图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,498
图片 105,504
书籍 19,430
相关文件 97,453
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welî Sebrî: Yar û Mirad -15
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad

Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -15-=KTML_End=
Weli Sebrî

Hêsîrî bû, berxo. Hêsîriya dinyayê li me barîbû û heke tu rabî heft roj û heft şevan qalê bikî jî dîsa tu nikarî bînî zimên û safî bikî. Ji ber şûrê Romiyan rev û xilasî nebû û yê mir, mir û yê reviyan jî çûn û ji axa vî welati dûr bûn.Tu yê bibêjî ka çareserî çi ye…? Helbet, jê ra çareserî heye ku te yekitiya xwe saz kir bi qewt î, û her weha pişta jî zû bi zû nayê erdê.
Ji xwe ber we yekê bû mîrê min rabû ser pîyan. Dostên bi xêr ji birayên bêxêr pir û pir çêtirîn in. Bira nabe dost, lê dost her tim bira ye.
Ji me ra ne dost û ne jî yarek hebû berê xwe bideme û were hawara me. Na, nebû. Qaşo Bolşevîkan qala maf û heqî dikir û ew jî bêxêr derketin û nebûn alikar û nehatin.
Timî Mîrê Zirav berê xwe da netewan û ji wan alîkarî xwest.
Li Ezromê jî wî Konsolosxaneya Urisan kiribû wek rêya avê û her dihat û diçû.
Lê Uris bêbext derketin. Îca mînak nine Pîrika te bide. Ûsiv Beg, (Usiv Ziya) hîtê mêran û merivekî zana bû.
Ji siyasetmedarên birûmet yek û gula bexçê Kurdîstanê bû. Bi navê rêxistina Azadiyê berê xwe da Bolşevîkan û çû Gurcîstanê, lê xwezî qet neçûya. Bolşevîkan alîkarî neda wî û Usiv Beg jî destvala vegeriya.
Bolşevîkan rabibûn pere dabûn wî, lê wî jî nexwestibû bigre. Ji ber ku ji bo peran necûbû û pirs jî ne pere bû. Ew ji bo ku piştgirtiyê bidin berê xwe dabû wir û çûbû.
Qaşo di helwesta Bolşevîkan da pirsa miletên bindest disekinî û pirsa wan wek pirs û pirsgirêka xwe didîtin û dizanin. Çi digere.
Dev jê berde, tê da berjewendî ku hebûye dostanî heye. Ku nebûye jî merivan hem kor û hem şaş dihêle.
Ji Bolşevîkan ra ezîz Kemalê Selanikê û wan jî berê xwe dabû Enqerê û parastina maf û heq jî ji wan ra tiştekî derew bû.
Dêmeg, ciyê ku berjewendî lê bûye tu nikarî qala maf û heq bikî. Çi dost û çi dostanî.
Çaxa ku te gotibe dost, divê avên heft newalan ziwa bibe. Eha, di rewşekî weha da Mîrê min rabû û dest bi xebat û çalakîyên xwe kir. Meriv hene wek Çiyayê Agirî disojin û ronahî didin. Mîrê Zirav jî, ji wan yek bû. Belê, yek…”
Agirê tifikê pêda pêda vedimirî. Bi xwe rabû û çû û di vegerê da jî bi xwe ra çend qot û hin darên hişk anî û da ser agir.
Wek daran dil û cîger ku bi şewat bûye, ew jî elawê digre. Ji xwe dilê Pîrikê ne tenê îro, lê her tim bi şewata xwe bûye. Her gotinek wê bi şewat û ji dilê wê yê birîndar diherikîn û dihatin der.
Di wê şeva tarî da axaftinên wê carê carekê vedigeriya û dîsa li hestê wê dida.
Got:
“Dilê vê Pîrikê her û her bi jana xwe ye, berxo. Dil e û tu çer dikî bike dîsa jî bi wê jana xwe dimîne.
