Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  584,530
Նկարներ
  123,854
Գրքեր pdf
  22,075
Կից փաստաթղթեր
  125,491
Տեսանյութ
  2,192
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Ընդհանուր 
273,051
Բովանդակության որոնում
Rojnama Kurdistan Şola Kurdan û Ermenîyan Daye Zanîn
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia-ի աշխատակիցները մեր ազգային արխիվները գրանցում են օբյեկտիվ, անաչառ, պատասխանատու և պրոֆեսիոնալ:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rojnama Kurdistan Şola Kurdan û Ermenîyan Daye Zanîn
Rojnama Kurdistan Şola Kurdan û Ermenîyan Daye Zanîn
=KTML_Bold=Rojnama Kurdistan Şola Kurdan û Ermenîyan Daye Zanîn=KTML_End=
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=

”Yek ji babetên ku di rojnama ´Kurdistan´ da cî girtine, mesela Ermenîyan û pevçûna wan û Kurdan e ku di dewra Sultan Evdilhemîdê 2'yan da qewimîye. Nivîsarên ku li ser wî babetî hatine nivîsîn, di wan hemîyan da hatîye dîyarkirin ku ew mesele bi dek û dolabên rejima Evdilhemîd hatîye amadekirin. Evdilhemîd xwestîye Kurdan û Ermenîyan ji hev ra bike dijmin. Karbidestên rejima wî rejima wî yên li Kurdistanê jibo pêkanîna wê amancê xebitîne; tilîya dewletên mezin û xasma Rûsyayê jî di wê meselê da hebûye. Di wan nivîsaran da ji Kurdan hatîye xwestin ku Ermenîyan nekujin, li dijê rejima Evdilhemîd digel wan hevalbendî bikin. Rexne li Ermenîyan jî hatîye xistin ku xwestine di Kurdistanê da dewleteka Ermenîyan saz bikin û hatîye dîyarkirin ku ew tevgera wan ji rejima Evdilhemîd ra û ji hesabên Rûsyayê ra xizmet dike. Tebîî ev nivîsar jî hemî ji qelema Evdirehman Bedirxan derketine.
Di jimareya 7an da di binê sernivîsara ´Leyse lîl- Însanî Îlla ma Sea´ (Ji bil xebata mirov, ji mirov ra tiştek tune- ayeteka Qur´anê ye) da nivîsareka Kurdî nivîsîye. Di wê nivîsarê da li Kurdan şîret kirîye ku bixwînin, li ser rewşa xwe bifikirin, bibin xwedîpîşe û xwe ji nezanîyê derxin; bala wan kişandîye ser vê yekê ku eger wisa nezan bimînin, dewletên mezin dê welatê wan ji wan bistînin û bidin Ermenîyan. Paşê li ser pevçûna Kurdan û Ermenîyan weha nivîsîye:
”Ev çend sal e ji ber ku Ermenî gelek zulm ji destê karbidestên dewletê dibînin, dixebitin û hemî tiştan dikin da ku xwe ji zulma karbidestên dewletê derxin. Heqê wan jî heye. Karbidestên dewletê yên ku ji Stanbolê tên wan deran, gelek xirabî bi Ermenîyan dikin. Divê Kurd jî Ermenîyan nekujin. Xwedê ji vî halî ne razî ye. Ermenî mezlûm e. Vêca divê mirov bi şûr neçe ser mezlûman. Hun jî wek wan mezlûm in.” (Kurdistan, j. 7, r. 2- 3)
Di jimareya 9an da jî li ser wê şolê weha gotîye:
”Ermenî ji zulma dewletê bêzar bûn; dengê xwe bilind kirin, destê xwe bilind kirin, heqê xwe dixwazin. Lê ji ber ku Kurd nezan in, dest bi kuştina Ermenîyan kirin. Kuştina wan li ser Kurdan guneh e. Hun ji wan mezlûmtir in; lê ji ber ku hun nezan in û haya we ji we tune, hun dengê xwe dernaxin. Nexu xirabîya ku li we dibe, li Ermenîyan nabe..” (Kurdistan, j. 9, r. 2)
