեղեկատվությունը թե թեմատիկ և լեզվական առումներով և այն ներկայացնում ենք ժամանակակից ձևով։
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bermahiyên El-Qaîde, El-Nusra û #DAIŞ# `ê di bin ala osmanî de ne
NAVENDA NÛÇEYAN-ALAN ROJ

Dewleta tirk a dagirker û şefê wê faşîst Erodganê li bakû û rojhilatê sûrî komkûjiya pêk tine, bi fosforê jin û zarokan dişewtîne, bajaran wêran dike û demografiya herêmê diguherîne. Gelo ew çeteyên ku bi dewleta Tirk li ser erda Sûriyê van tiştan dikin kî ne, rabirdûya wan çi ye û hovantirîn sûcên wan çi ne?
Di dirêjahiya 8 salan de nav, reng, cil, bawerî û şiklên komên çeteyan hatin guhertin an jî di nava xwe de parçe bûn û navên cûda li xwe kirin. Lê hemû di dawiya rê de di demek kin de li ser masaya hikumeta AKP`ê ya tirkî ya bi serkêşiya Receb Teyyîp Erdogan kom bûn. Erdogan ew hemû ji bo ku osmaniya nû zindî bike bi kar anî.
Di vê dosyayê de em ê van komên çeteyên ku niha xwe bi navê qaşo “artêşa watanî ya sûrî” bi nav dikin bidin nasîn.
Kombûna Ehrar El-Şerqiye
Ew komek çeteyên tundrew, li ser destê sûriyên li Ewropa û Tirkiyê hate avakirin. Ji aliyên siyasî û rêxistinî girêdayî Ixwan El-Muslimîn e. Ji aliyê leşkerî ve ew dirêjahiya Cebhet El-Nusra ne, cihên wan parêzgeha Dêrazorê ye.
Ji fermendarên wê yên ku rolek mezin di xurtkirina vê komê û avakirina wê de lîstine, çeteyên bi navê Ebû Marya El-Qehtanî yê iraqî ye. Ew bi xwe serçeteyekî Cebhet El-Nusra bû. Ev kom desteka xwe ya lojîstik yekser ji dewleta Tirk ji bargeha li Dîlokê digire û têkiliyên wê bi istixbarata Tirkiyê re gelek baş e.
Ew kom ji destpêka damezirandinê ve Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG`ê wek dijminê sereke ji xwe re dihesbîne, ji ber ku ji bo berjewendiya Tirkiyê şer dike.
Çeteyê bi navê Ebû Hatim Şeqra serokê vê koma terorîst e. Ebû Hatim bi xwe ji gundê Şeqra yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê ye. Ji aliyê leşkerî ve ji hêla Ebû Cafer Şeqra li rex Ebû Cafer Cezra tê bi rêvebirin. Bajarokê El-Raîî wek navendek sereke ji komê re tê hesibandin. Gelek bargehên wê yên leşkerî li Efrîn û bakurê gundewarê Helebê hene.
Ya balkêş; dewleta tirk bi taybet li dora Heleb, Bab, Cerablus, Efrîn û Ezazê cihê ku kurd tê de hene bargehên leşkerî ji vê komê re pêşkêş dike.
Komên din ên biçûk ku piraniya wan ji Dêrazorê ne tev li komê bûn. Tevî Heleb û Hesekê di bin navê Kombûna Ehrar El-Şerqiye. Komên din ên weke; Artêşa El-Şerqiye, Kombûna Edil, Fursan El-Şerqiye. Tugeyên ji bo kombûna ava bûne; Mertala Hesekê, Fihûd, Nehrewan, Ebas, Qadîsiye û Xetab di nava Ehrar El Şerqiye de bi fermandariyên xweser cih digirin. Ev kom di dagirkirina Cerablus û Efrînê de jî girtine.
Sûc û binpêkirinê vê koma çete
Ev kom li tevahiya herêmên ku lê ne, dikuje, talan dike, direvîne û sivîlan tengav dike. Ji hovantirîn sûcên wê li bakurê Sûriyê ew e ku tev li dewleta Tirk di dagirkirina Efrînê de bûn, şêniyan înfaz dikin, milkên wan talan kirin, gund û daristanên Efrînê şewitandin. Tevî milkên şêniyan desteser kirin û ew veguhestin El-Raîî, Cerablus û Babê.
Li gorî serjimariyên saziyên hiqûqî, Ehrar El-Şerqiye zêdetirî 200 sivîlên kurd ji şêniyên Efrînê revandine, bi dehan kes jî bi îşkenceyê de qetil kirin e. Yek jê wan binpêkirina, îşkencekirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyê wê.
Koma Sultan Murad
Ev kom ji pêkhateyekê girêdayî turkmenên Sûriyê hate avakirin. Tirkiyê desteka lojistîk, perwerdeya leşkerî û desteka asmanî jê re pêşkêş dike. Di komên turkmenên Sûriyê de ev kom ya herî sereke ye.
Istixbarata Tirkiyê bi serkêşiya Hakan Fîdan piştî ku komên Lîwa El-Sultan Mihemed El-Fatih li gundewarê Helebê û lîwayên Şehîd Zekî Turkmenî û Eşbel El-Aqîde di bin sîwanekê de kom kir, Koma Sultan Murad ava kir. Armanc ji wê gavê ew bû ku milîsên ku komên turkmenî yên çekdar li bajarê Helebê û bakurê gundewarê kom dike ava bike.
Lîwa El-Sultan Mihemed El-Fatih, Lîwa Eşbal El-Aqîde û Lîwa Zekî Turkmen ragihand ku ew bi temamî bi Lîwa Şehîda Turkmen, Lîwa El-Ewel Muşat, Lîwa Meham El-Xase û Lîwa El-Yermûk di bin navê Firqet El-Sultan Murad bûne yek.
