Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,486
图片
  124,229
书籍
  22,106
相关文件
  126,130
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Peyvdarê YPG Nûrî Mehmûd: Gereke Civak Di Pozîsyona Parastinê De Cihê Xwe Bigire
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Peyvdarê #YPG# Nûrî Mehmûd: Gereke Civak Di Pozîsyona Parastinê De Cihê Xwe Bigire.
Hevpeyvîn : Berzan Ferman

Hevpevyîneke Taybet li gel Peyvdarê YPG’ê Nûrî Mehmûd,der barê geşdanên herî dawî li herêmê,êrîşên dagirkeriya Tirk ser xaka Rojavayê Kurdistanê,Civîna Istenbolê ku qaşo ji bo Çareseriya Aloziya li Sûriyê hatibû lidar xistin çi encam jê derket ?
Civîna li Istenbolê çê bû,bê encam bû û ti biryareke mesîrî ji bo gelê Sûriyê derneket holê
Gefa Operasyona li ser Rojhilatê Firatê tenê dirûşme,Armanca dagirkeriya dewleta Tirk Rojavayê Kurdistanê ye.
Eger Êrîş ser herêma Cizîrê û herêmên din yên Rojava pêk were,divê gelê me seferber be û berxwedaniyê bike
Em ne ji bo Emerîka şerê DAIŞ’ê dikin,Em ji bo Azadî û serfiraziya gelê Qamişlo û herêmên din vî şerî dikin
Me Ji Emerîkayê re negotiye werin alîkariya me bikin,Serkeftinên me hişt Emerîka bê cem me..
Tifaqa me li gel Emerîkayê Leşkerî ye û ti soza avakirina Kurdistanekê li Bakurê Sûriyê nedaye me.
Hevpeyvîn: Berzan Ferman
Bi xêr hatî Birêz Nûrî Mehmûd spas dikim.
Gelek spas hûn jî bi xêr hatin.
– Hemanê Yekser dest bi pirsên xwe dikim Piştî civîna çar alî ya Istenbolê ya di navbera Fransa,Elmanya,tirkiyê û Rûsiyê de pêk hat, mirov dikare bibêjê peymaneke ser Rojava hat saz kirin,gelo di vê çarçoveyê de Dewleta dagirker a tirk şewqa kesek ji kê stend ?
Civîna ku li Istenbolê çêbû,di encamê de mirov nikare hemû aliyên beşdar têxe yek sîwanî û bibêje ku hemû wekî hev difikirin,her çar alî cûdayî hev du difikirîn,li gorî şopandina me ji wê civînê re Tenaqudekî pir mezin di derûniya wan de hebû, ji xwe di derheqê wê civînê de jî ti biryareke berçav tine bû.
Navnîşana ku di vê civînê de dihat nîqaş kirin ew bû çareseriyeke siyasî di hundirê Sûriyê de bê pêş xistin.
Destûrekî nû ji Sûriyê re were nivîsandin û li ser wî esasî hemû pêkhate tevlî bibin..
Em jî bi vê yekê re ne.
Lê belê ya balkêş di wê civînê de helwesta Serokmarê Tirkiyê Erdogan bû..
Belku Erdogan xwe alternatîfê çarseriya Aloziyê dibîne.
Yanî Nexşeya Tirkiyê û Sûriyê esas nagire,heta heta hemû nexşeyên herêmî jî dest nagire.
Erdogan dixwaze Nexşeya Kevin ya Serdema Osmanî carda li herêmê çê bike û bide qebûl kirin.
Cîografiya herêmê ji bo Tirkiyê,Ewrûpa û Dewletên Rojavayî îstxlal dike..
Di wir de armancên xwe anî ser ziman û pir bi eşkere Bakurê Sûriyê hedef girt.
Di vir de jî tê fêm kirin ku ew civîn ne mumkine bibe nimûneya çareseriyê li Sûriyê..