Di jimareya 11an da rexne li Kurdan xistîye ku çima jibo pêşxistina welatê xwe naxebitin, xwe ji nezanîyê û zulmê xilas nakin; paşê li ser pevçûna Kurdan û Ermenîyan weha nivîsîye:
”Binêrin, Ermenî çi qas xwedîhîmmet û xîretkar in! Ew jî wek Kurdan mezlûm in! Lê belê jibo azadîya xwe, xwe fîda dikin! Cahilên Kurdan nezan in, Ermenîyan dikujin! Ev hal ji Kurdan ra gelek xirab e! Divê mela ji Kurdan ra bêjin ku ev hal qatilî ye! Divê Kurd xwe ji wî gunehî biparêzin! Divê Kurd jî bibin hevalbendên Ermenîyan û wan karbidestên zalim ên ku padîşah rêdike serê we, bavêjin! Di şûna ku hun biçin alîkarîya Ermenîyên mezlûm, hun diçin wan dikujin! Ev hal gelek guneh e û gelek fedî ye! Xwedê û pêxember ji vî halî ne razî ne!” (Kurdistan, j. 11, r. 3)
Di jimareya 25an da nivîsareka tirkî bi sernivîsara ´Ji Kurdan ra´ nivîsîye. Di wê nivîsarê da vêca rexne li Ermenîyan xistîye ku çima dixwazin Kurdistanê jidewleta Osmanî biqetînin û têxin binê destê xwe û jibo gîhana wê amancê jî çeteyên keleşan saz kirine. Lê daye zanîn ku digel wê yekê jî heqê Kurdan tune ku teşebbusa lêkdanê bikin, di wî babetî da weha gotîye:
”Ermenî dixwazin ji koma giştî ya Osmanîyan veqetin û bi çi dibe mal bila bibe, welatê paqij Kurdistanê ji xwe ra bikin seyrangeh. Di vê rê da çawa dixebitin, li Ewrupayê çi dikin, li Kurdistanê çawa çeteyên keleşan digerînin, di kîjan rê da fikrên xirabîyê dixin serê gundîyên dilsaf; ez van tiştan yeka- yek dizanim. Lê belê temamê van bûyeran, di heqê teşebbusa lêkdanê da heqekî eşkera nade we. Ne karekî rast e ku mirov bi îcraatên hukumetê ewle bibe. Eger li Tirkîyê her ferdek heqê xwe bi xwe bîne cî, dê tiştek bi destê xwe bixe. Lê belê di vî babetî da divê ku mirov xwe bispêre bingehek; yanî divê mirov qet bawer neke ku dê hukumetek bi navê Ermenîstanê bê sazkirin.”
Paşê daye zanîn ku, ji rûyê çend keleşên ku li Kurdistanê derketine, eger digel tedbîrên hukumetê Kurd jî dest bi tevgereka paqijkirinê bikin, hingê dê Rûsya têkilî bike û di Ewrupayê da jî di heqê Kurdan da dê nefreteka mezin peyda bibe. (Kurdistan, j. 25, r. 2- 3)
Di jimareya 26an da nivîsarek bi sernivîsara ´Kurda re´ derketîye. Di serê nivîsarê da ragîhandîye ku bavê wî bi şûrê xwe jibo bextyarîya Kurdan xîret kirîye, ew jî bi qelema xwe wê xizmetê tîne cî. Daye zanîn ku ji rûyê şola Ermenîyan ew tim bergazin dibe û weha nivîsîye:
”Bi rastî ez dizanim ku hinek Ermenî divên Kurdistanê ji xwe ra bikin wîlayetek û ji milk (axa binê destê dewleta Osmanî) cuda bikin. Ji vî semedî, ez dizanim ku gelek ji wan di van welatên bîyanî da li dijê me dixebitin, gelek jî li Kurdistanê xirabî û cînayet dikin. Lê belê hun qenc bizanin ku ev halên ha çu caran, çu zemanan heqê lêkdaneka giştî nade we.”