Di Adar’a 2013`an de avakirina Lîwa Sultan Murad hate ragihandin. Fermendariya ji sê kesan pêk tê, berpirsê giştî Yusif El-Salih, fermendarê meydanî Fehîm Îsa û fermendarê leşkerî Ehmed Osman.
Kom bi têkiliyên xurt bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şem (El-Nusra berê) ve li hermên bakurê gundewarên Heleb û Idlibê girêdayî ye.
Binpêkirin û sûcên Furqet Sultan Murad
Ev kom di sala 2016’dan de bi desteka asmanî û bejahî tev li êrişên li ser bajarê Keseb ê bûn. Bajar wêran kirin û bi deh hezaran ji ermenên bajêr û gundên wê koçberkirin.
Her wiha tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Sûriyê bû. sicilek wê dirêj di talankirin, kuştin, revandian bi zanabûn der heqê kurdan de li Efrîn, Ezaz û Heleb heye. Li rex destavêtina sivîlan, revandin û şantajkirinê li beramberî fîdyayan û talankirina milkên taybat û giştî.
Ev kom îro tev li êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Destê wê di komkujiyên sivîlan de li Serêkaniyê de heye.
El-Cebhe El-Şemiye
Ev koma ku bi taybet li Helebê xwe bi cih kiriye, mezintirîn yekitiya komên çeteyan a li bakurê Sûriyê ye. Ev kom ji çeteyên Nuredîn El-Zenkî, Artêşa El-Mucehîdîn, El-Cebhe El-Islemiye, Kombûna Fisteqêm kema umêrt, Cebhet El-Esala û El-Tenmiye, Herekêt Hezim, Siqûr El-Şam, Ensar El-Îsalm, Lîwa El-Heq, Artêşa El-Îsalm, Feyleq El-Şam û gelek komên din pêk tê.
Binpêkirinên van koman
Komên navborî li rex artêşa Tirk a dagirker êrişî Efrînê kirin. Dizî, talankirin, kuştin û revandina sivîlan û daxwaza fidyeyê têne naskirin. Ji sûcên herî hovane yên koman; di Tîrmeha 2016‘an de çeteyên Nûredîn El-Zinkî mîna rêbazên DAIŞ‘ê zarokek 15 salî li rojavayê Helebê qetil kirin û dîmenê qetilkirinê kişandin.
Komên Feyleq El-Şam û Ceyş El-Îslam ên ser bi Îxwan El-Muslimîn li gundewarên Efrîn, Heleb û Girê Spî komkujî pêk anîn.
Koma çete ya El-Cebha El-Şamiya piştî gundê Dadatê yê rojhilatê Girê Spî di encama êrişeke dijwar a bi desteka balafirên Tirkiyê de dagir kirin, jinên li gund mabûn ku hejmara wan 11 bûn kom kirin, heqaret li wan kirin, paşê jî telefonên wan ên destan û zêr û pereyên wan desteser kirin. Her wiha li ciwanekî astengdar kirin dan piştre ew birin Tirkiyê.
Furqet El-Hemzat
Komeke çete tundrew e. Ev kom ji aliyê dewleta Tirk ve hat perwerdekirin û di Nîsana 2016‘an de hate ragihandin. Koma Tirkmen a bi navê Lîwa Semerqend a ji Ozbakistanê tevlî bû. El-Hemzat ji komên destpêkê yên Tirkiyê bû ku di 2016‘an de li gel artêşa Tirk a dagirker ji deriyê Qerqemîş derbasî bajarê Cerablusê bû û bajar dagir kirin.
Endamên koma Furqet El-Hemzat biyanî û herêmî ne, piraniya wan ji çeteyên DAIŞ, El-Nusra û komên dîtir ên li Idlib, Reqa û Dêrazorê ne.
Diri El-Hesekê (Mertala Hesekê)
Ji bermahiyên komên çete ne, yên li rex DAIŞ û El-Nusra li dijî YPG û YPJ‘ê şer kirin. Ev koma ya di bin sîwana Ceyş El-Wetenî (Artêşa Netewî), Feyleq El-Sanî ango Feyleq El-Mûxaberat de tevdigere.
Çeteyên ku bi eslê xwe ji Hesekê di nava komên wekî Diri El-Hesekê, Tûgeya Mişel Temo û Tûgeya Şehîdên Hesekê de cih digirin. Piraniya wan beşdarî êrişên li ser Efrînê jî bûn. Li Hesekê jî li hemberî rêjîma Sûriyê şer kirin, piştre li herêma cizîrê li dijî YPG û YPJ‘ê jî şerkirin.
Ev koma çete di dagirkirina efrînê de jî cih girtin. Niha jî di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de dih digirin û li bajarê Serêkaniyê û hin gundên derdora wê de bi cih dibin.
Encam
Dewleta Tirk a dagirker bi avakirina van komên çete axa Sûriyê parçe dike, komkujiya dike, demografiya herêmê digûherine û li şûna xelkê herêmê çeteyan bi cih dike.
Li Idlibê dewleta Tirk a dagirker çeteyên cîhanê ji Tatar, Ûygur û Ozbekî li xeta sînor kom kirin da ku di bin kontrola wê de bimîne. Heman tişt li Cerablus, Efrîn û îro li Serêkaniyê û Girê Spî dûbare dike da ku xeyalên Erdogan ên osmaniya nû pêk bîne.[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 601 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
կապված նյութեր: 8
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 06-11-2019 (7 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Ուսումնասիրություն
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Հեղինակային ապրանքատեսակը արդեն տրվում Kurdipedia է իրը սեփականատիրոջ!
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 26-03-2025
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 31-03-2025
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 31-03-2025
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 601 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.359 երկրորդ (ներ).