Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  582,309
图片
  123,357
书籍
  22,032
相关文件
  124,490
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   总计 
271,560
​​​​​​​Di salvegera peymana Lozanê de dagirkeri, mêtîngerî û Kurd
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish2
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
peymana Lozanê
peymana Lozanê
=KTML_Bold=​​​​​​​Di salvegera peymana Lozanê de dagirkeri, mêtîngerî û Kurd=KTML_End=
ŞERVÎN MUSTAFA

Gelê Kurd hîna daxwaza bidestxistina mafên xwe yê rewa û Kurdistana yekbûyî dike. Piştî ku ew xewn li ser îmzekirina peymana Lozanê ji holê hat rakirin û gelê Kurd di bin hegemoniya Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê de hate hiştin. Gelo navaroka vê peymanê çi ye û Tirkiyê niha çi plan dike?

Piştî têkçûna desthilatdariya Osmanî di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de, bi saya peymana Sevr a sala 1920`an ku tekezî bi mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe kir, gelê Kurd nêzî pêkanîna xewna xwe ya avakirina Kurdistanê bû.
Piştî têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de, dewleta Osmanî hate neçarkirin ku bi dewletên serketî re di 10`ê Tebaxa 1920`an de peymana Sevrê îmze bike.
Li gorî vê peymana ku li bajarê Sevr ê Frasnayê hate îmzekirin de, hevalbendan sînorên dewleta Osmanî teng kirin û tenên herêmên ku bi zimanê Tirkî diaxivin di bin serweriya wê de hiştin. Vê yekê û li gorî bendên 62, 64 ên beşê sêyemîn ê peymanê, rê da gelê Kurd ku çarenûsa xwe diyar bikin û Kurdistanê ava bikin.
=KTML_Bold=SOZ PÊK NEHATIN Û LI SER ÎNKARKIRINA NASNAMEYA KURDÎ LI HEV KIRIN=KTML_End=
Lê belê di destpêka sala 1920`an bi serkêşiya Mustafa Kemal Ataturk netewperestan pêşketinek di şerê serxwebûnê de bi dest xistin. Vê yekê Ataturk teşwîq kir ku peymana Sevrê û sozên ji bo Kurdan, bi dawî bike. Ataturk piştrast kir ku ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike û ji bo îmhakirina nasnameya Kurdî û tunekirina wan di civaka Tirkî de dest bi siyasetên tirkkirinê li dijî Kurdan kir.
Piştî wê hêzên hevalbend Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japon, Romaniya, Bûlgarîstan, Pirtugal, Belçîka, Yogsilaviya neçar man ji bendên peymana Sevrê paşve vekişin û bi peymana Lozanê 1923 guhertin. Bi îmzekirina Lozanê re gelê Kurd ket bin serweriya Tirkiyê, Îranê û hêzên Brîtanya û Fransayê ku Irqa û Sûriyê mêtînger kiribûn.
Gelek bendên peymana Lozanê hebûn, lê belê tu bendên girêdayî Kurdan nehatin bibîrxistin. Hin madeyên giştî ku tekeziyê bi parastina mafên hemû welatiyên Tirkiyê bêyî cudabûna netewî, çandî û nasnameya wan dike hatin danîn. Her wiha hat gotin mafên hemû welatiyan heye ku bi serbestî bi zimanê dayikê biaxivin. Lê belê piştre qonaxa înkarkirina nasnameya Kurdî û qirkirina çandî û fîzîkî ku heta roja me dewam dike, li dijî Kurdan dest pê kir.
Ev peyman wekî rewakirina dûrxistina Kurdan ji nexşeya siyasî û xeternaktirîn peymana ku Kurdistan parçe kiriye, tê hesibandin.
Di wê der barê de, Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya pêncemîn a bi navê Şaristaniya Demokratîk-Doza Kurdî de wiha nirxand: Bi îmzekirina peymana Lozanê û ragihandina komarê re, qonaxeke nû dest pê dike. Bi îmzekirina peymaneke xeternak li dijî Kurdan, dixwazin nakokiyên domdar bi Brîtanyayê re yên girêdayî Mûsil û Kerkukê bi dawî bikin.
Rêber Ocalan wiha nirxandina mijarê dewam dike: Peymana Enqere ya bi Fransayê re tevî pêşkêşkirina tewîzan ji Mîsaqa Millî, bandorên xeternak bi xwe re neanî. Her wiha di serdema Fransayê de parçeyekî biçûk hişt.
