Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  587,197
图片
  124,599
书籍
  22,129
相关文件
  126,863
Video
  2,194
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   总计 
275,377
‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne’
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne’
文章

‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne’
文章

‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina #zimanê kurdî# ne’
Hemza Sêvo/Qamişlo

Di 25’ê Gulana sala 1932’an de, bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê bi alfabeya latînî, di parastina zimanê kurdî de pêvajoyeke dîrokî dest pê kir. Ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî hat ragehandin û her sal tê pîrozkirin. Nivîskarê kurd Kemal Nicim da zanîn ku xebatên pêşxistina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê xwe gihandiye asta tevahiya Kurdistanê û saziyên ziman dikarîbûn ziman bihêz bikin û berhemên binirx amade bikin.
Roja 15’ê Gulanê weke rojeke navnetewî ji bo zimanê kurd, tê destnîşankirin. Roja derketina kovara Hawar a ku dikeve 15’ê Gulana 1932’yan. Lewma jî tevahiya gelê kurd vê rojê weke cejneke pîroz dibînin. Têkildarî mijara rewşa zimanê kurdî û bikaranîna wê, herwiha parastin û pêşxistina zimên, nivîskar Kemal Necim bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Roja Cejina Zimanê Kurdî weke rojeke navnetewî ya gelê kurd tê destnîşankirin, gelo zimanê kurdî û asta bikaranîna wê di roja îro de di rewşê de ye?
Rewşa zimanê kurdî li Rojava, li gorî pêvajoyeke pirs nêzîk, ango berî 10 salan pir guheriye û mirov nikare berawirdî hev jî bike. Li aliyekî va ye bû zêdeyî deh salan ku zimanê kurdî bûye zimanê fermî yê perwerdeyê li hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî tê wateya ku bi sedhezaran şagirtên zarok û ciwan bi zimanê kurdî dixwînin û perwerde dibibînin. Li aliyên din jî zimanê kurdî bûye zimanê ragihandinê, ji xwe pir diyar e ku ger zimanek bibe yê pewerde û ragihandinê dê bandora xwe li hemû qadên din jî bike. Mirov dikare bêje ku di hêla bikaranînê de zimanê kurdî li herêmê di rewşa herî baş de ne tenê li gorî çend salên berê, lê li gorî sed salên berê jî.
Asta xwendin, nivîsandin û berhemên ku hatine derxistin têrê dike ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, herwiha di nav hemû warên jiyanê de cihê xwe bigre?
Ji bo zimanekî ku bi dehsalan hatiye çewisandin û qedexekirin, bê guman çalakî û xebatên deh salan dê têrê nekin ku êdî em bêjin zimanê kurdî bûye zimaekî parastî û pêşketî. Gavên pir girîng di vî warî de hatine avêtin. Saziyên çalak, xebatên ziman niha bi rêve dibin. Lê dîse jî hîna zimanê kurdî di warên jiyanê de cihê xwe negirtiye. Hîna jî zimanê kurdî bi awayekî çalak nebûye zimanê danûstandinên fermî yê saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser û herwiha yê saziyên çandî û rewşenbîrî jî. Belge, daxuyanî, biryarname, giştîname û zagonên saziyên fermî ku bi awayekî nivîskî têne weşandin û belav kirin hîna tam nebûne bi zimanê kurdî, her çendî carna hewildaneke wiha tê kirin jî, lê ne bûye çalakiyeke asayî, herwiha bi pir şaşî û kêmasiyan jî têne belavkirin.
Xebatên ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kudî yên ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, mirov çawa digire dest?
Xebatên derbarê zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê, xwe gihandiye asta Kurdistanê jî, bi taybet ku em behsa Kurmanciyê dikin. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê hijmara mezin ya şagirtên ku bi kurdmancî li dibistanan perwerde dibin li Rojavayê Kurdistanê ye. Herwiha Saziya Zimanê Kurdî ku saziyeke çalak e, karîbû di nava çend salan de beşên lêkolîn û pêşxistina zimanê kurdî bi hêz bike û berhemên binirx derbarê rêziman û dengnasiyê û rastnivîsê de derxîne, ev berhem li parçeyên din yên Kurdistanê jî dê bibin lêvegera rêziman û rasnivîsîna bi kurmanciyê. Herwiha bi salane çalakî û komxebatên berfereh têkildarî zimanê Kurdî de têne lidarxistin. Ev çalakî hemû dê bêjin ku zimanê kurdî sal bi sal pêşbikeve û bihêz bibe.
Da ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, erkê ku dikeve ser milê, rewşenbîr, xwendekar, nivîskar û zimanzanan çi ye?
Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne. Ta demeke nêzîk jî xebatên zimanê kurdî bi awayekî takekesane pêk dihat, ango hin kes bi tena sere xwe bi vê mijarê mijûl dibûn. Lê di pêvajoya heyî de pir diyar e ku êdî ev bar ji hêza kesan girantir û zêdetir e, êdî pêwîstî bi xebatên hevbeş, xebatên saziyan heye. Pêwîste rewşenbîr û zimanzan bibin palpişt û hevkarên xebatên hevbeş ên SZK`ê û saziyên din ên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin. Mijara zimanê kurdî êdî ne mijara xwendin û nivîsînê ye, yan jî tenê nivîsîna helbest û çîrokan e. Zimanê kurdî bûye zimanê pweredeyê, lewma pêdiviya xwendekaran bi zimanekî hêsan, fereh û kêrhatî heye ku karibin sûd ji mijarên zanist, felsefe, civaknasî, wêje û hwd…. Bigrin. Ji bilî pirtûkên perwerdeyê yên dibistan û zanîngehan, pêdiviya xwendekran bi pirtûkên lêvegerê heye. Pirtûkxaneya kurdî hîna di pir mijaran de kêm û qels e, kêm caran xwendekar li pirtûkxaneya kurdî pirtûkên zanistî, erdnîgarî, felsefe û civaknasiyê digerin, dema ku van lêvegeran bi kurdî nebînin dê berê xwe bidin lêvegerên bi ziamanên din. Ev hemû erkên pir girîng dikevin li ser milê nivîskar û rewşenbîran. Girêdayî wê jî pir pêwîste ku tevgera wergerê pêş bikeve û bi sedan babet û mijarên bi zimanên cîhanî bo zimanê kurdî bêne wergerandin.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,482
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 62
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 15-05-2024 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-02-2025
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-02-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,482
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!