Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,019
图片
  124,098
书籍
  22,092
相关文件
  125,864
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   总计 
273,933
Zimanê kurdî… piştî siyasetên pişaftinê - 2
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Zimanê kurdî… piştî siyasetên pişaftinê - 2=KTML_End=
RÊZAN HESEN
Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi têkçûna dewleta Osmanî bi dawî bû, Sûriye jî ket bin mêtingeriya Fransayê. Tevî ku Kurdan demekê azadiya nivîsandin û belavkirinê bi dest xist jî, lê belê qeyd û zextên li ser zimanê kurdî
Qeydên li ser zimanê kurdî piştî serxwebûna Sûriyê
Di beşa yekê ya dosyaya xwe de me bal kişand ser qonaxên pêşketina zimanê kurdî di dîrokê de. Em ê di vê beşî de behsa pêşketina zimanê kurdî li Sûriyê piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di serdema mêtingeriya Fransayê û ragihandina serxwebûnê li Sûriyê heta destpêka alzoziya Sûriyê sala 2011`an bikin.
=KTML_Bold=PIŞTÎ PEYMANA SYKES-PICOT LI DIJÎ GELÊ KURD SIYASETÊN SÎSTEMATÎK=KTML_End=
Piştî Peymana Sykes-Picot a veşartî di navbera Fransa û Brîtanyayê de ya sala 1916`an, Kurdistan kirin 4 parçe û gelê Kurd li 4 dewletên ku tê de komên etnîk ên cuda û zimanên cuda hene, belav kirin. Li Sûriyê û Iraqê zimanê erebî, li Îranê zimanê farîsî û li Tirkiyê jî zimanê tirkî bû. Her wiha sîstemên rêveber ên wan dewletan, bi rêya siyasetên erebkirin, tirkkirin û fariskirinê hewl dan civaka Kurd asîmîle bikin û vê yekê gef li zimanê kurdî xwar.
Sîstemên rêveber ên li pey hev, gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bê par kir, lewra zimanê kurdî tevî hewldanên rewşenbîrên Kurd ên pêşxistin û parastina zimên û perwerdeyên veşartî jî, tenê bi rêya bilêvkirinê dihat bikaranîn.
Wekî me berê bi bîr xistibû ku di sala 1924`an de Mîr Celadet Bedirxan yekemîn alfabeya kurdî ya latînî danî. Di sala 1932`yan de jî Celadet Bedirxan kovara ‘Hawar’ bi tîpên latînî li Şamê derxist. Tevî ku derxistina rojnameyê di sala 1935`an de rawestiya jî de careke din dest bi weşanê kir.
Di qonaxa mêtingeriya Fransayê li Sûriyê de, dezgehên din ên çapemeniyê ku bi kurdî weşan dikir, derketin, wekî rojnameya Ronahî ku di navbera 1942-1945`an de li Şamê derket. Her wiha Kamuran Elî Bedirxan li Beyrûtê di navbera 1943-1946`an de kovara Roja Nû û di navbera 1943-1945`an de jî kovara Stêr derxist.
=KTML_Bold=PIŞTÎ SERXWEBÛNA SÛRIYÊ ZIMANÊ KURDÎ HAT QEDEXEKIRIN=KTML_End=
Li Sûriye û Tirkiyê gelê Kurd malbata Bedirxanî ji xwe re pêşeng dît û pê bandor bû. Tevî ku di dema mêtingeriya Fransayê de nivîsandina bi zimanê kurdî ne qedexe bû jî, lê belê di dibistanan de nedihat xwendin. Gelek karên wêjeyî jî di dema mêtingeriya Fransayê de li Sûriyê û Lubnanê hatin nivîsandin û belavkirin.
Lê belê piştî derketina Fransayê ji Sûriyê sala 1946`an, bêyî ku Kurd mafên xwe û avakirina dewleta neteweyî li Sûriyê mîsoger bikin, careke din qedexeya li ser zimanê kurdî dest pê kir. Ne tenê wiha, zextên li ser Kurdan jî zêde bûn. Bi serjimariyekê sala 1962`yan, Kurd ji lîsteya welatiyên Sûriyê hatin derxistin û mafên welatîbûnê ji wan hatin standin, her wiha projeya ‘Kembera Erebî’ derket holê. Ev yek di çarçoveya siyasetên asîmîlekirin û erebkirina civaka Kurd de pêk hat.
