Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,909
图片
  124,367
书籍
  22,117
相关文件
  126,411
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   总计 
274,817
‘Kurdên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de hebûna xwe isbat kirin’
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Kurdên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de hebûna xwe isbat kirin’
文章

‘Kurdên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de hebûna xwe isbat kirin’
文章

‘Kurdên #Bakurê Kurdistanê# di hilbijartinan de hebûna xwe isbat kirin’
Hemza Sêvo/Qamişlo

Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî da zanîn ku kurdan di hilbijartinên şaredariyên Bakur û Tirkiyê de tevî hemû zehmetiyan bi vîneke mezin xwe isbat kirin. Herwiha li gorî encamên van hilbijartinan diyar dibe ku desthilatdariya AKP’ê di demeke nêz de, wê were bidawîkirin.
Di 31’ê Adarê de hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêk hatin. Di encama van hilbijartinan de jî tevî hemû astengiyan, DEM Patiyê bi ser ket û piraniya şaredariyên ku di bin serweriya faşista AKP’ê de bûn, bi saya dengdayîna gelê kurd bi dest xist. Her wiha têkildarî heman mijarê jî Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî li Sûriyê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Hûn pêşveçûna hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çawa dinirxînin?
Hilbijartin sîstemeke yasayî ye û ji mafê her miletekî ye ku bi rengekî normal de li welatê xwe çêbike. Ger em hilbijartinên Bakur û Tirkiyê binerxînin dê li gorî rewşa siyasî ya derve û hundirîn, rewşa desthilatdarî û hikumetê ev hilbijartin wê Tirkiye ber bi qonaxeke nû ve bibe. Weke ku em dizanin ev bû zêdeyî 20 salan AKP’ê serweriya xwe li ser gelan dineşîne û heya roja îro li ser heman hişmendî û heman siyasetê Tirkiyê bi rê ve dibe. Lê gelên Tirkiyê ji AKP’ê re gotin ev siyaseta te nema dikeve xizmeta me de, êdî di aliyê çandî, siyasî, aborî û hwd… ve pêş ve bibî û serweriya xwe li ser me ferz bikî. Ne ku em pirobogandaya çêdikin,lê bi rastî jî rewşa Turkiyê wiha ye. AKP’ê bi xwe jî vê yekê dizane. Erdogan piştî encamên hilbijartinan de got, em ê li xwe vegerin û nas bikin ku sedema binketina me û kêmbûna dengên ji bo me çi ye. Rast e niha hikumeta AKP’ê serwer e û di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket lê di demê pêş de ger hilbijartinên din yên dewletê pêk werin wê gel nema dengê xwe bide wê. Ev yek tê wateya ku dawiya hikumeta AKP’ê hin bi hin nêzîk dibe. Di heman demê de wê di hilbijartinên din de jî bi bin bikeve û serweriyê ji dest bixe. AKP’ê nikare pirsgirêkên hundirîn û derveyîn çareser bike, yek ji van pirsgirêkan; binçavkirina bi sedema siyasetê û dabpêdana mafê netewên din e. Ger AKP’ê li ser heman hişmendiyê serweriya xwe bike û dewletê bi rê ve bibe, ji ber ku ne xwedî pirojeyeke bingehîn e ji bo bidawîkirina kirîzên xwe ye. Li aliyekî din jî ger em binêrin opizisiyona li hember hikumeta AKP’ê weke CHP’ê û yên din jî pirojeya ji bo dawîkirina kirîza gelên Tirkiyê tune ye. Tişta ku van aliyan sûd jê giritin binketina AKP’ê bû, ji ber ku armanca wan ev yek bû. Lê pêwîste ev opizisiyon; weke opizisiyoneke demokratîk û ji her netewekê re vekirî be. Hem jî di dema pêş de xwedî pirojeyekê be ku bikaribe kirîza ku gelên Tirkiyê tê de dijîn çareser bike.
