Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,519
图片
  124,240
书籍
  22,107
相关文件
  126,145
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Pêvajoya tekoşîna Kurd!
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pêvajoya tekoşîna Kurd!
Pêvajoya tekoşîna Kurd!
Pêvajoya tekoşîna Kurd!
=KTML_Underline=İkram Oguz=KTML_End=
Serborîya tekoşîna gelê Kurd bi sedan salan berê dest pê kir.
Gelê Kurd di vê pêvajoyê da, ji bo azadîya xwe gelek rê û dirb cêriband.
Carcaran bi çek û rextan serî hilda, carcaran jî şûnda kişîya û bêdeng ma.
Lê tu car li ber neyarên xwe, serê xwe xwar nekir û ji bîr û bawerîyên xwe dûr neket.
Bîr û bawerîyên xwe yên jibo Kurdistaneke azad, di dilê xwe da her dem parast û lê xwedî derket.
Rêvebirên gelê Kurd, di dawîya her têkçûnê da ji alî dagirkerên xwe va hatin nefîkirin û dardakirin. Lê wan tu car gavên xwe şûnda neavêtin, li ser darsêpê da jî, bîr û bawerîyên xwe li rûyê neyar û qatilkerên xwe anîn ziman.
Ew di rîya azadî û serxwebûna gelê Kurd da ji canê xwe bûn, ji vê dinê koçber bûn, lê daw û doza wan li erdê nema.
Peyrewên wan di rîya wan da meşîyan, li mîratê bav û kalên xwe xwedî derketin, bi serbilindî daw û doza wan domandin/didomînin.
Dem hat komelên çandî û huneri ava kirin û di bin bana wan da tekoşîna gelê xwe kirin.
Dem hat partîyên sîyasî yên binerd damezrandin û di bin sîya wan partîyan da bi tekoşerî xebitîn.
Sedem xeletî û şaşîyên xwe carcaran ji hêz û quwet da ketin, carcaran jî neyarên xwe dan alîkî û şerê hev kirin.
Sedem xeletî û şaşîyên xwe, rêyekî dûr û dirêj li paş xwe hîştin.
Dîsa jî, ber xwe dan û roj bi roj, gav bi gav nêzikî armanca xwe bûn.
Bi destpêka sedsala 21’an da dinya ku tê da cîhê Kurdan tunebû guherî, diwarên di nav sazumanên sîyasî da hatibûn çik kirin, hêdî hêdî hilweşîyan.
Dinyayek nû ava bû.
Bi saya globalîzmê û pêşveçûna teknolojîyê sînorên dewletan ji holê rabûn, dinya bû maleke piçûk.
Rê û dirbên ku lê pêşîya Kurdan hatibûn girtin, yekoyek vebûn, di wê mala piçûk da Kurd jî bi awayekî cîhê xwe girtin.
Cara yekem şansê wan vebû, rûyê wan kenîya…
Mixabin sal û zeman derbas bû.
Rêvebirên kurd ji guhartinên dinê para xwe negirtin, ji wan guhartinên nû dûr sekinîn. Ew îro hê di demên borî da dijîn, gor şert û mercên kevn dilivin.
Bi saya dînamîkên dervayî, firsendên ku ketibûn destên wan, îro bi lingên xwe dipelixînin û wan firsendan bikarnaynin.
Rêvebirên ku li herçar parçeyên Kurdistanê da, bi navê gelê Kurd sîyasetê dikin, daw û doza gelê Kurd danîne alîkî û bi bahaneyên pûç û vala, îro li dijberî hev derdikevin, bi çavê neyartîyê li hev dinêrin.
Bi taybetî li Başûr, ji wan yek berê xwe bide rojava, yê din li rojhilatê vedigere.
Yek gavên xwe rast bavêje, yê din çep davêje.
Wek mîsal:
KDP dibêje, „Serxwebûn…“
Goran û Yekitî dibêjinn, „Yekitîya Iraqê…“
KDP dibêje, „Dewlet…“
Goran dibêje, „Kanton…“
Bi van nîyet û daxwazên xwe yên ji hev cûda û yekalî, ew firsendên ku îro bidestxistine, ji destê wan derdikevin, ew bi van kiryarên xwe rê li pêşveçûna doza gelê Kurd digrin, roj bi roj pêşeroja xwe tarî dikin.
Sedsala borî da jibo kurdistaneke serbixwe dînamîkên dervayî rê nedidan, îro dînamîkên navxwe rê nadin.
Rêvebir û partîyên Kurd bi sedsalan şerê dagirkerên xwe kirin, îro di navbera xwe da bi awayekî din şerê navxweyî dikin.
Berê ji dagirkerên ku wan dorpeç kiribûn, ditirsîyan, îro ji sîya hev ditirsin û ji hev dûr disekinin.
Bi awayekî din mirov dikare bêje, astengên ku îro li pêşîya kurdistaneke serbixwe hebîn, ew jî tenê Kurd û kiryarên wan in…
Mixabin, bila rêvebir û sîyasetvanên Kurd jî bizanibin ku, dinya di cîhê xwe da nasekine. Pergal li alî me venegere jî, di cîhê xwe da nasekine…
Ne şert û mercên îroyîn bi vî awayî dimînin, ne jî firsendên îroyîn careke din bi dest dikevin.
Eger ku ew firsendên îroyîn neyên bikaranîn, zirar û zîyana wan jî hemû Kurd bi hev ra dibînin…[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,739
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 22
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 28-10-2015 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-06-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on16-06-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):16-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,739
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!