Di vê der barê de, doktorê zimanê kurdî Beroz Mehmûd wiha dibêje: Bi belavbûna fikrên neteweyî li Sûriyê re, zextên li ser Kurdan zêde bûn. Di serdema hikumetên şovenîst de, bidestxistina pirtûkeke bi zimanê kurdî tawanek bû û xwediyê wê dihat girtin. Ev yek bi armanca jibîrbirina zimanê dayikê bû. Zimanê ku pê perwerde neyê dayîn, sînordar dimîne.
Yek ji girîngtirîn berhemên salên 50`yî yên sedsala borî, pirtûka rêzimana kurdî ya nivîskar Reşîd Kurd e. Di sala 1955`an de jî Osman Sebrî tevî komeke hevalên xwe li paytext Şamê bi armanca fêrkirina nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê ‘Komeleya Vejandina Çanda Kurdî’ ava kir.
Di sala 1957`an de yekemîn partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê ‘Partiya Demokratîk a Kurdistanê’ bi rengekî veşartî hat damezirandin. Her wiha rojnameya ‘Dengê Kurd’ bi zimanê kurdî û tîpên latînî bi rêk û pêk dihat weşandin û nivîsên siyasî belav dikirin. Rojnameyê heta sala 1965`an bi kurdî weşan dikir.
Di salên 60 û 70`yî de, ji ber zordarî û qedexeya li Sûriyê tenê du pirtûkên bi zimanê kurdî li Beyrûtê hatin belavkirin. Pirtûka yekemîn a Ekrem Cemîl Paşa û ya duyemîn jî ya helbestvan Cegerxwîn bû. Nivîskaran pirtûkên xwe bi navên din belav dikirin.
Beroz Mehmûd dibîne ku tevgera kurdî lawaz bû û nikarî li dijî hikumetên şovenîst tiştek bikira. Her wiha diyardeya perwerdeya bi tîpên latînî beriya salên 80`yî tune bû.
=KTML_Bold=SIYASETÊN EREBKIRINÊ=KTML_End=
Di Nîsana 1962`yan de, di çarçoveya berdewama siyasetên erebkirinê û xurtkirina neteweya erebî de, hikumeta serokê Sûriyê Nazim El-Qudsî li herêmên Cizîrê ku piraniya xelkê wê Kurd e, serjimariyek çêkir û li gorî wê 120 hezar welatiyên Kurd ji mafê welatîbûnê hatin bêparkirin û bûn biyanî. Bi vê yekê Kurdan gelek mafên din wekî qeydkirina milkên xwe bi navê xwe, bidestxistina belgeyên girêdayî zewacê û temamkirina xwendinê ji dest da. Her wiha zarokên wan bê nasname man.
Di sala 1963`yan de sîstema Baasê rêveberiya Sûriyê bi dest xist û bi rêya projeya Kembera Erebî siyasetên erebkirinê berdewam kirin. Projeya Kembera Erebî ji aliyê serokê ewlehiya siyasî yê Hesekê Mihemed Teleb Hîlal ve hat pêşniyarkirin û armanca wan ew bû ku dorê li Kurdan teng bikin, ji herêmên wan bidin koçberkirin û nehêlin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Di heman demê de rê li pêşiya Aşûrî û Ermenan vekir da ku dibistan û komeleyên xwe yên çandî vekin.
Siyasetên partiya Baasê li dijî Kurdan û zimanê kurdî nimûneya qirkirina çandî bûn. Navlêkirina zarokan bi navên kurdî dihat qedexekirin. Her wiha herêmên Kurdan bi navên erebî dihatin binavkirin û nivîsandin û axaftina bi zimanê kurdî qedexe bû.
Di sala 1988`an de qanûnek hat derxistin ku roja 21`ê Adarê wek cejna dayikê hat pejirandin da ku Kurd di wê rojê de cejna Newrozê pîroz nekin.