Çi bikim ku li mal jî bastiqê tirş, nîne. Ku hebûya Pîrika te di avê da diçelqand û di pey ra jî digirt û di ser vê ciger a sotî da werdigerand. Na, di çûyîna bajar da kalikê te min ji bîr kiriye û lewma jî neaniye…”
Di pey ra jî vegeriya delalê xwe û got:
“ Min bi qurban! Ger ku xewa tê delalî hatibe tu bibêje min û emê babeta xwe bihêlin ji rojekê din ra. Ka te got çi?”
Delalê wê û axaftinê di nivî da bihêle.
Got:
“Na, Pîrikê! Xewka min nîne û naxwazim tu yê axaftina xwe bi dawî bikî. Heta neqede tu wer bizanbe ku xew nakeve çavê min û ez nikarim herim razim…”
Pîrika reben dikarî çi bike û çi bibêje. Berxê wê her bi guhdarî û bi wê mereqa xwe bû. Na, wî riza nedabû Pîrikê û bi xwaziya xwe bû.
Yekem, got:
“Madem dixwazî, de baş e; axaftin ji min û guhdarî ji te…”
Di pey ra jî wê dîsa berê xwe da peyvan û got:
“Nizanim, berxo. Pîrik nizane ka ji te ra çawa qalê bike û çawa bîne zimên û bibêje. Di qalkirinê da peyv diperitin û hevok ji xwe fedî dikin. Ka bibêje şev hene ji ber gotinên êşdar neperitin ku êvara vê şevê jî neperite.
Ne şerm û ne heya bû. Ne însaf û ne îzan bû.
Navê ku kalikê te qalê kiriye û aniyê zimên navekî giran û birûmet e. Ew rûmetek ji rûmeta vî gelî ye.
Ji me ra navê wî navekî ezîz e. Heta ku dinya şên û ava bûye de bila dê bibêje û weled jî bi guhdariya xwe be.
Belê, ew bi wê navê xwe yê ezîz dî dîroka vî miletî da her û her dijî. Tu nemirek nîne, bi navê xwe winda bibe.
Helbet, bi wê navê xwe yê zêrîn dilê me da her û her dijî. Çû, lê zû çû.”
Bi qasî çend xolekan bêdeng ma û ji xwe dûr bû. Neviyê wê, serê xwe danîbû ser çongek wê û bi guhdariya xwe bû.
Wê çavên xwe kutabû tirafa agir û diaxifî. Dilê wê bi şewat û wê ji stranek gelerî çend rêzik xwend. Xwend û got:
‘Mîrê min tu rabe serê xwe hilde
Serê me Kurdan bi te bilinde
Ne wexta te bû tu çûbû gorê
Te Kurd hîştin ber vê zilm û zorê…’
Çarîna wê ji stranekê gelerî bû. Xwendibû, lê wek çawa tu ji helbestekî bixwînî, xwendibû. Xwest, lê nekarî qise bike. Peyvan rê neda wê ew biaxife. Hevokên wê wesle wesle û bi şînî bûn. Di gewriya wê da her peyvekê wê bibû gire û nedihatin der.
Bixwesta jî, nedikarî biaxife. Ji ber ku carekê girê li gotinên wê ketibûn. Tiştê ku di wê gavê da wê dikarî bikiraya lorîn bû; lorîna ku ji kûrahiya dilî diherike.
Wê jî, lorand. Lorand û di pey ra jî bi dengekî melûl melûl stra:
***
“Fatma yê bi sê dengan bang dikir digot de lê lê Çerkeziyê
Porê min û te va kurr kirî bûyê
Ezê bi Paltokan diketim Erzrom ha li vî girî
Li derê mihkema îstiqlalê diketim ji hewala
Dilê min ra dar û tirî
Eger xelkê wenda kiriye mal û halê temelikê dinyalikê
Min evdalê xwedê wenda kiriye
Navmila pehn çepilê dirêj suretê sorê bi xurî
Gazin û loma ji min nekin
Çawa îsal pêra li min wenda bûye Xalid Begê Cibrî
De rabe Mîrê min rabe kekê min rabe
Textê cimhuriyetê wê qisim qisim li me şa be
Qanuna Misto Kemal çep e
Ji şêxan, Mella û ji giregiran keskî ji pêşiyê xilas nabe
Kesekî nizanbû axakê di êla me Cibran da rabe
Mîna gula Nisanê hêşin be, meha Tebaxê da li me wenda be
Êla me Cibran êlekê giran e, bê te nabe bê te nabe…”
***
Hêstir barand, lê nedixwest neviyê wê bîbîne. Wê di dilê xwe da vêşart û wer axifî.