Civîna Istenbolê mîna yên beriya xwe Mûcered ji Heqîqeta ser erdê hat lidar xistin,lewra bi ser neket.
Binêrin yekser piştî civîn qediya, Artêşa Tirk dest bi komkirina leşkerî ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê kir.
Ev komkirina leşkerî jî, ji bo hewarçûn û alîkariya DAIŞ’ê ye.
Di roja 1’ê Mijdarê xwestin tola şikestina DAIŞ’ê ku ser destê Şervanên me têkçûn hilîne û wê roja serkeftinê tarî bike.
– Gelo ev êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ser Kobanê û Girê Spî tê çi wateyê,di vir de ne tenê herêmên Rojhilatê Firatê,Lê belê car-caran dagirkeriya dewleta tirk herêm yan jî bajarên Cizîrê jî top û gulebaran dike,Mane Hedef Rojhilatê Firatê Çima Êrîşî herêmên Cizîrê dikin ?
Rojhilatê Firatê Dirûşma ye ev pêkeniyeke,Esas cihê ku Ixwan Mislmîn xwe lê îlan kiribûn,Cihê ku DAIŞ xwe lê îlan kiriye û herî dawî tê de bi bin ketiye.
Erdogan bi wê hişmendiyê dixwaze her derê îlan bike qada şer,ev projeya wî ye.
Ixwan Mislmînin li Sûriyê Pilana Erdogan a Tîpa B bû,DAIŞ’ê jî pilana wî ya tîpa C bû.
Dema ku şofînîzma Ixwan Mislimîn û Fikrê DAIŞ yê Radîkal bi bin ketin,Armanca Erdogan bû herêmên ku demokrasî lê hatin îlan kirin ango herêmên Bakurê Sûriyê bûn.
Dema ku dibêje armanca me operasyoneke li Rojhilatê Firatê ye esas ne ew e, dixwaze herêmên Demokrasiya gelan hedef bigire.
Yanî Hevgirtina civakên kurd,Ereb û Sûriyan hemû bûne hedefa Erdogan.
Ma wê li Tirbespiyê û Kobanê çê bike,Li Tirkiyê bi dehan mîna van bajaran hene.
Erdogan dibêje armanca me 18 Milyon Km têkeve dest me de..
-Bi rastî xewn û xeyalên mezin, Erdogan daye ber çavên xwe.
Tabî ji Xewn û Xeylana bêhtir Pilan e.
Di heyama van êrîşan de darbeyên leşkerî pêk bên ,mînak mîna li Efrînê bû li herêma Cizîrê jî dubare bibe,bi rastî ev nîgeraniyeke pir mezin di nava xelkê de çêkiriye çi tedbîrên we hene ?
Bê guman tehîdekî pir mezin e,gerek dike ku gelê me vê baş bizanibe mîna ku bê exalqî û bê hiqûqiya ku li Efrînê çêbû,di serî de di şexsê Rûsiyê de ye.
Li beramberî wê jî berxwedaniyeke bê hempa hat meşandin,lê ji ber êrîşên dijwar û qetilkirina sivîlan biryar hat girtin gel ji Efrînê der biçe da ew gel were rizgar kirin,Lê belê Şervanên YPG û YPJ li wir şer dikirin.
Heta niha jî piştî dagirkeriya Tirk Şervanên YPG û YPJ’ê çalakiyan li Efrînê lidar dixin.
Ti carî wê Efrîn ji Dagirkeriyê û Terorê re nebe cihekî bi ewle.
Binerin dewleta dagirker a Tirk Nemûzecê li Serêkaniyê û Girê Spî bû, dixwaze li herêmên din bisepîne.
Binerin Nemûzecê DAIŞ’ê li Efrînê carda pêk hat.
Dizî,Talankarî û Wêrankariya heyî Şêweyê DAIŞ’ê ye.
Em wekî Yekîneyên Parastin Gel YPG her wiha beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk HSD di wê zanebûnê de ne û li gorî wê tevdigerin.
