Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  585,485
Նկարներ
  124,229
Գրքեր pdf
  22,106
Կից փաստաթղթեր
  126,130
Տեսանյութ
  2,187
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Ընդհանուր 
274,453
Բովանդակության որոնում
Tayeke Porê Jîna Emînî Bû Ala Azadî Li Cîhanê
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Tayeke Porê Jîna Emînî Bû Ala Azadî Li Cîhanê
Tayeke Porê Jîna Emînî Bû Ala Azadî Li Cîhanê
Tayeke porê keça #Kurd# #Jîna Emînî# bû remza ala azadiyê û ev al welat bi welat li tevahiya cîhanê bi destê jinan bilind dibe. Xwepêşandanên ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî, tirs û agirekî mezin xist nava desthilata Komara Îslamî ya Îranê ya 43 salî.
Dengên nerazîbûnê yên li dijî kiryarên rejîma Tahranê ku roj bi roj li vî welatî zêdetir dibe nîşaneya vê yekê ye: Tu desthilata zordest û dîktatorî heta hetayê namîne, îro yan sibê dê têk biçe lê ya baqî dimîne û bi ser dikeve berxwedana bi israr a li dijî rejîmên hov e.
Bi van xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin diyar e xelk tirsa perdeyê ku ev ji zêdeyî 40 salan e ji hêla rejîmê ve pêçiyayî, çirandin. Niha dor dora tirsa rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye.
Qêrîna Jîna Emînî Wekî Straneke Agirîn Li Tevahiya Cîhanê Olan Dide
Jîna Emînî ya 22 salî ku ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ye, di 13ê Îlona 2022an de ji bo ku serdana hin dost û nasên xwe bike diçe Tahranê. Polêsên Ehlaqê yên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê, bi hinceta hîcaba wê bi rêkûpêk nehatiye girêdan û beşeke porê wê xuya dike bi darê zorê, bi derb û lêdan Jîna desteser dikin û dibin qereqolê.
Li gor agahiyên malbata wê û şahidên bûyerê; Jîna rastî îşkenceya polêsan tê, ji hal dikeve û sewqî nexweşxaneyê dikin. Jîna ya bi saxî tê desteserkirin piştî 3 rojan bêrih, bêgiyan ji nexweşxaneyê tê derxistin û termê wê radestî malbata wê tê kirin.
Li ser kuştina Jîna Emînî, ji bajarê wê Seqîzê heta Tahranê li giştiyê bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi milyonan kes ku tê da Kurd, Fars, Tirk û Beluc hene li dijî rejîma Komara Îslamî radibin ser piya û serî hildidin. Protestokirina qetilkirina Jînayê ne tenê li Îranê li gelek welatên cîhanê bi çalakiyên mezin hat şermezarkirin û protestoyên li dijî rejîmê hê jî berdewam dikin. Di çalakiyan de li dijî rejîma Îranê slogan tên avêtin, daxwaza hilweşandina Komara Îslamî tê kirin û nalet li rêvebirên vê rejîmê tê anîn.
Qêrîna Jînayê ya dema dihat desteserkirin li kolanên Tahranê olan dide, niha li seranserê cîhanê olan dide.
Çîroka dilêş a Jîna Emînî risteya şa’ira navdar Furûx Ferûxzad ku dema 18 salî bû nivîsî, tîne bîra mirovan:
ber lêvên min e siya pirseke veşartî
ber dilê min e derdekî dilsoj û bêsitar
dixwazim bireşe meydanê îro bi te re
raza serkêşiya vî ruhê isyankar
Porkurkirin: Rîtuela Qedîm A Kurdan A Xemê
Di çalakiyan de gelek jin, hem ji bo nîşandana hevxemiya xwe ya bo keça Kurd û hem jî ji bo protestokirina kiryarên li dijî azadiyê yên Îranê porê xwe diqusînin. Qusandina por an jî porkurkirin wekî rîtueleke qedîm a Kurdan a şîn û xemê tê zanîn ku niha bûye sembola protestoyên girseyî yên li cîhanê. Di sala 2014an de dema jenosîda Kurdên Êzidiyan de jî ya ji hêla DAIŞê ve pêk hatibû, jinên Êzidî ku xizmên wan hatin qetilkirin û rastî destdirêjî hatin ji ber êş û şîna xwe porê xwe kur kiribûn.
