Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  586,727
Նկարներ
  124,524
Գրքեր pdf
  22,123
Կից փաստաթղթեր
  126,679
Տեսանյութ
  2,193
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Ընդհանուր 
274,973
Բովանդակության որոնում
Ekrem Elmehşûş: Hêzên navdewletî hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ne
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ekrem Elmehşûş: Hêzên navdewletî hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ne
Reşo Mihemed/Qamişlo

Êrişên #dagirker# ên Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dijmirovî ne û hêzên navdewletî jî çavê xwe ji van êrişan digrin. Bêdengiya hêzên navdewletî jî cesaretê dide dagirkerên tir ku bi hovane êriş bike û her tiştî ji bona xwe mubah bibîne. Girêdayî van êrişan û bêdengiya hêzên navdewletî, cîgirê serokê Partiya Elmuhafizîn, Ekrem Elmehşûş tekez kir ku hêzên Rûsiyê, Îran û hikumeta Şamê hevkarê van erişan e.
Piştî ku AKP’ê di hilbijartinên 28`ê Gulanê de bi rêbazên xwe yên sextet û hîleyan û bi karanîna hemû derfetên dewletê ji bona xizmeta çiqarên xwe bi ser ket, êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê pirtir û berfirehtir kirin.
Herwiha tenê di vê hefteya dawî de heya niha bêtirî 20 caran êrişên bi firokên bê mirov, û bi hemû cureyên çekên giran li ser gund û deverên ku sivîl lê dijîn hatin kirin.
Di encama van êrişan de, bêtirî 10 şervanên QSD`ê şehîd û birîndar ketin. Dagirkeriya Tirkiyê, mal, milk, xweza û binesazî û ji heftsalî heyanî heftî salî dike hedef. Herweha bi zanebûn êrîşî sivîlan dike û tenê di heftiya derbasbûyî di encama van êrişan de bi 10an sivîl şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn. Dgirkeriya Tirkiyeyê bê ku tu pîvanên navdewletî li ber çavan bigre êrişî nexweşxaneya Til Rifeet ya ku nexweşên sivîl têde dihatin dermandikirin kir û nexweşxane zerereke mezin dît û gelek nexweşin têde diman birîndar bûn.
Têkildarî êrişên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê têne kirin Cîgirê Partiya ELmuhafizîn, Ekrem Elmehşûş, ji Rojnameya me Ronahî re axivî.
‘Êrişên piştî hilbijartinên Tirkiyeyê di pilanan de bûn’
Ekrem Elmehşûş destnîşan kir ku êrişên dakirkeriya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, pirtir bûn û ev yek ne dûrî pilanên dagirkeriya Tirkiyeyê bûn û wiha got:” Piştî ku encamên hilbijartinên Tirkiyayê yên derqanûnî derketin û AKP`ê careke din bi riya dek û dolabên gemar û qirêj di hilbijartinan de bi ser ket. Êrişên dagirkerên Tirk û çeteyên wê, li ser herêmên me pirtir bûn. Herwiha em ji vê yekê matmayî neman, ji ber ku siyaset û kiryarên AKP`ê li dijî destkeftiyên rêveberiya xweser û gelê bakur û rojhilatê Sûriye têne naskirin. Ev êrişên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê têne meşandin ji berê ve plan û amedekarî jêre hatiye kirin. Herwiha dewleta Tirk a dagirker rojane û li ber çavê cîhanê û hêzên navdewletî, êrişî herêmên me dike û sererd û binerdê heremê dike hedef.
‘Rûsiya, hikumeta Şamê û Îran hevkarê dewleta Tirk a dagirker in’
Elmehşûş da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi erêkirina hêzên Rûsiyê, Îran û hikumeta Şamê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî, li hemberî vê yekê bê helwest e û wiha got: “Armanca dewleta Tirkiyeyê ji van êrişên hovane, dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha hertim hewil dide ku pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê cih digrin, armanc bigre û vê hevgirtinê ji holê rake. Hêzên navdewletî yên weke Îran, Rûsiya û hikumeta Şamê, destekê didin êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê. Em hemû dizanin ku ev hêz tev jî ji 2011 an ve heya îro, çiqasî destê wan di qirkirina gelê Sûriyê de heye û niha jî destekê didin dewleta Tirkyeyê û êrişên wê li ser bakur û rojhilatê sûriyê. Di heman demê de jî Hêzên Hevpeymanî jî ji bo van êrişan bê deng in.”
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’
Ekrem Elmehşûş diyar kir ku ger hikumeta Şamê bi erênî nêzî Beyannameya Rêveberiya Xweser bibe, wê tevaya pirsgirêkên Sûriyê çareserbibin û wisa axaftina xwe bidawî kir:”Ji destpêka şoreşê heya niha, gelek civînên li ser asta navdewletî weke Cinêv,Sotşî,Astana û hwd… ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine li darxistin, lê tev jî bê encam bûn. Ji ber ku hêzên navdewletî yên weke Rûsiya, Îran, Tirkiye tenê ew di van civînan de cih digirtin û her aliyek ji wan ji bo bercewendiyên xwe kar dikin, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyê tev digerin. Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser di dema dawî de Beyannmeyek ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî ji raya giştî re ragihan û heyanî astekî kete rojeva gelek hêzên heremî û cîhanî de û bi rengekî erênî nêzî vê beyannameyê bûn. Naveroka beyannameyê bi rengekî zelal asoyên çareseriya pirsgirêka Sûriyê şîrove dike û daxwaza dawîkirina aloziyan, şer û dagirkeriya axa Sûriyê dike. Li gorî vê yekê û ji bona çareseriya kêşeya Sûriyê ya ku bi salane domdike, gereke hikumeta Şamê bi rengekî erênî nêzî vê beyannameyê bibe.”[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 965 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
կապված նյութեր: 59
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 21-06-2023 (3 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Ուսումնասիրություն
Երկիր - Նահանգ: Արևմտյան Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Հեղինակային ապրանքատեսակը արդեն տրվում Kurdipedia է իրը սեփականատիրոջ!
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 20-02-2025
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 20-02-2025
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 20-02-2025
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 965 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.234 երկրորդ (ներ).