Çi kesê ku îro li Bakurê Sûriyê jiyan dike,Gereke vê berpirsyariya parastinê hilgir e.
Carda Helwesta ku tê çaverêkirin ji aliyê Hêzên Navdewletî bê nîşandan derneketiya holê.
– Erdoganê AKP’Yî beriya niha jî di konferansekî li Enqereyê de behsa Şengalê kirbû gotibû em ê ji Rojava dest pê bikin heta em bighîne Şengalê ya Başûrê Kurdistanê Bê guman xewn û xeyalên wî mezin in hûn çi jêre dibêjin ?
Erdogan behsa Wîlayetên Mûsil,Bexdad , Heleb,Şam û Qudisê dike.
Li gorî Erdogan Ew Qesra li Enqere tê daye ku ji dîzayin Cengîz Xane hişmendiyeke Osmanlî,Mexûlan jiyan dike.
Hincet Rewabûna xwe ye ku Kurd li Şengalê ne,Ema Armanc hîn û hîn mezintir e.
Me ev hemû Rewabûn û zihniyet Şofînîzm li Şengal û herêmên din bi bin xist..
Em dizanin îro gelên li Tirkiyê ji vê şofînîzma Erdogan bi hêrs in.
Binerin Siyasetmedar, Leşker ,Karmend û Rojnamevan hemû di zindanê de ne.
Erdogan di 70 saliya xwe de ye û hîn jî hewil dide ku Îmaratên Erdoganî ava bike.
Em heman çarçoveyê nîqaş bikin Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal gotibû divê Kurd xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin wateya vê gotinê çiye,Gelo Rojava û her 3 aliyên din yên Kurdistanê di nav de ye gelo?
Bê guman nerînên Bahoz Erdal nerînên wî ne,Em wekî Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê di mefhûmê parastina rewa de hêzeke bi rêxistinkirî ne.
Çi Êrîşa ku bi ser me de were bê teredûd em ê bersiva wê bidin û parastina xwe ya rewa pêk bînin.
Em dixwazin li Bakurê Sûriyê îstqrar û aramî çê bibe.
Em dixwazin ku li Sûriyê çareserî û prosesên Siyasî pêş bikevin.
Artêşa li hember DAIŞ’ê bi bin ketin,Hêza ku li ber xwe da YPG’ê bû Koban jî nîşaneya vê ye.
– Di ragîhandina cîhanê de derket holê ku, Koalîsyona navdewletî ya şerê dij be DAIŞ’ê ser zimanê berdevkê wê Rayan Sean eşkere kiriye ku ,bûye navbênkarê HSD’Ê û Dewleta Tirkiyê da şerekî navxwe çênebe hetanî çi radeyê ev nûçe raste,yanî em dibînin ser sînor hevrikiya parastinê dikin û hemdem piştgiriya du aliyan dikin siyaseta bi vî rengî çawa tê nirxandin ?
Tişteke wiha ji rêzê ye,dunya û Alem vê baş dizane ku ti Tenaqudekî me bi Tirkiyê û gelê Tirkiyê re nîne.
Tenaquda heyî bi Desthildariya heyî re ye,Ew dijminatiya me dike.
Di sînorê me de ti xeterî ser Tirkiyê nebû,Li hember terorê li Girê Spî û hin herêmên din gelê Tirkiyê alîkariya me kirin.
Ê ku Nakokiyan di navbera Gel Tirkiyê û Sûriyê de diçîne Erdogan e,ti problemê me bi Tirkiyê re tine ye.
Insiyatîfên Emerîkî yên bi vî rengî di cih de ne,belku me şer nexwestiye me aşîtî û aramî xwestiye.
Em dixwazin Tirkiyê wekî dewleteke cîran danûstandinê li gem bike.
Carda dibêjin naxwazin Tirkiyê bibe welatekî aram ji bo Terorîstên mîna DAIŞ’ê.
