Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  585,269
Նկարներ
  124,188
Գրքեր pdf
  22,100
Կից փաստաթղթեր
  126,090
Տեսանյութ
  2,193
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Ընդհանուր 
274,249
Բովանդակության որոնում
Toyê baca erdhejê wan xwar: Çeteya pêncparan
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Toyê baca erdhejê wan xwar: Çeteya pêncparan
Toyê baca erdhejê wan xwar: Çeteya pêncparan
Piştî erdhejên mezin ên navenda wan Mereş, dîsa hemû kes pirsa “Bacên erdhejê li ku ne?” dike. Îktîdara AKP’ê ku di demên berê de digot; “Ji bo rê û balafirgehan hatin xerckirin”, gelemperiya îhaleyên rê û balafirgehan pêşkeşî şîrketên koma “çeteya pênc paran” kir.
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn û li bajarên #Semsûr#, #Meletî#, Dîlok, #Amed#, Riha, Hatay, Edene, Osmaniye û Kîlîsê rê li ber karesatên mezin vekir. Bi berefirehiya qada ku bandor lê kiriye, weke “mezintirîn erdheja dîrokê” hate qeydkirin. Bi erdhejê re polîtîkayên AKP’ê yên erdhejê ku 21 sal in îktîdar e, dîsa bûn rojev. Pisporan gelek caran bi israr bal kişand ser xetên fayê û hişyarî kirin lê tevî vê yekê jî AKP’ê tu tevdîr negirtin û vê xemsariyê jî karesata heyî hêj mezintir kir.
Li gorî daneyên fermî, di erdheja Golcuk-Marmarayê ya di 17’ê tebaxa 1999’an de 65 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî erdhejê bûbû îktîdar û li ser erdhejê bi van gotinan hikumetên berê rexne kiribû: “Ji bo ku em careke din heman trajediyan nejîn, dê xebatên xwe bidomînin.” Bi ser re dehan sal derbas bûn û dema li rewşa heyî tê nihêrtin, tê dîtin ku îktîdara AKP’ê berevajî sozên xwe, rê li ber komkujiyên mezin vekiriye.
Piştî ku AKP bûyî îktîdar, gelek erdhej çêbûn. Di sala 2003’yan de li Çewlikê, di sala 2011’an de li Wanê, di sala 2020’an de li Îzmîrê û di sala 2020’an de jî li Xarpêtê erdhej çêbûn. Li gorî erdhejan, her wiha li gorî daneyên fermî ji sedî 70’an Tirkiyeyê di bin rîska erdhejan de ye. Tenê di sala 2022’yan de zêdetirî 15 erdhejên ser pileya 5’an çêbûn.
$Bacên erdhejê toyê ser nanê çeteyên pêncpar e$
Lewma jî li hemberî xetereyên heyî, piştî erdheja 17’ê tebaxa 1999’an ji bo pêşîlêgirtina windahiyên di aboriyê de û cebirandina birînên gel, “Baca erdhejê” kete meriyetê. “Baca erdhejê” di serî de weke sepaneke demkî kete meriyetê lê belê di demên piştre de li ser fermana Erdogan, ev sepan hate mayîndekirin. Di navbera salên 2002-2022’yan di çarçoveya “Bacên erdhejê” de 83 milyar û 621 milyon û 940 hezar lîre pere hatin berhevkirin.
Piştî her erdhejê pirsa pereyê hatiye berhevkirin, hat kirin û nîqaş li ser çêbûn. Her wiha li gorî daneyên fermî, di erdheja Wanê de 644 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştî erdhejê pirsa “bacên erdhejê li ku ne” ji Wezîrê Darayî yê wê demê Mehmet Şîmşek hate kirin. Şîmşek, di bersiva xwe de gotibû ku ev pereye ji bo riyên cotber (duble), balafirgeh, perwerde û tenduristiyê hatiye xerckirin.
Di sala 2020’an de li Îzmîr û Xarpêtê jî erdhej çêbûn û heman pirs ji îktîdara AKP’ê hate kirin. Rayedarên ku ji bersivdayîna pirsê direviyan bi van gotinan hewl da xwe xilas bikin: “Dibe ku ji bo lêçûnekê hatibin bikaranîn.” Di encama erdhejên behsa xeberê de jî bîlançoyên giran çêbûn.
$Çeteya 5 paran$
Piştî erdheja Mereşê, dîsa pirsa “Bacên erdhejê li ku ne?” kete rojeva raya giştî. Her wiha gotina Mehmet Şîmşek a “Ji bo riyên cotber (duble) hatin xerckirin” bi bîr xist. Ev gotin, îşaret bi muteahîtên ku ji dewletê îhaleyan digirin, dikin. Herî zêde Cengîz Holdîng, Lîmak Holdîng, Kalyon Grûp, Kolîn Holdîng û Makyol Grûp ku ji hêla dewletê ve tên xweyîkirin û di nava civakê de weke “Çeteya 5 par” tên binçavkirin, ji dewletê îhaleyan digirin. Îktîdara AKP’ê tenê di sala 2022’yan de bi bihayê 220 milyar dolaran îhale dan van şîrketên navborî û 128 caran jî efûya bacê da. Di nava îhaleyên behsa xeberê de her wiha yên rê, pir, balafirgeh, tunel û nexweşxaneyên bajaran jî hene. Pira Osmangazî, Balafirgeha Stenbolê, Tunêla Avrasyayê û Pira 3’yemîn, çendek ji wan projeyên balkêş in. Piştî erdheja dawî, Balafirgeha Hatayê ku rûxiya nema dikare êdî were bikaranîn, riyên di navbera Mereş, Dîlok, Osmaniye û Hatayê de jî ji hêla çeteya 5 par ve hatine çêkirin.
Efûya îmarê jî dike ku bîlançoya erdhejê hêj girantir bibe. Di navbera salên 1955-2002’an de tenê 8 caran efûya îmarê hatibû derxistin lê di 21 salên îktîdara AKP’ê de 9 caran bû rojev. Di sala 2018’an de efûya îmarê hate derxistin, rê li ber avahiyên qaçax hate vekirin û bi vê yekê re barê bajaran hate girankirin.[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 2,839 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
կապված նյութեր: 28
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 08-02-2023 (3 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: հաշվետվություն
Բովանդակության դասակարգում: Քաղաքական քննադատություն
Երկիր - Նահանգ: Արևմտյան Քրդստան
Երկիր - Նահանգ: Հյուսիսային Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Քաղաքներ: Մալաթիա
Քաղաքներ: Մերեշ
Քաղաքներ: Ուրֆա
Քաղաքներ: Աֆրին
Քաղաքներ: Amed
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 09-02-2023
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 09-02-2023
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 2,839 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.266 երկրորդ (ներ).