Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,773
图片
  124,280
书籍
  22,112
相关文件
  126,236
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Li Bakurê Welêt Gundên Êzdiyan Hatine Dagirkirin
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li Bakurê Welêt Gundên Êzdiyan Hatine Dagirkirin
Li Bakurê Welêt Gundên Êzdiyan Hatine Dagirkirin
=KTML_Bold=Li Bakurê Welêt Gundên Êzdiyan Hatine Dagirkirin=KTML_End=
Ibrahîm Osman

..Bi bê bextî, bi çavsorî, bi darê zorê, hewil didin ku gund û milkên me, bi temamî ji me bistînin, rehên me ji axa me bi birin, me bê kok bihêlin, da ku em bê cî bimînin, bihilin, wenda bibin...
Li gorî kozmogoniya Dînê Êzdiyan, ax maka hebûn û zayinê ye, pîroz e. Em ji axê peyda bûne, ax bi bereketa xwe me xwedîdike, qirêj û gemara me ya li ser rûyê dinyayê pak dike, di encamê de, em careke din vedigerin ax ê.
Lewre eger gundên Êzdiyan ji wan hatin standin, ji axê qutbûn, dê tu tişt li dewsê nemîne. Jixwe merema xêrnexwazan jî ev e. Fermanên Omer ê Bîn Xetap, ên Osmyniyan, Bedirxaniyan, Paşayê Kore û DAIŞ ê li Êzdiyan rakirin, temam nebûne, nîvçe mane, ev kesên ku hewil didin Êzdiyan ji axê qut bikin, dixwazin fermanan bigihînin encamê.
Weke polîtîkayeke paqijkirina etnîkî, di çarçoveya planekê de, li Wêranşar, Mêrdîn, Amed û Batmanê çend gundên Êzdiyan ên ku mabûn jî, hatine desteserkirin, dagirkirin.
Ev gundên ku miriyên me, hestiyên bavûbavpîr, dayik û dapîrên me lê veşartî ne, ew sedema hebûna me ne. Çand, ziman, hest û hêviyên me lê hatine binaxkirîn. Bi qutkirina ji axa kal û bavan re, rehên me yên jiyanê tên birîn. Ev, qirkirineke malwêran û kambaxe ji bo miletê Êzdî. Eger gelê kurd Êzdiyan wenda bikin, bi vê wendabûnê re dê gelek tişt wenda bibin!
Li dijî vê neheqiyê Êzdî çi qasî dikin qîrîn û hawar jî, dengê wan naçe kes î. Li hember vê zulmê bêdengiyeke ku qet neyê aqilan heye.
Ez dizanim ku hinek wê ji vê tespîta li jêr, aciz bibin, lê bi rastî li Kurdistanê, halîhazir ji bo Xaltan, Şerqiyan û Toriyan, ez dikarim bibêjim, ji bo giştîya Êzdiyên Bakur, êdî ciyê starê nema ye.
Zulma Dinê li Dinê a gur jî li bizinê! Ji gotinên pêşiyan.
Teyrek heye, teyr û lawir giş bi wî de fisan dikin, ew jî vedigere malê, bi çelikên xwe de, fisan dike.
Rewşa me û kurdên ku ola xwe guhertine, bûne Musliman, di van her dû mînakên de xweş tê zimên.
Kî ne ên gundên Êzdiyan dagir kirin e? Sebeb çi ye, çi ma?
Belê qet şik nîne ku, ên terka ola xwe kirine, çand, edet, bext û netewetiya xwe jî vê re wenda kirine.
Bê guman, ên ku li gundên me, mal, milk û warên bav û kalên me, bi çavsorî asê bûne, di rengê me de ne, bi zimanê me diaxifin, ji netewa kurd in. Lê Dîn û Îmana wan, cûda ye ji Dîn û Îmana me. Ferqa me û wan, em Êzdî ne, bê pişt û bê kes in, ew Muslimanin, Sûnine û xurt in.
Gundê Kelokê (Li Navçeya Bişêriyê ye) di vê mijarê de, mînaka herî zindî ye. Binêrin, li gel çendîn biryarê dadgehan, ên jor û jêr, xwediyên gund mafdar hatine qebûl kirin û dadgehan biryar dane ku lazime gundê wan were teslim kirin jî, ên ku gund dagirkirine piştî biryara dadgehê jî, ji gund derneketine. Li mal, xanî, milk û erdên gundiyan asê bûne, dernakevin. Ew qasî jixwe bawer û çavsor in, ku hê roja destpêka dadgehê ji Êzdiyan rê digotin, Êrê heke dadgeh heq bide we jî, ma em heq didin we!
Tu kes li Êzdiyan xwedî dernakeve. Ne partî, ne rêxistinên qaşo Mafê Mirovan, ne eşîr û ne jî dewlet. Helbet hesabê her kesî li gor berjewendiyên wan diguhere. Lê sedem çi dibe bila bibe, qutbûna Êzdiyan ji welêt, ji rûreşî û sosretê jî kambaxtir e.
Li ser rûyê vê dinyayê, hêviya me berê ji Xwedê û Tawisî Melek ê, pişt re jî ji tevgêra azadiyê ye. Ku rojekê heqê Êzdiyên belengaz li wan vegerîn ê.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,014
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 62
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 13-01-2017 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 22-09-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on23-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,014
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!