Erdogan û AKP’ê saziya leşkerî ya Tirkiyê wekî alavê şerê li dijî me bikar tîne.
Di serdema Erdogan de yekem-car Aboriya Tirkiyê bi bin dikeve û Tirkiyê bû navenda Çekdarên Cîhadîst.
Erdogan dibêje Ger Emerîka Dostaniya min neke,ez ê dostên nû ji xwe re bibînim.
Digotî Emerîka Hûn Hevaltiya YPG’ê bikin,ez têkliyên xwe bi were qut bikim..Bi rastî şêweyê Erdogan Şêweyê Desthildariya Serçeteyekî ye.
Erdogan ku dewleta wî ber-endamekî Yekîtiya Ewrûpayê û artêşa wî yek ji artêşên herî mezin yên NATO’yê şêweyên Serçeteyekî dimeşîne.
Pirsgirêka Cidî ew e ku Têkliya Gelê Tirkiyê pê tine ye ku Erdogan dest daniye ser Tirkiyê û wê li gor xwe dîzayan dike.
Divê Tirkiyê bibe welatekî demokratîk ku bi rengekî aşîtiyan li gel cîranê xwe bide û bistîne,her wiha pirsgirêka ewlehiya hundirîn a Tirkiyê û Bakurê Sûriyê bi hev re çareser bikin,mîna Îraqê û Bakurê Sûriyê kir,em dixwazin vê yekê bi Tirkiyê re jî pêk bînin di pêşerojê de..
Diyalog pir girînge,Dubare ti pirsgirêkên me bi gelê Tirkiyê re tine ne,tam ters e – em dixwazin bibin cîranekî baş ji bo Tirkiyê.
– Bi rastî gel dipirse Emerîka helwesta wê çiye,heta heta gote-gotinên bi vî rengî derdikevin ortê ku Emerîka xwe ji pişta kurdan da aliyekî,yanî piştî qedandina DAIŞ’ê ti proseseke siyasî bo Bakurê Sûriyê nexistiye rojeva xwe hûn çawa li vê helwestê dinêrin ?
Emerîka ti soz nedane me da destê xwe ji pişta me bikşînin,stratîjiya Emerîka bi mere daniye, me bi raya giştî re parve kiribû.
Yek ji van stratîjiyan şerê li dijî DAIŞ’ê ye,Ya duyem ji bo Îstqrara Sûriyê tevbigerin,Ya Sisiyan jî Ji nûve-avakirina Sûriyê me li hev kiriye.
Emerîka her dem diyar dikir Hevalê Dewleta Tirkiyê ye,ya dîtir û bila gelê me vê baş bizanibe em neçûn cem Emerîka,Emerîka hat cem me.
Serkeftinên me li Kobanê de,hişt ku Emerîka dostaniya me bike.
Berî Emerîka bê cem me Emerîka bi gelek hêzên din re dida û distend..Emerîka bi Qaşo Artêşa Azad re danûstandin dikir.
Heta ku fêm kir Heqîqet çiye,Hat gel me.
Emerîka ji bo berjewendiyên xwe li vê derê yî.
Em in ew hêza civakê ku Emerîka bi mere dide û distîne..Berejwendiyên Emerîka li gel me hene,yê me jî li gelê wê hene.
Hêviyên me nînin ku Emerîka ji mere statûyekê ava bikin û parastin me bikin.Em jî ji xwe re bixwin û vexwin,Gereke em welatê xwe biparêzin.
Ya girîng bi Emerîka û Koalîsyona Navdewletî re ew bû ku em Terora Cîhanî DAIŞ’ê têk-bişkînin.
Tişta ji Emerîka û Hêzên Navdewletî tê xwestin heqîqeta sîstema Demokratîk li Bakurê Sûriyê baş bibînin.
Ev dewriyatên ku li ser sînor bi hevrêziya me pêk tîne dide xuya kirin ku bi wê berpirsyartiya xwe radibe.