=KTML_Bold=BERHEMÊN KÊM Û CIHÊN WEŞANGERIYÊ YÊN SÎNORDAR=KTML_End=
Li gel sîtemkarî û zordariyê jî Mele Hesen Kurd (Hesen Hişyar) kopiyên kovara ‘Agahî’ ji sala 1966`an heta 1984`an (19 sal) bi awayekî salane li ser hesabê xwe derdixistin.
Her wiha kovara ‘Gulistan’ a wêjeyî dihat kopîkirin û edîtorê wê helbestvan Cegerxwîn bû. Di sala 1979`an de li gorî ku Dr. Beroz Mehmûd bi nav kiriye bi hejmarên kêm kovara ‘Gelawêj’ derket. Lê tevî vê yekê jî bandorek wekî bandora kovara Hawarê çênekir.
Her wiha di wê demê de partiyên siyasî komeke kovar derxistin, wekî Stêr (1983-1993), Xunav (1986-1995), Roj û Newroz (1995).
Yekemîn kovara serbixwe ku li Sûriyê derketiye ‘Gurzek Gul’ bû ku di salên 1989-1992 de derket. Her wiha kovarên wêjeyî yên çandî jî hebûn, wekî Zanîn (1991-1997), Aso (1992), Pirs (1993), Hêvî (1993), Delav (1995) û Xwendevan (1995).
Van kovaran ji ber siyasetên Sûriyê yên li dijî Kurdan, awayê veşartî ku pê dihatin belavkirin û ji ber ku nedigihîştin ber destê her kesî, bandoreke sînordar kir.
=KTML_Bold=BERDEWAMA QEDEXEYA LI SER ZIMÊN=KTML_End=
Bi zêdebûna nakokiyên di navbera partiya Baasên li Sûriyê û partiya Baasê li Iraqê ji aliyekî û hikumeta Tirkiyê ji aliyekî din ve, hindek be jî zexta li ser gelê Kurd kêm bû. Lê belê qedexeya li ser ziman û belavkirina bi zimanê kurdî belav kir, nexasim piştî nakokiyên di navbera hikumetê û Îxwan Muslîmiyên li Sûriyê sala 1976`an. Vê rewşê heta têkçûna Yekitiya Sovyetê destpêka salên 90`yî, bi vê rengî dewam kir.
Di vê der barê de, Dr. Beroz Mehmûd diyar dike ku zextên partiyên Baasê dewam kirin lê hin tişt paşguh kir. Lê tevî vê yekê jî di vê demê de ji ber gelek sedeman zimanê kurdî bi pêş neket. Ji wan sedeman, beşê rewşenbîran wekî ku tê xwestin bi erka xwe ranebû, nivîsandina bi zimanê kurdî ne li ser bingeheke neteweyî bû û hin nivîsakaran jî ji pêşxistina ziman zêdetir li navdariyê digerîn.
=KTML_Bold=PÊŞKETINÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ BANDOR LI REWŞA KURDÊN SÛRIYÊ KIR=KTML_End=
Di salên 80`yî yên sedsala borî de, gelek rewşenbîrên Kurd piştî ku xwendina xwe li welatên rojava qedandin, vegerîn Sûriyê. Li wan dewletan jî kedên rewşenbîrên Kurd hejmareke mezin ji peymangehên zimanê kurdî vebûn, ku peymangeha kurdî li Parîsê (1983) yek ji wan bû. Di wê demê de rewşenbîrên Kurd dîsa girîngî da zimanê dayikê.
Di destpêka salên 90`î de, hejmara nivîskarên zimanê kurdî zêde bû û gelek pirtûk û belavok di wê demê de derketin. Ev yek vedigere pêşketina tevgera siyasî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Di dawiya salên 90`î de jî û piştî ku têkiliyên Tirkiye-Sûriyê xirab bûn, Sûriye teslîmî Tirkiyê bû Peymana Edeneyê hat îmzekirin ku Kurd kirin hedef, zextên li ser Kurdan zêde bûn û hêzên ewlekariyê yên Sûriyê dest bi şopandina lîderên partî û rewşenbîrên Kurd kir û gelek qeyd li ser zimanê kurdî danîn.