Jîna kuştin lê navê wê li gel çîroka wê ya bi êş di dil û bîra mirovan de ma. Keça Kurd bi navê xwe kete deftera ebediyetê û di dîrokê de cîh girt. Di nava du hefteyên dawîn de tenê li ser Twitterê ji 60 milyonî zêdetir navê Jînayê bi navekî din ê fermî Mahsa Emînî hatiye nivîsîn û li ser navê wê rojane 3 milyon tag (#Mahsa_Amini) (#مهسا_امینی) tê vekirin.
Piştî kuştina Jînayê ji zêdeyî 103 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî têne kirin. Li gor agahiyên hin saziyên navdewletî bi êrîşa hêzên Îranê di xwepêşandanan de herî kêm 150 kes hatin qetilkirin, ji zêdeyî hezar kesî birîndar bûn, ji zêdeyî 2 hezarî kes jî hatine girtin. Lê tevî vê, xwepêşandêr dev ji doza xwe bernadin. Bajarên Qûm, Meşhed jî bûye cîhê xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê ku evder wek kelha mollayên Îranê tê zanîn. Li gel vê li Kirman a ku wek bajarê jidayîkbûna serbazê navdar ê Îranî Qasim Suleymanî yê piştgirê mezin ê rejîma Tahranê bû ku du sal berê hatibû kuştin tê zanîn jî xelk çalakî kirin, wêneyên mezin ên Suleymanî û rêhevalên wî yên li meydanan qelaştin û şewitandin.
Diyar e xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tirsa perdeyê ku ev ji zêdeyî 40 salan e ji hêla rejîmê ve pêçiyayî, çirandin û niha dor dora tirsa rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye.
Hîcaba Zarûrî Weke Çirayeke Manîfesto Vedigere Mollayan
Piştî şoreşa Komara Îslamî ya sala 1979an vir de ku bi pêşengiya Ayetullah Elî Xaminêyî pêk hat, li Îranê qedexeye ku jin bê hîcab derkevin derva. Ji wê çaxê heta niha gelek xwepêşandan li dijî rejîmê hatin kirin ku ya herî mezin xwepêşandana sala 2019an bû bi sedemên aborî yanê bo protestokirina bihabûnên li ser benzînê hatibû kirin. Di encama wê de hezar û 500 kes hatin kuştin.
Di ser van buyeran re 3 sal derbas bûn û niha qetilkirina Jîna Emînî tê protestokirin. Ji çalakiya berê cudatir di vê çalakiya niha de bi beşdariya gelek pêkhateyên cuda yên Fars, Kurd, Tirk, Azerî, Belucî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimire Xaminêyî Dîktator” daxwaza azadî û hilweşandina rejîma Komara Îslamî tê kirin.
Di van xwepêşandanên dawîn de yekser rejîm tê hedefgirtin û protestokirin. Xuya ye li dijî rejîma 43 salî nerazîbûneke mezin û ji bo hilweşandina vê rejîmê îradeyeke hevbeş heye ku wekî serhildanekê ye.
Hîcaba zarûrî niha li Îranê jin ji serê xwe radikin, dişewitînin û dikin çira. Ev nîşaneya çiraya manîfesto ya dijî rejîma Mollayan e ku hîcaba jinan di destê xwe de digirin. Ji ber sedema hîcaba xwe bi rêkûpêk girênadin, tundûtijî û îşkenceyên li ser jinan zêde dibe lê beramberî vê kiryara dermirovî hêrs û berxwedana jinan û civakê jî her diçe zêdetir dibe weke niha li tevahiya cîhanê belav dibe.