Li aliyekî din Emerîka Windahiyên şerê herî kêm li Rojhilata navîn da, şerê li dijî DAIŞ’ê bû.
Li Efxanistan,Îraq û Vîtnamê,li gelek cihên din windahiyên wê yên mezin hebûn.
Bila Carda gelê me Hişyar be,Kesek yan jî dewletek bû me Kurdistanekê ava nakin.
Bo yî me Kurdîtiyê çê bike,welatekî îlan bikin.
Eger em ne birêxistinkirî bin ev tişt ne pêk anin.
– Em ê behsa Helwesta Rûsyayê jî bikin,Pevydarê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkof gotibû Emerîka û Kurd nikarin herêmên xwe biparêzin,yanî helwesta Rûsya Geh Dijber e Geh jî xwe dostê yekem yê Gelê Kurd dibîne ev çi tektîka ku Rûsiya dimeşîne ?
Dilê wan dixwaze, tişta li Efrînê bûyî li herêmên dinê jî pêk bê.
Ew dixwazin dewletên NATO’yê bera hev bide,yek ji wan jî Tirkiyê ye.
Bi rastî Erdogan jî pêşengtiya karekî bi vî rengî dike.
Ji bo ku Erdogan ser Desthilatdariyê bimîne,Çetebûnê li gel hemî dewletan dike yek jê jî Rûsiyê ye.
Erdogan wekî Xencerekî di pişta NATO’yê de ye.
Lihevketina di navbera Erdogan û Bakurê Sûriyê de tê wateya Tinaquda di NATO’yê de.
– Ji bo rewşa siyasî ya mala Kurdî, hûn wek hêzeke leşkerî çawa nêzî van nakokiyan dibin, û helwesta we ji bo vê mijarê wê çi be, eger êrîş hat li ser tevahiyên deverên kurdan?
Kurd ne bê çare ne,Kurd di dîroka borî de serkêşiya wan Axayekî,Serok Êlekî dikir.
Aniha ne welê ye,Kurd Dîplomasiya wan heye,Kurd êdî sîstemekî wan heye,Kurdê niha perwerdekirî ye û saziyên xwe daye ava kirin,Naxwaze Tadeyê yan jî zirarê bighîne ti miltekî derdor.
Di heman demê de dixwaze Nasname û hebûna xwe biparêze.
Kurd ji serdemên berê ve beriya 1500 salî ve zanatirin.
Ti hevrûyî hev bike,kurd êdî şerê hev du nakin.
Dijmin bi lîstokên xwe dike nake nikare Şerekî navxwe navbera Kurdan de biafirîne.
Kurd ketine wê ferqê de ketin wê zanabûnê de,her wiha rêxistinbûyîna xwe pêş xistine.
Hindek nakokiyên Partiyan û hizbên hundirîn hene,lê belê bila ev nakokî serê wan bixwe yanî.
Ji bo Kurdan rêxistin pêwîst e.
Civaka kurd qasî ku di warê leşkerî de hebûna xwe mayînde kirî,di qada siyasî de jî xwe nîşan daye.
Li cîhanê her dewleta mîna Rûsiya propogandaya sîlahên xwe dike,Lê kurd proje dane pêş û ji raya giştî re radighîne.
Artêşên ku teknîkên herî zêde li gel wan hebûn li hember DAIŞ’ê bi bin ketin,Kurd bi zanebûyîna şerê xwe karîbûn dawî li Efsaneya DAIŞ’ê bînin.
Me wekî YPG û YPJ’ê terora Cîhanî têk bir..
– Rewşa eniyên şer karê leşkeran e, lê gelê Kurd ji we dixwaze ku hûn şer rawestînin, û lingê amerîka têxin soleke teng de, da ku bi awayekî eşkere bêje Tirkiyê li vir û bes e?
Propogandaya ku derketiye holê dixwazin tevliheviyan derxîne ortê.