Paşê daye zanîn ku ew kesên ku şerê Ermenîyan kirine, ew Kurd bûne ku ketine ber bayê qencî û ciwamêrîya Evdilhemîd, weha deng li Kurdan kirîye:
”Lê belê hun qenc bizanin ku, çend mirovek di nava we da cînayet dikin, hun hemî ji rexne û gazinên neyaran ra dibin hedef. Erê, divê hun çu wextek razî nebin ku ji welatê we Ermenistanek peyda bibe! Lê belê divê hun cîranên xwe yên masûm jî biparêzin.”
Paşê ragîhandîye ku Evdilhemîd e yê ku di navbera Kurdan û Ermenîyan da şer daye derxistin; daxwaza Evdilhemîd ew e ku Kurdan di çavê dewletên bîyanî da hov û yabanî nîşan bide, bi wî awayî jî xişm û nefreta wan dewletan bikişîne ser Kurdan. Nivîsîye ku Ermenî jî wek Kurdan mezlûmên Evdilhemîd in, ji Kurdan xwestîye ku digel Ermenîyan hevalbendî bikin û pêkve bixebitin, xwe ji destê wê hukumeta zalim rizgar bikin. Paşê ji Kurdan ra weha gotîye:
”Belê, di nava Ermenîyan da hinek hene ku neyarên we ne. Lê belê ew gelek hindik in. Ermenî jî ji wan ne razî ne. Lê qenc bizanin ku esil neyarê we Padîşah e, ew Padîşahê ku ev bû 25 sal ku bi diravên xwe û bi ajanên xwe ji xirabîya we ra dixebite.” (Kurdistan, j. 26, r. 2Nivîskar, piştê van pirs û bersîvan daye zanîn ku her du alî jî ji alîyê Evdilhemîd ve hatine xapandin û li pey dek û dolabên wî yên şeytankî çûne, ketine tarîtîyeka gurr, bê ku bifikirin li pêşîya wan nişîvên bitirs û gerînekên mirinê hene, di wê tarîtîyê da bi lez û bez pêş ve diçin. Di jimareya 27an da dîsa li ser wî babetî nivîsîye û weha deng li Kurdan kirîye:
”Evdilhemîd dibêje Ermenî neyarên we ne û bi vê peyvê we dixapîne. Ma hun nizanin ku Ermenî nikarin neyarîya we bikin! Neyarê we Padîşah e ku we hemîyan digel welatê we ji Moskof ra wa´d dike.”
Paşê qal kirîye ku berî çend salan jibo ku Ermenîyan bi Kurdan bidin kuştin, li bajarê Wanê civînek hatîye çêkirin. Şêx Ubeydullah jî di wê civînê da hazir bûye. Şêx Ubeydullah li dijê wî emrê Padîşah derketîye û gotîye; ”eger îro em Ermenîyan bê sebeb bikujin, rojek neteweyekî dî jî dê bê û me bikuje.”
Piştê guhastina vê bûyera tarîxî, nivîskar dîsa deng li kurdan kirîye û daye zanîn ku divê kurd êdî jibo silametîya xwe û zarûkên xwe bixebitin. Ew kurdên ku ew qas bi mêranî ciwamêrîya xwe navdar in, ji wan ra şerm e ku xulamîya hukumeteka zalim bikin; nivîsara xwe weha domandîye:
”Berî çend zemanek em jî xwedîhukumet bûn, xwedîdîtin bûn. Lê belê xebînet e ku me ew bextyarî ji destê xwe berda, nuha em ketine destê sûtaran.” (Kurdistan, j. 27, r. 1)
Dîsa di jimareya 27an da nivîsareka tirkî jî bi sernivîsara ´Ji Kurdan ra´ derketîye. Nivîskar di wê nivîsarê da jî qala wê civîna Wanê kirîye, daye zanîn ku ew civîn bi emrê Evdilhemîd hatîye çêkirin û di wê civînê da ji kurdan hatîye xwestin ku ermenîyan bikujin. Şêx Ubeydullah jî li dijê wê daxwazê derketîye û ragîhandîye ku ew daxwaz ji emrê Xwedê ra çewt e, padîşahekî ku emrekî wisa bide zalim e û gunehkar dibe û daxistina wî ji text pêwist e. Şêx wisa gotîye û ji civînê derketîye çûye.
