Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  587,195
图片
  124,599
书籍
  22,129
相关文件
  126,863
Video
  2,194
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   总计 
275,377
ZİMAN Û CİVAT
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ZİMAN Û CİVAT
ZİMAN Û CİVAT
=KTML_Bold=ZİMAN Û CİVAT=KTML_End=
Cano Amedî
09-09-1996

Îro gelê kurd li çar alîyên welat hişyar bûye, agirê têkoşînê geş dike û dixwaze rojên azad û serbixwe di demek nêzîk de pêk bîne. Li dijanî gotinên dagirkeran, gelê kurd bi hemû zaravên xwe ve, dizanabûna rastîya xwe daye. Kurmanc, Zaza, Soran; Goran hemû jî zaravên zimanê kurdî ye. Yekîtîya zimanê kurdî jî, ji dewlemendîya van zaravan tê. Her zaravek rengek e, her zarave dewlemendîyek e!
Ji bo ku em zimanê xwe li ser bingeheke zanîstî bidin rûniştin, divê em bala xwe bidin qeydên rêzimanî û jê re rêyekî nûjen bibînin. Ji bo ziman bersîva hewcedarîya mîrovan/civatê bide divê pêşkeve. Em hemû dizanin ku zimanên bersîva civatan nede ew ziman ji malbata zimanê mirîye.
Bê guman ku ji hoyên bûyûna netew de yekîtîya ziman pêwîstek mezin e. Ziman li hemberê dijmîn çekek dijware. Ziman hînkirin wezîfa hemû kesane, lê ya herî mezin li ser milê rewşenbîr û şoreşgeran e! Çiqas ku windakirina ziman bi polîtîkayên “asîmlasîyoncu” çê dibin jî, lê dîsa jî gelên li zimanê xwe xwedî dernakevin divin alîkarên dijmînê xwe. Ji ber vê yekê hînkirina ziman barekî giran, berpirsîyarekî mezin dixwaze. Ev karê hanî piranî li ser milê rewşenbîran, xwedevanan û şoreşgeran e. Di têkoşîna azadî û serxwebûn de rolê rewşenbîran cîhekî giranbuha digire. Di jiyana civatê de ev kesên hanê him li hemberê derûdora xwe him jî li hemberê civatê de wek neynikekî ye. Her tim li ber çawanin, balkêş­a gel û ya dijmîn li ser wan in. Kesên ku ji xwe re dibêjin “ez kurdim, ez şoreşgerim, ez sosyalîstim, ez rewşenbîrim, ez oldarim û hwd” divê ji herkesî zêdetir zimanê xwe zanibin. Lewra ziman, di jiyana civatê de pir cîhekî girîng digire; danîn û stendin, perwendî û hwd hemû bi alîkarîya ziman çê dibe. Hemû dizanin ku neteweyek bê ziman wekî kor û keran pêşîya xwe nabînin-tu tiştekî nabihîzin.
Ji bo ku em zimanê xwe li ser bingehekî zanîstî bidin rûniştandin. Divê em bala xwe bidin qeydên rêzimanî. Ji bo vê zanabûnê ji dîvê rewşenbîr, zimanzan û yên di wê mijarê de pisporin gere zû dest bidinhev û xebatekî akademî di bin dezgehên ziman de bidomînin. Wê gavê xwendevan û yên ji nû ve dest bi hînkirina ziman dikin wê pir tengasî nebînin. Ji bo zimanekî çalak û dewlemend dibe her rewşenbîr û kadroyên polîtîk wek mamosteyekî ziman xwe berpisîyar bibînin. Her sazî û dezgehên çandî, rêxistinî û partîyên kurd wek dibîstanekî rolekî bileyizin.
îro li çar perçên welat de, li ser gele me, polîtîkayên “asîmlasîyoncu” domdikin. Hemû dewletên dagirker, dixwazin gelê kurd bêziman, bêmaf û bêrêxistin bihêlin. Kesên ku jiyanekî rêxistînî diparêzin li gor dagirkeran ew “xayinin” û armanca wan ew e ku sazûmana îroyin xerab bikin. Ji ber vê yekê diyar dikin ku bi tu awayî mafê me tune ye. Kesên ku di nav jiyana rêxistinî de ne her tim dibin talûkekî giran de ne. Lewra dijmîn wilo hove ku ji sîya xwe ditirse. Welatparêz û rewşenbîran dikuje, direvîne, dişewitîne û windadike. Tu kes dengê xwe dernaxe, wekî herkes li benda dora xwe ye. Tu kes nabêje ev çiye? Çi dibe? Çima em dibin destê dijmîn de dipelixin? Yên bersîva van pirsan zanin û bersîv didin her tim tên kuştin. Yên bersîv nizanin jî wek xulaman li ber der dijmîn radikevin! Ji ber vê yekê di van demên dawî de çend sloganên balkêş bala min kişand, ez dixwazim wan dubare bikim: “Bêdeng nemîne, tu bêdeng bimînî wê dor were ser te jî; îro çi bê serê min, ji bîr neke wê sibê bê serê te jî”
Gelê kurd ji bo jiyanekî azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahîyê, ji bo mafên gelemperî têdikoşe. Tîrêjên tekoşîna gelê kurd li çaranserê welat belav buye û îro ji doh rindtir rîya rizgarîya netewe ronî dike. Em îro li gor do him xurtirin him jî nêzîkî rojên azad in. Em bi vê bîrûbawerîyê behtir bawer dikin ku gelê kurd di nav civaka mirovahîyê de cîhê xwe bi nasnamekî azad bigire.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,396
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 51
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 09-09-1996 (30 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-07-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on20-07-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):20-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,396
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!