Şerê me yê li dijî DAIŞ’ê ne ji bo Emerîkayê ye.Bila kesek gel nexapîne.
Şerê me yê li dijî DAIŞ’ê,ji bo azadiya gelan e.
Ger me Şerê DAIŞ’ê nekirbaya,hewce nedikir ku Tirkiyê artêşa xwe têxiste herketê,hemen hemen DAIŞ’ê wê bihata bikaranîn.
Me dît ku heta Hesekê demokratîk nebe,Qamişlo nikare bi azadî jiyan bike.
– Li gorî agahiyên we gelo wê Tirkiyê karibe derbasî Qamişloyê bibe, û hîn navendên Rêjîma Sûriyê lê hene?
– Li vir eger ew êrîş çêbû, wê helwesta Rêjîma Sûriyê çibe?
Me Li Efrînê dît ev e,Artêşa Sûriyê ku ji erkê wê ye xaka xwe biparêze,me bang kir lê me jêre gotî ti artêşa Sûriyê yî were Sînorê xwe biparêze,Ema bê guman ji cihê xwe jî gavek pêşde navêt.
Me Ji Rêjîmê re got were tu ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Peymanên navdewletî ve îtîraf bi te tê kirin were sînorê xwe biparêze,Lê belê cesaret nedikir
Li vê derê çi dibe nizanim….
– Hûn dibêjin emê berevaniyê bikin, lê hûn nikarin li ber firokeyên Tirkiyê berdewem bikin, wê çare çibe?
DAIŞ’ê dema êrîşî Kobanê kir teknîkeke pêşketî li gel wê hebû,Li Efrînê jî Artêşa Tirk teknîkên herî pêşketî wiha bû,Li Cepheya Şer çiqas ma û nikarîbû yek gavê bavêjin,Belku gel şer kir û berevaniya xaka xwe kir.
Binerin heta demekê jî nikarîbûn gavekê pêş bi-avêjin li Efrînê.
Me Wekî Hêzên YPG’ê terzê Gerîlayetî pêş xist û mil bi milê gel me xaka xwe parast
Em di çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê de berdewam bin.
Ji 7 salî heta 70 Salî gerek dike li dijî dagirkeriya Tirk bisekin û nehêlin ev xak were wêrankirin.
– We ji Emerîkayê xwestiye ku “herêmên dij balefir” biçespîne?
Bê guman em ji hemû cîhanê dixwazin ku herêmeke dij balafir li Rojavayê kurdistanê were çesipandin da ev herêm ji êrîşên Tirkiyê yên hewayî were parastin.
– Pirsa dawiyê birêz Nûrî Mehmûd Bê guman gelê Rojava êrîşên dagirkeriyê protesto kir û helwesteke dijber nîşan da,bawer dikim moralekî bi hêz dide we,tişta ku hûn bixwazin ji gel re bêjin di vê qonaxê de Çiye ?
Bê guman em di pêvajoyekî mesîrî de ne,Bi hevgirtin û rêxistibûna civakê me Erdogan û partiya wî AKP bi bin xist,di heman demê de me baskê El Qaîdê li Sûriyê Cebhet El Nûsra,Terora Cîhanî DAIŞ’ê me bi bin xist,Lewra gerek dike her kurdek xwe bi rêxistin bike wekî şervanekî û siyasetvanekî.
Îro ew roje ku em pêşeroj û çarenivîsa xwe li vir diyar bikin.
Wekî Yekîneyên parastina Gel YPG û HSD’ê gelê xwe dawetî vê hêzê dikin ku xwe tê de bi rêxistin bikin.
-Zor spas Bi rêz Nûrî Mehmûd Peyvdarê Yekîneyên Parastina gel YPG’ê ser nirxandinên te.
Spas ji bona we jî[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览823
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 6
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 18-11-2018 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
普罗旺斯: 叙利亚
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-12-2024
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on20-12-2024
此产品最近更新( سارا کامەلا ):20-12-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览823
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!