Îran Bi Êrîşa Xwe Ya Ser Kurdistanê Hewla Pûçkirina Xwepêşandanan Da Lê Bi Ser Neket
Piştî zêdebûna xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê, baregeh û ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran, Partiya Azad a Kurdistan û Komeleyên li Herêma Kurdistanê ji hêla Pasdaran a bi ser Îranê ve bi navê Xwedê û Pêxember bi moşekan hatin bordumankirin. Di encama van êrîşan de jin, zarok û peşmerge tê da 17 kes hatin qetilkirin, ji zêdeyî 50 kesî birîndar bûn û bi sedan kes ji ber bordûmana Îranê gundên xwe li cîh hiştin, koç kirin.
Îran bi vê rêbaza xwe hewl da bala xelkê bikêşîne aliyeke ku xwepêşandanên li dijî rejîmê werin jibîrkirin û aliyê Kurdan wek cudaxwaz nîşanî welatiyên xwe bide. Li gel vê bi van êrîşan partî û hêzên Kurd ên Rojhilatî bên lawazkirin da ku rojên bê di xwepêşandanan de ew partî roleke karîger û aktîf hilnedin ser xwe.
Êrîşên dawîn ên li ser Herêma Kurdistanê jî ji bo pêkanîna rizamendiyeke vê plana stratejî ya siyasî ye.
Rayedarên Îranê xwepêşandanan wek “komplo û lîstîkên hêzên derve” bi lêv dikin û hêzên global tohmetbar dikin. Lê ev rêbaz jî neçû serî, xelk pê nexapî, li dijî rejîmê li meydan û kolanan çalakiyên xwe didomînin. Xwendekar li zanîngehan rabûne ser piyan, sendîqayên mamosteyên Îranê ji bo grevê bang li xwendekar û mamosteyan dikin. Li gelek zanîngeh û dibistanên din biryara grevê tê cîbicîkirin. Her diçe nerazîbûna xelkê zêdetir dibe.
Keziyê Keça Kurd Belkî Dê Bibe Benê Sêdara Zaliman
Piştî qetilkirina Jîna Emînî li nava aliyên siyasî yên li Îranê hin nîqaş û nirxandin jî tê kirin. Bêhtir aliyên reformîst daxwaza rakirina “Polêsên Ehlaq”ê dikin. Bi berdewamiya rewşa halîhazir hişyariya rûdana kaoseke mezintir tê dayîn. Lê aliyê desthilat, helwesta xwe ya niha bernade û êrîşên xwe yên li ser xelkê didomîne. Tevî metirsiya zêdebûna mirina mirovan jî xelk dadikevin qadan û berxwedana xwe ya li dijî rejîmê pêl bi pêl li her deran mezintir dikin.
Siyasetmedarê reformxwaz ê Îranê Mîr Husên Mûsewî yê Serokwezîrê herî dawî yê Îranê (1981-1989) bi nameyekê bang li hemû hêzên çekdar ên Îranê dike ku li aliyê xelkê bin.
Nameya Mûsewî bi “Keça Îranê, Keça Kurdistanê, Keça Mirovan” dest pê dike û balê dikêşîne ser Jîna Emînî: “Ji ber mirina wê ya dilşewat, dîroka vî welatî û esman dê biguhere. Xwîna kesên çewisandî ji zilma zaliman bihêztir e, roja kesên çewisandî, ji roja zaliman pîroztir e, ola wan ji ola sepandî û otomobîlên polîsê asayîşa civakî, ronîtir e.”
Qerîna bindestan ku dema li tevahiya cîhanê olan bide û beramberî vê di pratîkê de îtîrazên mezin li her deran were dayîn, bêguman dîwarê desthilatên zordest jî nêzîk e ku were xware. Keça Kurd Jîna Emînî bi tayeke porê xwe, dîwarê zaliman hejand jî.[1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 3,500 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Կից փաստաթղթեր: 1
կապված նյութեր: 16
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 01-10-2022 (4 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Մարդու իրավունք
Բովանդակության դասակարգում: կանայք
Երկիր - Նահանգ: Արևելյան Քրդստան
Լեզու - Բարբառ: քրդերեն - բադինի
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئەڤین تەیفوور ) վրա 12-10-2022
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( ئاراس حسۆ ) կողմից 15-10-2022
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 3,500 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.203 երկրորդ (ներ).