Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  582,122
图片
  123,321
书籍
  22,029
相关文件
  124,465
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   总计 
271,560
“LeYLaN” Mistdana Ruhê Civakê ye
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
LeYLaN, Devliken Kelogirî
LeYLaN, Devliken Kelogirî
=KTML_Underline=“LeYLaN” Mistdana Ruhê Civakê ye=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Wext tê û mirov li kodên ruhê xwe yê cîvakî rast tê û êdî naxwaze wan kod û şîfreyan ji bîr bike… Di hemû qonaxan de dema mirov bala xwe didê jibîrbûn yan jî jibîrkirina kodên jiyana civakî, bi bindestîyê re dest pê dike û jibîrkirinê bi lez dike. Civakên bindest gelekî dilzîz û hesas in, rastîya wan anku jiyana wan pirî caran dibe sedema acizîya wan. Lewma jî hewcetîya ruhê civakê bi mistdanê heye. Gelek caran rêya vê yekê huner e, edebîyat e…
Mistdana ruhê civakê, bêyî ku civakê aciz bike, bêyî ku rê li ber dûrketina ji xwe vebike karekî gelekî hunerî ye. Ji ber vê yekê hunermend/nivîskar xwe didin bin barekî gelekî giran. Berhemên edebî dibin amûrek ku nivîskar pê ruhê civaka xwe mist bide.
Hostetî û şarezatîya nivîskar, di berhemê de parzûnkirineke bi hostetî û şarezayî ya rastîya civakî ye. Ew huner e, guhdarîkirina li dengê dil û dengê ruh e.
Romana Devliken Kelogirî ya bi navê “LeYLaN” yek ji wan berheman e ku bêyî acizî û dûrxistina ji rastîya xwe, bi xwendineke ji dil xwîner didin pey dengekî gelekî henûn, didin ser şopa rûyekî gelekî nas. Bêyî hemdê xwe, wekî rolêgerîyayîyan li wî dengê henûn û rûyê nas digerin. Di vê lêgerîna xwîneran de, nivîskar bi wan dide hesîn ku tiştê lê digerin ruhê wan bi xwe ye.
Devliken Kelogirî li ser zemîneke ne reş û spî lê heta tu bibêjî gelekî rengîn romana xwe nivîsandiye. Loran, Alîce, Doktor Dîno, Çeçanê Kej, Hisênê Melesê, Kendal, Şerefxan, Xeto, Sîyabend, Tîrêj, Tahirê Lorî, Cornelîa, Sîtav, Esmîna, Evdalê Dewrêş her yek ji wan di romanê de rengekî jiyanê ye. Ji serhildêrî û hêvîyê bigire heta serserîtî û feylesofî, ji bêxwedîtîyê bigirî heta humanîzm û femînalîyê, ji ruhê bindestê dîn û bîrdozîyê bigirî heta paqijî û pakbûnê û heta ruhê tolazî û fahîşetîyê û afirînerîyê hemû leheng/tîp/karakter gelekî çalak in…
LeYLan, ji serî heta binî bi motîfên jiyana Kurdan a rastîn hatîye sêwirandin û têra xwe zindî be jî Devliken Kelogirî di gelek beşên romanê de, dike ku xwîner li ruhê xwe rast werin û muhakemeya jiyana xwe bikin. Ew jî kêlîkên herî pîroz in, bêdengî ye, qîrîneke hundirîn, herîkîna aveke xweş û serxweş e… Ew bêdengî kêlîka rasthatina li ruhê xwe ye. “Deng jê nedihat, tenê ew û dilê xwe bûn û li ber senfoniya xuşîna avê li dengê dilê xwe guhdarî dikir”(rp 95). Loran ku di “LeYLaN”ê de gelekî çalak e car bi car di wan kêlîkên pîroz de, xwînerên dane ser şopa rastîya xwe jî li ber avekê, li binê darekê dide sekinandin û mit dike…
Devliken Kelogirî bi romana xwe “LeYLaN”ê, heger gotin di cih de be çep lê dixe rast vedigere. Her çiqas di gelek beşan/sahneyan de bi erotîzmeke dêrîn mijarê vedibêje jî zemîna sereke ya berhemê, lêgerîn û paqijkirina gemara bi sedsalan a li ruhê civakê ye. Erotîzmê wekî amûrekê tercîh kiriye û bi kar anîye. Belkî jî li gorî gelek nivîskaran ev rêbaz ji bo hazirkirina xwîneran rê û rêbazeke xurt be. “Di bin wê bêdengiya şevê de ji bo kêfa wan li wan nebe qebhet, heta ji wan dihat bi nalînên xwe re dixeyîdîn, lê çendî bi malînên xwe re dixeyîdîn jî di bin senfonîya xwezayî de ku beq û çirçirkan davêtin ber hev, nalînên wan jî mîna melodîyeke nerm di bin re bi dengê xwezayê re armonîyek xweş çêdikir.” (rp.14) Dema em vê sahneyê dibînin û dixwînin û piştî wê bi çend paragrafan jî “Pirê kesan navê Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Rustemê Zal, Elîkê Betê, Hesenê Mala Mûsa, Bişarê Çeto, Cembelî û Binevşa Narîn, Sîyabend û Xecê di van civat û şevbihêrkan de bihîstin. Û her yek ji wan lehengên navdar û evînê ji bo wan dibûn xeyal û bi wan xeyalan radiketin û radibûn.” (rp 15) dixwînin êdî mirov têdigihîje ku nivîskar ne bi tesadufî lê bi hostetî vê yekê dike û xwînerên xwe gelekî bi konetî amadeyî puxteya beşên romanê dike.
Devliken Kelogirî bi vê romanê hem derê dêrîn ê li ser civakê quflekirî bi dengê xwe yê hundirîn vedike, hem jî rê li ber şabûneke ruhî vedike.
**LeYLaN, Devliken Kelogirî, Roman, 293 rp, Weşanên J&J, 2019 [1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,081
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 1
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 02-09-2020 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-07-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on13-07-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):13-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,081
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.190 KB 11-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!