Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  587,370
图片
  124,636
书籍
  22,130
相关文件
  127,039
Video
  2,194
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   总计 
275,728
Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê
Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê
Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê
#Çiya Mazî#

Gellek caran û di gellek deman de ev tişt hatiye gotin “çima siyasetmedarên Kurd bi tirkî siyasetê dikin”. Dema ku min di 94-95’an de dest bi nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kir jî heman tişt me bi xwe digot û di gelek saziyan de ev niqaş çêdibûn. Heta kesên ku di Azadiya Welat de wekî berpirsiyar bûn jî carinan ji bo van nîqaş û xwestinên axaftin û nivîsandina zimanê kurdî ji alî siyasetmedaran bi bertek û xeydan rûbirû diman dikarim bibêjim. 5-6 sal derbas bûn sala 2000 î û salên piştî wê jî heman nîqaş êdî hê bi berfrehî, hê vekirî û hê bi dengekî bilin hat bilêvkirin. Çîroka siyasetmedaran jî heman tişt bû, wan jî heman tişt heman berevanî ji bo zimanê siyaseta xwe dikirin “em mecbûr in, ma ka tu berhem heye ku siyaseta bi kurdî fêrî me bike?” û filan û bêvan. Rast bû, wan jî rast digot. Berhemên siyasetê tunebûn, tu kesê ku bi alfabeya latînî di dibistnanan bi kurdî nexwendibû, tu kesî zanîngeh nexwendibû bi kurdî û doktorayên xwe bi kurdî nekiribûn li bakurê Kurdistanê.Me nivîskaran jî carinan neheqî li wan dikir û li mirovên kurd jî dikir ku çima mirov bi kurdî naaxwînin û çima pirtûk hindik tên firotin. Bawer im hinekî jî di vî warî de em dîsa wekî serdestên xwe difikirîn û me serdestên xwe ango tirk dikirin mînak ji xwe re. Ku bi hezaran pirtûkên tirkî bihatana weşandin me digot “çima yê kurdî jî ne wisa ye?” Ku siyasetmedarên tirk bi awayekî serbest herikbar li qadan bi tirkî diaxivîn me berê xwe didan siyasetmedarên xwe ku çima ew jî bi kurdî wisa naaxivin”.Lê me ji bîr dikir ku em di çi halî de ne. Me dîroka xwe, me rastiya civaka xwe jibîr dikir. Me jibîr dikir ku hê çend sal berê ji bo axaftina zimanê kurdî bi sedan kes ketin zîndanan. Me jibîr dikir ev 90 sal in ku dibistanên zimanê wan yê bi tirkî li her deverê Anadoliyê, li her tax û gund û bajaran heye, me jibîr kiribû ku ev 90 sal in ku mirovên wan siyasetmedarên wan di zanîngehan de doktorayê xwe bi tirkî kirine. Me jibîr dikir ku ev 90 sal in ku mirovên xwendevanên wêje û zimanê tirkî bi tirkî perwerdeyê dibînin û bi dehmilyonan kes di wan zanîngehan re derbas bûne û li ser wan pirtûkên wêjeyî yên tirkî perwerdehî dîtine û ji bo wan pirtûkana ezmûn bûne û di kurs û ezmûnan de pirs li ser wan bi hezarcaran hatine kirin. Me ji bîr kiribû ku hemû jiyana wan ji bêgavî ji mecbûrî bi tirki ye û li her derê tirkî zimanê fermî ye. Ew jiyana wan e ku ew ne bi tirkî be nikarin gavekê biavêjin. Ne hewceyî ku kesî ji wan re bigota “bi tirkî biaxivin, binivîsin”, ji ber pergala perwerdeyê, ew ziman ji bêgavî diket jiyana herkesi.Belê me jî digot qey civaka me di heman rewşê de ye. Ku li ewropa jî projeyek nivîs, wêje û weşangeriyê çêbiba bi zimanê biyan gelek kesan digot bila yê me jî wisa be.Lê belê teqez divê mirov rastiya civaka xwe zanibe. Him başiyên wê him nebaşîyên