Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,206
图片
  124,176
书籍
  22,100
相关文件
  126,067
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   总计 
274,249
GOTINEKE NÛ DI WARÊ LÊGERÎNÊN OLA KEVNAR A GELÊ KURD – ÊZDÎTÎYÊ DA
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
GOTINEKE NÛ DI WARÊ LÊGERÎNÊN OLA KEVNAR A GELÊ KURD – ÊZDÎTÎYÊ DA
GOTINEKE NÛ DI WARÊ LÊGERÎNÊN OLA KEVNAR A GELÊ KURD – ÊZDÎTÎYÊ DA
=KTML_Bold=GOTINEKE NÛ DI WARÊ LÊGERÎNÊN OLA KEVNAR A GELÊ KURD – ÊZDÎTÎYÊ DA=KTML_End=
Wezîrê Kaşaxî

Her çiqas xudanê vê pirtûkê bi xwe ewê wek “lêpirsîneke zanistî-rojnamegerî” nav kirye, lê ew lêgerîneke ciddî ya zanistî ye, ya ku nirxandina bûyerên dîrokî yên ji demên kevnar heya destpêka sedsala XX hildigire nava xwe.
Jibo pirtûkxaneya we.
Di Ameda paytexta Bakûrê Kurdistanê da ji hêla weşanên J&J va pirtûka mamosta Ezîz ê Cewo ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere?” hatye weşandin.
Her çiqas xudanê vê pirtûkê bi xwe ewê wek “lêpirsîneke zanistî-rojnamegerî” nav kirye, lê ew lêgerîneke ciddî ya zanistî ye, ya ku nirxandina bûyerên dîrokî yên ji demên kevnar heya destpêka sedsala XX hildigire nava xwe. Ev berhema zanistî di derbarê pirsa dîtinên lêpovajî û tewş ên li ser ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê û wê civaka netewî-bawerîyê ye, ya ku dora wê saz bûye. Û li ser vê bingehê xudanê pirtûkê rêyên vejinandina rastîya dîrokî dîyar dike. Bi vê ra wisa jî, di dema lêgerînan da ew wisa jî hinek rûpelên dîroka kevnar a gelê kurd û ya cînarên wî yên ji demên Padişahtîya Medyayê va ronî dike. Ew analîz, ên ku di vê pirtûkê da tên pêkanîn, pirê caran xwe dispêrin encamên lêgerînên zimanzanî-êtîmolojî.
... Di pirtûkê da ji hêla dîrokî va ew bingeh, çavkanî û jêder tên nirxandin, ên ku bûne sersedemên derketina dîtinên lêpovajî yên li ser gelê kurd – ji demên pêşîyên wan – medên kevnar va heya van rojên me...
Ew daneyên rastîn û bûyerê pêkhatî, her weha dîtinên lêpovajî yên li ser pêşîyên gelê kurd – medên kevnar û ola gelê kurd a kevnar a berî zerdeştîyê – êzdîtîyê, yên ku di vê pirtûkê da tên nirxandin, ji hêla zanistî va pir balkêş in. Û, wek ku xudanê pirtûkê bi xwe diyar dike, hema ew jî, wek qinyatên sereke (matêrîal), ji bo lêgerînên vê mijarê bûne bingeh.
Xudanê pirtûkê li ser bingeha hemberhevkirin û analîza zanîyarî, dane û bûyerên dîrokî û dîtinên lêpovajî yên li ser wan, di nava çarçoveya wan rastîyên wê demê da nirxandine û hewl daye, ku ji hêla pêşketinên dîrokî yên civaka mirovahîyê va, teref û teybetîyên vê olê û bîrûbawerîya wê derxe zanebûnê û ravebike.