Ji ber xwe va di hevokekê da got:
“Na, ne wexta çûyîna wî bû. Çû, lê bêwaxt û zû çû…”
Çavên wê bibû gola xwînê û ji hêstirên wê ra te digot qey ava kanîka li ber mala ne, ji çirikê diherike. Bi dizîka wê bi pêştimala xwe çavên xwe paqij kir.
Got:
“Belê, berxê pîrika xwe…”
Ji kûrî va behnek da xwe û paşê jî di axaftina xwe da weha got:
“Têkoşîna li himber koletiyê li ser navê wî qeydkirî û morkiriye.
Ji me ra şeref e, çaxa ku em wî bibîrtînin û qala navê wî dikin. Dilşad û serfîraz im ku navekî weha heye û em jî bi rêz û giranî tînin bîra xwe û wî yad dikin. Li ser navê wî maf û heqê miletekî bindest disekine. Dil nîne, bi qalkirina wî navî neşewite.
Dilê min xwîn digîre, berxo. Pîrik çawa qala egîdê mala bavê xwe nake. Ew, mêrxasekî ji mêrxasê vî welatî û kelemê çavê neyaran bû. Ew, bi navê xwe tirsek ji tirsa ber dilê Romîyan bû. Romiyan ji wî û navê wî xof girtiye ku berê xwe daye wî.
Ji belengazan ra dost û hêviyek ji hêviya vî welatî bû, ew. Çû, lê zû barkir û ji nav me çû.
Di derheqê Romiyan da ev gotin gotinên wî û ew weha dibê:
“Em pir û pir baş dizanin ku çaxa li Romiyan tengasî çêdibe heman yekcar berê xwe didine me û ji me alikarî dixwazin.
Lê çaxa ku di rewşa xwe da jî baş û bi aramî jî bûne ne xwestine me bibînin û ne jî maf û heqê me hatiye bîra wan û serda jî hebûna me înkar kirine. Ne tenê soz û peymana ku dane ji bîra kirine, lê di eynê wextê da jî şûr û xencera xwe dane ser dilê me û her bi dek û dolab û qelaşiya xwe bûne. Rom xayîn e û bextê Romiyan, nîne…” Ew, bi van gotinên xwe xwediyê tecrûbe û ew jî baş û baş dizane ku tu car nabe em baweriya xwe bi Romiyan bînin.’
Merivên weha birûmet, di sed salan da ya carekê tên û ya jî nayên.
Belê û belê!
Ew, siwarê hespê Dêlbihene û çiftexasê mêran bû. Wî girtin û birin Belîsê û li wir jî…! Belê, li wirr,…! Li wir hêviya welatê min tune kirin. Hêviyek ji hêviya me û ya vê Pîrikê bû. Çû, lê zû çû…”
Wê digot û digot. Digot, lê wê ji ax û kesera dilê xwe ra digot.
Piştî axftijna xwe jî wê, herdu destên xwe ber bi jor vekir û gotinên xwe rêz kir.
Got:
“Dibêjin heft tebeqên erd û esmanî ye û gişkî jî ji aliyê te va hatine afirandin, ey Rebî. Na, ez nizanim û min nediye. Lê, ez jî dibêjim:
Derd yê min tabîb tu yî.
Êş yê min derman tu yî
Gazin ji min, dîdar tu yî
Rebî! Min got, tu bibîne
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览633
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
挂钩项目: 20
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览633
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,498
图片 105,504
书籍 19,430
相关文件 97,453
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!