wê. Ku mirov tenê nebaşî û neyiniyên welatê xwe civaka xwe zanibe an jî mirov tenê başî û xweşiyên wê zanibe ez bawer nakim ku mirov civaka xwe nas dike.Heke siyasetmedarên kurd bi kurdî siysetê nakin û nekirin, heke mirovên kurd li gor dilê me bi kurdî naaxwin û naxwînin. Ev sedemek rastiya civakê û jiyana kurdan e, ku bi salan hat gotin û bi sedan nivîs pirtûk li ser hat nivîsandin û li gor dilê me nehat guherandin divê êdî mirov tiştekî din bibêje. Mirov rêbazek din bikar bîne. Mirov li sedemine din bigere.Sedema yekemîn ku ‘heke mirov ne bêgav be ne mecbûr be, bi kurdî na-pe-yî-vin”‘. Heke zimanê kurdî li daîreyên fermî, fermî be li ser axa kurdan, heke di her derê jiyana kurdan de ew hebe, heke di dibistanan de heta zanîngehan bi zimanê kurdî perwerde hebe. Wê çaxê em jî vê pirsê nakin ku ‘çima kes bi kurdî napeyîvin?” Her tişt wê demê dê bi xwe çêbibin.Îjar rêya vêya di ku re derbas dibe? Rêya vêya ji xwe herkes dizane ku di siyasetê re derbas dibe. Bi awayê siyasî divê ev tişt bê bidestxistin. Bi hewldanên wan siyasetmedarên ku em dibêjin “çima bi tirkî siyasetê dikin” bê bidestxistin. Yê min, ez bixwe êdî ji siyasetmedaran naxwazim ku bi kurdî siyasetê bikin. Ew hêvî jî nemaye û êdî ne hewce ye jî. Bila sozên ku dane û didin bînin cîh û li pey wan herin ew bes. Bila li pey soza xwe ya ‘perwerdeya kurdî” herin û dibistanên kurdî, zanîngehên kurdî û xweseriya kurdî bi dest bixin ew bes e. Ku vana bi dest ketin û bi hezaran dibistanên kurdî vebûn û bi sedhezaran zarokên kurdan û mirovên kurd di van dibistanan re derbas bûn, wê demê siyasetmedar jî dê ji wan derkevin û pêdiviya me jî bi wan kesên bi tirkî siyasetê dikin dê nemîne. Wê demê li her derê zimanê kurdî dê bi xwe têkeve qada jiyanê û bi dehhezaran xwendekarên Kurd li pirtûkên kurdî bigerin û li ser wan nîqaşan bikin û di ezmûnan de pirs li ser wan bê kirin.Siyasetmedar dikarin bikin û wan siyasetmedarên kurd ku bi tirkî diaxivîn gellek tişt ji bo zimanê kurdî kirine jî. Ew siyasetmedarên ku em qal dikin bi taybetî yên PKK yî, yên BDP yî gelek tişt kirine ji bo zimanê kurdî. Mirov hinekî bîra xwe tev bide mirov dê mafê wan jî bide wen. Di sala 1992’an de Enstîtuya Kurdî li Stenbolê ava bû; heta niha bi dehan pirtûkên perwerdeyê derxistine û bi dehcaran kursên ziman lidarxistine û bi sedan mamosteyên kurdî gihandine.Dîsa NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) pêşî li Stenbolê hat avakirin û dû re li gellek bajarên Tirkî û Kurdistanê hatin avakirin, bi sedan hunermend di vê derê de perwerdehî bi kurdî dîtin li ser hunerê û bi dehan komên muzîkê hatin avakirin û stranên gelêrî hatin gotin û yên nû hatin afirandin. Dengbêjî bi vê re ket rojeva kurdan û dinyayê.Televizyona Med’ê hat avakirin di sala 1993’an de û li hemû dinyayê ji alî kurdan ve hat temaşekirin û gelek ders jê hat dîtin. Pê re jî kanala muzîkê jî gellek kar û xebat kirin di derbarê ziman û muzîkê de. Hema hema hemû dengbêjan xwe di van Tv yan de dan naskirin û klamên xwe gotin. Ev Tv nêzî 20 sal e ku xizmetê ji kurdî re dike.Bi wê re girêdayî, TZP ya kurdî û Kurdî Der’ê bi sedan kurs li dar xistine û bi hezaran dehhezaran kes di van kursan re derbas bûne û hînî zimanê