Wek ku xudanê vê berhemê mamosta Ezîz ê Cewo dîyar dike, armanca van lêgerînan ew bûye, ku li ser bingeha zanyarîyên dîrokî û dîyarkirina taybetmendîyên sereke yên êzdîtîyê û bîrûbawerîya wê, sedemên bingehîn ên derketina wan dîtinên lêpovajî yên li ser vê olê derxe holê – di kontêksta dîroka kevnar ya gelê kurd da, yê ku peyhatîyê rastedêr ê wê şaristanîya kevnar bûye, ji Împêratorîya Medyayê heya êzdîyên îroyîn. Û li ser vê bingehê jî, ji hêla xudanê pirtûkê va sedemên derketina wan dîtinên lêpovajî yên li ser vê ola kevnar a gelê kurd, yên ku ketine bingeha  nirxandinên  lêgerîner û olazanên bîyanî (û ne tenê yên wan!) ên di derbarê vê ola kevnar, êkzotîk û bi sur û sêr da.
Û ji bo vê jî di vê berhema lêgerînî da zanîyarî û daneyên bêmînak yên pirtûka oldar û ezdazanê ermenî yê destpêka sedsala XX S. V. Têr-Manvêlyan a “Kurmajên yêzîdî” hatine nirxandin. Ji ber ku, wek ku mamosta Ezîz ê Cewo bi xwe diyar dike, ev pirtûka ji hêla dewlemendîya zanîyarî û daneyên xwe û, bi giştî, wek gotineke zanistî, bi naveroka xwe ya pirrengî va, pir hêja ye. Ev hemû zanîyarî û nêzîkbûna xudanê pirtûkê bi ravekirina matêrîalan ra, her weha mêtoda analîzên wî, bingeha matêrîalî ya destpêkî ya vê berhemê dewlemend kirine. Û ji bo nirxandin û ravekirinên zanistî û têbînîyên cihêreng, mamosta Ezîz ê Cewo di vê pirtûka xwe da hinek parçe ji wê pirtûka Têr-Manvêlyan bikaranîne. Û ev parçeyên wê pirtûka navborî bûne parçeyekî bingeha matêrîalî ya vê lêgerîna mamosta Ezîz ê Cewo. Û ew hemû, wek pêvek, ji bo legerînên zanistî, makkirin û nixandinên rexneyî yên wan dîtinên lêpovajî hatine bikaranîn, ên ku li ser bingeha çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan di cîhana kevnar da hatine sêwirandin.
Mamosta Ezîz ê Cewo di vê berhema xwe ya zanistî da wisa jî peydabûna van çîrokan û çêbûna dîtinên cihêreng ên dûrî heş û sewdayê mirov, yên ku li ser bingeha wan ava bûne, bi zanistî ravedike û dinirxîne.
Bi vê ra wisa jî, ji hêla mamosta Ezîz ê Cewo va aghîyên çavkanîyên kevnar hatine nirxandin, ên wek: “Dîroka” Hêrodotos û “Dîroka Ermenîstanê” ya Movsês Xorênatsî. Di dema lêpirsînê da wisa jî agahî, dîtin û encamên lêkolînên zanistî yên nivîskar, zanîyar û lêgerînerên navdar, ên wek: Abovyan X. A., Dyakonov Î. M., Ekrem Jemîl Paşa, Êndryû Kollînz, Marr N. Y., Maxmûdov N. X. (Nadoyê Xudo), Mêntêşaşvîlî A. M., Mînorskî V. F., Pûşkîn A. C., Rîçard Fray, Vîlçêvskî O. L., û yên dinê.  
Mamosta Ezîz ê Cewo bi xwe evê lêgerîna xwe her wek gava yekê hesab dike, ya ku li ser rêya wan lêgerînên rastîn ên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê, di nava çarçoveya pêşketina dîrokî ya civakê û pêvajoyên civakî-siyasî û olî yên wê demê da, divê pêk bên.  
Ev gav, ên ku xudanê pirtûkê di warê nirxandinên heralî û komplêks ên taybetmendîyên vê olê da avîtine, bingehekê ava dikin, ji bo ku ji vir û pêva jî lêgerînên vî warî bên domandin. Û bi  lêgerînên vê olê va jî gelek tişt girêdayî ne, bi taybetî jî, wek ku ezdazaanê xrîstîanî yê destpêka sedsala XX S. V. Têr-Manvêlyan dibêje, “... pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan”.
