Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,936
图片
  124,382
书籍
  22,117
相关文件
  126,417
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   总计 
274,817
Fîlozof Malabou: Abdullah Ocalan lîderekî siyasî yê mezin e, divê azad bibe!
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Fîlozof Malabou: Abdullah #Ocalan# lîderekî siyasî yê mezin e, divê azad bibe!

Ji fîlozofên sereke yên felsefeya hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKK'ê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û got, Ocalan lîderekî polîtîk e ku hurmetê nîşanî wî didim. Divê azad bibe.
Dema dawî li Tirkiye û herêmê, çend ji mijarên sereke yên ku têne nîqaşkirin; meseleya Kurd, paşeroja têkoşîna çekdarî û rêbazên çareseriya siyasî ye. Di navenda van nîqaşan de jî biryarên Kongreya 12'emîn a #PKK#'ê û bandora paradîgmaya nû ya Rêber Apo hene. Baş e, ev pêvajo ne tenê ji aliyê siyasî, her wiha li ser zemîneke felsefî jî dikare bê nîqaşkirin?
Yek ji kesayetên girîng ên felsefeya Fransayê ya hemdem fîlozof Catherine Malabou li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Malabou got, Weke gelek mirovan min jî beriya demeke kurt biryara fesixkirina PKK'ê bihîst û bi vî rengî dewam kir, Bi dîtina min ev yek gaveke wêrek û cihê hêviyê ye. Weke alîgireke aştiyê, ez gelekî ji vê biryarê kêfxweş bûm. Lê belê weke ku min di peyama xwe de jî got, hêvî dikim ku ragihandina vê jestê weke teslîmiyeteke ji rêzê neyê dîtin, tevkariyeke rasteqîn li pêvajoya naskirin û demokratîkbûnê bike.
Têkildarî bangên ji bo azadiya Rêber Apo, Malabou got, Bêguman tevlî vê bangê dibim. Lê ya ku meraq dikim ew e; gelo bê berdan wê ewle be? Hêvîdar im ku dema hate berdan ewle be. Bêguman ji sedî sed piştgiriyê didim ku ew ji girtîgehê derkeve. Bêguman azadiya wî teqez pêwîst e. Ocalan lîderekî gelekî mezin ê siyasî ye. Yekî welê ye ku gelekî hurmetê nîşanî wî didim, heyranê wî me. Ji ber ku di ser Boockin (Murray Bookchin) têkildarî mijarên ekolojî û siyasetê em xwedî heman nirxandinê ne. Belê, bêguman dixwazim ku azad bibe. Tenê daxwazeke min heye; dema ji girtîgehê derket bila ewlekariya wî pêk were.
Fîlozof Catherine Malabou li ser nirxandina Rêber Apo ya têkildarî konfederalîzma demokratîk û jineolojiyê got, Bi dîtina min paradîgmaya Ocalan ne ew demokrasî ye ku di sedsala 18'an de li Ewropayê di dema 'ronakbîriyê' de dihate fêhmkirin. Ev yek şêweyekî demokrasiyê yê nû ye ku xwe dispêre feraseteke nû ya ku ji aliyê nasnameyê ve gerdûnîperest nîne. Ji fikrê destûra bingehîn a demokratîk a li Ewropayê ya dema ronakbîriyê xwedî vê cudahiyê ye: Êdî fikrê welatîbûna gerdûnî ıyan jî feraseta yek tîpî ne mijara gotinê ye. Ya ku di paradîgmaya Ocalan de heye, feraseta demokrasiyê ye ku hurmetê nîşanî nasnameya şexs û civakê dide.
Bi dîtina min ev nêzîkatî gelekî girîng e. Yanî Kurd wê nasnameya xwe di nava gerdûnîbûneke nediyar de winda nkin. Demokrasiya ku li ser vê bingehê bê avakirin wê bide ew demokrasî û xweseriya civak û şexsan diparêze.
Li ser biryara PKK'ê ya dawîanîna li têkoşîna çekdarî Malabou got, Belê, ev yek teqez pêvajoyeke jinûve avakirinê ya exlaqî ye. Her gaveke ku ber bi aştiyê ve tê avêtin, tevgereke exlaqî ye. Di heman demê de di wê baweriyê de me ku ev yek di rewşeke taybet de kêliya berxwedêriyê ye. Mebesta min ew e ku eger mirov zêde zextê li ser têkoşînê bike, zêde gerdûnî bike, dibe ku bibe sedema teqînekê. Lewma ev pêvajo divê di çarçoveya hurmeta li nasnameya her şexsî bê meşandin.
Ji bo pirsa, Pêvajoyên aştiyê ne jibîrkirina rabirdûyê ye, pêwîstî bi veguherandin û rûbirûbûnê heye. Bi dîtina we bi rabirdûyê re aştî çawa dikare pêk were? Nêzîkatiya Hegelparêzî di vê mijarê de çi dibêje?' Malabou bersiveke bi vî rengî da:
Gelek bersivên fikrê Hegelparêzî ya li ser vê mijarê heye, ji ber ku ev yek di dilê diyalektîkê de ye. Yanî dema derbasî tiştekî cuda dibe, vediguhere asteke hîn rasyonel, lê belê şopa dema bihurî timî dimîne.
Şopa rabirdûyê timî dimîne. Ev yek diyalektîka Aufhebung a navdar e; yanî hem ji holê rake hem jî biparêze. Belê em tiştekî ji holê radikin, bi pêş ve dibin, lê belê şopa rabirdûyê jî diparêzin. Ev yek gelekî girîng e. Lewma ev pêvajo divê nebe pêvajoya jibîrkirina rabirdûyê.
Fîlozof Malabou destnîşan kir ku ew hêvî dike fesixkirina PKK'ê bibe destpêkeke nû û got, Lê belê ev pêvajo ne tenê bi Kurdan ve girêdayî ye, di heman demê de bi bersiva hikumeta Tirk ve jî girêdayî ye. Bi dîtina min ev yek destpêkeke nû ye, lê belê gelo wê hikumet û civaka Tirk vê yekê çawa fêhm bikin? Ev yek pêvajoyeke du alî ye. Hêvîdarim wê bi vî rengî be. Fesixkirina PKK'ê tenê, gava ku li Tirkiyeyê pîvanên demokratîk bi cih hate anîn, bi wate dibe. Ev yek vîzyoneke hîn berfireh e.
Ji bo pirsa 'Gelo di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke civaka navneteweyî heye?' Malabou got, Hêvîdar im heye. Lê belê dema ku bala xwe didim ser bûyerên li Îsraîlê diqewimin, yanî dema ku nêzîkatiya civaka navneteweyî dibînim ku çawa xwe ji parastina mafên Fîlîstînê dide alî, nizanim bê hevkariya bi navneteweyî wê tiştekî baş be yan nebaş be. Dibe ku şaş bim, lê belê ne bawer im ku daxwazên Kurdan ji aliyê civaka navneteweyî ve tê bihîstin. Bi dîtina min beriya her tiştî Kurd divê bi tevgera xwe ya berxwedanê parastina xwe bikin.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览293
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 4
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 05-06-2025 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-07-2025
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on11-07-2025
此产品最近更新( سارا کامەلا ):11-07-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览293
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!