=KTML_Bold=‘TIRKIYE BERJEWENDIYÊN DAGIRKERIYÊ BI KAR TÎNE’=KTML_End=
Girêdayî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Mehmûd Ebbas ji ANHA`yê re wiha nirxand: Tevî têkçûna îmeratoriya Osmanî jî û mayîn hêzên wê yên leşkerî û siyasî ku karîbû şertên xwe li ser dewletên mezin ferz bike, Brîtanya û Fransayê nexwestin dev ji berjewendiyên xwe li herêmê berdin û bi Osmaniyan re bikevin şerekî berfireh. Her wiha hewl nedan ku bi gelê Kurd ê li ser wê cografiyayê jiyan dike, îtiraf bikin an dewleteke Kurdî ava bikin. Heke şer berfireh bûba jî, dihat texmînkirin ku Yekitiya Soviyatê li kêleka Tirkiyê bisekine.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî wiha nirxandina xwe dewam kir: Ji aliyekî din ve her du dewletên mêtînger dîtin ku nikarin împeratoriya Osmanî ib temamî hilweşînin. Di yek ji şerê herî girîng de yê li ber deriyên Derdenîl, têk çûn. Her wiha Fransa di şerê li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê de bi ser neket. Bi vê yekê dîtin ku hewldana avakirina dewleta Kurdistanê li hemberî berjewendiyên wan li herêmê binketî ye. Li kêleka şerê di navbera Brîtanya û Fransayê de li ser cografiya Kurdistanê, ku dê zirarê yekser bigihîne berjewendî û staratejiya mêtîngeriyê ku li ser bingeha zirarên kêm ji bo qezencên pir, hatiye avakirin.
‘LAWAZBÛNA FAKTORA KESAYETÎ’
Ebbas wiha dibîne: Tunebûna Kurdan di qadên navnetewî û leşkerî de, pêkanîna vê yekê hêsan kir. Parçekirinên cografî û siyasî yên beriya peymana Lozanê ku bi peymanên Enqera 1 û 2 de temam bû, bandor li çarenûsa Kurdistanê jî kir û kir qurbaniya berjewendiyên hêzên mezin. Her wiha faktorê kesayetî jî ji hemû aliyan ve lawaz bû.
TIRKIYE NIHA ÇI PLAN DIKE?
Bi hatina salvegera Lozanê re, serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan hewl dide ku xewnên xwe yên berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmê, pêk bîne.
Lewra her tim tekez dike ku divê li peymanê dîrokê vegerin, ku bi saya wan Tirkiyêya Nû bi sînorên xwe yên niha li ser mîrasê dewleta Osmanî, hate avakirin.
Erdogan dibêje ku peymana Lozanê piştî 100 salî ji îmzekirina wê, bi awayekî sîstematîk betal dibe, ku bi rêya Lozanê dewleta Osmanî gelek erd û dewlet ku yek ji wan Qubirus e, ji bin serweriya xwe derxist. Erdogan bi wê behaneyê destwerdanê li Sûriya, beravên rojhilatê Qubrisê, Iraq, Lîbya û gelek herêmên din bi taybetî herêmên Kudan, dike.
=KTML_Bold=‘DIBE KU YEKBÛNA TIRKIYÊ BIBE QURBANIYA XEWNÊN ERDOGAN’=KTML_End=
Der barê wê yekê de, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Mehmûd Ebbas wiha got: Bi nêrîna min, Erdogan gora Tirkya Kemalîst dikole. Tevî pêşketinên ku di 20 salên dawî di warên aborî û leşkerî de pêk anîne. Lê belê xewnên Erdgona û hewldanên berfirehbûna cografîk û leşkerî, dê di pêşerojê de wê bi şerê bi hêzên mezin re rû bi rû bihêle.
Ebbas diyar kir ku: Da ku xewnên xwe pêk bîne, Tirkiyê ji aliyê olî ve xwe xist nava rêveberiya cîhana sunî ya olî. Her wiha li peymanên navdewletî yên hêz dane împeratoriya Osmanî digere û hewl didin ji nû ve bixe rojevê.
Ebbas got: Tirkiyêya Erdogan li pêşiya Ewropa îro li ser vê startejiyê kar dike. Ji ber ku berjewendiyên wê rê nahêlin ku bikeve şerekî yekser û berfireh. Her wiha nakokiyên Rûsya û Amerîkayê derfetê didin Tirkiyê ku binpêkirinên xwe li ser hesabê dewletên herêmî û berjewndiyên wan berdewam bike. Lê belê tê peyîn ku di pêşeroja nêz de, guhertin pêk bên. Ne dûr e ku Erdogan li hemberî van xewnên xwe, yekbûna Tirkiyê bike qurbanî.
Kurd di salvegera vê peymana bê xêr de hîna tekoşîna azadiyê didomînin. Lê ji ber nebuyina yekitiya netewî heya niha jî di bin hukmê peymana Lozan de Kurdistan di bin dagirkerî metîngeriyê de ye.
Ji Lozanê heya niha her çiqas plan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ser Kurdan kêm nebûbe jî, Kurdan jî rexmî hemû van siyasetan ji tekoşîna azadiya xwe paş de gav neavêtine. [1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览4,626
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 94
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 24-07-2019 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on16-05-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):31-10-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览4,626
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!