Di vê pirtûkê da, wek ku xudanê wê mamosta Ezîz ê Cewo bi xwe dinivîse, di kontêksta pêvajoyên pêşveçûna civakî da, hem jî ji hêla awayên pêşveçûnên çandî û olî yên civaka êzdîyan (a êtno-konfêssîonalî) va hatine pêkanîn. Di nava wan lêgerînan da wisa jî cîyekî girîng ji bo evê bîrûbawerîyê bi xwe hatye veqetandin, a ku ji bo avabûna civaka êzdîyan bûye bingeh. Di dema lêgerînan da ne tenê analîzên civakî, dîrokî, wisa jî yên zimanzanî-êtîmologî hatine pêkanîn, û bi saya vê jî gelek sersedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş û nêrîna mejûyê nexweş û dûrî heş û sewdayên mirov ên li ser vê olê hatine ravekirin.
Û analîzên vî rengî jî di nava tomerîya xwe ya komplêks da encamên xwe dane...
Li ser encamêm analîzên zanistî yên zanîyarî, dane û matêrîalên dîrokî û wisa jî yên bingehên bîrûbawerîya êzdîtîyê, ên ku di nav gel da hatine parastin: di zargotina gelêrî – afrandina wî ya zarkî da, di rabûn-rûniştina wî ya kevneşopî da, di dua-dirozge û jîyana wî ya rojane da, xudanê pirtûkê digihîje van dîtinan:
– yên êzdî, wek ku hemû gelê kurd, peyhatîyên rastedêr ên medên kevnar in; ewana ola pêşîyên xwe – êzdîtî perestine;
–  navê ola êzdî ji navê Xwedê – Êzdî//Ezda tê, ev jî peyveke têkel e, û ji hêla xwe va ji peyverêza  yê ez dayî saz bûye, ango, yê ku ez dame, sêwirandime; û êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye;
–  lê peyva Êzîd//Yezîd  ji navê xelîfekî cîhana îslamê tê – Yezid ben-Mûawya bên- Ebû-Sifyan benî-Ûmeya tê. Yên êzdî wî wek sultan Êzîd nav dikin. Û ev jî, tu têkilîya xwe bi ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê ra nîne;
–  di dîroka ola êzdî da du serdemên cuda hene: seredemek ya berî Şêx Adî bûye, ya dinê – ya pey Şêx Adî ra. Û ev ola, piştî rêformên têkilîdarî navê  Şêx Adî, êdî êzdîtîya di kirasê îslamê da ye, lê ya berî wan rêdforman ew êzdîtîya kezî ya pîroz bûye;
–  her çi jî hebe, beşekî kurdên êzdî, yên ku welatê xwe zêdetirî dused salî berê terikandine, gelek taybetî û hêman, nirx û hêjahîyên ola êzdî parastine;
–  daneyên di derbarê lêpovajî û tewşkirina agahîyên dîrokî û teknolojîyên qirêj ne ku tenê di serdemên dîroka mirovahîyê yên nû û nûtirîn da rastî mirov tên, lê wisa jî di dîroka kevnar a mirovahîyê da hebûne; û dîroka kurdên êzdî û pêşîyên wan – medên kevnar jî, her tenê parçeyekî wan bûyerên wê demê ye;
–  hemû dîtinên lêpovajîkirî yên di derbarê êzdîyan û ola wan da destpêka xwe ji demên têkçûn û hilweşîna Împarotorîya Medîya kevnar hiltînin;
–  hemû agahîyên ji ber xwe derxistî (hinartî) û dîtinên lêpovajîkirî ên li ser pêşîyên kurdên êzdî bi giranî rola xwe ya neyînî di karê peydabûna agahîyên bêwate û vala ên di derbarê ola wan a kevnar da lîstine. Û evan agahîyana jî ne ku tenê di jîyana gelê kurd da roleke çarenûsî ya ne qenc lîstine, lê wisa jî, sed heyf, ku gelek caran ji bo “lêgerînên” hinek zanyar û nivîskarên cîhanê yên bi nav û deng û xwedî bandor bûne bingeh;
Mamosta Ezîz ê Cewo dibêje, ku ev lêgerîna wî jî gavek e, li ser rêya lêgerînên êzdîtîyê yên piralî; ji vir û pêva jî lêgerînên zanistî yên vê ola kevnar, ya ku yek ji olên bi sur û sêr û êkzotîk ên cîhana kevnar e, wê bidomin.
