Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  588,153
图片
  124,820
书籍
  22,139
相关文件
  127,555
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,978
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
96,034
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,795
عربي - Arabic 
44,494
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,929
فارسی - Farsi 
16,079
English - English 
8,552
Türkçe - Turkish 
3,847
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,582
PDF 
34,807
MP4 
4,064
IMG 
235,851
∑   总计 
276,304
‘Bikaranîna çekên kêmyawî nîşana bêhêzbûna dagirkeriya Tirk e’
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Bikaranîna çekên kêmyawî nîşana bêhêzbûna dagirkeriya Tirk e’
Hemza Sêvo/Qamişlo

Lêkolîner Lezgîn Ibrahîm da zanîn ku bikaranîna #dewleta Tirk# ji çekên kîmyawî li hemberî Gerîlayên Azadiyê ji ber bêhêzbûna wê ye û got, “Dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de PDK’ê wekî amûrekî bikar tîne.”
Dewleta Tirk a dagirker di dema heyî de êrişeke berfireh li ser Qadên Berxwedanê dide meşandin û tevkariya PDK’ê di vî alî de eşkere ye. Ji hêleke din ve dewleta Tirk a faşist û hegemon ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmê hevdîtinên xwe û hewldana xurtkirina têkiliyan bi dewletên cuda re pirtir kiriye. Têkldarî van mijarên ku me anîn ser ziman lêkolînerê Navenda Firat a Lêkolînan, Lezgîn Ibrahîm bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Dewleta Tirk di dema heyî de hewldanên xurtkirina têkiliyên xwe bi dewleta Îraqê û dewletên rojavayî re dike û li aliyekî din êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herwiha li Filestîn piştevaniya Hemasê dike, gelo dewleta Tirk çima siyaseteke wiha dimeşîne û çi sûdê ji vê tevlîheviya di herêmê de dibîne?
Wekî ku em dibînin dewleta Tirk di vê dema dawî de liv, tevger û hewldana pêkanîna hevdîtinên xwe bi dewletên rojavayî û yên derdora xwe re zêde bike. Nexasim piştî şerê ku di navbera Hemas û Îsrayîlê de rû da. Dewleta Tirk dîse xwest balê bikşîne li ser xwe û xwe weke pêşengê muslmanan û doza filestînî bide nîşandan, me dît ku piştgiriya Hemasê kir. Lê di wî şerî de hikumeta AKP’ê rola wê kêm bû û hate paşguhkirin. Lê dewleta Tirk xwe wisa nehişt, divabû ku şerekî dijwar di herêmê de biafrîne, ew şer jî şerê li dijî kurdan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Dagirkeriya Tirk di meha bûrî de li dijî Gerîlayan dest operazisiyonekê kir. Di heman demê Erdogan serdana hikumeta Îraqê û Başûrê Kurdistanê kir û armanca wê ya sereke ew bû ku dewleta Îraqê jî destekê bide wê ji bo meşandina şerê li dijî Qadên Berxwedanê. Artêşa Tirk a dagirker niha êrişan li ser çiyayên Kurdistanê dide meşandin, li aliyekî din jî gefê êrişên bejahî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Erdogan berî demek nêz de xwest ku serdana Waşontonê bike lê Amerîka ev serdan taloq kir. Dewleta Tirk îroj di hudirê xwe de rastî kirîzeke mezin tê, ji ber lawaziya xwe jî, ew nikare pirsgirêkên hudirîn çareser bike. Lewma jî dixwaze liv û tevgera xwe zêde bike, herwiha tevlîheviyê di herêmê de bi riya afrandina şerên derveyî sînorê xwe bide meşandin. Bala gelê Tirkiyê û cîhanê bigiştî bikşîne li ser şer û rûdanên ku çêdike, hem jî kirîzên di hundirê Tirkiyê de binuxmîne.
-Ev bû nêzî mehekê dagirkeriya Tirk êrişên hovane û tund li ser qadên berxwedanê dide meşandin, van rojên dawî jî çekên jehrî jî bikar tîne li dijî Gerîlayên Azadiyê, li hember vê yekê jî PDK bi dewleta Tirk re eşkere tevkariyê dike di şerê li dijî Gerîla, gelo çima dagirkeriya Tirk êrîşên wisa di vê dema heyî de dike?
