Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  585,198
Նկարներ
  124,176
Գրքեր pdf
  22,100
Կից փաստաթղթեր
  126,067
Տեսանյութ
  2,193
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Ընդհանուր 
274,249
Բովանդակության որոնում
Toprak Canwelat - Hêva Ehmed
խումբ: Վկայիցն
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Պատմական լուսանկարները մեր ազգային սեփականությունն են։ Խնդրում եմ մի արժեզրկեք դրանք ձեր լոգոներով, տեքստով և գունավորմամբ:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English1
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
(Hêva Ehmed)Toprak Canwelat
(Hêva Ehmed)Toprak Canwelat
Navê Kod: Toprak Canwelat
Nav û paşnav: Hêva Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik-Bav: Henîfe - Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 27 Gulan 2022 / Zap
TOPRAK CANWELAT
Hevrêya me Toprak ya li Helebê ku yek ji qadên ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo destpêkê lê şîn dibe ye ji dayik û mezin dibe. Tevî ku malbata hevrêya me Toprak xwedî nêrînên cuda yên siyasî bû jî, lê wê hêj ji zarokatiya xwe ve li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe xwedî sempatî. Her ku behsa #gerîla#yekî dihat kirin guhê xwe dayê û nedikarî li dîmen û wêneyên çiya û gerîla ku di çapemeniyê de derdiketin temaşe neke. Heyraniya wê ya ji bo gerîla ku weke armanceke ku divê were bidest xistin û xewna xwe pêk bîne pênase dikir, bû sedem ku hevrêya me Toprak Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û hişt ku bê ber hilbijartina rêya ku wê ber bide hemû jiyana wê. Fikarên têkildarê şerê dijwar ê di dema ciwantiya wê de li derdora wê hebû û pêşeroja gelê me ya di encama vî şerî de hevrê Toprak ber bi refên têkoşînê ve bir. Li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanan bû û bi qasî 2 salan di nava vê xebatê de cih girt. Di xebatên ciwanan de dest bi naskirin û têgihiştina felsefeya Rêber Apo kir û hewl da hevalên xwe yên ciwan bi felsefeya Rêbertiya me ya azadiyê bide naskirin. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û îqnakirinê gelek hevalên xwe bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re da naskirin û di vê wateyê de di destpêka têkoşîna xwe de rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Tevlîbûna li nava refên gerîla ya hevrêya wê ya ku bi hev re xebitîbûn bû sedem ku di hevrêya me Toprak de hin lêgerîn pêş bikevin û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku jê hez dikir û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Toprak ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla ji bo şervanên nû perwerde dît, di vê pêvajoya perwerdeyê de rastiya #PKK# û Rêbertiyê, Têkoşîna #Azadiya Jin#ê baştir fêm kir. Her ku fêhm dikir, ewqasî vegeriya xwe, yanî dibû “Xwebûn”. Hevrêya me Toprak ku êdî gerîlayekî çiyê bû, her roja ku derbas dibû xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de bi pêş dixist. Gerîlatî û jiyana çiyayî weke jiyaneke ku azadî tê de hatiye misogerkirin û zêdetir bi xwezaya Kurdistanê re bûye yek. Hevrêya me Toprak ku di bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û şêwaza jiyana gerîla de mabû, di kesayeta xwe de rêgezên ku van têkiliyên hevrêtiyê esas digirin ava kirin. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust re di demeke kurt de di dilê hevalên xwe de cih girt û bû “hevrê”. Her kêliya jiyana xwe bi berpirsyariya kûr a layiqî Rêbertiya me û hevrêyên me yên şehîd derbas kir û weke gerîlayek YJA Starê hewl da erka xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Li ser vê bingehê xwe di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de li hemberî êrîşên dijmin ên pêşxistî kûr kir, kesayeta xwe li ser bingeha Îdeolojiya Azadiya Jinê pêş xist û ji her demê bêhtir nêzî azadiyê bû. Her tim dilê wê li gel hevrêyên xwe yên ku her tim li qadên şer ên germ bûn û li hemberî dijmin her tim di nava şer de bûn bû û di her kêliyê de wan hîs dikir. Hevrêya me Toprak ku ji bo bersivê bide pêvajoya şer a heyî di taktîkên serdema nû de xwe perwerde kir, piştî perwerdeya xwe ya leşkerî bi awayekî serketî bi dawî kir, derbasî herêma Zapê bû.
Hevrêya me Toprak a ku xwest derbasî eniyên şer bibe, dema ku derbasî herêma Zapê bû, destpêkê beşdarî xebatên xwe bicihkirinê bû. Di amadekirina tunelên şer de bi hewldan, tevlîbûna bi moral û fedakariya xwe bû mînak û pêşengiya hemû hevrêyên xwe kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên di sala 2021’an de dijmin dabû destpêkirin, dixwest bi hevalên xwe re di çeperên berxwedanê de cih bigire, lê dizanibû ku bi serketî pêkanîna erka ku dabû ser milê xwe, berxwedana hevalên xwe xurtir kiriye. Hevrêya me Toprak a ku her çiqasê bi hevalên xwe re nekare heman çeperê parve bike jî, lê heman fikir û hestan parve dikir, giranî da xebatên ku tê de cih girtibû; ji ber vê yekê fikirî ku ew ê hem layiqî hevrêyên xwe yên ji bo azadiya gelê me ber bi şehadetê ve meşiyan û hem jî yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin, be. Di vê pêvajoyê de ji aliyê ruhî û manevî ve xwe zêdetir kûr kir û her kêliya jiyana xwe fedayê derbaskirina bi bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd kir. Bi vê lêhûrbûna xwe ya kûr, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên di 14’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin, li Qada Berxwedanê ya Kurojahro di nava yekemîn tîmên gerîla yên dijmin pêşwazî kirin de cihê xwe girt. Li hemberî hemû hewldanên têkbirinê yên dijmin bi şêwazeke fedaî şer kir û beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Di rojên piştî êrîşên dagirkeriyê de, di nava tîmên bi tevger de cih girt û taktîkên gerîla yên serdema nû di nava hev de û bi dewlemendî bi awayekî serketî pêk anî. Hevrê Toprak ku bi ruhê fedayî ya di çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin de pêşxistibû de yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû, bi moral, coş, kelecan û kesayetiya durust û sadebûna xwe bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wê ji xwe re bikin mînak.[1]
تێبینی: کوردیپێدیا لە دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە دڵنیا نییە، هۆکاری بڵاوکردنەوەی بۆ ئەوەیە کە لە پاشەڕۆژدا راستی و دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە بسەلمێدرێت.
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 917 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 16-11-2022
կապված նյութեր: 1
խումբ: Վկայիցն
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Նահատակության օր: 27-05-2022
Ազգ: Քուրդ
Երկիր - Տարածաշրջան (Նահատակություն): Հյուսիսային Քրդստան
Ծննդավայր: Aleppo
Մարդիկ մուտքագրել: Ռազմական
Սեռը: Իգական
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 16-11-2022
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 16-11-2022
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 16-11-2022
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 917 անգամ
QR Code
Կցված ֆայլեր - Տարբերակ
Տիպ Տարբերակ խմբագիր անունը
Լուսանկարը ֆայլ 1.0.137 KB 16-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.531 երկրորդ (ներ).