Ji ber ku, her çi jî bûye, evê olê û bîrûbawerîya wê gelek taybetîyên xwe parastine û gîhandine rojên me, ev lêgerîn jî, dê gavekê jî me nêzîkî têgihîştin û ravekirina bingehên wê yên destpêkî bikin; û ji bilî vê, ji vir û pêva jî, dê lêgerînên bingehên bîrûbawerî û dîtinên di derbarê sêwira cîhanê û gerdûnê da pêk bên, ji ber ku ola êzdî û civaka êzdîyan a êtnîkî-bawerî hema li ser bingeha van avabûne; û ev hemû bi hev ra wê di gelek cîhan da derfetan biafirînin, ku mirov pêvajoyên dîrokî yên wê demê û wan guhartinan têbigihîje, yên ku pey rêformên Şêx Adî yên dewra XII ra pêk hatine;   
Ji bo ku bi giştî, hemû taybetîyên vê bîrûbawerîyê û civaka êtnîkî-olî, ya ku li ser bingeha wê ava bûye, di nava tevahîya xwe da, bi her alîyan va bên lêgerandin, bi dîtina mamosta Ezîz ê Cewo, divê ew matêrîal û encamên wan lêgerînan, ên ku heya îro berev bûne, di nava sîstêmeke hevbeş da bên  analîzkirin; ji bilî vê divê wisa jî nêrîn, dîtin, gotin û lêgerînên zanistî yên cuda bi zanistî bên nirxandin. Ev hemû jî wê bingeheke zanistî ji bo lêgerînên vî warî yên pêşerojê saz bikin. Bi dîtina mamosta Ezîz ê Cewo, girîng e, ku wisa jî lêgerînên ezdazanîyê  (têologî)yê bên pêkanîn, ji bo ku hemû taybetîyên vê olê bên ravekirin...
Û ji bo hemû taybetîyên vê olê, yên ku wê ji olên kevneşopî cuda dikin, di nava tomerîyeke hevbeş da bên lêgerîn û, wisa jî, wan hemûyan jinûva derxin zanebûnê, bi nêrîna xudan pirtûkê, wisa jî pêwîstî bi zanînîn û dîtinên erkdarên olî yên xwendî û zane heye, yên ku, qet na, hema hinekî, bingehên vê ola kevnar, ên ku di qalibê îslamê da hatine parastin, ji deremên (hêmanên) bîyanî, ferq dikin; li ser vê rêyê jî, bi nêrîna mamosta Ezîz ê Cewo,  gava yekem dikaribû amadekirina mijarnameya planî ya ji bo gengeşîyên zanistî bihata amadekirin; û li ser vê  bingehê jî dikaribûn amadekarîyên lidarxistina sîmpozîûm û konfêransên zanistî yên li ser vê mijarê bihatana lidarxistin.
Ev pirtûka, her çiqas taybetîyên xwe va lêgerîneke zanistî ye jî, lê ji ber şêwazê vegotinê û sazîya xwe, ewê wisa jî ji hêla xwendevanên sade yên ne pispor va bi baldarî bê xwendin.  
Pirtûk ji 284 rûpelan pêk tê, kurtenaveroka wê ya îngiîzî heye (Tomerîkirin/Summari) û wisa jî ew bi pirek fotowêneyên baêkêş û şirovaneyên wan va dewlemend e. 
Wezîrê Kaşaxî – şirovegerê malpera “Kurdistan today”
Çavkanî:
http://kurdistan.today/novoe-slovo-v-oblasti-izucheniya-drevnej-religii-kurdskogo-naroda-ezianstva/
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,365
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 172
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 25-06-2017 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-09-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on22-09-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):22-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,365
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!