kurdî yê xwendinê bûne û bûne mamosteyên zimanê kurdî. KURDÎ-DER a ku bi Enstîtuyê ve girêdayî ye hema hema li her bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê şaxên wê hene, li gellek cîhên metrepolên Tirkiyeyê jî şaxên wê hene; wekî li îzmîr, Mêrsîn, Edene, Ankara wd. Hê jî ev kurs û perwerdeyî didomin.Rojnameya Azadiya Welat wekî ‘Welat’ di sala 1992’an de dest bi weşana xwerû bi kurdî kir, ev nêzî 22 sal in ku bê navber weşanê dike. Qalîteya wê kêm be an ne kêm be jî, bi sedan xwendekar bi dehan nivîskar afirandiye. Hema hema pirên nivîskarên, bakur û rojavayê Kurdistanê di vê rojnameyê de nivîsandine û xwe bi xêra wê bi pêş xistine. Ez jî yek ji wan im. Yên ku aniha dijberiyê bi vê xetê dikin jî bi piranî di vê pergalê re derbas bûne û bi xêra vê rojname û enstîtuyê xwe di warê zimên de bi pêş xistine. Van kesên ku bûn nivîskar jî bi dehan pirtûk çap kirin û wan jî bi dehan xwendekar afirandin û ew xwendekarana jî hinek jê bûn nivîskar. Weşanxane hatin avakirin, wekî Aram û filan bêvan, bi dehan pirtûkên kurdî çap kirin. Ev hemû bi piranî bi saya van saziyana ango bi saya siyasetmedarên xeta PKK’ê û BDP’ê bûn. Mirov nikare înkar bike, nabe. Çiqas em dibêjin “çima bi tirkî diaxivin” jî, di navenda PKK’ê û KCK’ê de lijneyên ziman hene, belkî bi dehan kurs li serê çiyan bi kurdî hatine dayin. Pirê wan êdî bi kurdî diaxivin. Bi hezaran şervan-gerîlla bi kurdî dixwînin, bi kurdî dinivîsin û bi dehan gerîlla di girtîgehan de bi kurdî pirtûkan dinivîsin, bi dehan hatine çapkirin û hê jî tên çapkirin. Heta weşanxane gelek carî dosyayên ji şervanên ku di girtîgehandene tên, naweşînin, ji bêderfetiyê.Bi baweriya min divê ev hemû kar û xebat li ber çav bê girtin û piştgiriya siyaseta niha ku dibêje emê perwerdeya kurdî bikin, emê dibistanan ava bikin û di her qadên jiyanê de kurdî bikin zimanê kartêker, bê kirin.Îjar gelek kesên ku digotin û dibêjin “çima bi kurdî siyasetê nakin an jî çima bi kurdî na axivin û çima Kurd li zimanê xwe xwedîdernakevin?” jî bi kurdî naxwînin û nedixwendin. Gelek kesên ku van pirsana dikirin jî bi tirkî dikirin û di rojnameyên tirkan de bi tirkî dinivîsîn. Gelek kesan tenê ji bo ku di xetên berevajî BDP û PKK’ê de bûn ev pirsana dikrin. Gelo çend kesan ji wan pirtûkên kurdî xwendine û bi kurdî dinivîsîn an diaxivin? Ku herkesê vê pirsê dike jî bi kurdî biaxivin û bixwînin jî ne hindik e û divê her kes ji xwe dest pê bike. Hemû civak ji siyasetmedaran pêk nayê, bi milyonan mirov ji derveyî siyasetê ne. Kê, kîjan siyasetmedarî ji mirovan re gotiye bi kurdî nexwînin? Gellek carî ev dibe bahane ji mirovên xemsar re. Êdî dema axaftinê dema wan pirsanê ji siyasetmedaran tê kirin jî derbas bûye. Dema projeyên kurdî, dema projeyên akademîkûgiran hatiye.(22-05-2014 Azadiya Welat)
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,323
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 56
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 22-05-0104 (1922 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-09-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on27-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,323
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!