Piştî ku hikumeta AKP’ê di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket û kurdan roleke girîng di van hilbijartinan de lîst û gelek şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi dest xist, êdî AKP’ê kete tengasiyekê. Êdî hat diyarkirin ku gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nema desthilatdariyeke wiha qebûl dikin, ji ber vê jî AKP’ê di nav gel de bêbandor ma. Nema dikarîbû bibe bersiv ji pirsgirêkên abûrî, deblomasî, civakî û hwd… yên hundirîn û derveyî. Êdî bi hinceta ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê xeteriyê li ser ewlehiya Tirkiyê çêdike, êrişeke berfireh li ser gelê kurd û Gerîla da meşandin. Li aliyekî din xwest ku dewleta Îraqê jî ji bo şerê li dijî Qadên Berxwedanê bibe tevkar, lê li gor hat xuyakirin ev yek pêk nehat û armanca dewleta Tirk bi cih nebû. Partiyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê, weke YNK’ê û yên din jî şerê li dijî Gerîla red kirin. Lewma PDK’ê ji bo dewleta Tirk bû amûra tekane di warê pêvajoya şerê li dijî Gerîla de û îro jî PDK’ê tevkariya dagirkeriya Tirk dike, PDK’ê jî ji bo xizmeta xwe vê yekê dike. Di rojên dawîn de weke ku we anî ser ziman, dewleta Tirk çekên jehrî di şerê li dijî Gerîlayên Azadiyê de bi awayekî hovane bi kar anî. Bikaranîna rêbazeke wiha nayê wateya ku artêşa Tirk û AKP’ê gelekî hêzdar e, lê belê nîşana qelsbûna dewleta Tirk a dagirker e.
-PDK’ê çi sûdê ji van êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Gerîla dide meşandin, werdigire û ev yek çiqasî dikeve dijî xizmeta yekrêziya kurdî? Li aliyekî din heya ku xiyaneta PDK’ê bi dawî bibe û hevrêziya kurdî pêk were, çi ji gelê kurd û partiyên siyasî tê xwestin?
Sûda ku PDK’ê ji hevkariya dewleta Tirk adagirker re werdigire, xurtkirina têkiliyên aborî û siyasî ye, ev yek jî dikeve xizmeta berjewendiyên PDK’ê. Em dizanin ku di van salên dawî de PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê di rewşeke aborî ya lawaz de derbas dibe. Herwiha PDK’ê têkildarî mijara danûstandên bi Bexdayê re astengiyan dibîne. Lewma jî PDK petrola Başûr bê erêkirina hikumeta Îraqî difroşe dewleta Tirk a dagirker û aboriya xwe bi vî awayî bihêztir dike. Li aliyê siyasî jî dema ku hilbijartin çêdibin, PDK’ê hêza xwe ji dewleta Tirk werdigre. Bi vî awayî jî PDK’ê berjewendiyên xwe di asta yekê de li ser berjewendiyên kurdayetiyê û yekîtiya kurdî dibîne. Di van salên dawîn de û bi taybet şerê li dijî DAIŞ’ê û têkçûna wê, êdî giraniyeke gelê kurd li ser asta cîhanê çêbû û hêzên kurdî çi li vir an li Başûr an jî li Bakurê Kurdistanê be bûne xwedî rolên ektîv di warê leşkerî û siyasî û hwd… Berî çend heftiyan Waşontonê şandeyeke YNK’ê vexwend û bi hev re civînek li dar xistin. Di wê civînê de jî rewşa kurdan û kurdistanê hate parvekirin. Waşontonê di wê demê de civîna bi Erdogan re taloq kir û pê re jî civînek bi YNK’ê re li darxist. Ji ber vê jî em dibînin ku giraniyeke kurdan û hêzên kurdî çêbûye. Lê tişta ku tê xwestin ew e ku kongreyeke netewî ya kurdî were lidarxistin û partiyên siyasî yekbûneke xwe ava bikin. Di heman demê de pêwîste gelê kurd û tevahiya partiyên me PDK’î hişyar bikin ji vê tevkariya ku bi dewleta Tirk re dike. Ji ber ku ev tevkarî dibe astengiyeke mezin li pêşiya yekîtiya kurdan û hevrêziya kurdî. Ger wiha nebe dê rewşa me kurd êdî wê nebaş be.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览839
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 13
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 22-05-2024 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 98%
98%
添加( ئاراس حسۆ 02-02-2025
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on03-02-2025
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):28-06-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览839
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!