Piştî mirina serokê Sûriyê Hafiz El-Esed û hatine kurê wî Beşar El-Esed ser desthilatê sala 2000`î, rewşa Kurdan wiha dewam kir. Her wiha siyasetên pişaftina civaka Kurd, şopandina rewşenbîrên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê ve û qedexeya li ser weşangeriyê dewam kir. Hêjayî gotinê ye ku li herêmên Rojava tu cihê weşangeriyê tune bû û hemû li bajarên Şam û Helebê bûn.
=KTML_Bold=SIYASETÊN ZORDARIYÊ YÊN SERDEMA BEŞAR EL-ESED=KTML_End=
Sala 2001`an qanûna çapkirin û belavkirinê derket û di navaroka qanûnê de hat gotin ku divê xwediyên cihên weşangeriyê agahiyên li ser hemû belavokên xwe û hejmara wan bidin. Her wiha divê kopiyekê bidin Wezareta Ragihandinê ku navê nivîskar û wergêr tê de hebin. Dîsa hemû kesên ku dixwazin berhemên xwe çap bikin, divê ruxsetê ji Wezareta Ragihandinê bistînin. Wezaretê pir caran bi behaneya ku ji weşanê re nabin anku di zimanê kurdî de ne pispor in, destûra weşandina pirtûkên kurdî nedida. Tenê rê da çapkirina hejmareke pirtûkên kurdî yên zarokan û folklora kurdî. Lewra nivîskarên Kurd berhemên xwe bi awayekî veşartî çap dikirin.
Piştî têkçûna sîstema Sedam Hisên li Iraqê sala 2003`yan, partiya Baasê ya Sûriyê li Rojava fitne xist navbera Kurd û Ereban. Di Adara 2004`an de Serhildana Qamişloyê pêk hat. Bi serhildanê re zordariya li dijî gelê Kurd di asteke bilind de dewam kir. Hêzên ewlekariyê ji bo lêgerîna li belavokên û pirtûkên bi zimanê kurdî, bi ser malên sivîlan de digirt. Hin nivîskar wiha bi bîr tînin: Çavdêriya hêzên ewlekariya Sûriyê ji xwediyên cihên weşangeriyê re zêdetir bû, heta kesên ku berê bi buhayekî zêde çap dikirin, êdî nediwêrîn çap bikin.”
Dr. Beroz Mehmûd li ser wê demê wiha dibêje: Li ser esasê ku Kurd netewperest in, zext pir zêde bûn û dişibihîn siyasetên zordariyê yên Tirkiyê. Lewra, da ku hestên neteweyî tune bikin û netewa Kurd di civaka Erebî de asîmle bikin, qeydên zêde li ser zimên danîn. Dr.Mehmûd destnîşan kir ku di navbera 2005-2010`an de bi rengekî veşartî û bi dayîn pereyên pir, du pirtûk li Şamê çap kirin.
Tevî vê yekê jî di wê demê de gelek kovar hatin derxistin. Li gorî lêkolîneke saziya Next Page, berhemên wê demê ev bûn: Gulistan, Pirs, Newroz, Jîn, Roj, Azadî ku her sêyên destpêkê bi zimanê kurdî bûn û yên din jî bi zimanên kurdî û erebî bûn. Rojnameyên Jîn, Roj û Azadî bandoreke sînordar kir.
Dr. Mehmûd wiha da zanîn: Pêşketina zimên yekser bi têgihîştina çandî ya di hundir civakan de girêdayî ye. Ji sedemên ku hiştin ziman pêş nekeve jî ew e ku hejmareke pir kêm ji Kurdan dibistan xwend û tenê hinekan xwendina xwe di salên 70`yî de qedand. Her wiha tu girîngî nedidan xwendina zanistî.
Doktorê zimanê kurdî Beroz Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got şertê sereke yê pêşxistina zimên, perwerdekirina bi zimên ne. Ji ber ku perwerde tê wateya tespîtkirina nasnameya zimên û vejandina wê.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,890
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 52
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 14-05-2020 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on16-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):16-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,890
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!