Di jimareya 29an da nivîsarek bi sernivîsara ”Wezîyeta Hazir û Mustaqbel a Kurdistanê” nivîsîye. Di wê nivîsarê da pevçûna kurdan û ermenîyan sipartîye çar nuqteyan: Nezanîya kurdan, tevgerên ermenîyan ên dijwar, hesabên Evdilhemîd, hesabên Rûsyayê. Rexne li ermenîyan xistîye ku zulma ku li wan hatîye kirin, dînê Îslamê wek semedê wê zulmê nîşan dane û bi wî awayî gelên Musulman ji xwe ra kirine dijmin. Dîsa rexne li ermenîyan xistîye ku li çu derek ji kurdan yan tirkan ne zêdetir in û digel wê yekê jî doza serxwebûnê dikin, ew daxwaza wan wek xîyaleka bêmikûn nîşan daye û gotîye ”li ser desxistina sewdayeka weha îftîrayên wan li ser Musulmanîyê û netewe, tiştekî gelek fedî ye”; eşkera kirîye ku Îngilistanê bi hêvîya ku ermenî jibo heq û edaletê rabûne, berê alîkarîya wan kirîye, lê dema dîtîye ku ermenî li dijê gel in, dev ji wan berdaye.
Nivîskar di wê nivîsara xwe da qala hesabên Rûsyayê jî kirîye û ragîhandîye ku Rûsya ji alîyek ve dest li pişta ermenîyan dixe, ji alîyek ve jî qonsolên wê yên li Kurdistanê kurdan li dijê ermenîyan fît dikin û jibo ku welatê xwe ji wan ra dost nîşan bidin jî gelek qencî li kurdan dikin û dîyarîyan didin wan; bala ermenîyan kişandîye ser sîyaseta Rûsyayê û daye zanîn ku Rûsya tim bi qencî xwe nêzê neteweyan û welatan dide, da ku wan têxe binê destê xwe, dema ku neteweyek ket binê lepê wê jî êdî nejad û netewetîya wî neteweyî tune dike û çu azadî jê ra nahêle, gotîye ”ev rastîyeka eşkera ye ku çu caran Rûsya naxwaze hukumeteka ermenî ya serbixwe di ber milê wê da bê damezrandin. (Kurdistan, j. 29)
Di jimareya 30yî da jî nivîsarek bi sernivîsara ”Kurdistanê de Esasa Nîfaqê” nivîsîye û tê da qala papasên Cîzwîtan kirîye. Daye zanîn ku di pevçûna kurdan û ermenîyan da misyonerên wan papasan ên ku li Kurdistanê jî rol dileyîzin, her weha tilîya hin dewletên Ewrupayê yên ku piştgirîya wan misyoneran dikin, xasma tilîya Fransayê jî di wê pevçûnê da heye. (Kurdistan, j. 30, r. 1- 2, M. Emîn Bozarslan, eynê eser, r. 42- 46)[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,852 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 22-04-2023
կապված նյութեր: 9
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 24-08-2022 (3 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Մեդիա
Բովանդակության դասակարգում: Գրականություն/ Գրական քննադատություն
Երկիր - Նահանգ: Egypt
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 96%
96%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 22-04-2023
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 29-04-2023
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 29-04-2023
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,852 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.422 երկրորդ (ներ).