Tevî ku hikumeta AKP’ê hemû rêbazên sexte bikar anî ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, lê dîsa jî gelê kurd bi vîna xwe bi ser ketin, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Bi sedên salan e ku gelê kurd li Bakurê Kurdistanê rastî tunekirin, koçkirin, binçavkirin û komkujiyan ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê ve tê. Ger em binêrin ji 15 salan berî niha û bi şûn ve rewşa kurdên Bakur gelekî zehmet bû, ji hemû waran ve mafê wan hatiye xwarin û girtinên bi hinceta karê siyasî pir bû. Her wiha desthilatdariya Tirkiyê siyasetek wiha bi kar tanî ku digot gelê kurd ‘Hûn tunene, Hûn nînin û divê nemînin’. Lê tevlîbûna kurdan di van hilbijartinan de ji siyaseta AKP’ê re bû bersiveke mezin. Gelê kurd êdî gotin em hene, ev dever welatê me ye, em kurd in û em ê dengê xwe bidin xwe. Weke em dizanin biryara di derheqê Ebdella Zêdan hevserokê Şaredariya Wanê de hat girtin yek ji rêbazên hikumeta AKP’ê ya sexte bû. Hinceta ku DEM Partiyê Şaredariya Wanê bi rengekî ne zagonî bi dest xist, dûrî rastiyê bû, ji ber ku rêjeya dengdayînê li ber çavê her kesî bû. Di heman demê de vegera Zêdan weke hevserokê şaredariyê û bidestxistina Şaredariya Wanê bi saya vîn û helwesta bi nirx a gelê kurd bû. Gelê kurd êdî rastiya xwe nas kirye û ji pilanên hikumeta AKP’ê re hişyar e, ji ber vê yekê gelê kurd destê xwe kirin destê hev û xwe isbat kirin. Em serkeftina ku piştî berxwedan û vîna gelê kurd a mezin pêk hat, pîroz dikin.
Serkeftina DEM Partiyê tê çi wateyê û ji cîhanê re çi name da?
Serkeftina DEM Partiyê piştî dengdayîna gelê kurd û daxwaza kurdan pêk hat. Gelê kurd daket qadan û gotin em xwedî dozeke rewa ne, bi vî awayî jî gihane armanca xwe. Tevî fişara siyasî, girtin û hemû kiryarên di derheqê gelê kurd de pêk tên, serkeftina kurdan encam bû. Bi vî rengî bû û serkeftin hat bidestxistin, ger hilbijartin bi rengekî demokratîk bi rê ve biçûya û sextekarî di hilbijartinan de nehatiba bikaranîn dê encam ji wiha baştir ba. Cîhan tev jî rewşa hilbijartinên şaredariyan dişopand, ev hilbijartin ne tenê bi çavê hilbijartinên şaredariyan lê dihate meyze kirin. Lê belê tenê wate dida rêjeya dengdayînê û civak bêhtirî xwe dengê xwe didin kî. Hemû cîhan hilbijartinên Bakur û Tirkiyê dişopandin û nas kirin ku êdî desthilatdariya AKP’ê nema dikare pirsgrêkên xwe çareser bike. Cîhan bi giştî rewşa dosiyaya girtiyên siyasî dizane, bi taybet ji wan kesan Rêber Apo, Selahedîn Demirtaş û bi sedên din yê ku di zindanan de ne. Her wiha danûstandinên dewletên cîhanê û helwesta wan têkildarî mijara dewleta Tirk bi şerê Sûriyê, Lîbiya Îraq, Okraniya û hwd… hetanî DAIŞ’ê, têkiliyên aborî û siyasî wê helbet werin guhertin. Roja îro pirsa ku di bala her kesî de ew e ku wê rewşa AKP’ê ber bi kû ve biçe, rewşa dosiya û pirsgirêkên derveyîn û hundirîn çawa be. Ev yek jî li ser opizisiyonê û pirojeyên ku pêwîste bi rengekî demokratîk werin kirin, dimîne. Lê nameya ku gelê kurd û DEM Partiyê di van hilbijartinan de dan ew bû ku kurd hene, mafê wan di dengdayînê de heye û xwedî doz in. Her wiha bi yekîtiya gelê kurd tevî zehmetiyên ku derdiketin, dikarîbûn di van hilbijartinan de bi ser bikevin.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,019
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 33
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 09-04-2024 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-02-2025
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-02-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,019
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!